WEKE SÎSTEMA AZADIYA GELAN; SÎSTEMA KCK’Ê

KCK      

        Fêmkirina sîstema KCK’ê, ji nêzîk ve bi fêmkirina li gorî berhemê kîjan pêwîstiyê şêwegirtiye ve girêdayî ye. Nakokî û nederiyên bingehîn ên cîhana ku em têde dijîn, her wiha rewşa dilêş a R  vekiriye. Bûye sedem ku li ser gel û çandên qedîm ên cîhana me komkujiyeke di asta wehşetê de bê meşandin.
Hilweşîna ku karparêziyê rê lê vekirî jî ji vê ne kêmtir e. Ji ber sedema sîstema kar a ku ne ji ber pêwîstiyên civakê re, ji bo qezenc-kar hatî danîn, xwezaya me hilweşîneke mezin jiyan kiriye, ji qonaxa paşvehatina wê ne gengaze derbazkiriye û gihiştiye rehendên ku karesatên xwezayî bi xwe re bîne. Bêyî ku ferq û cudahiya nakokiyên ekolojîk, çîn, cins, çandî berçav bigire bi şêweyê karesatan hatiye ber derê mala hemû mirovahiyê. Şaristaniya dewletdar a ku xwe ne weke parçeyekî xwezayê, berevajiyê wê xwe weke efendiyê xwezayê dibîne her weku mirovahî darê di bin lingê xwe de bibire xwezaya ku mala me ya jiyanê ye parçe dike û pêşî ji karesatên mezin re vedike.
Jina ku weke yekem mêtingeh û yekem kole ji qonaxên feodaliyê hîn cudatir, bi awayê hîn dijwartir û hîn ziravtir rastê rastiya koletiyê hatiye hiştin. Jin veguheriye diyardeyekî hîn bi xapînok, ji rastiya xwe dûr, hîn parçebûyî, dîrok û nasnameya xwe windakirî. Yan jî bi gotina Rêber APO ku dibêje ne tenê bûye mijara kirîn û firotinê, anîne rewşa keybanûya metalan. Di kesayetiya jinê de koledarî bi awayeke hîn ziravtir tê hûnandin û pêl bi pêl ev belavê civakê tê kirin. Jina afrênerê jiyanê bi modernîteya kapîtalîst re vediguhere çeka herî mezin a sîstema ku jiyan û civakê tine dike. Vê hilweşînê ji xirabûna li ser nasname û kaosa ku li ser nasnameya jinê rê vekirî wêdetir ev xirabûn veguheriye hilweşîneke mezin a civakî.
Ev tabloya dilşewat li kîjan qada jiyanê bê temaşekirin di rehendeke ku bê dîtin de ye. Di hemû welat û parzemînan de, di hemû gel û çandan de, dîtina rastiya şaristanista dewletdar a roja me şaristaniyeke hilweşîn û rizînê ye, dîtina vê yekê jî ne zehmet e. 
Di giştî de Rojhilata Navîn di taybet de jî li Kurdistana ku bi nakokiyên hezaran salan re ketine sedsala me de bûye herêma ku hilweşîneriya sîstema kapîtalîst bi awayê herî kûr jiyankirî. Şêweyê vedana feraseta aborî ya li ser bingehê kar û siyaseta li ser bingehê desthilatdariyê ya nijadperestiya netew-dewletê ya li ser Kurdan mêtinger bûye. Pêvajoyeke qirkirin û hilweşîneke civakî ya li ti derî nehatî dîtin hatiye jiyankirin. Gelê Kurd hatiye parçekirin û rastê her cûre qirkirinan hatiye hiştin, anîne rewşeke bê hafiza, bê rêxistin, bê rêber, bê hiş û parastina wan neyî ango anîne rewşeke ku sax an jî mirîbûna wî nayê zanîn.
Ev pêvajoya qirkirinan a ku gelê Kurd di sedsala 20.’an rastê hatî gihiştiye erêkirineke navnetewî. Di rastiyê de gelê Kurd tine hatiye hesibandin, qirkirinên ku netew-dewletên mêtînger ên li ser gelê Kurd pêkanîne bi awayeke pratîkî û fermî hatiye erêkirin. Di serî de NATO û NY di hemû sazî û hevpeymanên navnetewî de polîtîkayên qirker ên dewletên mêtînger hatine erêkirin û girtine bin biryarê. Sîstemê bi bêşert û merc erêkirina hemû polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd hatine pêkanîn erêkirinê re sînordar nemane û girtine bin parastinê jî.    
Lewra hewldanên Kurdan ên ji vê rewşê derketinê jî di hemû ceribandinan de ne tenê rastê hêzên mêtînger hatiye, di heman demê de li dîwarê sîstema kapîtalîst a navnetewî jî ketiye. Bi astengkirin û xapandinên wan re hatine binxistin. Di serhildan û serîrakirinên Kurdan de yek ji sedemên bingehîn ên binketinê jî tim hêzên mezin ên modernîteya kapîtalîst bûne. Piştgiriya wan a ku ji sîstemên qirkirinê yên mêtînger re dane, perpektîfên ku pêşkêşkirine, dema pêwîstkirî jî li şûna mêtîngeran ketina dewrêyê bûye sedemeke bingehîn a binketina Kurdan.
