Ferzad Kemanger
Image

MAMOSTE, NIVÎSKAR Û MIROVPERWERÊ ŞOREŞGER FERZAD KEMANGER
Li ser jiyan û têkoşîna rêheval, mamoste û perwerdekarê Kurd, rewşenbîr-nivîskar û parêzvanê mafê mirovan Ferzad Kemanger ê ku xeleka dawî ya rêûresma berxwedêriya zindanê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku bi Mazlûm Dogan re destpêkiribû;
Ferzad Kemanger, weke zarokê çarem ê malbatek welatparêz û feqîr a ku xwedî pênc keç û kur in, di sala 1976’an de li gundê Afriyana ya girêdayî navçeya Kamyaran a li qontara çiyayên Şaho ya di navbera bajarên Sine û Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê de ji dayîk dibe. Melayên ku li Îranê bi rûpoşa şoreşê derketin ser dikê, piştî ku bi şoreşê re desthilatdarî bi destxistin, hemû hêz û derdorên ji derveyî xwe, ji bo ku li ser wan jî desthilatdariya xwe li herêma Kurdistanê jî bimeşînin weke encameke pêkanînên terorê, herêmên wê derê ku Afriyana jî di nav de tê valakirin. Di encama vê de jî, pevçûnên di navbera hêzên pêşmergeyên Kurd û hêzên rejîmê de dijwartir dibin. Ji ber vê yekê, hîna dema ku Ferzad biçûk bû, jiyana mişextîbûnê jiyan dike û zarokatiya wî di nîvenga mirin, xwîn û nava dengên top-tivingan de derbaz dibe. Ev yek, hem dibe sedema ku kesayeta Ferzad zû bigihêje û ji aliyê berxwedêriya neteweyî ve veguherîne, hem jî di heman demê de dike şahidê wê zilm û serdemên awarte yên wê demê. Wê demê xwişka wî Nesrîn û hevjîna wî yek ji endamên Tevgera Komala ya Kurd bûn. Zavayê wî tê girtin û tê şandina zindanê. Xwişka wî jî, li pêşiya zindanê li gel xwişka hevjînê xwe bêpirs û lêpirsîn tê înfazkirin. Di pêvajoya Komkujiya Helebçeyê de dema ku bavê wî bazirganiya sînor dikir, ji ber gaza bijehr a ku hatiye avêtina herêmê, bandor dibe û jiyana xwe ji dest dide. Ev hemû bûyer, biryardariya Ferzad pêk tînin. Hîn di temenê xwe yê biçûk de wî dixe nava nasnameyeke polîtîk û li gel wî hişmendiya ku ji berpirsiyarên van hesabpirskirinê zelal dike.
Di vê navberê de xwendina xwe ya seretayî û navîn li Kamyaran dibîne. Hîn dema ku 12 salîbû, ji ber armanca wî ya bûyîna mirovê xwedî hişmendbû xwendina xwe dewam dike, hem jî ji ber ku bavê wî miribû, karê firoşkariya seyar û karên cuda dike û bi vî awayî tevkarî li debara malê dike. Tevî ku li Sineyê fakulteya perwerdeyê diqedîne jî, ji ber kesayeta wî ya şoreşger bawernameya mamostetiyê nadinê, di encama israra xwe de dikare piştî du salên din werbigire.
