Em 67. Salvegera Wefata Mamosteyê Mezin Celadet Elî Bedirxan Birêzdarî Bibîrtînin
Celadet Elî Bedirxan ji malbateke welatparêz û berxwedêr a Kurd tê. Di sala 1893’an de jidayîk dibe. Ji pêşengên herî mezin ê ziman û wêjeya Kurdî ya nûjen e. Celadet Bedirxan gelek xizmetên giranbuha ji ziman û netewa Kurd re kiriye. Di zimanê Kurdî de şoreş pêk anîne. Destnivîs û alfabeya Kurdî ya Latînî bi saya ked û hewldanên Celadet Bedirxan ketiye xizmeta netew û zimanê Kurdî de. Celadet Bedirxan tevahiya jiyana xwe di oxira ziman, wêje û welatparêziya Kurdî de feda kir. Rojnamegeriya Kurdî ya nûjen da destpêkirin. Mîr Celadet Elî Bedirxan di 15’ê Tîrmeha 1951’an de li Şamê koça dawî dike.
Îro roja salvegera koça dawî ya Celadet Bedirxan e. 67 sal ji beriya niha weke îro wêjevan, zimanzan û pêşengê rêzimanê Kurdî ya nûjen Birêz Celadet Elî Bedirxan jiyana xwe ji dest da û çû ber dilovaniya Yezdan. Bi boneya vê rojê em wêjevan û nivîskarê xwe yê mezin bi rêz û hurmet bibîr tînin û li hemberî ked û xebata wî bejna xwe ditewînin û dibêjin bila giyanê te şad be. Bizanibe emê bi ti awayî ala te ya ku te di qada ziman û wêjeya Kurdî de bilindkirî nehêlin bikeve. Li ser bingehê te danî, em soza ku ziman û wêjeya Kurdî bigihînin asta zimanên pêşketî yên cîhanê didin
Keda ku Celadet Elî Bedirxan dayî îro li Kurdistanê şênber dibe. Li ser şopa mamosteyê mezin îro bi sed hezaran zarokên Kurd li Rojava, li Şengal, li Mexmûr û li çar aliyên cîhanê bi pênûs û ramanên mamosteyê mezin xwe nas dikin û qeyd û bendên mêtingeriyê bi zarê şêrîn dişkînin. Em di salvegera koça dawî ya mamoste Celadet Bedirxan de wî bibîrtînin û li ber ked û xebata wî bejna xwe ditewînin. Tu wê tim di lêvên zarokên rojê de bijî. Ruhê te şad be…
Komîteya Perwerdê ya KCK’ê
15 – 07 - 2018