Sekna Têkoşer a Ferhat û Çar’an Di Avakirina Nirxên Roja Me Ya Îro De Serdemek e

Ferhat Kurtay û hevalên wî Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner di Zindana Amedê de roja 18’ê Gulana 1982’yan de li hemberî polîtîka û pêkanînên îmha û teslîmbûnê yên ku di zindanê de di şexsê girtiyên azadiyê de tê meşandin, çalakiyeke fedayiyane lidar xistin. Ferhat Kurtay di nava kadroyên pêşeng de weke kesekî ku baş bi Kurdî dizane dihat naskirin. Weke kesekî ku li ser xwendin û nivîsîna Kurdî serwer, ji axaftina Kurdî hez dike, di sohbetên Kurdî de xwestekek mezin dida çêkirin, dihat zanîn. Em ji pirtûka wî ya bi navê “Porên Zer ên Rojê (Güneşin Sarı Saçları)” dibînin ku ji zarokan pir hez dike. Ferhat bêyî ku dudiliyekê jiyan bike tim û tim berpirsyariyên xwe yên welatparêzî û şoreşgerî bi cih aniye. Ferhat rêberekî şoreşger bû, welatparêzekî radîkal ê ku bi kok û rehên xwe ve girêdayî bû. Ferhat hevjînek bû, rewşenbîrek, mamosteyek û nivîskarek bû. Ferhat mirovekî têgihiştî yê ku hemû ev taybetmendî li ba xwe komkirî bû.
Ferhat Kurtay di sala 1949’an de li gundekî girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê hatiye dinyayê. Ferhat Kurtay ê ku di nava malbateke bawermend û bi kokên xwe ve girêdayî de hatî dinyayê, xwendina xwe ya bingehîn li Qoser û Mêrdînê temam dike û piştre jî di Zanîngeha Teknîkê ya Karadenîzê de jî beşê Endazyariya Elektrîkê dixwîne. Di pêvajoya ku li zindanê mayî de di nava gelek xebatên wêjeyî û entelektuel de cih digire. Di zindana Hejmara 5. de rojnameyeke bi navê “Hawar” a ku du hefteyan carekê dihat weşandin derxist. Her wiha beriya ku zext û êşkence giran bibin, Ferhat Kurtay xebateke berfireh a ferhenga Kurdî dimeşand. Ev xebat heya cihekê anîbû. Piştî ku li zindanê êşkence û zext destpê dikin xebata ferhengê û ya rojnameya Hawar sekinî. Her wiha Ferhat Kurtay ji hevalên xwe yên koxûşê re bibû çavkaniya berxwedanê. Ji hevalên xwe re di nava sohbetan de dida fêmkirin ku yekane rêya mayîndebûnê berxwedan e. Mirovekî pêşeng ê ku destpêkê dirûşmeya Kawayê Hemdem Mazlum Dogan a “Berxwedan Jiyan e” fêmkirî û derbasî pratîkê kiriye Ferhat Kurtay bi xwe bû. Xwedî taybetmendiyeke ku tiştên ku diqewimîn zû didît û li gorî wê yekê jî derbasî pratîkê dikir.
Fikir û çalakiyên ku xwedî hêza guhertinê bûne, rênîşandêrên serdema xwe ne. Em ji van re dibêjin fikir û çalakiyên şoreşgerî. Ev fikir û çalakiyên şoreşgerî, tenê bi bandorkirina serdemên xwe ve sînordar namînin. Salên dirêj ên piştî xwe re jî bandora xwe û rolên xwe yên rênîşanderiyê bicih tînin û didin berdewamkirin.
Bi rêya fikir û çalakiyên şoreşgerî dihêlin ku civak û gel di rêya azadî demokrasiyê de pêşve biçin. Rast e berdêla wê giran dibe, lê destketiyên wê jî muhteşem dibe.
