Perwerde-Hîndekariya Li Efrînê Ya Beriya Dagirkeriyê -II

Beriya ku Efrîn bê dagirkirin 50 hezar xwendekar lê hebûn. Beşek ji xwendekaran piştî dagirkirinê li Şehbayê ne. Tevî derfetên kêm jî perwerdeya xwe ya Kurdî didomînin. Xwendekaran qala dema rejîmê, pêvajoya dagirkeriyê û piştî wê kirin.
Bi destpêka şoreşê re li herêma Efrînê ji sala 2011'an û pê ve perwerdeya Kurdî hate dayin. Di nava 7 salan de ji dibistana seretayî heta zanîngehê sîstema perwerdeyê ya bi Kurdî hate rûnişkandin. Beriya ku Efrîn bê dagirkirin 50 hezar xwendekarên wê hebûn. Xwendekarên Efrînî yên berî şoreşê li sîstema perwerdeyê ya rejîma Sûriyeyê dixwendin û bi şoreşê re ketin nava sîstema perwerdeyê ya bi Kurdî ji ANF'ê re axivîn.,
'Min Ji Kurdbûna Xwe Şerm Dikir'
Xwendekara amadeyî Rêgaz Hemo ku heta pola 6'an li dibistanên BAASê xwend û piştre derbasî nava sîstema perwerdeyê ya Kurdî bû, anî ziman ku di dema rejîmê de sîstemeke tund li dibistanê hebû. Hemo got, "Bi taybetî mamosteyan li zarokan didan, dijûn li wan dikirin û îradeya wan dişkênandin. Axaftina bi Kurdî li dibistanê qedexe bû, lê em zarok bûn û li malên me jî jixwe em bi Kurdî diaxivîn. Me nizanîbûn ku qedexe tê çi wateyê. Ji ber vê yekê di navbera dersan de li derve bi hevalên xwe re em bi Kurdî diaxivîn. Giliyê min li gel mamoste kirin. Ji ber vê yekê jî mamoste li min xist, dijûn kir, biçûk xist û ez anîm rewşeke ku ji Kurdbûna xwe şerm bikim."
'Dibistanên Kurdî Rê Li Ber Coşeke Mezin Vekir'
Hemo anî ziman ku bi şoreşê re wî dest bi dibistanên Kurdî kir û got, "Di jiyana xwendekarên Kurd de pêvajoyeke nû destpê kiribû. Destpêkê min hinekî zehmetî kişand. Ji ber ku ji zimanekê derbasbûna zimanekî din hinekî zehmet bû. Lê ew zehmetî ji holê rabû. Vê pêvajoyê coş û kelecaneke mezin da me. Min êdî nedixwest ji dibistanê vegerim. Mirovan timî dixwest hîn zêdetir fêr bibe."
Ya Ku Hate Guhertin Ne Tenê Kurdî Bû
Hemo anî ziman ku nêzîkatiya mamosteyan a li xwendekaran gelekî cuda bû û got, "Mîna hevalên me, mîna dayikên me nêzî me dibûn. Dema ku pirsgirêkek me hebûya me dikarî bi hêsanî bi mamosteyên xwe re parve bikin. Me dikarîbû nêrîna xwe bi rengekî azad bînin ziman. Ya ku hate guhertin ne tenê hînbûna zimanê kurdî bû. Rêbaz, rêbaza fikirînê, nêzîkatî, her tişt hate guhertin. Rêbaza hînbûnê hate guhertin. Rêbaza dogmatîk hate terikandin. Dema ku derbasî dibistana navîn bûn, me dersên nû dîtin. Yek ji van dersên ku me dîtine jî di sîstema perwerdê ya rejîmê de tine bû. Me weke jinên ciwan dersa jineolojî dît. Bandorên wê yên berbiçav çêbûn. Bi vê re me hîn zêdetir berpirsyariyên xwe zanî û nas kir. Em fêrî dîrok û erdnîgariya Kurdistanê bûn. Di nava sîstemeke azad de, xwe û dîroka xwe naskirin coş û kelecaneke mezin da avakirin. Bi vê sîstemê re hezkirina me ya ji zimanê me re zêde dibû. Di dibistanan de wekhevî hatibû avakirin."