Li qadên çolwar mamostetiyê dike. Di dema ku li gundên Kamyaran mamostetî dikir, di heman demê de xwendina xwe ya lîsansa bilind jî dibîne û diqedîne. Di karê xwe yê mamostetiyê de hemû wextê xwe dide zarokan. Di rastiyê de bûyîna mamoste, tercîheke bi zanebûn bû û di serê wî de cih girtiye. Ew dibêje; keyfxweşe ku temenê xwe ji bo zarokên Kurd ên ku ji mafên wan ên civakî û neteweyî, ji jiyaneke mirovane hatine mehrûmkirin, dike. Ew bi xwe, zarokatiya xwe tîne ber çavên xwe û ji ber vê yekê, dixwaze ku zarok perwerdeyeke baş bibînin û ji bo welatê xwe bibin ewladên xêrxwaz, rewşenbîr û zana. Bi vê armancê, em ji vegotinên dayîka wî jî dizanin ku, mûçeya xwe ji bo zarokên ku rewşa wan a aborî nebaş e, ji bo kirîna lênûs û pêwîstiyên din dimezêxe. Ji ber ku ji zarokatiya wî ta niha, qibleya wî mirove. Wî felsefeya mezin a mirovahiyê di xwe de dahûrandiye. Armanca wî; bêyî ku cudahiya reng, nîjad, ziman, ol û zayendî bike, xwe gihandina deryaya mezin a mirovahiyê ye. Vê yekê, ji nameyên ku di girtîgehê nivîsandiye de deryayê; weke mirovahiya mezin û gelên cuda cuda yên diherikin wê jî; şibandiye masiyan. Ev yek, li ser bingeha çîrokekê wiha aniye ziman:
“Gelo bûyîna mamoste û ji masiyên biçûk ên vî welatî re riya diçe deryayê nîşandan, gengaze? Ma çi ferqa wan heye ku ji Arazê bin, ji Karûnê bin, ji Sîrwanê bin, an jî ji Serbazê bin? Ma çi ferq heye ku dema armanca me derya û yekbûn be, pûsûlaya me jî roj be. Ma çi girîngiya xwe heye dawiya me zindan be!” (Ji nameya 2010)
Şehîd Ferzad, li vir dibêje ku çima bûye mamoste. Ew, di heman demê de ji bo ku ji zarokên Kurd re zimanê wan ê hatiye qedexekirin, bide fêrkirin û ji bo pêşî li bişavtina wan bigire, ev pîşe hilbijartiye. Bi taybet jî, tişta ku li ser sekinî û ponijiye, zimanê Kurdî û di nava xwediyên wê de bicihbûn û axaftina wê ye. Divê mirov karibe, hezkirina xwe bi Kurdî biqîre.
“Destûr bidin ku dilê min di singa zarokekê de lê bide, ji bo ku ez karibim sibehekê bi dengeke bilind bi zimanê dayîka xwe –Kurdî– biqîrim: Ez dixwazim bibim bayeke ku peyama hezkirina hemû mirovahiyê, ji hemû aliyên vê cîhana bê serî û bê binî re radigihîne.” (Ji nameya ku ji beriya bidarvekirina xwe, li hucreya xwe nivîsandiye)
Û îdealên xwe bicih tîne: Dema ku mamostetî dikir, li dibistanan zaravayê Soranî yê Kurdî ji bo zarokan dike mijara xwe ya perwerdeyê. Vê yekê, ji bo gel jî li malan û kom bi kom pêk tîne.
Şehîd Ferzad, di sala 1999’an de PKK’ê nas dike û ev naskirin, di jiyana wî de dibe werçerxek. Felsefeya Rêber Apo ya mirovahiya mezin a ku bi salan di nava lêgera wê de bû, dîtiye û pirsên ku di serê wî de bûn, yek bi yek bersivên xwe dîtine. Piştî ku li gel PKK’ê peywendî danî, nas kir û pêde ji ber ku li gel wî tavilê bawerî û hêviyeke mezin li hemberî Tevgera Azadiyê pêş dikeve, di demeke kurt de weke kesayeteke rast ê PKK’yî şêwe digire û bi xebateke berpirsiyarî xizmetên cewherî ji şoreşê re dike. Malbata xwe, bi bîrdozî û baweriya PKK’ê ve dide naskirin û wan tîne rewşa malbateke bingehîn a partiyê ya wê qadê. Şehîd Ferzad, weke xebatkareke aktîf ê PKK’ê li bajarên Kamyaran, Sine û Kirmanşanê xebatên rêxistinkirin û bangaşeya PKK’ê di nava mamoste, xwendekarên zanîngehê, rewşenbîr û gel de dimeşîne. Dem bi dem bi vê armancê heya Tehran û Ûrmiyeyê jî diçe. Xebata wî ya berhemdar, encama xwe dide û di van qadên mijara gotinê de gelek derdor li derdora Partiyê kom dibin û di asteke diyar de tên birêxistinkirin. Her wiha, di encama hewldana Ş. Ferzad de hin ciwan jî tevlî nava refên gerîla dibin. Ew bi xwe, ji bo vê xebata xwe tê Qendîlê perwerdeya xwe ya siyasî dibîne û bi awayekî perwerdeya xwe dîtiye, dîsa vedigere ser karê xwe. Li Sinê, li gel Ferhad Wekîlî yê ku wê piştre bi hev re werin girtin re van xebatan dimeşîne.