Van hêzan ji milekê ve ji bo berdewamkirina pêvajoya tinebûnê ji bo astengkirin û valaderxistina serhildan û serîrakirinên Kurdan her cûre hewldan nîşan dane, ji milê din ve jî xwe ji li hemberî van netew-dewletên mêtînger bikaranîna Kurdan jî nedane paş. Ji bo ew anîna rê, wan weke endamên hêmin ên sîstemê bikarbînin û bi vî awayî bidin dewamkirin Kurd weke kozekê bikar anîne. Dema wext hatiye ji bo ruşwetê bigirin, malên xwe bifiroşin, gotinên xwe bidin kirin, piştgiriya siyasî bigirin û ji ber gelek sedemên din pirsgirêka Kurd li hemberî van hêzên mêtînger bikar anîne. 
Armanckirine ku herêma me li ser Kurdan bi xwe ve bidin girêdan û venêrînkirin, di vê yekê de heya astekê serxistine. Bi siyasetên nijadperestî, olparêzî û mezhebparêziyê re gelên herêmê yên bi hezaran salan di nava hevbeşiyê de jiyandikin bi yek dane şerkirin, dane qetilkirin, tim Rojhilata Navîn di rewşa destwerdanê re hatiye girtin. Ji xwe re fikirîn, ji xwe rêvebirin û xwe parastinê re firsend nehatiye dayîn. Ji derketina derveyî fikir, rêxistinbûn û rêbazên sîstema kapîtalîst û ji pêşxistina sîstemên xwe yên hizir, şêwazên xwe yên rêxistinbûnê û modelên xwe yên siyasetê re firsend nehatiye dayîn. Girêdanbûna hizrî tim zindî hatiye girtin, lîsans û amûrên modernîteya kapîtalîst bi awayê rêxistinî û siyasî car caran bi navê rastgiriyê de car caran jî di bin navê çepgiriyê de hatine pîrozkirin.
Têgiha dewletê di serê van têgihên hatî pîrozkirin de tê. Nijadperestî li gel wê cih digire û olperestî jî jî bi wan re di heman astê de tê meşandin. Zayendpersetî jî weke sedem û encameke van a xwezayî tim tê hilberandin. Li herêmê eger gelek bibe dewlet jî jêre vebijêrkeke ji derveyî sîstema kapîtalîst a ku li navenda wê zext, mêtîngerî û zor heyî û xulamtî-ajantiya kapîtalîzmê zêdetir nayê dayîn.
Ji qederê gelê Kurd re jî tinebûn hatiye nivîsandin. Gelê Kurd ê ku tinebûna wê bi qanûnan hatî biryargirtin, di her hewldaneke xwe ya derketina derveyî van biryaran de bi awayê herî giran hatiye cezakirin. Her civak li ser bingehê bi sîstemê ve girêdanê dikare bijî, ji Kurdan re ev jî nehatiye naskirin, jêre ji pêvajoya îmhayê ya ku hatî xistin derketinê re jî destûr nehatiye dayîn.
Vaye sîstema KCK’ê di nava têkoşîna vejîn, xwebûn û sekeftineke ku li hemberî pêvajoya tinebûnê ya ku gelê Kurd rastê hatî hiştin hatiye pêşxistin de derketiye holê.

Sîstema KCK’ê sîstema çareserkirina pirsgirêkên civakî û dîrokî ye.  
Sîstema KCK’ê; sîstemeke ku rêxistinbûna civaka demokratîk pêşbînî dike û sererastkirina peywendiyên di navbera dewlet û demokrasiyê de yan jî di navbera civaka dewmokratîk de îfade dike ye. Di aliyê kûrahî û firehiyê de ango di her astê de xweseriyê pêşbînî dike û îradeya rêxistinbûyî îfade dike. Peywendiyeke demokratîk a li ser bingehê beşdarbûna azad û wekhev de esas digire. Lewra sîstema KCK’ê rêkûpêkkirina jiyaneke civakî ya azad, wekhev, rêxistinkirî û bi îrade ye.
Kesê pênase û teoriya sîstema KCK’ê pêşxistî û anî rewşa modeleke çareseriyê û xistî rojeva nîqaşan de Rêber Abdullah Ocalan e. Sîstema KCK’ê bi taybet jî li hemberî vesaziya netew-dewletê ya ku civakek anî asta qirkirinê de, weke avana siyasî û rêxistinî ya netewa demokratîk ku ji pirsgirêkên civakî re bibe zemînê çareseriyê hatiye pêşbînîkirin. Sîstema KCK’ê li hemberî modernîteya kapîtalîst a ku weke kapîtalîzm, endustriyalîzm û netew-dewletê de tê îfadekirin xeta modernîteya demokratîk di pratîka civakî de derbazî jiyanêkirinê îfade dike. 
