Di Cejna Zimanê Kurdî De Tirkî Nivîsandin...

1

Hebû...

Tinebû...

Zimanê gelekî ku hebûn û tinebûna wî tê nîqaşkirin, bûye xwedî cejn.

Kesê ev nivîsandî Kurd bû, lê Tirkî nivîsandiye...

Nivîsa me bi van nakokiyan destpê dike... Lê belê rehenda din a ku vê nakokiyê di nava xwe de digire jî armanca bingehîn a nivîsandina vê nivîsa me ye...

Gelekî ku ji çil milyonî derbas dibe...

Dîrokeke bi hezaran salan...

Rastiya ji nû ve şiyarbûna erdnîgariyeke ku bandorî li ser gelek çandan kiriye, dergûşî ji gelek destpêkan re kiriye.

Zimanê Kurdî

Sedema bi zimanê Tirkî nivîsandina vê nivîsê, bi armanca, ji kesên ku bi zimanê xwe yê dayîkê nikarin binivîsin û bixwînin re bangewazî ji xwe re weke peywirekê dibîne ye...

Di vê roja cejnê de ne raste ku mirov tenê pirsgirêkan bîne ser ziman.

Cejn ji bo pîroz kirinê ye.

Emê çi pîroz bikin?

Îro di şoreşa Rojava de û li Başûrê Kurdistanê bi sed hezaran zarok bi zimanê xwe yê dayîkê fêrî xwendin û nivîsandinê dibin. Ne tenê zarok, her mehê bi hezaran kes bi armanca fêrbûna zimanê Kurdî serî li qursên fêrbûna zimanê Kurdî didin û perwerde dibînin. Tiştên ku ji beriya çend salan mirov nedikarî xeyala wê jî bike, îro li ser vê xakê şîn dibe.

Zanîngehên ku dersên Kurdî didin vebûne û bi hezaran xwendekarên van zanîngehan hene...

Dibe ku yek ji tiştên herî baş jî ew e ku zimanê Kurdî di cîhanê de di nava zimanên herî zêde ku tê fêrbûn û tê mereqkirin de, di nava rêzên destpêkê de cihê xwe digire...

Her yek ji van bi serê xwe hinceteke cejnê ye...

Bê guman ji kesên ku bibînê re...

Yek ji pirsgirêkên sereke ya gelên bindest ew e ku pêşketin û erêniyên ku dijîn, nabînin... Nirxên moralî bi dîtina erêniyan bi hêz dibin. Helbet em nabêjin ku em rexne û rexnedayînê pêş nexin. Tişta ku em dixwazin bal bikişînin ser ew e ku, ziman û civakeke ku xwedî dîrokeke bi hezaran salan e, îro dîsan li ser xweliya vedije.

Çawa ku beriya Ronesansê bi hezaran berhem wergerê zimanên Ewrûpî hatibe kirin, niha jî hema hema rojane derketina berhemeke Kurdî vê Ronesansa Kurdî ya ku pêktê, nîşan dide.

Nexwe wê demê ji pirsa “em çawa hatin vê ronesansê” re bersiva rast girîng e.

Çima?

Ji ber ku heya jiyankirina vê ronesansê, di gelek qadên weke çandî, siyasî, civakî de berdêlên pir mezin hatin dayîn. Çi tişta ku xuya dike, ne tenê weke xuyakirina xwe ya îro ye. Xwedî binesaziyeke dîrokî ye. Bi hev ve girêdayî ye. Pêşketinên ku di ziman de têne jiyankirin tenê bi ziman ve sînordarkirin, tenê di ziman de dîtin nêzîkatiyeke kêm û çewt e. Ziman ne tenê ziman e. Ziman şêweyê zêhniyetê yê şênberbûyî ye.

Vejîneke ku di zêhniyetê de hatî jiyankirin, di ziman de jî jiyanî bûye.

Ji bo teqezbûn û domdarbûna vê vejînê bi her rehenda xwe ve têkoşîn didome.

Li şûna ku mirov van têkoşînan bi şêweyeke ji hev qut bigre dest, bi şêweyê diyardeyên ku hevûdin temamdikin bigre dest, wê demê jî wê ev têkoşîn hêzê bidin hev.

Di dawiyê de jî hemû kedkar û neferên vê têkoşînê yên ku ji demboriyê heya roja me ya îro ku ev cejn mayînde kirine bibîr tînin û cejna wan pîroz dikin;

Cejna we pîroz be!

 

Andok Ronahî