Dewleta Tirk Êrîşî Modela Me Kir
Rêgaz Hemo diyar kir, dewleta Tirk xwest vê îrade û hêza wan bişikîne. Lewma dest bi êrîşên dagirkeriyê kir û got, "Xwestin modela li Efrînê ku ji mirovahiyê re bû mînak ji holê rakin. Ji ber vê yekê bi rengekî barbarî êrîş kirin. Êrîşî dibistanên me kirin, talan kirin."
Em Bi Berxwedanê Perwerdeya Xwe Didomînin
Hemo destnîşan kir ku li gel şert û mercên giran ên penaberiya li Şehbayê jî ew bi biryardariyeke mezin xwendina xwe, dibistanên xwe didomînin û got, "Meha destpêkê ya derketina ji Efrînê ji bo me pir zehmet bû. Ne diyarbû ku emê careke din ka pirtûk û dibistanên xwe bibînin an ne. Her dema ku min pirtûk didît di nava min de agirek pê diket. Piştî mehekê em dîsan komî ser hev bûn û dibistanên me vebûn. Her çiqas em di konan de, di mal û xaniyên xirabe de heyanî dibistana ku niha em lê dixwînin di dema rejîmê de zindana zarokan bû, lê me ew zindan û navenda êşkenceyê veguherand hêlîneke perwerdeyê. Em bi berxwedaneke mezin dibistanên xwe didomînin. Bê guman em zehmetiyan dikişînin, pirtûk nînin, cihê ku em lê dixwînin hilweşiya ne. Lê belê îrade û ruhê me dike ku em bêhtir li ber xwe bidin. Bila dinya tev bizane ku şêniyên Efrînê bi ziman û çanda xwe dilsoz in. Li van dibistanan jî be dewamkirina perwerdeya me nîşan dide ku dewleta Tirk negihiştiye armanca xwe."
'Min Sîstema Wan Qebûl Nekir'
Siyabend Feqî pênc salan li dibistanên rejîma Sûriyeyê xwendiye. Bi şoreşê re tevlî perwerdeya bi Kurdî ku bi rengekî veşartî li malan dihate dayin bûye. Tevî ku rejîmê ji ber vê yekê zext li malbatê dikir jî dest ji vê yekê berneda. Niha li Şehbayê yek ji hezaran xwendekarên Efrînî ye ku diçe dibistana amadeyî û xwendina xwe dewam dike ye. Feqî qala perwerdeya li nava sîstemê kir û got, "Timî ji me dixwestin ku em li gorî sîstemê tev bigerin. Lê belê me ev yek qebûl nedikir. Ez wê demê di koma folklorê de bûm. Bi hevalên xwe re em tevlî pîrozbahiyan, dawetan dibûm. Mamosteyê min ev bihîstibû. Bang li min kir û li min xist. Got ku tu yê careke din nelîze. Ev gelekî bi zora min çû."
Me Destpêkê Li Malan Dest Bi Perwerdeyê Kir
Feqî bibîrxist ku bi şoreşê re li nava Efrînê karên perwerdeya bi Kurdî dest pê kir û got, "Wê demê li dibistanan perwerdeya Kurdî nebû. Me li malan bi rengekî veşartî perwerdeya bi Kurdî didît. Em diçûn mala cîranê xwe û me bi veşartî li wir perwerde didît. Ji ber ku zexta rejîmê giran bû. Dema ku pê hesiyan ez perwerdeya Kurdî dibînim, bavê min girtin. Tevî vê yekê jî min dest jê berneda. Min hînbûn û perwerdeya xwe dewam kir. Tevî hemû zor û zehmetiyan jî min li ber xwe da. Li gundê me tenê mamosteyek hebû. Wê/wî mamosteyî/ê tiştên pir bi nirx fêrî me kir. Me bi rêya wî/wê xwe û zimanê dayîka xwe nas kir. Piştre bi pêşketina şoreşê re dibistanên Kurdî hatin vekirin. Êdî li dibistanên xwe em bi zimanê xwe dîrok, erdnîgariya xwe hîn bûn. Dema ku derbasî pola nehan bûm ez her wekî ku ketim ferqa hêza xwe."