Di aliyê hîn baştir fêmkirin, vegotin û bi awayeke hîn serwextir derbazî pratîkê kirinê ya sîstema KCK’ê de xebat û nîqaşên girîng têne meşandin. Pirsgirêkên civakî yên ku sîstema dewletdar di nava pratîka pênc hezar salî de înşakirî di asta penceşêrbûnê de ye. Civaka mirovan aniye rewşa bareke pir giran ku nekaribe ji bin derkeve û hilgire. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkên ku bi destê mirovan ji aliyê sîstema dewletdar ve hatine înşakirin jî li holê projeyên çareseriyê yên cidî jî tine ne. Modelên ku di bin navê çareseriyê de têne pêşkêşkirin ji çareserkirina pirsgirêkan zêdetir hîn kûrtir dikin.
Ji milê din ve jî pirsgirêkên civakî yên hatine înşakirin di roja me de gihiştine asta ku mirov êdî nekaribe hilgire. Ango yan mirovahiyê çareseriyê ji van pirsgirêkan re bibîne yan wê di bin giraniya van pirsgirêkan de biperçiqe. Ji wî alî ve jî êdî derfetê bêyî çareserkirina pirsgirêkan jiyankirin, çareserî paşvexistin an jî çareseriyên têrneker dîtinê jî tine ye. Neçariyeke weke “An wê bê çareserkirin an jî wê çareser bibe” derketiye pêşiya mirovahiyê. Ev yek jî ji pirsgirêkên civakî yên hatine çêkirin re lêgera çareseriyê tîne rewşa peywira mirovahiyê ya herî bingehîn.
Sîstema KCK’ê: bi awayeke rêxistinbûyî danîna holê ya îradeya azad û serbixwe ya mirovahî û civakan digire nava xwe. Hişmendî û sekna azad û serbixwe ya ku yekbûn û hevrebûnê pêşbînî dike ye. Di vê wateyê de sîstema KCK’ê azadîxwaz û serxwebûnxwaz e, lê belê serxwebûn û azadiyê ne di wateya veqetîn, cudabûn, biçûkbûn û girtina bin tecrîtê de, hîn zêdetir weke yekbûn, ketina nav hev, pêkanîna hevrebûnê pêşbînî dike. Lewra mirov dikare xweseriya demokratîk a pêkanîna azadî û serxwebûna li ser bingehê rêgeza yekbûn û hevrebûnê jî pênase bike.
Sîstema KCK’ê ne sîstemeke serxwebûnxwaz a ku veqetînê û dewleteke cuda pêşbînî dike ye. Her wiha ne sîstemeke xweseriya çandî û netewî ya azadiya çand û ziman îfade dike ye. Ne sîstemeke xweseriya demokratîk a ku li herêmekê lêgera çareseriyê pêşbînî dikeye jî. Di heman demê de ne sîstemeke sosyalîst a reel an jî çareseriya Sovyetê ya ku çareserkirina pirsgirêkên aborî yên civakê pêşbînî dike ye jî. Bê guman sîstema KCK’ê bi serê xwe tenê ne yek ji van sîstemane jî. Lê belê rehenda xweseriyê ya sîstema KCK’ê ne sîstemeke ji derveyî van, ji van hemûyan qut û dûr e. Lewra mirov dikare sîstema KCK’ê weke sîstema çareseriya – ku di serî de jî pirsgirêka Kurd- aliyên wan ên ku ji pirsgirêkên civakî yên di roja me de giranbûn rexne dike û davêje, ji bo çareseriyê jî aliyên wan ên bisûd digire û ji nava wan sentezeke nû diafirîne pênas bike ye.
Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke wiha bi aloz û tevahîgire ku, modelên çareseriyên yên cûr bi cûr têrê nekirine, pêwîstî bi modeleke çareseriyê ku wan hemûyan bîne gel hev û ji wan derbaz bike pêwîst kiriye. Vaye sîstem û modela KCK’ê weke encama rewşeke bi vî awayî derketiye holê. Ferqa herî bingehîn û ji bo yên din derbazdar a di navbera sîstemên din û KCK’ê de jî; hemû sîstemên ji beriya wê paradîgmaya dewletdar bingeh girtine, bi sîstema dewletdar re çareserî dîtin pêşbînî kirine. Sîstema KCK’ê di aliyê paradîgmayî de jî ferqeke bi kok ji van heye. Ew ne paradîgmaya dewletdar paradîgmaya demokratîk bingeh digire. Bi vê wateya xwe ve sîstema KCK’ê bi awayê paradîgmayî ji modelên çareseriyê yên din cudatir e. Jixwe sedemê herî bingehîn ê nebûna çareseriyê ya hemû modelên din jî ji girêdanbûna wan a paradîgmaya dewletdar ve girêdayî ye.
