Li Rojava Demsala Xwendina 2018-2019 Bi Belavkirina Karnameyan Bidawî Bû

Şoreşa Rojava di her qadên jiyanê de pêşketinên nû bi xwe re anîn. Bê guman pêşketina herî girîng û hêjayê dîtinê jî di qada perwerdê û zimanê dayîkê de hat jiyankirin. Zarokên ku berê bi perwerde û mufredateke nîjadperest û yek zimanî perwerde didîtin îro bi saya destketiyên ku şoreşê bi xwe re anîne, bi perwerdeyeke pir çandî, pir zimanî û pir rengî perwerdeya xwe dibînin. Tovên ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de hatî avêtin heya roja me ya îro her ku çû pêşket û mezin bû. Îro ji dibistana dayîkê heyanî zanîngehê perwerdeya Kurdî, Erebî, Suryanî tê dîtin. Her netewek bi zimanê xwe yê dayîkê bi çand û rastiya xwe perwerdeya xwe dibînin. Di dîroka 14’ê Gulanê de li Rojava bi hezaran dibistanên ji seretayî ta amadeyî zarokan karnameyên xwe girtin û ketin navbera havînê.
Bi armanca şopandin û parvekirina coşa zarokan, me di vê roja belavkirina karnameyan de, berê xwe da bajarokê Çilaxa ku girêdayî Kantona Qamişlo ye, me şahidî coş û kefxweşiya xwendekarên li Dibistana Seretayî ya Cefer Remo kir.
Di serdana me ya vê rojê de ji coş û kelecana xwendekarên biçûk û şîrîn dîmenên pir xweş xuya kirin. Şagirtên vê dibistanê bi cilên xwe yên nû û xweşik derbasî dibistanê bûn, bi coşeke mezin li benda girtina karnameyên xwe man. Di destê her mamosteyekê/î de karnameyên refa xwe hebûn. Her wiha her mamosteyekê/î ji bo şagirtên xwe diyariyên cûr bi cûr amade kiribûn.
Rêveberî û mamosteyan şagirt bi tevahî di hewşa dibistanê de rêz kirin û dest bi belavkirina karnameyan kirin. Ref bi ref, şagirt bi şagirt karname û diyarî bi kêfeke mezin girtin. Ew kêf û şadî di çavên wan de pir eşkere xuya dikir. Weke cotkarekî di dawiya salê de dema berhemên xwe kom dike, wan zarokan jî berhema keda xwe ya saleke xwendinê bi dilekî vekirî wergirtin. Dibe ku diyarî sembolîk bin, lê ji bo wan zarokan wateyek pir mezin bû. Her mamosteyê/î karname li şagirtên xwe pîroz kir û ew bi hestên dayîkê himbêz kirin.
Em jî tevlî eşq û coşa zarokan bûn û me xwest wê eşqê bi rêya wêneyan bi qasî ku me karîbû nîşan bikin. Piştî ku xwendekaran karnameyên xwe wergirtin bo vî awayî qonax bi dawî bû.