Hezkirina Dibistan û Perwerdê

Dibistan, civaka duyem a ku zarok piştî malbatê tevlî dibe ye. Di nava malbatê de zarok aramiya xwe dibîne; hezkirin, parvekirin, lîstik, xwarin, vexwarin û hwd jî jiyan dike. Ji ber vê yekê devera herî zêde jê hez dike malbat e. Lê mixabin piştî ku derbasî dibistana sîstema desthilatdar dibe, van tiştan winda dike û digihêje asta ku ji dibistanê nefret bike û jê bireve. Bi vê yekê ve girêdayî em dikarin sedemên nehezkirina zarokan ji dibistanê re lêkolîn bikin.
Pirsa yekem em dikarin wiha bipirsin: Sedemên nehezkirina zarokan ji dibistanê re çi ne? Ji bo bersivdayîna vê pirsê, pêwîst e em pêkhateyên dibistanê nas bikin û bandora wan yek bi yek a li ser zarok şîrove bikin. Dibistan ji avahî, rêveberî, mamoste, rêzikname û pirtûkan pêk tê.
Avahî:
Ew cihê ku zarok tê de waneyên xwe dibîne, bi hevalên xwe re têkildar dibe ye. Eger em bala xwe bidinê ku avahiyên dibistanan, dîwarê derve, derî, pencere, dîwarên refan, korîdor û hewş çawa ne? Em hevrûkirinekê di navbera wan û malên normal de bikin. Cudahî di navbera wan û kêmasiyên avahiyên dibistanan de nas bikin û çareser bikin. Ji bo ronîkirina van hemû xalan em taybetmendiyên pêwîst ên dibistanan diyar bikin.
- Avakirin divê li gorî rewşa avhewayê be. Bi awayekî têr ji ronahî, germahî û hewayê re vekirî be.
- Pêdiviyên binesaziyê yên weke elektirîk, av û karêzan pêk hatibin.
- Ji aliyên xweşikbûnê ve rengên bedew hatibin bikaranîn.
- Hewş û derdor têr şînkayî û daristanî be. Bi heman awayî hundur jî têr şînkayî be.
- Li gorî hejmara xwendekaran guncaw be.
- Ji çalakiyên civakî, çandî, werzîşî û hwd derfet hatibin amadekirin.
- Her wiha ji bo çalakiyên hunerî û zanistî odeyên taybet hebin.
- Pirtûkxaneyên li gor pêwîstiyan bên amadekirin.
- Ji bo ewlekarî û parastina ji xeteriyên weke agir, qeza û hwd tedbîr hebin.
Wekî din, divê dibistan weke baxçeyekî be ku zarok jê têr nebe û her tim aramiya xwe tê de bibîne. Ji ber ku zarok rojane biqasî ku li dibistanê dimîne, ewqasî li malê namîne. Divê zarok dema ku li mal be bêriya dibistanê bike.
Rêveberî:
Rêveber di çarçoveya dibistanê de li ber pêşengiya hemû erk, kes û rênîşander ji bo pêkanîna armancên perwerdeyê, berpirsiyar e. Erkên rêveberiyê di van xalan de tê dîtin:
Plankirin:
Diyarkirina armancên ku dixwazin pêk bînin, rêbazên pêkanîn û bidestxistina wan, diyarkirina karê ku divê were kirin, çawa were kirin û dê kî bike? Plansazî, ew girêdana di navbera rewşa em tê de û armanca em dixwazin pêk bînin de ye.
Rêxistinkirin:
Nîşankirina erkên ku di plankirinê de hatine diyarkirin. Belavkirina erkan li ser endaman û bi vî awayî wê her yek erkê xwe nas bike û bi awayekî serkeftî pêk bîne.
Çavdêrî:
Şopandina li gor rêziknamê û pîvanên zanistî, karê perwerdê û dibistanê ye. Li gor encamên çavdêrîkirinê tedbîr û guhertinên pêwîst têne kirin. Çavdêrî karekî berdewam û domdar e.
Nirxandin:
Nirxandin, erkekî bingehîn ê rêveberan e. Rêveber dikarin hemû karê perwerdeyê û pêkanîna wê binirxînin û pêkanîna hemû armancan li gorî pîvanên diyarkirî, misoger bikin. Rêveber dikare bi riya encamên ku bidest dixe, plansaziyê sererast bike yan jî biguhere.