Ji beriya niha sih û heft salan di roja 18’ê Gulana 1982’yan de Ferhat, Necmî, Eşref û Mehmûd di Zindana Amedê de bedenên xwe kirin pêta agir û çalakiyeke şoreşgerî pêk anîn.
Cûntaya faşîst di şexsê girtiyên PKK’yî yên li Zindana Amedê de dixwest hişmendiya azadî, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya ku li Kurdistanê di pêşengiya PKK’ê de pêşket, tine bike. Navê vê polîtîka û pêkanînê “Mirina siyasî” bû. Cûntaya faşîst ji bo serxistina vê, hemû cûreyên êşkenceyên madî û manewî pêk dianî. Girtiyên PKK’yî bi mehan bi berxwedana kiryarî li hemberî vê mirina siyasî li ber xwe dan. Ji bo jiyankirina hêviya demokrasî û azadiyê ya gelê Kurdistanê, çalakiya birçîbûnê û rojiya mirinê jî di nav de ketin nava gelek berxwedanan. Lê belê polîtîkaya dewleta faşîst a Tirk a ku hebûna xwe li ser îmha û înkara hebûna Kurdan dayî avakirin, çi dibe bila bibe dixwest ku bi awayê îdeolojîk-siyasî girtiyên PKK’yî tine bike û di nava dîwarên zindanê de binax bike. Çalakiya fedayiyane ya Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan a ku di 21’ê Adara 1982’yan de pêkanî, di vê polîtîkaya faşîst de derzek vekiribû. Berteka Ferhat Kurtay ê ku çalakî bihîstî bi şêweyê, “Mazlûm Dogan fermandarê me bû, divê em xwedî li bîranîna fermandarê xwe derkevin” bû.
Gotinên Ferhat ên bi vî awayî di nava hevalên wî yên di koxuşê de bi şêweyê Ferhat sedî sed biryar daye ku tiştekê bike hat fêmkirin. Yek ji kesên ku gotin û cewherê wî yek bû. Bawerî, hezkirin û rêzdariya hevalên xwe qezenc kiribû. Di şert û mercên ku êşkenceyên giran sînoran nasnake ya ku weke rojane bi dehan caran di nava xeleka agir re derbasbûnê de Ferhat Kurtay, di her mijarê de berpirsyariya piştgirîdayîna hevalên xwe nîşan dida. Bi vê sekna xweya şoreşgerî û Apogerî di koxûşê de bibû sembola berxwedanê. Lê belê ev yek jî bi tena xwe ne bes bû. Mazlûm Dogan bi xwe fedakirinê, derb li polîtîkaya îmhaya siyasî ya dijmin dabû û ji hevalên xwe re ev rastî nîşandabû. Ferhat fêmkiribû ku eger ev yek neyê berdewamkirin û çalakiyên fedayî neyêne kirin wê dijmin di siyaseta xwe de berdewam bike.
Kesên di biryardariya çalakiyê de bûn, di demeke kurt de li hev kiribûn. Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mehmûd Zengîn û Eşref Anyik biryara li ser şopa Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de bimeşin, dabûn.
Roja 18’ê Gulanê ya ku di hişê PKK’ê û gelê Kurd de cihekî xwe yê girîng heyî, ji xwe re weke roja çalakiyê diyar kiribûn. Şehadeta Hakî Karer ê ku şoreşgerê enternasyonalîst û yek ji kadroyên pêşeng ê tevgera Apogerî jî di heman rojê de bû. Dîsan Xelîl Çavgûn ê ku yek ji kadroyên destpêkê yê Tevgera Apogerî jî di roja 18’ê Gulana 78’an de gihiştibû şehadetê. Ji ber vê sedemê jî roja 18’ê Gulanê weke roja çalakiyê hilbijartibûn.
Her ku roja çalakiyê nêz dibû dilê her çaran aram dibû. Di nava aramiya berpirsyariyên xwe yên li hemberî hevalên xwe, rêberên xwe û gelê Kurd bi cih tînin de jiyan dikirin.