Di bingehê ji pirsgirêkên ku modelên mijara gotinê çaresernekirine re qezenckirina îradeyê û bûyîna hêza çareseriya ya sîstema KCK’ê de jî cudabûna paradîgmayê ango bingehgirtina paradîgmaya demokratîk heye. Ji ber ku sîstema KCK’ê bi demokrasiyê re bûye yek ango peywendiyeke hîn xurtir bi têgihên azadî û wekheviyê re derxistiye holê ji ber wê yekê hêz û avaneke ku dikare ji her cûre pirsgirêkan re bibîne qezenc kiriye. Aliyê serxwebûnxwaziyê ya rê li ber cihêbûnê vedike derbaz dike û dikare yekitiyê bingeh bigire.
Di vî alî de sîstema KCK’ê di encama çaresernekirina pirsgirêkên civakî, serneketina sîstemên ku weke modelên çareseriyê yên ku berê hatine pêşxistin de derketiye holê û ji neçareseriyê re weke hêza çareseriyê, alternatîfa çareseriyê û weke îradeya çareseriyê derdikeve pêş.
Ya duyemîn jî, bê guman ji modelên din ên çareseriyê cuda ye. Lê belê bi temamî jî ji wan ne dûr e. Aliyên wan ên erênî digire nava xwe, wan tîne cem hev û di asteke herî jor de sentezeke nû îfade dike.
Ya sêyemîn jî di rehenda paradîgmayî de ji wan cuda dibe. Modelên din di nava paradîgmaya dewletdar de çareserkirina pirsgirêkên civakî bingeh digirin li beramberê vê sîstema KCK’ê li ser bingehî paradîgmaya demokrasiyê de çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî, demokrasî û xweserî ya yekkirinê pêşbînî dike. Bi van hemû taybetmendiyên xwe ve jî sîstema KCK’ê modeleke çareseriyê ya civakî û siyasî ya ku ji hemû modelên çareseriyên yên heya niha hatine pêşniyarkirin derbaz dike, ji neçareseriyên wan re dibe çareserî, lewra jî ji hemû pirsgirêkên civakî yên di roja me de giranbûyî û alozbûne re hêz û îradeya çareseriyê di nava xwe de dihewîne ye.
Ji beriya her tiştî ev modeleke ku ji bo pirsgirêka Kurd çareserî bê dîtin hatiye pêşxistin. Di nava xwe de hewandina taybetmendiyên ku bikare çareseriyê ji pirsgirêka Kurd a ku di roja me de hatî rewşa pirsgirêkeke herî giran û herî aloz a mirovahiyê jî, dide nîşandan ku dikare ji hemû prisgirêkên din re hêza çareseriyê derxe holê. Li Kurdistanê qirkirina ku xwe dispêre asîmîlasyonê hema hema nêzî sed salê ye bi awayeke pir alî tê meşandin de asta qetilkirina miroavhiyê dibe yek ji pirsgirêkên civakî yên herî giran ên ku sîstema dewletdar pêşxistî ye, heyanî dibe ku di serê hemûyan de jî tê ye. Ji ber ku mirovahiyê di şêweyê komkujiya fîzîkî de şahidî ji qirkirinan re kiriye. Lê weke ku li ser Kurdan hatî sepandin, hem komkujî hem jî asîmîlasyon di nav hev de û bi hev re hatî pêkanîn û hema hema pêkanîneke qirkirinê ya ku li sed salan hatî belavkirin re ti kesî şahidî nekiriye. Modela sîstema qirkirinê ya li ser Kurdan tê pêkanîn modeleke ku ji qirkrina civakî ya ku modernîteya kapîtalîst di roja me de pêşxistî qat bi qat derbaz dike, hemû hovîtiya wê derdixe asta herî jor û pêk tîne îfade dike. Lewra jî di roja me de taybetmendiya pirsgirêka herî bi aloz û giran a rehenda sîstema global a modernîteya kapîtalîst di xwe de digire. Di vî alî de modeleke ku bikare ji pirsgirêka Kurd re çareseriyê pêş bixe, di heman demê de dikare bibe sîstemeke ku ji pirsgirêkên civakî yên ku di roja me de ji aliyê sîstema dewletdar ve hatine dîtin re jî çareseriyê bibîne.