Du Cureyên Rêveberiyê Hene:
Rêveberiya Desthilatdar: Desthilatdarî li vir ji jor ber bi jêr ve pêk tê. Rêveber biryaran ji jor digire û fermanê dide jêr ango mamosteyan ta digihêje xwendekaran. Bi vî awayî dîwar di navbera plankirin û pêkanînê de ava dibin. Rêveber bi tena xwe û bêyî ku li mamoste yan jî li xwendekaran vegere, planan datîne, mamoste û xwendekar jî bêyî ku nêrînên wan hebin, pêk tînin.
Rêveberiya Demokrat: Demokrasî felsefe, çand û zanîna jiyanê ye. Di qada perwerdê û dibistanê de jî li ser bingehê pêşxistina kesayeta xwendekar û mamosteyan ava dibe. Rêveberiya demokrat bi awayekî dogmatîk nêzî xwendekaran nabe û di rêbaz de afirêner, herikbar dewlemend e. Piştgiriyê dide mamoste û xwendekaran bi riya lêkolîn û ceribandinan ji bo pêşxistina kêrhatinên wan ên xweser hewl dide.
Bandora rêveberan li ser hezkirina zarokan a ji dibistanê re pir e. Rêveberên dibistanên sîstemên desthilatdar perwerde û însan pêşnaxin û tenê erka wan pêkanîna zagonan e. Destpêkê li ser mamosteyan û piştre li ser zarokan e ku divê her tevger li gorî zagonan be. Tişta erê, erê ye û tişta na, na ye. Nîqaş bi wan re nabe, eger binpêkirinek hebe jî, ceza rasterast tê xwestin, ev yek sîstema dibistanê dixe qalibekî teng û hişk de, her kes pê tê girêdan û tevgera wan sînordar e. Her tim zarok tên hişyarkirin ku “vê bike û vê neke, ev dibe û ev nabe.” Di vê sîstemê de zarok dibe weke leşkerekî/ê ku her tim zagon li ber çavên wî/wê ne û divê sînorê tiştên qedexe derbas neke.
Divê rêveber di hêla hezkirinê de weke dê û bavên zarokan nêzî wan bibe, vekirî be, di dayîn û standinê de nerm be, bi wan re bibe heval. Di çareserkirina pirsgirêkan de wan bi xwe re bike alîkar. Her tim ji bo çareserkirina pirsgirêkên zarokan bibe bersiv.
Mamoste:
Mamoste, xeleka di navbera rêveberî ango sîstem (zagon) û xwendekaran de ye. Her tişt li ser milê wî/wê ye û ji pirsgirêkên ku derdikevin jî berpirsiyar e. Pir zehmetiyan di pêkanîna hevsengiya navbera zagon û daxwazên zarokan de dibîne. Ji ber vê yekê barê giran her para wan e. Ne dikare zagonan bin pê bike û ne jî dikare xwendekaran razî bike. Gelek caran mamoste dibe sedema nehezkirina zarokan ji dibistanê re. Li vir mamoste bi tenê nikare tiştekî bike. Rola mamoste di rêvebirina refê û pêkanîna peywendiya navbera wî/wê û xwendekaran de pir girîng e. Karê wî/wê çandina hezkirina perwerde, xwendin û dibistanê li gel xwendekaran e. Em dikarin çend erkên mamoste bi vî awayî diyar bikin:
- Ji bo pêşketina civakê ya di hêla çand, hişmendî û civakî de xwe berpirsiyar bibîne.
- Di aliyê naskirina pirsgirêkên xwendekaran ên perwerdeyî û derûnî de baldar be.
- Ji bo xwendekaran di fêrbûna zanîn û têgihên zanistî de alîkar be.
- Li hember xwendekaran xwedî sekn û helwesteke mînak be.
Ji ber vê yekê divê rêveberî û sîstem pê re alîkar bibin. Çarçoveyeke vekerî jê re peyda bikin ta karibe rehet tevger bike û hevsengiyê pêk bîne. Wê demê dê karibe xwe nêzî zarokan bike û ji pirsgirêkên wan re bibe bersiv û zarok jî dê ji mamoste hez bikin.