Ferzad Kemanger, keseke ku taybetmendiyên kesayeta sosyalîst a PKK’ê di xwe de bicih kiriye û bi vî aliyê xwe ve tê naskirin e. Bi şêwazê xwe yê fikirînê, bi şêweyê xweyê jiyanê û exlaqê xwe ve jî wisa ye. Ew bi xwe, miroveke kedkar e û di giştî de girîngiya bingehîn jî dide kedê. Xwediyê kedê kî dibe bila bibe, parastina keda wan weke armanc dizane û ji bo vê yekê jî têdikoşe. Di vê oxirê de ji bo wî ferq û cudahiyek tune ye. Cudahiyê naxe navbera; ziman, ol û rengan. Ji ber ku ew, ne tenê girîngî dide nirxên jiyanî, çandî û dîrokî yên gelê xwe, girîngiyê dide yên hemû gelan. Di bingehê nêrîngeha wî de ji ber ku ew mirove, wisa ye. Di rastiyê de ew ji vê qenalê gihîştiye kesayeta sosyalîst û PKK’ê. Her wiha, vê qenalê ew kiriye parêzvanê jiyana mirovane ya gelê xwe û hemû gelên din. Ji ber vê yekê ye ku li zindanê di bin êşkenceyên herî giran de parastina nirxê mirovahiyê dike. Her wiha, ew alîgiriya kedê û rastiya sosyalîst-humanîst di nameya xwe de bi awayeke ebedî wiha tîne ziman:
“Kîjan zimanî diaxive bila biaxive, destûr bidin ku bila dilê min di singa keseke din de lêbide. Yekane xwesteka min ewe ku bila zarokê karkereke ku stûrahiya qelîştekên destê wî li hemberî newekheviyan çirûskên hêrsê zindî bigire be.” (Ji nameya ku ji beriya bidarvekirina xwe, li hucreya xwe nivîsandiye)
Bi taybetî, ev ji ber hezkirina mirovan a ku li gel wî ye, di dema zindanê de bi gotina xwe, ya weke; “Ji îro ve bêyî xwestek li benda bidarvekirina xwe me. Lê belê bi hezkirina xwe ya ji hemû mirovên xwe yên hêja re min biryar da ku ez destûr bidim, eger ez jiyana xwe ji dest bidim; hemû lebatên min, dema ku bên dayîna kesên ku dema van lebetan bigirin, bijîn re. Destûr bidin ku bila dilê min, bi hemû hezkirin û hestên ku têde ji zarokekê re bê bexşandin. Ferq nake ku ji kû derê be; ji bankên Kaaronê, qontara çiyayê Sabalanê, ji kenarên Saharaya Rojhilat, an jî zarokeke ji çiyayên Zagrosê ku li hilatina rojê dinêre.” re bêyî ku ferq û cudahiya ziman bike, hemû lebatên xwe dibexşîne û cihê xwe yê herî taybet jî pêşkêşî zarokekê dike. Lê ev daxwaza wî, ji aliyê celadên dij mirovahiyê ve nayê pejirandin.
Hezkirina wî ya mirovahiyê, rê li ber bûyîna endamê, “Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê” û bi awayeke cidî xebitînê vedike. Lê belê ew ji ber kesayeta xwe ya pir alî bi vê jî têr nabe; di heman demê de ew di desteya weşanê ya kovara mehane “Rûyan” a desteya rêveberiyê ya Yekitiya Mamosteyên Kamyaranê û di desteya rêveber a komeleya parastina jiyana xwezayî “Ask”ê de jî cih digire û xebatên xwe dimeşîne. Şehîd Ferzad, bi taybetî jî hewl dide xwe weke hizirîner, wêjevan û şêwekarekî pêş bixe. Nivîsên wî, di gelek beşên weşanê de derdikevin. Li Kamyaranê yekem pêşangeha wêneyan a zarokan birêxistin dike. Di pêşengeheke wêneyan a ku mijara wê Komkujiya Helebçe ye de wêneyên wî tên pêşandan.