Dema ku Rêber Abdullah Ocalan sîstema KCK’ê pêşxist di serî de ji bo ku ji pirsgirêka Kurd re bibe modela çareseriyê pêş xistiye. Hem pênaseya wê, hem teoriya wê, hem jî pêkanîna wê li ser bingehê ku ber bi çareseriya pirsgirêka Kurd ve bibe derxistiye holê û pêş xistiye. Lê belê di plana giştî de dema bê temaşekirin sîstema KCK’ê ne modeleke çareseriyê ya ku bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve sînordar, ayîdê Kurdan û tenê xwedî rehenda Kurdistanê ye. Sîstemeke ku bikare pirsgirêka Kurd çareser bike teqez wê bikare bibe hêz û îradeya çareseriyê ji hemû pirsgirêkên civakî yên sîstema dewletdar di roja me de ava kirine. Modela ji hemû pirsgirêkên civakî yên giran û bingehîn ên ku îro miroavî jiyandikin re çareserî dîtinê ye jî. Weke mînak modela ji pirsgirêkên jinê re çareserî dîtinê ye. Ji bo nimûne modela çareseriya pirsgirêka gihiştina beşdariya demokratîk ango hatina rewşa hêza îrade ya hemû derdorên civakî yên azad û rêxistinbûne ye. Ango modela demokratîkbûnê ye. Modela çareserkirina pirsgirêkên kedkaran e. Modela çareserkirina pirsgirêkên aborî yên giran ku civakê ku di bin sîstema dewletdar de jiyan kiriye. Bi vê re têkildar jî ne tenê pirsgirêkên xwezaya civakî, modela çareserkirina pirsgirêkên ekolojîk ên giran ên xwezaya yekemîn a bi hilweşînê re rû bi rû mayiye jî. Dîsan modela çareserkirina pirsgirêkên civakî yên civakê; yên weke perwerde û tenduristî ku di roja me de mirovahiyê zêde mijûldikin û anîne xala tinekirinê ye jî. Modela çareserkirina pirsgirêkên siyasî, pirsgirêkên dîplomatîk û pirsgirêkên hiqûqî ye. Di cîhaneke ku hema hema polîtîka û exlaqê civakî hatî tinekirin, exlaq û polîtîka anîne rewşa berjewendî bidestxistinê, zext û zor pêkanînê û pêşxistina qurnaziya vê de, bi tinekirina van re dibe modela parastin û pêşxistina avan û rastiya civaka exlaqî û polîtîk. Her wiha modela çareserkirina pirsgirêka ewlekarî û pirsgirêka xwe parastinê ya civakê ye. Bi taybet jî artêşên ku di bin navê parastinê de hatine pêşxistin bûne dendika pêşxistina sîstema dewletdar, ku ev jî bingehê her cûre zext, mêtîngerî û zulmê pêk tîne. Rastiya hemû pirsgirêkên civakî jî di bin sîstemeke mêtîngeriyeke wiha de hatine pêşxistin û înşakirin nayê nîqaşkirin. Lewra yek ji rehendên herî bingehîn ê civak ji van pirsgirêkên hatî înşakirin rizgarkirin jî bê guman bi hêza wî ya cewherî, bi xweparastina wî ve çareserkirina pirsgirêka parastina hemû civakê rastiyeke vekiriye. Dema ku xweparastin, parastina cewherî ji hin kesên din re tê hiştin bê guman serdestî û bi wê re jî vediguhere sîstema zext û mêtîngeriyê.
Vaye sîstema KCK’ê ji aboriya ku sîstema dewletdar avakirî heyanî ewlekariyê xwedî îdia û îradeya çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî yên di hemû qadên jiyana civakî de derketine holê ye. Di vî alî de jî weke ku taybetmendiya hêza çareseriya pirsgirêka Kurd di nava xwe de digire, ji bo hemû pirsgirêkên civakî yên din jî xwedî îdia û îradeya çareseriyê ye. Xwedî taybetmendiyeke ku dikare vesaziya civakeke demokratîk ku pirsgirêka jinê çareser bike, jinê bike îradeyeke azad û rêxistinkirî û bi awayeke bandor jin beşdarî jiyana civakî ango cihê ku heqkirî pêk bîne heye.
Wê bikare pirsgirêkên kêmenetewan, pirsgirêkên bi awayê azad jiyankirina çand û ziman çareser bike. Xwedî hêza hemû pirsgirêkên kedkaran ên çavkaniya xwe ji zext û mêtîngeriyê digirine ye. Xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkên ekolojîk ên texrîba xwezayê pêşbînî dike ye. Sîstema KCK’ê xwedî hêz û îdiaya çareseriya pirsgirêkên ku di hemû qadên civakê de têne jiyankirin e. Lewra alternatîfê qirkirina civakê ya ku modernîteya kapîtalîst avakirî îradeya avakirina jiyana civaka demokratîk îfade dike. Di wî alî de jî xwedî îrade û hêza çareseriya pirsgirêkên ku li her derdorên civakê ku di roja me de têne jiyankirin îfade dike.
Dîsan bi çareserkirina pirsgirêkên civakî yên Kurdistanê re sînordar nîne, di îdiaya çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên hemû civakên li çar aliyên cîhanê dijîn de ye. Bi vî aliyê xwe ve ne sîstemeke çareseriya xwecihî û herêmî ye, sîstemeke çareseriya gerdûnî ye.