Rêzikname:
Ya ku hemû parçeyên sîstemê bi hev ve girê dide, rêzikname ye. Rêzikname rêgez û pîvanên giştî nîşan dide. Lê di sîstemên desthilatdar de pirsgirêka herî mezin ew e ku rêzikname hem ji xwendekar û hem jî ji mamosteyan dûr e, ango ti têkiliyên wan pê re tine ye. Ji ber ku ew di amadekirin û nivîsandina wê de bê rol in. Ji ber vê yekê pêkanîna zagonên wê ji aliyê mamoste û ji aliyê xwendekar ve jî, barekî giran e. Dibistan ne zindan e, ne jî baregeheke leşkerî ye. Hin şêwazên di dibistanên sîsteman de hene ku bi armanca pêkanîna zagonan, zarokan ji hezkirina dibistanê dûr dixin. Weke erkdarkirina bi karê giran, gefxwarin, lêdan (tevî ku di dibistanan de qedexe ye), derxistina ji refê û bikaranîna ezmûnên zehmet weke cezayekî ji xwendekaran re ye. Li vir pirsek tê bîra mirov: Gelo bi çi şêwazî em dikarin zagonan bidin pêkanîn? Destpêkê divê rê li ber pirsgirêkan were girtin. Parastina xwendekaran ji pirsgirêkan bi riya peydakirina atmosfêreke bi tendurist ji aliyê psîkolojî û civakî ve ku hezkirin, hevkarî, rastî, hevqebûlkirin tê de hebe. Her wiha pêkanîna çalakiyên hundir û derveyî dibistanê, xurtkirina têkiliyan di navbera malbat û dibistanê de... Eger em bixwazin zarok ji zagonên dibistanê têbigihêjin û pêk bînin, divê malbat jî di amadekirina zagonan de amade bin. Ji ber ku daxwaza me ew e ku zarok jixweber zagonê pêk bînin, ne ji tirsê. Divê rêveber û mamoste jî alîkar bin. Weke mînak, dema em bixwazin dibistana me paqij be, divê rêveber û mamoste di paqijkirinê de bi xwendekar re alîkar bin. Ne tenê fermanan ji jor ve bidin wan. Gava ku zarok bibîne mamoste jî pê re paqijiyê dike, dê moral û hêzê werbigire û her tim haya wî ji paqijiyê hebe.
Pirtûk:
Naveroka sîstemê û hingivê şaneya wê pirtûk e. Lê mixabin sîstema desthilatdar a ku me li jorê destnîşan kir, heman nêzîkatiya xwe di nivîsîna pirtûkan de jî dide der. Lewre jî pirtûk bi piranî ne li gor xweza û pêkhateya xwendekar û civakê ne. Dogma û jiberkirinê disepînîn û ne herikbar in. Pirtûk ji bo zarokan barekî giran in, her wiha ji bo wan erkekî ku bê dilê xwe pêk tînin e. Pirtûk wisa lê hatiye ku tenê ji bo ezmûna ne. Her tim ji xwendekar tê xwestin ku bixwîne, ji ber bike, bibîr bîne, bihejmêre û dubare bike. Diçe mal jî, jê xilas nabe. Lê jê nehatiye xwestin ku hîn bibe, fêr bibe, analîz bike, sentez bike, biafirîne, lêkolîn bike û pêk bîne.
Divê pirtûk bi reng, wêne, şêwe, mînak û agahiyên xwe ve weke kovarekê dewlemend bin. Ne tenê xwendekar, her kes bi eşq bixwaze bixwîne û jê fêr bibe. Lê pirtûk ne her tişt e jî. Divê pê re gelek alav, belge, tecrube û çalakiyên cur bi cur hebin ta ku perwerdeyê zengîn bikin û xeyalên zarok têr bikin.
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û guhertina vê rewşê, divê hemû pêkhateyên dibistanê bi hev re bibin alîkar. Dibe ku ji bo guhertina hin tiştan demeke dirêj pêwist be. Lê ya herî li berdestê me û nêzîk ew pêwendiya me ya bi zarokan re ye. Em pêngava yekem bavêjin û xwe nêzî zarokan bikin. Ji wan fêm bikin. Barê wan giran nekin. Bila bend û dîwar di navbera me û wan de nebin. Têkiliya di navbera zanist û jiyanê de pêşberî wan bikin. Bila zarok bibe girêdana di navbera malbat, dibistan û civakê de.
Rûbar Mihemed