Erdnîgariya Kurdistanê

kurdistaanKurdistan, welatê gelên weke; Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Keldanî û hwd. e. Welatê Kurdan, li parzemîna Asyayê li cihê ku her sê parzemînên kevn hev dibirin, cih digire. Ango li cihekî herî jeostratejîk û jeopolîtîk a Rojhilata Navîn cih digire. Di dîrokê de Kurdistanê malovanî ji gelek bûyerên girîng, pêşketinên civakî, şaristanî û dewletan re kiriye. Ji aliyê xaknîgariya xwe ve pir dewlemende. Hem ji aliyê kanzayan, hem ji aliyê lawirên li ser rûyê wê dijîn, hem ji aliyê berhemên xwarinê yên hilberîne, hem jî aliyê av, deşt, çiya û daristanên bi bereket ve cihekîherî guncaw e. Navê “Kurdistanê” tê wateya welatê Kurdan, an jî warê Kurdan. Peyva “Kurd” ji gotinên Hûrî, Kûrtî yên Sumerî tê û tê wateya welatê bilind ku ev nav di dîrokê de li proto Kurdan kirine. Hîna jî di zaravayên Hewramî û Dimilkî yên Kurdî de peyva “Ko” yan jî “Kou” di wateya çiya de tê bikaranîn. Her wiha, tê gotin ku heman peyv, ji aliyê Îskenderê Makedonî ve dema ku dixwest biçe Hindistanê û di Kurdistanê re derbaz dibe, di Çiyayên Zagrosê re derbaz dibe, ji ber tiştên ku dîtiye, gotina “Kurdiyen” a Yewnanî ya ku tê wateya “mirovên bê tirs” an jî “mirovên wêrek” li wan welatiyên wê derê dike. Peyva “istan” jî paşgireke ku di zimanê Kurdî û zimanên Aryenîyên herêmê de tê bikaranîne. Dema ku bikeve pişt peyvekê, wateya; cih, welat, war, der û hwd. dide peyvê. Eger em hinek mînakan derbarê vê de bidin; Gurcistan, moristan, gulistan, daristan, karistan, çolistan û hwd.

Peyva “Kurdistan” jî, cara destpêkê bi vê forma xwe ve ji aliyê împaratorê Selçûqî Ehmed Sencer ve hatiye bikaranîn. Ji erdnîgariya ku piranî Kurd lê dijîn re ev nav lê kiriye. Erdnîgariya ku ev nav lê kiriye, kêm-zêde sînorên Kurdistana roja me ya îro ye. Her wiha, di gelek nexşe, name, nivîsên Osmanî, Selçûqî, Part, Safewî û Îslamê de navê Kurdistanê derbaz bûye.

Ji xaka ku dikeve navbera Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye, Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycanê (Naxcivanê) re Kurdistan tê gotin. Kurdistan, di nava çar dewletên cîran ên weke; Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê de hatiye parçekirin. Ji parçeya bin destê Tirkiyeyê re Bakurê Kurdistanê tê gotin. Her wiha, ev parçeyê di destê Tirkiyeyê de parçeyê herî mezin ê Kurdistanê ye. Ji parçeya bin destê Îranê re Rojhilatê Kurdistanê tê gotin. Ji parçeya bin destê Iraqê re Başûrê Kurdistanê tê gotin. Ji parçeya bin destê Sûriyeyê re Rojavayê Kurdistanê tê gotin. Parçeyê Rojava, parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye. Her wiha, ji her parçeyê Kurdistanê re tenê navê alî bikaranîn jî, têrê dike. Weke mînak; Bakur, parçeyê bin destê Tirkiyeyê de ye.

Taybetmendiyên Hesabî yên Kurdistanê:

Kurdistan, ji aliyê cîranên xwe ve hatiye çarparçekirin û şêniyên van deveran çi qas hatibin guhertin jî, lê rûpîvana Kurdistanê ya ku piranî erdnas li ser hemfikirin 550 000 km2 e. Her çiqas serjimariyeke taybet ji bo destnîşankirina şêniya Kurdistanê heya niha nehatibe kirin jî, lê dema ku mirov li daneyên herêmên Kurdî derdikevin, weke giştî hesab dike; encama li derdora 50-60 milyonî derdikeve pêşiya me. Ji ber polîtîkayên bişavtinê ya dagirkerên Kurdistanê, bi milyonan Kurd ji cih û warên xwe koçber bûne û li şûna wan bi milyonan ji gelê serdest li Kurdistanê hatine bicihkirin. Ji ber vê yekê, bi milyonan Kurd neçarî koçberiyê bûne û li welatên weke; Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq, Qafqasya, Ewrûpa, Welatên Rûsyayê, Asyaya Dûr, Parzemîna Emerîkayê û welatên Ereb dijîn.