Di giştî de sîstema dewletdar di taybet de jî sîstema kapîtalîst modernîst ji bo civakan bîne rewşa bê rêxistinî û bê hişmendî ji bo mejiyê wan bişûn û bê bandorbikin her tiştê ku ji destê wan tê dikin. Hemû hêza teknîk û ragihandinê bikartînin û mirovan tînin rewşa nafikirin, rêxistin nabin, rastiya xwe nabînin, her tiştê ji dewletê dixwazin, ji kesên din dixwazin, tînin rewşa rebenên ku dibêjin, “bila bavê dewlet me xwedî bike” de. Ji beriya her tiştê divê ev rewş hem di aliyê zêhniyetê de, hem jî di aliyê rêxistinî û jiyana pratîkî de bê şkandin û bê derbazkirin. Di serî de jin û ciwan divê hemû derdorên civakê vê rewşa ku modernîteya kapîtalîst avakirî û kûrkirî bişkîne û divê bi teqez derbaz bikin. Bi wê re jî divê bêrêxistiniya heyî bê derbazkirin û rêxistinbûna civaka demokratîk di rehendên aborî, civakî, siyasî, çandî, huqûqî û parastinê de jî bi teqez pêş bixe. Ango divê rêxistinbûna civaka demokratîk bê avakirin. Di vê astê de civak anîna rewşa bi hişmend û bi rêxistinî weke derman e. Bi awayeke bihêz avakirin û pêşxistina rêxistinbûna civaka demokratîk li ser bingehê sîstema konfederalîzma demokratîk de; lewra jî civak anîna rewşa bi rêxistin û îradeya azad de, divê ji pirsgirêkên xwe re hêza çareseriyê bidin qezenckirin û bê rewşa jiyana xwe bi hêza xwe rêxistin bike. Heya ev nebe çareseriya xweseriya demokratîk jî çênabe. Heya civak demokratîk nebe xweseriya demokratîk jî pêk nayê. Têkiliyên civakê yên bi dewletê re jî nayên sererastkirin. Heya civak neyê rewşa îradeyekê, lewra heya civaka demokratîk pêkneyê, heya konfederalîzma demokratîk neyê avakirin, çareseriya xweseriya demokratîk jî pêş nakeve.
Di wî alî de jî divê pêşî di sekna civakî ya roja me de guherîn û pêşketinên cidî û bikok bêne avakirin, divê hemû derdorên civakî rêxistinbûn û hişmendîbûneke demokratîk a girîng pêk bînin, divê di asteke herî bilind de beşdarbûneke birêxistin û bihişmend di nava jiyana civakî ya sîstema konfederalîzma demokratîk de çêbikin. Bi taybetî jî di vê mijarê de jin û ciwan anîna rewşeke pir hişmend û rêxistinî û beşdarkirina wan bingeh e. Pêşketina azadî û demokrasiya civakî bi vê ve girêdayî ye. Pênaseyeke giştî heye û tê gotin ku: “Asta azadiya civakî bi asta rêxistinbûn û beşdarbûna jinê ango bi asta azadiya wê ve girêdayî ye.” Nexwe wî demî divê mirov xwe ji rewşa heyî rizgar bike, bêhişmendbûna heyî derbazbike û xwe hişmend bike, bêrêxistinbûnê derbaz bike û xwe rêxistin bike, bi hilweşandina koletiyê re divê asteke rêxistinbûnê yê ku bibe kirdeyê sereke ya jiyana azad û demokratîk jiyan bike. Heman tişt bi heman şêweyî ji bo ciwanan jî derbazdar e. Jin; asta xeta azadiyê îfade dike, dema ku kontrol bê pêkanîn bê guman ciwan jî wê hêza dînamîzm û ruhê avakirina nûbûnê wê derbêxin ronahiyê. Her wiha sekna mirovî û zemînê bingehîn a jiyana demokratîk, wekhev û azad îfade dike. Di vî alî de ji beriya her tiştî di sekna civakî ya heyî de, divê di serî de di jin û ciwanan de di hemû derdorên gel de di asta hişmendî û rêxistinbûnê de guherîn û nûbûnek bê pêşxistin. Parçe parçe rêxistinbûna vê jî nabe mijara gotinê. Li ser hîmê sîstema konfederalîzma demokratîk pêkhatin, pêşketina vê hişmendî û rêxistinbûnê jî civaka demokratîk weke civaka demokratîk a konfederalîst derketina holê, hêzeke îdarî ya rêxistinbûn û tevahiyekê qezenckirina wê jî di aliyê çêbûna çareseriya xweseriya demokratîk jî xwedî girîngiyeke mezin e. Di aliyê berê civakî de bi kurtasî ev anîna ser ziman gengaz e.
