Nameya Mamosteyê Şoreşger Ferzad Kemanger û Peyama Ku Dayî

“Mamoste, çalakvan, şoreşgerê Kurd Ferzad Kemanger di 9’ê Gulana 2010’an de ji aliyê Komara Darvekirinê ya Îranê ve bi çar hevalên xwe ve (Ali Heydarian, Farhad Vakili, Şirin Alam-Holi û Mehdi Eslamian) bi darvekirinê tê qetilkirin. Ferzad Kemanger di pêvajoya ku girtî mayî de bi gelek armancan gelek name girtine dest û nivîsandine. Em naverok, cewher û peyama ku Ferzad xwestî ku di nameyên xwe de bide di 9. Salvegera şehadeta wî de pêşkêşî we dikin û careke din jî bi rêzdarî bibîr tînin.”
Di çend salên bihûrî de, gelek name ji aliyê çalakvanê medenî, mamosteyê mirovhez Ferzad Kemanger ve, di girtîgehê de bi helkeft û sedemên cûr bi cûr hatine nivîsandin.
Îran, Kurdistan û cîhanê, ramanên Ferzad bi riya nameyên wî nas kirin.
Nameyên ku di girtîgehên reş û tarî de, di bin girantirin zext, sivkatî û êşkenceyan de hatibûn nivîsandin û navê wî mamosteyê ji gundên Kamyaran ji gund û bajarên Kurdistanê wêdetir biribû.
Ferzad, di nameyên xwe de, eşqa ji bo zarokên gundan, eşqa ji bo gelê xwe û İranê, evîna ji bo azadî û edaletê bi peyvên aşiqane û şairane radixe ber çavan…
Ew name ji zimanê mamosteyekî êşkişandî û êşkencebûyî yê Kurd, bi zimanekî sade û edebî, rastiya gelekî û mafê wan yê binpêkirî beyan dike.
Manîfestoya bîr û ramanên wî di wan nameyan da veşartîne ku di dirêjahiya sal û rojên jiyana xwe ya di girtîgehên reş de nivîsandin û pêşkêşî dîroka azadîxwaziyê kirin.
Bi wan nameyan em ber bi dûrtirîn gundên di pêsîra çiyayê Şahoyê de, heya bilindahiyên Qendîlê, ji tax û kolanên Kirmanşanê, heya hucreyên takekesî yên bajêrên: Xoy, Kerec û Êvînê çûyin… û me kenê zarokan, qêrîn û êşa azadîxwazan û giriya dayikan bihîst.
Bi wan nameyan, em li ser cendekê İbrahîm Lotfullahî, Nadir û Kiyumers Mihemedî, Hesen Hikmet Demîr û gelek kesên din giriyan. Me tilîliyên zarokên karker û pêpestbûna eşqa keçên ciwan hîs kir.
Wî bi nameyên xwe, hem bîr û kiryarên xwe eşkera kirin û hem jî pêre êş, elem û êşkenceyên ku di girtîgehên reş de li ser rih û cismê wan pêkanîbûn, ji me ra rave kiriye.
Di dema xwendina wan nameyan de mirov pêdihese ku ew mamosteyê Kurd di rojekê de nebûye nivîskar, dibe ku xwedî pêşîneyeke bihêz di warê xwendin û nivîsndinê bûye. Tevî ku ew name bi awayekî bihêz û bi zimanekî edebî hatine nivîsandin jî, lê dengvedana felsefeyeke kûr, dîrok, mîtolojî, baweriyên olî û civakî, di nava xwe de dihewîne…
Bi vê re jî derdikeve ku wî gelek baş dîroka gelê xwe û ya gelên din nas kiriye, weke civaknasekî şareza civaka Rojhilatê Kurdistan û İranê şirove û rexne kiriye, bi awayekî eşkera behsa rewşa girtîgehên Îranê û rewşa girtiyên Kurd û İranî dike.
Ji bo Ferzad, mirovbûn ji her tiştî li pêştir e. Ew hîsa însaniyetê ye ku wî mecbûr dike ji bo parastina mafê gelê xwe weke beşeke mezin ji gelên êşkişandî tev bigere. Ewqas bi cerg û cesarete ku weke Soqrat, vegotina rastiyan ji berdewamiya nefesên xwe pêştir dizane. Nefesên ku di hucreyên takekesî yên Kamyaran, Kirmanşan, Sine (Senendec), Êvîna Tehran û Recayîşehira Kerecê de ber bi nemanê ve diçûn.
Dêrsim OREMAR