Heta Êrîşên Dewleta Tirk A Dagirker
Feqî da xuyakirin ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ew neçar man berê xwe bidin herêma Şehbayê û got, "Em berxwedana xwe niha li Şehbayê didomînin. Perwerdeya me li vir dewam dike. Ne dewleta Tirk, ne jî rejîm li pêşiya dibistanên me nikarin bibin asteng."
'Em Hînî Kurdbûna Xwe Bûn'
Xwendekara amadeyî Cemîle Mihemed jî anî ziman ku bi destpêkirina sîstema perwerdeya bi Kurdî ya bi şoreşê re ew hînî Kurdbûna xwe, hebûna Kurdîtiyê bûn. Cemîle Mihemed jî derbarê serdema rejîmê de heman tiştan dibêje. Piştî pola 6. pêve perwerdeya bi Kûrdî destpê kiriye. Cemîle wiha got, "Bê guman dema ji zimanekê derbasî zimaneke din tê kirin zor û zehmetî tên jiyankirin. Min ti carî ev zor û zehmetî ji xwe re weke asteng nedît. Ji ber ku zimanê min bû. Niha xwendekarên ku li pola 6. dixwînin hînê pir tiştan dibin. Me wî demî tenê dikarî fêrî Kurdî bibin. Piştî ku em derbasî dibistana navîn bûn hejmara dersên me jî zêde bûn. Em hînê dîrok û erdnîgariya xwe bûn. Em hînî rastiya Kurdistanê, Kurdbûna xwe û perwerdeya xwe ya li gorî paradîgmaya xwe bûn.”
Hebûna Zimanên Din Jî Hat Parastin
Dema ku me dest bi perwerdeya bi Kurdî kir, zimanên din jî nehatin rakirin. Bi Erebî, Fransî û Îngilîzî jî perwerde dihate dayin. Em ji sîstema lêdan, dijûn û biçûkxistinê derbasî nava sîstemeke gelekî cuda bûn. Di nava vê sîstema nû de ya herî girîng wekhevî ye. Mamosteyên me gelekî baş nêzî me hemûyan dibin. Bi rengekî wekhev nêzî me dibin."
Emê Bi Ruhê Rêheval Leyla Guven Serkevin
Dema ku em derbasî navbera nîva sale bûn, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê re destpêkirin. Êrîşê dibistanên me jî kirin. 35 hevalên me di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd ketin. Em neçar man ku ji Efrînê derkevin. Piştî ku em derbasî Şehbayê bûn kesê bawernedikir ku emê careke din komê ser hev bibin. Hem komîn û meclîsên me xwe careke din rêxistin kir, hem jî me dibistanên xwe vekir. Dibistana ku niha em lê dixwînin di dema rejîmê de zindaneke ya ciwan û zarokan bû. Me ew der kir cihê fêrbûn û ronîbûnê. Me odeyên êşkenceyê yên tarî ronî kir. Em niha dibistana amadeyî dixwînin. Di vê beşê de jî em hînê pir dersên hêja dibin.
Li gorî dewleta Tirk a dagirker Efrîn ji dest çûye. Lê Efrîn ji dest neçûye. Li dijî zordarî û koledariyê em ê bi ser bikevin."
Wê bidome...
Çavkanî: ANF (Hîvda Hebûn)