Sîstema KCK’ê bi têkoşînê paşdexistin, tengkirin û sînordarkirina rastiya netew-dewletê ya heyî pêşbînî dike. Di roja me ya îro de dewlet bûye her tişt û civak jî anîne rewşa ne ti tiştekê. Her qada jiyanê ji aliyê dewletê ve hatiye desteserkirin; dixwaze hîn zêdetir jî bidest bixe. Civak bi temamî ji jiyanê hatiye dûrxistin, her weku anîne rewşa ti tiştekê de. Hatiye xistina rewşa koleyê, parçeyê dewletê de. Civak tê tinekirin, di wateyeke rast de qirkirineke civakê tê pêkanîn. Li şûna qirkirinên serdema destpêkê yên nijadperestiyê qirkirina civakê ya ku di qonaxa dawiyê ya modernîteya kapîtalîst de derketî holê girtiye û li ser her civakên li çar aliyên cîhanê têne pêkanîn. Hema hema dewlet şêwe dide ruh, hest, fikir û hemû taybetmendiyên jiyana ferd. Feraset, çand, ruh, ziman, rêxistinbûn û jiyana civakî înşa dike. 
Têye gotin ku, “Ez her tiştê diyardikim kes nikare xwe têkil min bike.” Civakê tine dike û xwe dixe cihê civakê de. Bê guman di rewşeke bi vî awayî de mirov nikare behsa demokrasiyê, azadiyê, wekheviyê, mirovahiyê, parvekeriyê, biratiyê bike. Ev rewşa faşîzm, despotîzm, qirkirina herî giran e. Lewra li ciheke ku dewlet bi vî awayî de, bê guman pirsgirêkên civakî wê di asta herî jor de bêne jiyankirin. Ma tenê pirsgirêkên civakî? Nexêr, bi wê re jî pirsgirêkên qirkirina xwezayê wê bêne jiyankirin. Xwezaya civakî bi nakokiyên xwe yên hindirîn re weke ku di bin zext û zorê de qirkirina civakê tê pêkanîn wê qirkirina xwezayê jî bê pêkanîn. Nexasim xala ku em îro gihiştinê ev e. Hem qirkirina civakê hem jî qirkrina xwezayê di asta herî jor de tê pêkanîn, hema hema di gelek derdoran de fikra roja qiyametê nêzîk dibe çêdibe.
Bê guman ev rewşeke tehlûke ye. Di ti serdemeke dîrokê de sîstema dewletdar wiha lê nehatiye. Zêhniyeta netew-dewletê ya heyî, avana netew-dewletê ya ku modernîteya kapîtalîst pêşxistî bi rastiya sîstema dewletdar re jî naguncê. Di wê de jî jirêderketinekê, cudabûnekê îfade dike. Di vê xalê de çareserî ji pirsgirêkên civakî re dîtin,  ji bo ku mirov bikare ji pirsgirêkên ku xweza û civakê tehdît dikin ji holê rake û cîhanê bîne rewşa ku mirov bikare bi awayeke azad lê bijî, mirov neçare ku vê sîstema netew-dewletê ya harbûyî-faşîstbûyî biçûk bike, teng bike, sînordar bike, divê mirov bi hinek qadên jiyanê ve erkdar û peywirdar bike.
Lewra jî pêwîstî bi têkoşîneke ku sîstema dewletê ya heyî wê biçûk bike, teng bike, ji rewşa qirkirina civakê dûrbixe, sînordar bike heye. Heya bi vî awayî be dewlet dikare xwe vekişîne rol û peywira parastina ewlehiya rast. Bi demokrasiyê re tê rewşeke hestyar. Avaneke ku bi civaka demokratîk re lihevdike, jihev fêmdike, rol parvedike qezenc dike. Ji bo vê jî bê guman li hemberî sîstema netew-dewleta faşîst, serdest a heyî pêwîstî bi têkoşîneke pir alî heye. Divê bi têkoşîneke bi vî awayî sîstema netew-dewletê bê kişandina sînoreke bi vî awayî. Sedemeke bingehîn û girîng ê înşakirina sîstema KCK’ê jî ev e.
