Ji Nêz Ve Lênêrîneke Li Sîstema Perwerdê Ya Dewleta Sûriye – 1

1

Sîstemên desthilatdar desthilatdariya xwe ya ku li ser gelan didin meşandin bes nabînin. Hewl didin bi rêya komek ji şêwazên bi hev ve girêdayî û hûnandî, desthiladariyeke demdirêj mîsoger bikin. Wiha didin nîşandan ku çarenûsa van gelan bi hebûna desthilatdariyê ve girêdayî ye. Xwe weke oksîjena ku gel dikişînin dibînin û wer didin xuyakirin ku bêyî wan gel nikarin jiyan bikin. Rêbazên ku desthilatdar ji bo bicihkirin û dewamkirina xwe bika rtînin, pir in. Derbasî hemû qadên jiyanê yên weke polîtîka, aborî, çand, civak û hwd dibin. Hemû qadan ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin û xirab dikin.

Ji ber ku ez li Sûriyê jiyan dikim, min 16 sal di dibistanan de weke xwendekar xwendiye û zêdetirî 20 salan jî weke mamoste di qada perwerdeyê de kar kiriye. Ez ê tecrubeya xwe ya kesayetî ya ku weke xwendekar û mamoste di sîstema perwerdeya Sûriyê ya ku di bin sîwana partiya Baas de ku nêzî 60 salan li Sûriyeyê serweriya xwe meşandî, bi we re parve bikim.

Piştî ku Partiya Baas ji destpêka salên 1960’ê ve dest danî ser desthilatdariyê û peyre li Sûriyeyê rola saziya perwerdeyê hîn girîngtir bû û bi awayeke îdeolojîk hate destgirtin. Erka wê rewakirina desthilatdariya partiya Baas bû. Li gorî berjewendî û berdewamkirina desthilatdariya xwe, zanista civakî sînordar kir. Li vir, di dîroka Partiya Baas de pêwist e em behsa du serdeman bikin. Ya yekem serdema Hafiz el Esad e û ya duyemîn serdema Beşar el Esad e (Beşar el Esad kurê Hafiz el Esad e).

Berî ku em bikevin hûrbûna karê perwerdeyê, ez dixwazim bi awayê giştî yê ku sîstema perwerdeyê li ser ava dibe bi we re parve bikim. Di dema Hafiz el Esad de perwerdeya bingehîn ji seretayî, navîn û amadeyî pêk dihat. Seretayî ji refa yekê ta şeşan bû. Zarok şeş salî dihatin qebûlkirin. Cilên wan bi yek rengî bûn, rengê qehweyî yê vekirî ku (rengê axê) dihat naskirin bû. Navîn ji refa heft, heşt û nehan pêk dihat. Piştre amadeyî ya giştî ku ji refên deh, yazdeh û dozdehan pêk dihat. Her du refên dawî yên amadeyî dibûn du beş ên weke, zanistî û wêjeyî. Cilên her du astan heman bûn bi rengê “rengê leşkerî” dihat naskirin. Ji bo cudakirina refan, paçikên rengîn li ser milan dihatin danîn, her refek rengekî cuda bû. Li kêleka amadeyî ya giştî, amadeyiya bazirganî, pîşeyî, çandinî û ya hunerên jinan jî hebûn. Piştre zanîngeh bi hemû şaxên xwe ve tê. Di serdema Beşar el Esed de, hin guhertin û şêwazên ku ji derve anîne, hatin çêkirin. Her du astên seretayî kirin yek ast bi navê xwendina bingehîn û kirin du xelek, xeleka yekem ji refa yek ta çar û xeleka duyem ji refa pênc ta nehan e. Cil jî guhertin, rengên xakî û leşkerî rakirin û bi giştî kirin rengê şîn.

Bi dehan salan, di bin sîwana serweriya bav û kur de, ala partiya Baas, wêneyên Esad û peykerên wan li hemû dezgeh, qad û saziyên dewletê ta yên taybet jî, diyar bûn. Jixwe para mezin a saziyên perwerdeyê bû. Dibistan, zanîngeh û saziyên xwendekaran bi nîşaneyên partiya desthilatdar ên weke al, wêne û peykeran, mohrkirî bûn. Tevî van, pirtûkên dibistanan, belgeyên fermî û lênûsên zarokan bi wêneyên Esad û ala Baas hatibûn diyarkirin. Jixwe minhac bi tevahî bi fikrên ji partiya Baas û axaftinên Esad hatibûn dagirtin. Diviyabû her xwendekarek van bixwîne, bizane û jiber bike.

