Diroka Perwerdeya Kurdistanê

Image removed.

“EZ JI WE RE NABÊJIM JI MIN BAWER BIKIN, EZ JI WE RE DIBÊJIM FÊRÎ LÊPIRSÎNKIRINÊ BIBIN”

Rastiya rastiyên civakî rastiyên ku hatine çêkirin in, mijareke ku zanyarên civakî tim û tim dubare dikine ye. Ev çêkirin bi destê mirovan hatine çêkirin. Ji tevahiya van çêkirinan re ÇAND tê gotin an jî ÇANDÊ pêk tînin. Mirov van rastiyên civakî yên di jiyanê de afirandî bi perwerdeyê pêş dixe û ji siberojê re, ji nifşên piştî xwe re radigihîne. Her wiha bi perwerdeyê ev afirandin têne komkirin û vediguherînin rastiyên nû. Rewşa ku jêre pêşketin tê gotin jî ev e. Wekî ku me diyarkirî motora pêşketinê perwerde ye. Tişta ku ji, “PERWERDE VEBERHÊNANA JI BO PÊŞEROJÊ TÊ KIRINE.” Armanca tê kirin jî tam ev e.

Nexwe wî demî pêwîste mirov bersivan ji pirsên weke perwerde çi ye, çima pêwîstî bi perwerdeyê tê dîtin, perwerdeyê meyleke dîrokî ya çawa şopandiye û hwd. bigere.

Eger em bi rastiya zanist bi têgihan tê çêkirin bikevin rê, em jî bi destgirtina etîmolojiya peyva perwerde destpê bikin. Peyva perwerde ji peyva “EDUCERE” ya Latînî tê. Peyva educere ji bo gihandin û xwedîkirina nebat, lawir û zarokan tê bikaranîn. Hemû çalakiyên derbarê xwedîkirin û gihandinê de dikevin nava mijara perwerdeyê. Di Tirkî de jî perwerde(eğitim) ji bo vegotina çalakiyên cuda tê bikaranîn. Di Tirkî de peyva perwerde ji koka lêkera tewandinê tê. Ev jî tê wateyên, tewandin, fêrkirin, girtina bin serweriya xwe, binxistin, şkandin û beralîkirinê. Dema ku beşdarbûna Tirkan a dîroka şaristaniya bi çîn jî di nav de bê hizirîn perwerde di wateyên weke tewandin, şkandin, fêrkirin, binxistin, xistina bin serweriyê de tê fêmkirin. Di zimanê Tirkî de perwerde bi wateyên xistina bin kontrolê û kolekirinê re hev wate ye. Îro jî biwêja, “Min dersa wî dayê” di wateyên lêdan, lêxistinê re tê bikaranîn. Di rastiyê de ev yek feraseta perwerdeyê ya şaristaniya bi çîn û dewletdar e. Di Erebî de perwerde di çalakiyên pir cuda de tê bikaranîn. Di Erebî de beramberê wê TEDRÎB e. Tedrîb jî tê wateya TERBIYE yê. Ango perwerde terbiye ye. Wateya perwerdeyê ya Kurdî jî PERWERDE ye. Perwerde ji koka per-wer-kirinê tê û tê wateya geşkirin, xweşkirin, xwedîkirin, fêrkirin, hînkirinê re hev wate ye. Wateya wê nêzîkê dema civaka xwezayî ye. Di aliyê civakê de ev wate hîn nêzîktirê rastiyê ye. Nexwe wî demî du wateyên etîmolojîk ên perwerdeyê hene. Dema ku wateya yekê şkandin, tewandin, fêrkirin, binxistin, xistina bin kontrolê û beralîkirine, ya din jî gihandin û terbiye kirine. Di aliyê civakê de wateya perwerdeyê ya rastî ya duyemîn e. Ango li ferd û civakê nêrîn, gihandin, terbiye û pîvan qezenckirin dibe.

