Viyan Amara

Image

Viyan Amara

ŞOREŞGER Û MAMOSTEYA PÊŞENG A ŞOREŞA ROJAVA VIYAN AMARA

Weke tê zanîn, kesayet ji hev cuda ne. Bê guman karakterên ku jiyana wan li ser yek, an jî du xetan dimeşe, piranî ne. Lê kesayetên piralî, pir kêm tên dîtin û li cihên ku tên dîtin jî pir sûdan didin mirovahiyê. Rêheval û mamosteya pêşeng Viyan Amara Wan jî, yek ji van kesayetan e. Ew gerîlayek e, ew rêveberek e, ew pêşengek e, ew wêjevanek e, ew perwerdekarek e, ew xebatkarek sînemayê ye û ew mamosteyek ziman e. Şoreşgereke jin a ku di van qadan de bi tevkariyên ku ji tevgera me ya azadiyê kiriye re şopa xwe hiştiye.

Şehîd Viyan Amara (Sevîm KAYA), di sala 1983’yan de li gundê Gagewran (bi Tirkî Aksu) yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê jidayîk bûye. Hê di temenê xwe yê zarokatiyê de li hemberî jiyanê bêmereq namîne û li gorî xwe dikeve nava lêger û lêpirsînan. Di nava civak û derdora xwe de li bersivan digere. Lê belê dema ku nabîne, nêzîkî ol dibe û dixwaze encamekê werbigire. Ji ber vê yekê jî, tevlî sohbetên olî dibe. Lê belê li vir, xeyalên wê noqî avê dibin. Yek ji mereqên ku di van deman de li gel pêşdikeve jî, zimanê Kurdî ye. Bi zimanê Kurdî perwerde nedîtin û nexwendin, yek ji pirsgirêkên ku herî zêde ya serdema wê ya ciwantiyê mijûl dike ye. Lê belê kesayeta wê ya lêger di ti qadên civakê de nagihêje rastiyan; ji ber ku di civakeke dewletdar de ev rastî tim hatine veşartin.

Tevgera Azadiyê ya ku pêşketiye û hemû dînamîkên civakê bandor kiriye, Heval Viyan jî bandor dike û ev bandorkirin dibe sedem ku di sala 1999’an de beşdarî nava refên şoreşê bibe. Ji aliyê potansiyela azadiyê ve kesayeta lêger û dewlemend a Viyana ciwan, vaye cihê xwe yê rast nû dîtiye. Piştî perwerdeya leşkerî, siyasî-bîrdozî dikeve nava pratîkê. Pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê, li herêmên Zagros û Behdînanê dike. Li van deran, bi salan di nava pratîka şer a zehmet de kedê dide. Bi taybetmendiyên xwe yên zindî û enerjîk ve di cih de bala herkesî dikişîne ser xwe. Kêfxweşî û moralê dide cih û derdora xwe, ji vî alî ve liv û tevgerekê çêdike. Ji ber ku ew, ji jiyanê zewqê digire. Ev jî, dibe sedem ku tim rûken be. Taybetmendiya wê ya kedkar, ji wê re rêzdariyê dide qezenckirin. Ew, kesayeteke ku li derdora wê kombûn çêdibe, bawerî pê dibe û hewcedarî bi hevaltiya wê ya germ tê hîskirine. Herî zêde jî, taybetmendiyên wê yên rexnegir, rasterast-vekirî li hemberî wê baweriyê zêde dike û di her nîvengekê de bi vê taybetmendiya xwe ve derdikeve pêş. Heval Viyan, keseke ku difikire û bi hêza xwe ya darazînê ve digihêje encaman. Ji ber vê yekê, kesayateke ku di her nîvengekê de xwedî helwest û dîtinariya çareseriyan e. Ji ber ku bawerdike, rexnekirin pêwîstiyeke rêhevaltiyê ye û rêhevaltiyê pêş dixe. Ji ber vê yekê jî, ew li hemberî şaşiyên ku dibîne, bêdeng namîne, tiştekî di nava xwe de nagire, bi vekirîbûna dilê xwe ve her tiştî dibêje. Weke aliyê din ê rexnegiriyê; dilnimz, ji hevalên xwe hezdike û di têkiliyan de wekhevîxwaz bû.

Weke ku me di destpêkê de gotibû, kesayeteke piralî bû. Dema ku tevlî tevgerê dibe, ji gerîlatiyê heya çand-hunerê, ji ziman heya nivîskarî-helbestvaniyê, ji bo her qada têkoşînê mereqê jiyan dike û di qadên cuda de jî xwe pêş dixe. Di vê xwesteka xwe de biser dikeve. Piştî gerîlatiyeke germ, di xebatên Saziya Zanist û Ronakbîrî ya KCK’ê de cih digire û berpirsiyariyan digire ser milên xwe. Pêşxistina aliyê xwe yê hişmendî û kedkariyê, ji çavên partiyê jî nareve û ji ber vê yekê rêxistinê heval Viyan aniye vê erkê. Li vir tevkariyên girîng dide. Piştre li Wargeha Mexmûr (Rustem Cûdî) û Komîteya Ziman û Perwerde ya KCK’ê tevkariyan ji xebatên ziman û perwerdeyê re dike. Kêrhatina wê ya di fêrkariyê de û bi taybetmendiyên xwe yê perwerdekariyê ve dibe xwedî risteke girîng a di fêrbûna gelek hevalan a Kurdî de yan jî di pêşxistina zimanê xwe yê dayîkê de. Ji wergera Kurdî re tevkariyên girîng dike.