Li gorî zagona welat a sala 1973’an, “Partiya Baas, Partiya ku civak û dewletê bi rê ve dibe ye. Ji bo komkirina hêzên milet û bikeve xizmeta armancên netewa Erebî de Eniya Netewî ya Pêşverû jî tevlî dibe” (benda 8’an ji Makezagona 1973). Di benda 21’ê de jî armanca perwerdeyê bi vî awayî diyar dike: “Avakirina nifşekî netewî, Erebî û sosyalîzm ku xwedî hizirîneke zanistî, bi dîrok û axa xwe ve girêdayî. Bi hestên tekoşînê tijî ye ji bo pêkanîna armancên netewa xwe, yekîtî, azadî û sosyalîzmê”. Bi vî awayî, ji bilî netewa Erebî behsa ti netewên din nehatiye kirin. Dijberî vê, îhtimala ku gelekî din tenê daxwaza mafê fêrbûna bi zimanê xwe jî bike, qedexe kiriye. Hêjayî gotinê ye ku li gorî peymana Eniya Netewî, nabe ti partî ji bilî ya Baas têkildarî perwerde û xwendekaran bibe: “Divê hemû partî ji bilî Baas hemû kar û çalakiyên xwe yên rêxistinî û pêşedarî di qada perwerdeyê de rawestînin” (peymana Eniya Netewî ya Pêşverû - 1972). Bi vî awayî, ramanên Partiya Baas a Erebî bûn lêvegera polîtîk a perwerdeyê. Partiya Baas bi rêya du ofîsan (nivîsgehan) perwerde bi rê ve dibir. Ya yekem ofîsa Perwerde û Telaa ye, ya duyem jî ofîsa Xwendina bilind bû. Ofîsa Perwerde û “Telaa” ji bo her du astên bingehîn û amadeyî bû û li her parêzgehekî ofîsên herêmî hebûn û bi ya navendî ve girêdayîbûn. Ofîsa xwendina bilind ji bo zanîngehan e, ofîsên her zanîngehekê hebûn û bi ya navendî ve girêdayî bû.

Zarok ji rojên dibistanê yên destpêkê ve zehmetiyan dikişînin. Kelemê destpêkê mamoste ye. Mamoste weke makîneyên helandin û li gorî têgih û rêgezên partiya Baas şekildayîna zarokan in. Ev mamoste berî niha ji bo pêkanîna karê xwe hatiye perwerdekirin û amadekirin. Dibistanê weke yekîneyeke leşkerî dibîne, divê her kes di gotina wî/wê de be. Kesê bêje na jî, dê  rastê cezayeke tund bê. Eger em berê li belavbûna mamosteyan li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê binêrin, bi taybetî jî li mamosteyên herêmên Kurdî, em ê bibînin ku desthilatdariyê artêşek ji mamosteyên “Beravê” (ji bajarên ber Derya Spî û bi taybet ji Latqiyê ya ku weke bajarê herî aligîrê Partiya Baas e) şandine. Erka wan jî diyar kiriye. Ne tenê di zimanê Erebî de bişavtina zimanên gelan e, lê avakirina nifşekî bê îrade, ji bilî koletiya partiya Baas tiştekî din nas nake ye. Nifşekî bê dîrok, bê çand û bê rûmet ji xwe re weke armanca sereke diyar kirine. Ji bilî hizirînên vê partiyê, hemû nirxan winda bike. Her mamosteyek rola sîxuriyê dilîze, ne tenê li ser xwendekaran, lê belê li ser malbatan jî heman peywirê dimeşîne. Her mamosteyek ku ji aliyê Partiya Baas ve ji bo herêmên Kurdan hatine peywirdarkirin di heman demê de weke endamên istixbaratê jî dixebitin. Mamoste hemû bi hev re weke tora pîrevokê bi riya navenda istixbarata bajêr bi awayekî navendî bi hev ve girêdayî ne. Bi vî awayî ji her deverê ta gundên dûr jî kontrol dikin. Dema ku ez di temenê seretayî de bûm, xweş tê bîra min çawa tirsa mamoste li kolanan jî pey me diket. Kesê ku mamoste wê/wî li kolanekê bibîne, roja din cezayek tund li benda wê/wî bû. Di malan de jî dema ku navê mamoste dihat ser ziman, em dilerizîn. Gihişt astekê ku carnan malbatê bi xwe bi mamoste gef li zarokên xwe dixwarin ta ku wan razînin…

Rûbar Mihemed