Çavpêketineke Li Gel Komîteya Zimanan

4

Weke tê zanîn ev çend sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebatên perwerdeya zimanê Kurdî tên meşandin. Bi vê ve girêdayî bi armanca ji nêz ve şopandinê û ji bo analîzkirina karê niha tê kirin, her wiha ji bo fêmkirina guhertin û pêşketinên hatine jiyankirin, me serdana Komîteya Zimanan a bajarê Girkê Legê kir.

Berdevka Komîteya Zimanan a bajarê Girkê Legê Mamoste Hemrîn Salih ji me re behsa kar û xebatên saziyê kir û got: “Me berê kar û xebatên xwe; bi navê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) dimeşand. Weke Saziya Ziman ji sala 2012’an ve dest bi karê xwe kiribû. Di destpêkê de tenê waneyên astên zimanê Kurdî dihatin dayîn. Di sala 2013’an de em derbasî dibistanan bûn. Perwerde ji komên biçûk derbasî qadeke berfireh bû û bi riya xwendekarên dibistanan jî di civakê de belav bû. Ji bo beşên din ên civakê jî perwerdeya ziman hîn berdewam e. Lê îro nav û peywira xwe guhertiye û berfirehtir bûye. Bi navê Komîteya Zimanan saziya me niha bi rêveberiya dibistanan ve girêdayî ye û karê xwe dimeşîne. Du berdevkên me hene yek ji wan jin û yek ji wan jî zilam e. Ango bi sîstema hevberdevkiyê tê rêvebirin. Her wiha yek ji hevberdevkên me ji pêkhateya Kurd e û hevalê me yê din jî ji pêkhateya Ereb, mamoste Îdan El Esaf e. Em hewl didin bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî perwerdeyan bidin. Lê heta niha tenê astên zimanê Kurdî têne dayîn. Her ast nêzî sê mehan didome...”

Mamoste Hemrîn a ku yek ji mamosteyên saziyê ye axaftinên xwe dewam kir û got: “Ji ber ku biryar ji bo hemû mamosteyan heye ku em wan di her sê astên zimanê Kurdî re desrbas bikin, ji ber vê yekê jî şagirtên me bi piranî mamoste ne. Wekî din gelek kes ji hezkiriyên zimanê Kurdî û beşek ji wan jî  xwendekarên ku tevlî astan dibin, lê ta ku xwendekar derbasî amadeyî nebin, nikarin tevlî astên Kurdî bibin. Êdî civak bi girîngî û pêwistiya perwerdeya zimanê Kurdî têdigihêje û pêdihese. Li gorî vê, bi daxwazeke mezin tevlî perwerdeyê dibe. Tişta ku bala me gelekî dikişîne beşdarbûna dayîk û bavên bi temen e ku xwesteka wan jî ji fêrbûna Kurdî re pir zêde ye. Ji bo tevlîbûna pêkhateya Ereb di perwerdeya zimanê Kurdî de, hem daxwaz ji aliyê miletê me yê Ereb ve heye hem jî di plana me de ev tişt heye.

Piştî vê agahdarkirina mamoste Hemrîn em tevlî refeke asta sêyem bûn. Mamoste Muhabad Yûsif ji me re axivî û wiha got: “Ez ji bajarê Girkê Legê me, ev şeş sal in di Saziya Ziman de kar dikim. Min perwerdeya her sê astan daye, niha jî ez asta sêyem didim. Kar bi awayekî baş dimeşe. Xwendekar bi kêfxweşiyekê tevlî astan dibin. Hin projeyên me ji bo sererastkirin û dewlemendkirina pirtûkên ziman hene.”

Mamosteya bi navê Sîham Umer ku tevlî asta sêyem dibe wiha ji me re wiha axivî: “Ziman jiyanî ye û yek ji nirxên me yên bingehîn e. Ev çend sal in em ji zimanê xwe mehrûm bûn. Em ji zimanê xwe re hatin biyanîkirin. Ji ber vê yekê em dixwazin asta xwe pêş bixin.”

Mamosteyê bi navê Mezlûm Seyid bal kişand ser girîngiya ziman û wiha axivî: “Ez mamosteyê dîrokê me, daxwaza min ji bo fêrbûna zimanê Kurdî gelekî hebû, lewma ez tevlî astên zimên bûn. Di roja me ya îro de fêrbûna zimanê Kurdî, hem ji bo me û hem jî ji bo xwendekaran gelekî girîng e. Roj bi roj bi saya perwerdeyê em gelek astengiyan derbas dikin.”

Mamosteya bi navê Necah Qertmînî bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema ku min zarokên biçûk fêr dikirin, di xwendina waneyan de min pir zehmetî dikişandin. Vê yekê hişt ku ez derbasî ziman bibim. Piştî ku ez fêrî ziman bûm, daxwaza min çêbû ku zarokên civaka xwe jî perwerde bikim, ji ber vê yekê niha ez mamoste me. Çawa min zarokên xwe fêr dikirin, niha bi heman nêzîkatiyê jî zarokên dibistanê fêr dikim.”

Weke encam jî bi çavdêrî û çavpêketina ku me bi Komîteya Zimanan re çêkiriye re jî dît ku, weke di her qadeke Şoreşa Rojava de rûdayî di qada zimên de jî gelek guherîn û pêşketinên şênber bi xwe re aniye. Bi heman rengî me dît ku mamoste û xwendekar jî bi coşa roja destpêkê xwedî li zimanê xwe yê dayîkê derdikevin.

1

2

3

5