Ji ber sekna xwe ya polîtîk, civakî û çandî ya di xebatan de zêde xwe li xebatên wî ranagirin; gelek caran rastî zextan tê û dema ku carekê diçe Tehranê, di Tebaxa 2006’an de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tê girtin. Ji bo radestgirtin û neçarî mikurhatinan bê kirin, bi qasî 33 mehan li zindanên Sine, Evîn, Recayîşehr rastî êşkenceyên herî dijwar ên derveyî mirovahiyê dimîne. Lê belê ew bi gotina, “Bi mehane di zindanê de me. Wisa hesibandin ku wê zindan; îrade, hezkirin û mirovahiya min biperçiqîne û min kedî bike. Lê belê… min ji bo hilbijartina riyeke nû, “ez”ek nû afirand. Gelo di vê serdema bêdadiyan de bûyîna mamoste û fêrnekirina alfabeya hêvî û wekheviyê gengaze, eger ku dawiya vê di zindana Evîn’ê de darvekirin jî be?” (Ji nameya Nîsana 2010’an)
Xwe, weke xeleka dawiyê ya kevneşopiya berxwedêriya zindanê ya ku bi Mazlûm Dogan re destpêkiriye, ji baweriya xwe qet tawîzan nade û gavan bi paşve navêje, berevajiyê vê bi ser dijmin de diçe. Di zindanê de jî vala nasekine; di nava girtiyan de xebatên polîtîk dimeşîne; tim biratiya Kurd, Faris, Azerî, Belûcî û gelên din vedibêje û bi derve re di nava têkiliyan de ye. Bi armanca ku girtîgeh anîna rewşa dibistanekê û ji bo xwe ji aliyê hizirî ve pêşxistinê, li gel vê jî di heman demê de bi armanca perwerdekirina girtiyên din, di hundirê zindanê de pirtûkxaneyeke pir mezin a bi 2500 pirtûkî çêdike. Hem bi berxwedêriya xwe, hem jî bi sekna xwe ya civakî re ji girtiyên derdora xwe re dibe nimûneyek; ji bo kesên ku tiryakîbûna wan a madeyên hişbir heye, yan jî tiştên din ên xirab heye, ji civakê re bên qezenckirin û bigihêjin hişmendiya siyasî, hewldaneke pir mezin dide. Bi vî awayî, rêzdariya mezin a girtiyan qezenc dike. Weke rewşenbîrekî jî, qet vala nasekine. Di nava şert û mercên zehmet û giran ên zindanê de gelek nivîs û name dinivîse û digihîne derve. Mijarên weke; hezkirina mirov û zarokan, azadî, azweriya dad û wekheviyê, bi hişmendiya berpirsiyarî û hezkirina ji bo mafên gelê xwe û gelên din, pêwîstiyên ji bo wan têkoşînkirinê, digire dest û bi şêwazeke hestyar û helbestwarî dinivîse. Di heman demê de ev name û nivîs, ji bo derdorên civakê yên ji derve re jî dibe amûra hişmendbûnê û bûyîna xwedî îradeyê. Çi ji aliyê neteweyî, çi jî ji aliyê navneteweyî ve ev yek di derdora wî de çêbûna rêxistinbûyînekê û çêbûna kampanyayan de risteke mezin dilîzin.
Lê tu kampanya, li hemberî rejîma faşîst encamê nagirin û Ferzad Kemanger di 9’ê Gulana 2010’an de li zindana Evîn a Îranê bi bûyîna şopdarê ruhê berxwedêriya PKK’ê ya têkoşerên ji beriya xwe, ta dawiyê rastiyan diqîre û bi rêhevalên xwe yên weke; Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elemhûlî, Elî Heydariyan û Mehdî Îslamiyan re tên darvekirin.
Şoreşgerên mezin ên PKK’ê Ferzad Kemanger û rêhevalên wî, bi berxwedaneke destanwarî, wê destpêkê di dilê zarokan û dilê hemû mirovahiyê de tim bijîn. Li pêşiya bîranînên wan, birêzdarî bejna xwe ditewînin.