Jimar Parçe Navend Desthilatdar Rûpîvan Şênî
1 Bakurê Kurdistanê Amed Tirkiye 250.000 20-30
2 Rojhilatê Kurdistanê Sine Îran 175.000 10-15
3 Başûrê Kurdistanê Hewlêr Iraq 98.000 7-8
4 Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Sûriye 28.000 3-4

Kurdistan, dikeve navbera hevrastên (paralel) 300 - 400 yên bakur. Her wiha, di navbera dirêjehêlên (merîdyen) 360 – 510 ên rojhilat de cih digire. Kurdistan, ji aliyê Îskenderûnê ve digihêje Deryaya Spî û ev der weke deriyê Kurdistanê yê ku vedibe deryayê ye. Kurdistan, ji bakur (Sêwas) heya başûr (Xoremebad) bi qasî 2.000 km ye.

Kurdistan, ji bakur ve cîranê Tirkiye, Ermenistan, Gurcistan û Naxcivan (Herêmekê nîv otonom a girêdayî Azerbaycanê ye). Ji rojava ve cîranê Tirkiye û Derya Spî ye. Ji rojhilat ve cîranê Îranê ye. Ji başûr ve jî cîranê Iraq û Sûriyeyê ye.

Rûerdê Kurdistanê jî, ne zêde bilind û ne zêde jî nizme. Xala herî bilind a Kurdistanê, Çiyayê Agirî ye. Lê bi awayê rûerd jî, herêma Serhedê pir bilinde û bilindiya wê jî, li derdora 2.000 m’yan e. Bajarên herî bilind ên Kurdistanê; bajarên Erzirûm û Erdexan in. Ji ber vê ye ku zivistanên herêma Serhedê pir dijwar û biberf derbaz dibin. Li herêmên başûr jî, bilindî ji 100 m’yan destpê dike û heya 700 m’yan dewam dike. Herêmên navîn jî, bilindahiya wan bi qasî 1.000 m’yane.

Çiyayê Agirî (Ararat, Glîdax); bilindahiya wê jî 5.165 m ye. Li Kurdistanê, serê çiyayan tim bi berfe. Kurdan çiya tim ji xwe re weke hêvî û palpiştekê dîtine. Di her demê de Kurdan hewara xwe gihandine çiyayan û li ser çiyayên xwe, li ber xwe dane. Vaye çiyayên Toros û Zagrosan, îro jî stargeh û hêlîna Kurdane. Gelê Kurdê ku di bin metirsiya qirkirin û bişavtinê de li çiyayên Toros û Zagrosan li ber xwe didin, şerê man û nemanê dimeşînin. Navê hin çiyayên Kurdistanê wihane: Sîpan, Cîlo, Cûdî, Herekol, Mûnzûr, Helgurd, Qendîl, Şaho, Tendûrek, Paltokan, Mercan, Nûrhaq, Kosedax, Qerejdax, Gabar, Heftanîn, Şekîf, Nemrûd, Çirav, Xerzan, Kato, Kêla Memê, Şengal, Qereçox, Wuşinrankêw, Kezwan û hwd.

Çiyayên Kurdistanê, hem ji bo gelê Kurd, hem jî ji bo gelên din xwedî girîngî ne. Çiyayên Kurdistanê yên weke Agirî, di Tewratê de hatiye behskirin. Di bûyera Tûfana Nûh de li Tewratê çar caran behsa Çiyayê Agirî hatiye kirin. Di beşên; 8-4, 19-37, 37-38 û 51-27 de tê behskirin. Her wiha Çiyayê Cûdî  jî, li ser bûyera Tûfana Nûh di Quranê de hatiye behskirin. Di Sureya Hûd (11-44) de behsa Çiyayê Cûdî hatiye kirin.