Ferhat li Enqereyê tevgera Apogerî nas kiribû. Piştî ku Zanîngeha Teknîkê ya Karadenîzê diqedîne, demekê li Mêrdîn û navçeyên wê hem weke endazyarê elektrîkê karê xwe yê pîşeyî dike hem jî ji bo ku di nava gelê Mêrdînê de fikrên Apogerî bêne naskirin kedeke mezin nîşan dide. Xwedî Kurdiyeke herikbar û pêşketî bû. Weke pêşengekî gel ji ber ku îdeolojiya Apogerî bi Kurdî digot û dida fêmkirin, di nava gelê Mêrdînê yê ku kok û rehên xwe yên welatparêzî xurt de bandoreke mezin dabû çêkirin. Di demeke kurt de bi xebatên xwe yên rêxistinî re bû kadroyekî pêşeng ê tevgera Apogerî. Di Berfanbara 1979’an de dema ku li Qoserê bi M. Xeyrî Dûrmûş re tê girtin wê demê di nava rêveberiya herêma Mêrdînê de kar dimeşand.
Necmî Oner weke pêşengekî ciwanan di pêşketina tevgera Apogerî li navçeya Çêrmûg a Amedê de roleke girîng lîstibû. Di jiyan û doza xwe de xwedî rêgez bû. Li hemberî şaşitiyan sekneke wî ya bê dudilî hebû.
Dema ku li Curnê Reş berxwedana çekdarî destpê dike Mehmûd Zengîn jî weke kadroyekî Apogerî cihê xwe di nava vê berxwedanê de girtibû. Ew jî weke kadroyekî ciwanan tevlî bibû û piştî demeke kurt wezîfeya leşkerî girtibû.
Vesaziya Eşref Anyik jî piştî ku li Curnê Reş têkoşîn destpê dike ji Wêranşar a ku lê xebat dimeşand li Curnê Reş çêdibe. Di nava çalakiyên leşkerî yên ku li Curnê Reş li hemberî hêzên paşverû têne pêkanîn de cihê xwe digire.
Herçar rêheval piştî ku di roja çalakiyê zelal dikin, li benda roja 18’ê Gulanê dimînin.
Bi tîrêjên şeva ku 17’ê Gulanê bi 18’ê Gulanê ve girêdide re her çar beden dibin gogeke agir. Ji nava vê goga agir dirûşme bilind dibin.
Bimre Mêtîngerî.
Bijî Kurdistana Azad û Serbixwe
Bijî PKK…
Ev her çar beden, ev her çar mêrxasên Apogerî di nava tarîtiya ku li Zindana Amedê de hatibû lêkirin de bibûn meşaleya berxwedanê.
Têkoşîna azadî û demokratîk a ku cûntaya faşîst a leşkerî sunda tinekirina wê dabû, di nava pêt û ronahiya vê meşaleyê de nefeseke nû standibû.
Rêheval Ferhat, Necmî, Mehmûd û Eşref bi vê çalakiya xwe ya fedayî ji têkoşîna azadî û demokrasî ya gelê Kurdistanê re bûn rênîşander. Bi qasî mafdarbûnê, têkneçûna têkoşîna azadiyê ya ku dijmin dixwest di nava dîwarên zindanê de binax bike jî nîşan dan. Nîşandan ku di nava şert û mercên herî zor û zehmet de jî fikir û çalakiyên şoreşgerî hev û din temam dikin û dikare rêya çûyîna serkeftinê veke.
Her çiqas sih û heft sal di ser re derbas bûbe jî “Çalakiya Çar’an” di her qada ku têkoşîna azadî û demokratîk a ku tê meşandin de ji me re rênîşanderiyê pêk tîne. Ruh û îradeya têkoşînê ya Çar’an wê bibe pîvanên me yên jêneger ên ku ji bo derbaskirina pirsgirêkên ku em îro rastê tên…
Hayri AMED