Ji bo mirov bikare sîstema KCK’ê pêşbixe ji beriya her tiştî rêxistinbûna civaka demokratîk pêwîst e. Ya duyem jî divê li hemberî avana netew-dewletdar a heyî têkoşîneke bi bandor bê kirin û dewlet bê sînordarkirin û bê anîna rewşa ji demokrasiyê re hestyar. Ango tê armanckirin ku dewlet bê kişandina sînorê ku rastiya civaka demokratîk qebûl dike, bi wê re li hev dike, lihevhatinê li gel dike. Pêkanîna xweseriya demokratîk a ku sîstema KCK pêşbînî dike tenê bi vî awayî gengaz e. Bi gotineke din jî pêşxistina sîstema KCK’ê tê wateya; ji milekê ve ji bo pêşxistina rêxistinbûna civaka demokratîk têkoşîn meşandin, ji milê din ve jî ji bo biçûkkirin, sînordarkirin û li hemberî demokrasiyê hestyarkirina dewletê têkoşîneke bi bondor meşandin e. Ango tê wateya têkoşîn, perwerde, propagandayeke îdeolojîk a zêde û berfireh a xebata rêxistinbûna civaka demokratîk. Ji aborî heya siyasetê, ji çandê heya her qada civakê pêşxistina rêxistinbûn û hişmendiya demokratîk, divê xweparastina civakê bê avakirin û bê rewşa ku bikare ewlekariya xwe, bi xwe pêkbîne, divê li hemberî avana netew-dewletdar têkoşîneke demokratîk û siyasî ya pir alî, bandor û çalak bê meşandin û dewlet bê paşvexistin û sînordarkirin. Têkoşîna îdeolojîk tê wateya propaganda û perwerdeyê. Di serî de jin û ciwan hemû derdorên civakê divê rêxistinbûna xwe ya demokratîk pêk bînin, ev jî tê wateya înşakirina konfederalîzma demokratîk. Têkoşîna siyasî tê wateya biçûkkirin û tengkirina dewletê û civaka polîtîk anîna rewşa bi bandor a ku pratîk bibe. Dema pêwîst bike jî, ev têkoşîn bide hewcekirin jî pêşxistina têkoşîna xweparastinê, pêşxistina berxwedanê, pêşxistina têkoşîna parastina rewa ye. Sîstema KCK’ê rewşa têkoşîneke bi vî awayî çalak, bi bandor û kiryardar îfade dike.
Ji bo sîstema KCK’ê li Rojhilata Navîn bê pêşxistin divê ji herkesî zêdetir Kurd bibin xwedî hişmendî, xwe rêxistinbikin û têkoşînê bimeşînin. Ji ber ku sîstema Rojhilata Navîn a heyî bi parçebûna Kurdistanê û li ser civaka Kurd ferzkirina rejîma qirkirinê re çêbûye. Paşverûtî, despotîzm, antîdemokratîzm, dîktatoriyên faşîst ên li herêmê hatine pêşxistin ji serweriya li ser Kurdistanê hêz digirin û pişta xwe didin vê yekê. Lewra jî piştevaniya civakî, yekitiya demokratîk, biratiya gelan pêk nayê. Ji bo li Rojhilata Navîn demokrasî bê pêşxistin, biratî bê avakirin û yekitiya Rojhilata Navîn a demokratîk bê avakirin, şerte ku rejîma heyî ya ku Kurdistan parçekirî û li ser Kurdan qirkirin pêkanî bê hilweşandin. Paşverûtî li Kurdistanê hildiweşe. Sîstema paşverû ya ku zext, zulm, faşîzm û qirkirina civakê ya heyî îfade dike li Kurdistanê ku herî zêde dijwarbûye şkandina neçariyeke. Bê guman a ku vê yekê pêkbîne jî di serî de civaka Kurd, têkoşîna demokrasî û azadiya civakî û netewî ya ku civaka Kurd pêş bixe ye, ango şoreşa Kurdistanê ye, Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Şkandin, hilweşandina sîstema netew-dewletdar a ku li Kurdistanê qirkirina civakê ya heyî dimeşîne û lewra jî dema ku Kurd weke neteweke demokratîk bi rêxistin û hişmend bibin û tevlî jiyana Rojhilata Navîn bibin, bi civakên din re li ser bingehê azad û wekhev bi awayê biratî tevlîbûnê çêbikin, di asta herêmî de wê pêkhatina çareseriya xweseriya demokratîk derkeve holê. 
Wekî ku jina Kurd, ciwanê Kurd, kedkarê Kurd xwe rêxistin bikin û jiyana xwe ya demokratîk û azad ava bikin, li ser bingehê netewbûna demokratîk a Kurd ango bi avakirina Konfederalîzma Demokratîk a Kurdistanê jî wê îradeyeke netewî ya ku bikare pirsgirêka Kurd ber bi çareseriyê ve bibe jî di asta rêxistinbûnê de derbikeve holê. Wekî ku wê bikarin vê li Kurdistanê pêk bînin, wê bikarin bi rêya komên Kurd ên ji derve de jiyandikin jî pêk bînin. Ji derveyî Kurdistanê weke Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye, her wiha di asta Kurdên ku li herêmên cuda yên Ewrûpa û Rojhilata Navîn belavbûne jî rêxistinbûna xwe ya civaka demokratîk pêş bixin, lewra jî bi avakirina îradeya demokratîk û azad a Kurd re jî wê li herêma ku dijî xizmet ji hilweşandina despotîzm û pêşxistina demokrasiyê re jî xizmetê bike. Wê weke hêzeke demokrasiyê rol bilîze. Hem wê nijadperestiya sîstema netew-dewletê paşve bixe û di pêşxistina demokrasiyê de rol bilîze, hem jî wê bi civakên ku bi hev re dijîn re jî peywendiyên demokratîk û biratiyê ava bike, wê hêz û zemîna yekitî avakirinê jî derxe ronahiyê.

********