Li Kurdistanê, çemên Kurdistanê pêşengî ji şaristaniyê re kirine. Li Kurdistanê, çemên weke Dîjle (Ava Mezin), Firat (Ferat) û Aras (Erez) ji van çeman ên herî girîng in. Ji herêma ku dikeve navbera van her du çeman re “Mezopotamya” tê gotin. Peyva Mezopotamya, peyvekê yewnanî ye. Di Kurdî de em li şûna vê peyvê, peyva “Mezrabotan” bikar tînin. Li Kurdistanê, bi dehan çem, an jî robar hene. Weke ku em dizanin, di dîrokê de girîngiya van çeman pir e. Bajarên yekem ên weke; Ûr, Nînowa û Babîlê li derdora van çeman hatine avakirin. Ji Kurdistaniyan zêdetir, gelên cîran sûd ji van çeman wergirtine û bikar anîne. Bajarên dewletên cîran ên ji van çeman herî zêde sûd wergirtine, em dikarin bêjin: Heleb, Bexda, Kerbela, Babîl, Naxcivan, Dêrazor, Reqa û hwd. Li Kurdistanê, ji bajarên girîng û stratejîk ên ku li derdora van çeman hatine avakirin jî: Amed, Cizîrabotan, Dêrsim, Mûsil, Heskîf û hwd. in. Di cîhana ku em têde jiyan dikin, çavkaniya ava vexwarinê, tenê avên çeman in. Li gelek welatan jî, êdî avên vexwarinê zehmet peyda dibin.

  • Firat (Ferat): 2.800 km
  • Dîjle (Ava Mezin): 1.900 km
  • Aras (Erez): 1.072 km
  • Mûrad: 722 km
  • Mûnzûr: 144 km
  • Efrîn: 139 km
  • Botan: 268 km
  • Êlih (Batman): 170 km

Piraniya çemên Kurdistanê, milên çemên mezinin û robar, kanî û çemên din jî, diherikin ser çemên mezin, ên weke; Firat, Dîjle û Arasê. Hemû çemên Kurdistanê, têjaneya wan sê cihin. 1 – Kendava Farisan (Persan) yan jî Kendava Besrayê 2 – Deryaya Qezwîn (Hezar) 3 – Deryaya Spî

Li Kurdistanê, golên herî mezin Gola Ûrmiye, Gola Wanê û Gola Hezarê (Xezar) ye. Avên şêrîn ên golan, tê vexwarin û ji yên şor jî, xwê tê bidestxistin.

Ji ber ku Kurdistan, li ser xeta rêzeçiyayên Alp-Hîmalaya ye, rîska duyem li Kurdistanê heye û Kurdistan di pileya yekem de li ser xeta erdhejê ya li xeta Alp-Hîmalaya ye. Li Kurdistanê, Toros-Zagros berdewamiya çiyayên Alp-Hîmalaya ye. Ji ber vê sedemê ye ku li Kurdistanê, erdhejên pir mezin û bi ziyan hatine jiyankirin. Weke; erdhejên Erzingan, Licê, Wan û hwd.

Li Kurdistanê Gel û Kême Netew

Ji Aliyê Baweriyan Ve: Li gel van neteweyan Kurdistan, ji aliyê baweriyan ve jî pir dewlemend e. Li Kurdistanê, baweriyên cûr bi cûr hene û hin bawerî jî hene ku taybetin bi Kurdistanê ve. Li Kurdistanê, çawa ku gelek gelên cuda bicihûwar in, gelek olên cuda jî hene. Ji bilî Misilmantî, Êzidîtî, Şebekî, Elewîtî, Xiristiyantî, Cihûtî û çend olên din jî hene. Em dikarin baweriyan û cihê ku ew bawerî lê jiyan dikin, weke li jêr rêz bikin:
MISILMANTÎ: Piraniya Kurdan Misilman in, lê Kurdên ne Misilman jî hene. Kurdên ku bi Hewremanî, Kurmancî û Soranî diaxivin, bi piraniya xwe Sunî ne û ji mezhebe Şafiî ne. Li Başûrê Kurdistanê; herêmen Kirmanşan, Loristan û Hemedan Kurdên Şîa hene, ku bi Kelhûrî, yan jî Feylî diaxivin.

ELEWÎTÎ: Qasî 4-5 milyon Kurdên Elewî li Bakurê Kurdistanê; li herêmen Dêrsim, Mereş, Meletî, Erzingan, Sêwasê û hwd. dijîn hene.

YARSANÎ: Kurdên Yarsan, bi piraniya xwe Lekî û Hewramî diaxivin û li herêmen weke; Goran, Lekistan, Behdînan û Germiyan dijîn.