Eleqeya wê ya zêde ya ji zarokan re ji ber ku ti carî zarokê di cihana xwe ya hundirîn de nekuştiye û tim ew zarok daye axaftin. Ji ber ku heval Viyan dizanî, mirov dikare cîhanê tenê bi safbûna zaroktî bîne rewşa cîhaneke rast a ku bê jiyankirin. Di encamê de wê rizgariya cîhan û jiyanê, bi mesûmiyeta zaroktî pêk bihata. Di heman demê de ji ber vê sedemê ye ku, Heval Viyan di giştî de ji bo têkoşîn û gel dixebite û jiyan dike. Bi taybetî jî, ji bo zarok û jinan dixebite û jiyan dike. Jixwe, di nava van her duyan de girêyeke xurt heye. Perwerde, parastin û ji bo dabînkirina siberoja zarokan hewldayîn, yek ji taybetmendiyên wê ye.

Di pirsgirêka jinê de jî pir hestiyar û xwedî berpirsiyarî ye. Weke jinekê, li ser pirsgirêka jinê lêkolînan dike, dixwîne û dinivîse. Di mijara zayendê de jî, ne bêheste, berevajî her roja ku derbaz dibe bêhtir li ser vê mijarê diponije. Her ku diçe mereqa wê zêde dibe û li ser diponije. Ji ber ku ew jî weke jinekê baş dizane, dema ku pirsgirêka jinê rast hat lêkolînkirin û têgihîştin, wê ew jî xwe baştir nas bike. Ev qas lêkolînkirin û ponijîna li ser pirsgirêka jinê û kesayeta xwe, ji çavên hevalên wê yên derdorê nareve û bala wan dikişîne. Dema ku hevalên wê vê rewşê jê dipirsin, ew jî diyar dike ku di pirsgirêka kesayet û jinê de lêgerînên baş dike, her roja ku derbaz dibe; jin, zilam û civakê baştir nas dike. Lê belê di her carê de dema ku digihêje kûrahiyekê, têdigihîje ku pêwîste hişeke kûrtir hebe. Ji ber vê yekê, diyar dike ku ev lêgerîn û perwerdeya kesî, hîn jî pir kême û armanc dike ku xwe bigihîne asteke jortir. Li ser vê bingehê jî, dixwîne û dinivîse; dinivîse û dixwîne.
Ji ber kesayeta xwe ya piralî, xebatên wê yên di qadên wêje û sînemayê de jî hene. Li pey xwe 5 rojnivîsk û gotarên ku ji rojnameyan re nivîsandine dihêle. Di van rojnivîskan de der barê jiyan û cîhanê de lêpirsînê dike, hezkirina rêhevaltiyê û derbarê gelek mijarên din de gelek helbest û nivîsên wê hene. Her wiha, di filmeke ku li çiyayên Kurdistanê hatiye kişandin de jî cih digire.

Heval Viyan, ew qas bi welat û gelê xwe, her wiha partiya xwe ve girêdayiye ku li kû derê pêwîstî hebe, diçe wir û wî karî dike. Ev, ji kesayeta wê ya fedekar tê. Her wiha, di encamê de ji bo tevkariyên xwe ji pêvajoya Şoreşa Rojava re pêşkêş bike, li navenda berxwedanê Kobanê di xebatên ziman de cih digire. Ji ber ku ew dizane li Rojava pêleke şoreşê ya nû pêş dikeve. Pêwîste ev bê pêşxistin. Di dema ku şoreş çêdibe de jî, di hişmendiya parastin û bisazîkirina şoreşê de ye. Li Kobanê, bi qasî sal û nîvêkê dimîne û gelek xebatan dike. Ew, bi şoreşa Kobanê û gelê wê re dibe yek; bi gel re peywendiyên xurt datîne, di her firsendê de serdana malên gel dike û felsefeya Rêber APO fêrî wan dike. Armancdike ku vê ferasetê, di xebatên mamosteyên Kobanê yên ku pêre eleqedar dibe de serwer bike. Bi vê ferasetê ve perwerdekirina wan, ji xwe re dike armanc.  Dixwaze di xebatên mamosteyan de feraseta rêhevaltî, parvekirin û hevbeşiyê serwer bike. Hewldide ku di nava wan de yekîtiyekê ava bike û bi vî awayî wan ber bi armanca Kurdistana azad ve amade bike. Wê dixwest ku xebatên zimanê Kurdî, li her aliyê Kurdistanê bê meşandin û zimanê Kurdî li her cihî bê fêrkirin û xwendin. Ji ber ku yek ji xebatên wê yên sereke, xebatên ziman bû, diçe her cihê ku ev xebat lê heye. Di akademiyan de perwerde dide û xebatên dibistanan bi rê ve dibir. Dema ku komên çete yên qaşo îslam êrîşê destketiyên Şoreşa Rojava kirin, Heval Viyan ji ber kesayeta xwe ya fedekar û berxwedêr, bêyî ku dereng bimîne, cihê xwe li eniyên herî pêş a refên berxwedanê digire. Di şereke ku 26.07.2013’an li gundê Kendalê hatiye jiyankirin de bi berxwedaneke mezin şer dike û digihêje şehadetê. Bîranîna wê, pêşengê têkoşîna me ye!