Minhaca Pir Zimanî Hîmê Perwerdeya Netewa Demokratîk e

Bi armanca şopandina kar û xebatên Saziya Minhacan û diyarkirina sazgeriya karê wê, me serdanek bi komisyonên Saziyê re pêk anî. Her wiha me derbarê amadekirina pirtûkekê ji qonaxa destpêkê heya gihandina çapxaneyê de agahî wergirt.
Me xwest ku bi komisyonên cihêreng ên saziyê re derbarê kar û xebatê de guftûgoyê bikin. Bi vê armancê me destpêkê berê xwe da komisyona zimanê Erebî. Endamên komisyonê pirsên ku me raberkirî bi bi awayeke xweşbînî bersivandin. Mamosteyê bi navê Îbrahîm El Ebid behsa çawanî û xebitîna kar kir. Axaftina El Ebid bi vî awayî berdewam kir; “Destpêkê me pirtûkên seretayî amade kir. Têbîniyên ku dibistanan ji bo sererastkirina pirtûkên seretayî amadekiribûn gihiştin destê me. Me ev têbînî analîz kir. Me di ronahiya van têbîniyan de bi awayekî hê baştir dest bi sererastkirina pirtûkên seretayî kir. Bi heman awayî ma dest bi sererastkirina pirtûkên navîn jî kir.” û bi dawî kir. Dîsa mamosteyê heman komisyonê ya bi navê Ayişe Neamê jî dîtinên xwe yên derbarê vê mijarê anî ziman û got: “Di amadekirina pirtûkan de weke jêder, me sûd ji welatên derdora xwe girt. Me di naverokê de bal kişand ser aliyên exlaqî yên di civakê de. Piştî ku pirtûk di komisyona me de şiklê xwe yê dawiyê girt ji bo komisyona fotoşopê tê şandin.”
Piştî ku pirtûk li komisyona amadekar şiklê xwe yê dawiyê digire ji bo danîna wêne û çêkirina bergê pirtûkê bi amadebûna endamekî komisyona amadekar re li komisyona fotoşopê xebat li ser pirtûkê tê kirin. Bi vê armancê em jî derbasî komisyona fotoşopê bûn. Mamoste Mihemed El Ehmed behsa karê xwe kir û got: “Ez li ser sererastkirina wêneyên di hundirê pirtûkan de dixebitim, her wiha bergên pirtûkan çêdikim”.
Bi armanca şopandina pêngavên amadekirina pirtûkekê em piştî ku pirtûk ji komisyona fotoşopê vedigere cem komisyona amadekar, li komisyona amadekar dubare sererastkirinên pêwîst têne çêkirin û ji komisyona şoprandinê re tê şandin. Bi vê armancê em jî derbasî komisyona şopandinê bûn. Mamosteyê bi navê Rustem Ehmê karê komisyonê diyar kir û got: “Piştî ku her komisyon pirtûkên xwe bi dawî dike, ev pirtûn tên gel me. Em weke komisyona şopandinê dema em pirtûkê werdigirin têbîniyên xwe derbarê her pirtûkê dinivîsin û careke din li komisyonê vedigerînin. Bi giştî em naveroka pirtûkan dişopînin. Divê naverok li gorî asta xwendekar be û ji zêhniyetên weke desthilatdarî, nijadperestî û olperestî dûr be. Divê wêne jî li gorî naverokê bin û divê di çarçoveya netewa demokratîk de hemû gel û baweriyan bigire nava xwe û wan himbêz bike.”
Her wiha mamoste Deham El Umerî jî nêrînên xwe li ser hin pîvanên ku divê li ber çavan re bê derbaskirin anî ziman. El Umerî ev pîvan weke;
- Divê li gorî astên xwendekaran ên cuda be.
- Divê li gorî refê guncaw be.
- Divê ji polîtîkayê dûr be.
- Divê hêza lêkolînê bi xwendekaran re xurt bike.
Di dema serdana komisyonan de vê carê navnîşana me komisyona redekteyê bû. Mamoste Firyal Silêman li ser kar û xebatên komisyonê axivî û got: “Piştî ku pirtûk ji fotoşopê digihêje gel me, weke komisyon em pirtûkê redekte dikin, eger şaşîtiyên rêzimanî hebin em wek têbîniyan dinivîsînin û vedgerînin komisyonê. Di mijara çêkirina têgihan de em zehmetiyan dikişînin. Ji ber ku jêderên ku em lê vegerin kêm in. Dema ku rastî vê rewşê tên, em li hev dişêwirin û li ferhengan digerin. Eger di ferheng û çavkaniyên cuda de peyva ku em dixwazin nebe, bi vî awayî têgihên nû diafirînin”. Mamoste Dilyar Hoşê derbarê kar û xebatê vê komisyonê de axivî û di axaftina xwe de da diyarkirin ku: "Me pirtûkên seretayî bidawîkirî ye û em niha li ser pirtûkên navîn dixebitin. Ji bo têgihan jî dema peyvek di zaravayê Kurmancî nebe em berê xwe didin zaravayê Soranî, lê dema di zaravayên din de jî peyda nebin em peyvê çêdikin.”
Piştî ku kar û xebatê komisyona redekte hat naskirin me berê xwe da beşê komisyona Zimanê Îngilîzî, mamoste Armanc Bawer ê ku di komisyona Îngilîzî de kar dike behsa sazgeriya karê vê komisyonê kir û wiha got: "Beşê Îngilîzî ji refa pêncem destpê dike, pirtûkên seretayî û navîn bi dawî bûne û em niha li ser pirtûkên amadeyî 2 kar dikin. Bi giştî naverok, wêne û mijarên di pirtûkê de dişopînim, piştre em pirtûkê radestî komisyona şopandinê dikin. Naveroka pirtûkan pir dewlemend e, me ji bo ku bala xwendekaran bikişîne behsa gelek mijaran kiriye ".
Saziya Minhacan a ku pirtûkên her sê pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan amade dike li gor paradîgmaya netewa demokratîk û rêgezên wê dixebite. Me kar û xebatên Saziya Minhacan, her wiha sazgeriya ku li gor wê dixebitin şopand. Bi vî awayî seredana me bi dawî bû.