ŞEBEKÎ: Ola Kurdên Şebek, gelek nêzî Elewîtiyê ye. Şebek li herêma Behdînanê dijîn.

ÊZIDÎTÎ: Kurdên Êzîdî, bi piranî li Başûrê Kurdistanê; li herêmên Şengal, Şêxan û Mûsilê dijîn. Li Bakurê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî, hêjmareke biçûk ji Kurdên Êzîdî hene. Her wiha, hêjmareke biçûk li Ermenistan, Gurcistan û Rûsyayê dijîn.

XIRISTIYANTÎ: Xirîstiyantî, di nava Kurdan de pir kême. Belê gelek Ermenî û Suryanî, yên ku Xiristiyan in, li Kurdistanê dijîn.

BAHA’Î: Hinek Bahayî, li derdora Wirmê (Ûrmiyê) dijîn.

CIHÛTÎ (YAHÛDÎTÎ): Kurdên Cihû li Behdînan, Hamedan, Loristan, Kirmaşanê dijîn. Lê piraniya wan, piştî damezrandina dewleta Îsraîlê, çûn Îsraîlê û li wir jiyan dikin.

A - BAKURÊ KURDISTANÊ

Parçeyê Kurdistanê, ji aliyê rûpîvanê ve parçeyê herî mezine. Bakurê Kurdistanê, di roja me ya îro de di bin desthilatdariya Tirkiyeyê de ye. Rûpîvana wê, bi qasî 250 000 km2 e. Şêniya wê, di navbera 20-30 milyonî de ye. Ev beşa Kurdistanê, bi rêzeçiyayên Torosan ve dibe du parçe. Deştên bakur, bilintire ji çiyayên başûr. Parçeyekî pir dewlemend e. Gelê herêmê, bi çandinî û xwedîkirina lawiran ve debara xwe dikin. Li herêmên çiyayî, gelek lawirên dirinde hene ku li herêmên din tune ne. Li geliyê Mûnzûrê ku weke herêma sîtê hatiye ragihandin, gelek cûreyên şînatiyan hene ku li tu deverên cîhanê çênabin. Serkaniya her du çemên mezin; Dîjle û Firatê, li Bakurê Kurdistanê ye, bi dehan çemên biçûk re mezintir dibe. Li Bakurê Kurdistanê, bi giştî 25 bajar û 222 navçe û bi hezaran gund hene. Bakurê Kurdistanê, bi saya dîwarê çiyayên Torosan, du parçe ye û du avhewayan jiyan dike. Ba û germahiya sar a ji herêmên bakurê Torosan ve tê, li Torosan dikeve û derbazî aliyê başûrê Torosan nabe. Her wiha, bayên germ ên ji başûrê Torosan ve jî tê, bi heman awayî nikare derbazî aliyê bakurê Torosan bibe. Havînên herêma Serhedê kurt in, lê zivistanên herêma başûrê Torosan, bi taybet jî li herêmên Mêrdîn, Riha û Dîlokê bêbandor in. Qûntara çiyayên Kurdistanê, havînan pir hênik û xweş dibe.Ji ber vê yekê, gelê herêma Serhedê, havînan diçin zozanan û zivistanan jî vedigerin gundan.
Bajarên Bakurê Kurdistanê; Amed, Agirî, Bêdlîs, Colemêrg, Çewlik, Dêrsim, Dîlok, Erdexan, Erzirûm, Erzingan, Êlih, Îdir, Kilîs, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Qers, Riha, Semsûr, Sêwas, Sêrt, Şirnex, Xarpêt û Wan in.

B - ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Rojhilatê Kurdistanê, di roja me ya îro, di bin desthilatdariya dewleta dagirker a Komara Îslamî ya Îranê de ye. Rojhilatê Kurdistanê, bi rêzêçiyayên Zagrosan ve dibe du parçe. Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê ziman ve pir dewlemend e. Şopên çanda Kurdî ya herî kevin, li vê derê tên dîtin. Ji aliyê baweriyê ve jî, Rojhilatê Kurdistanê pir dewlemend e. Baweriyên ku li tu deverên Cîhanê tune ne, li vê beşa Kurdistanê tên dîtin. Zaravayên Kurmancî, Soranî, Hewramanî, Lorî, Lekî û Kelhorî, li vî parçeyî hene. Weke nimûneyeke biçûk a Kurdistanê ye. Hemû tiştên li parçeyên din, li vî parçeyî tên dîtin. Di roja me ya îro de şêniya Rojhilatê Kurdistanê, di navbera 10-15 milyonî de ye. Rûpîvana xaka Rojhilatê Kurdistanê jî, bi qasî 175.000 km2e. Li gorî pergala Îranê, bajar tune ne; herêm, ango eyalet hene. Bi giştî, 6 herêmên Kurdan hene. Lê ji derveyî herêmên Kurdan, nêzî 2 milyon Kurd li herêma Xoresanê jiyan dikin. Li paytexta Îranê Tehranê jî, gelek Kurd jiyan dikin.
Her wiha, li herêmên din ên Îranê jî, gelek Kurd jiyan dikin. Rojhilatê Kurdistanê jî, ji aliyê rêzeçiyayên Zagrosan ên ku ji bakur ve tên, dibe du parçe. Rojhilatê Kurdistanê, ji herêmên weke; Herêma Bakur, Mukriyan, Erdelan, Kirmanşah (Hewreman), Îlam, Lekistan, Goran û Xoresanê ve pêk tê. Parçeyê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê çand û baweriyê ve jî, xwe parastiye û li hemberî pergala faşîst a Îranê, tim doza azadiya Kurdistanê kiriye. Rojhilatê Kurdistanê, di gelek serhildan û tevgeran de rist lîstiye, heya pêşengên weke; Qazî Mihemed, Simkoyê Şikakî, Qasimlo, Şerefkendî û Ebû Muslimê Xoresanî ji Rojhilat derketine. Farisan, navê herêmên Rojhilat guhertine.
Bajarên Rojhilat; Ûrmiye, Sine, Hemedan, Kermanşah (Kirmanşan), Îlam û Xoremebad in.

 

C - BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Başûrê Kurdistanê, di roja me ya îro de di bin mêtingeriya Komara Erebî ya Iraqê de ye. Li vê beşa Kurdistanê, bi giştî 5 bajarên Kurdan hene. Hin navçeyên Kurdan jî hene ku bi bajarên Ereban ve hatine girêdan. Bajarên hene; Hewlêr, Dihok, Silêmanî, Kerkûk û Mûsil in. Wekî din, hin navçeyên din hene ku di roja me ya îro de girêdayî bajarên Ereban in. Weke Bedrê; girêdayî bajarê Wasit e. Xaneqîn, Mendelî û Kifrî jî; girêdayî bajarê Diyala ne. Tozxurmatû jî; girêdayî bajarê Selehedîn, ango Tikrîtê ye. Dewleta Ereb a faşîst û mêtinger, li Başûrê Kurdistanê li bajarên weke; Kerkûk, Mûsil, Xaneqîn, Şengal, Mexmûr, Bedrê û Mendeliyê, Erebên Sunî anîn li van deveran bicih kirin. Bi vî awayî, demografî û şêniya van deveran guhertin. Bi guhertina navê bajarên Kurdistanê re jî, xwestin ku hemû tiştên girêdayî Kurdan berevajî bikin û wan cihan weke bajar û warên Ereban bidin naskirin. Weke navê bajarê Kerkûkê guhertin û kirin At-Tamîm û gelek cihên din navê wan guhertin. Şêniya Başûrê Kurdistanê, bi giştî bi qasî 7-8 milyonî ye. Rûpîvana xaka başûr jî, 97.800 km2 e.
Bajarên Başûr; Hewlêr, Kerkûk, Dihok, Mûsil, Silêmanî, Xaneqîn û Helebçe ne.

Parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye û îro di bin desthilatdariya dewleta faşîst a Sûriyeyê de ye. Li bakurê Sûriyeyê cih digire. Rojavayê Kurdistanê, ne weke parçeyên din, hemû bi hev ve girêdayî ye. Sê parçeyên ji hev cuda ne û bajarên Ereban dikevin navbera bajarên Kurdan. Di roja me ya îro de Rojava, xwedî dewlemendiyên pir mezine, ku Sûriyeyê xwedî dike ye. Hem ji aliyê çandinî û lawirvaniyê, hem jî ji aliyê dewlemendiyên din ên weke petrol û kanzayî ve. Rojavayê Kurdistanê; weke parçeyekî, an jî berdewamiya Bakur tê pejirandin. An jî weke mînak, Efrîn weke navçeyeke Dîlokê tê pejirandin. Kobanê û Serêkaniyê, weke navçeyên Rihayê tên pejirandin. Kobanê û Pîrsûs, yek parçe ye. Serêkaniya Bakur û Serêkaniya Rojava jî, yek parçe ye. Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo û Tirbespiyê jî, weke navçeyên Mêrdînê ne. Dirbêsiyê, li biniya Qoserê ye. Jixwe, li beramberî Dirbêsiyê jî, Dirbêsiya Bakur heye. Lê weke gundekî ye. Amûdê, li biniya Mêrdinê bi xwe ye. Qamişlo û Nisêbîn jî, bi hev ve ne. Tirbespiyê, Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Dêrik, hinekî ji sînor dûr dikevin. Navenda Efrînê jî, ji sînor dûr e. Tirbespiyê, li beramberî Girê Mîra ya Nisêbînê ye. Girkê Legê jî, li beramberî Hezêxê ye. Dêrik jî, li beramberî Cizîra Botan e. Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Dêrik jî, weke navçeyên Cizîrê, an jî Şirnexê tên pejirandin. Her wiha, gundê Eyndîwarê, weke taxekî Cizîrê ye, bes Ava Mezin di nav re derbaz dibe. Sînorê di navbera Bakur û Rojava de li gorî xeta trênê ya di navbera Berlîn û Bexdayê de hatiye çêkirin û piştre jî weke sînor hatiye bikaranîn. Rejîma şoven a Sûriyeyê, ji bo ku Kurdên Bakur û Rojava ji hev qut bike û peywendiya di navbera wan de bibire, di sala 1974’an de li bajarê Reqayê li ser Çemê Firatê “Bendava Şoreşê” çêdike. Di encama vê de bi sed hezaran Ereb ên alîgirê rejîmê bêcih dimînin. Rejîmê jî, ji bo ku van Erebên xwe winda neke, ew li herêmên sînor ên di navbera Bakur û Rojava de bi cih kirine. Ji vê bûyerê re dibêjin; “Zinara Erebî” an jî “Kembera Erebî”. Ereb anîn û li cihê Kurdan bicih kirin. Kurdên wan herêman jî, li bajarên Ereban aware bûn. Li herêma Cizîrê, bi qasî 300.000 Kurd, bê nasname hatibûn hiştin. Weke ku ne hemwelatiyê Sûriyeyê ne, dihatin dîtin. Ji hemû kiryar û xizmetên dewletê, bêpar dihatin hiştin. Kurdan, nedikarîn tiştekî bi navê xwe çêkin. Kurdên Rojava, di bin sitemkariya rejima Sûriyeyê de gelek êş û azar kişandine. Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê avhewayê ve jî, weke du beş e. Yekem; avhewaya Herêma Efrînê, ya duyem; jî avhewaya Herêma Cizirê ye. Herêma Efrînê, hem nêzîkî Deryaya Spî ye û hem jî bi çiya ye. Ji ber vê yekê, ne zêde sar, ne jî zêde germe û bi şilî ye. Herêma Cizîrê jî, deşte û bê çiya ye, ji derveyî çiyayê Ebdulezîz yê başûrê Hesekê. Hewa germe, carinan baran dibare, lê îstisna barîna berfê jî tê dîtin. Di mehên herî sar de rewşa hewayê danakeve bin sifirê.

Rojavayê Kurdistanê, piranî li 3 bajaran kom bûne, yan jî herêmên Kurdan girêdayî sê bajarane.

  1. Hesekê (Herêma Cizîrê)
  2. Heleb (Berav)
  3. Reqa

Lê ji ber ku şêniya Kurdan li herêmên Girê Spî, Cerablus, Ezaz, Bab û Minbicê kêmê, ji ber vê sedemê, ne weke Kurdistanê ye. Şêniya Ereban, li van herêman zêdetire. Ji ber vê sedemê, em dibêjin Kurdistana Rojava sê parçe ye.

  • Herêma Efrînê
  • Herêma Kobanê
  • Herêma Cizîrê

Di roja me ya îro de li Rojava û tevahiya Sûriyeyê 3.5-4 milyon Kurd jiyan dikin. Rûpîvana xaka Rojava, bi wan navendên navbera herêmên Kurdan re jî, 29.000 km2 e. Ji derveyî Rojava, di hêjmareke berbiçav de Kurd li Şam, Ladqiye û bajarên din jî jiyan dikin. Di roja me de Kurd xwe li Rojava, bi awayê sê herêman û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê birêxistin dikin.