Pirsa bingehîn a li vir, kî wê li civak û ferd binêre, bigihîne, pîvan û terbiyeyê bide, wê ev şêwedayîn çawa çêbibe? Bersiva van pirsan wê çawaniya perwerdeyê jî nîşan bidin. Di rastiyê de bersiva vê pirsê wê di heman demê de paradîgmaya ku nêrîngeha cîhanê ye jî diyar bike.

Paradîgmaya ku nêrîngeha jiyanê ye, di heman demê de nêzîkatiya li perwerdeyê jî diyar dike. Divê perwerde armanca jiyanê ya bibe azadîxwaz a dibe heqîqetê be, yan jî divê tewandin, şkandin, binxistin, xistina bin kontrolê ya tê wateya pêşxistina serdestiyê be. Di aliyê civaka demokratîk de armanca perwerdeyê gihiştina agahî û heqîqeta jiyanê ye. Di aliyê şaristaniya dewletdar û bi çîn de jî perwerde tehekum e. Ev ciyawaziyên di armancan de, di rêbazan de jî ciyawaziyan çêdike.

Piştî vê nirxandina giştî eger mirov li dîroka perwerdeyê binêre, mirov dikare şopên her du nêzîkatiyan jî bibîne. Em vê di destpêkê de bidin diyarkirin: dîroka perwerdeyê bi qasî dîroka mirovahiyê kevin e. Ji ber wê yekê dîroka perwerdeyê bi dîroka mirovahiyê bidin destpêkirin û gengaz e ku mirov pêşketinên erênî-nerênî yên di dîroka mirovahiyê de heyî di dîroka perwerdeyê de jî bibîne. Heyanî eger ku mirov hinekê pêşde biçe vedîtin û nîşaneyên zanistî yên ku di lawiran de pêvajoyeke perwerdeyê ya girêdayî ajoyên hindirîn didin nîşandan heye. Çûkek ji ferxika xwe re çawa fêrbûnê, mêşeke hingivîn ji ferxika xwe re çawa hingiv çêkirinê, seyê avî ji têjika xwe re çawa bend li pêşiya avê çêkirinê û hwd.. didin fêrkirin. Ev fêrbûn di lawiran de pir bi lez e. Wekî ku di mirovan de ne wisa bi lez e, di aliyê çawaniyê de jî cuda ye. Heya astekê mirov bi ajoyên xwe yên hindirîn, piştre jî bi aqlê xwe, xwe fêr dike. Ango mirov bi aqlê xwe ji zindiyên din cuda dibe. Lê aqil tenê cewher ango potansiyel e. Pêwîste vê potansiyel, cewherê bide xebitandin. Nexwe ti wate û girîngiya xwe namîne. Aqil jî potansiyeleke tenê bi rêya perwerdeyê aktîf dibe ye. Ev yek jî tenê bi rêya lêpirsînkirin, rexnekirin, vebijêrkên wê dîtin û ya herî di cih de ji nava van dîtin û bi guhertina wê gengaz e.

Mirovê ku weke cûreke cuda pêşketî li hemberî bûyer û diyardeyên li derdora xwe pir bi baldar nêzîk bûye, çavdêrî kiriye û encam jê derxistî ye. Pêwîstî bi çi dîtibe berê xwe daye wê û pêşketinên mezin bidest xistiye. Bi derbazbûna jiyana civakî re hîn zêdetir girîngî daye vê rewşê. Ev rewş jiyana wan hîn hêsantir kiriye. Bi civakîbûnê re hişê hevpar ango tişta ku jêre çand tê gotin pêk hatiye. Jin-dayîka ku civakîbûn avakirî ev hiş, çanda hevpar ji nifşên nû yên digihêjine re ragihandine. Di wateyekê de dayîk-jin mamosteya destpêkê ye. Lê belê jin-dayîk ev ragihandin ne ji bo ji nû de çêkirinê ji nifşên nû re ragihandiye, ji bo wan ji jiyanê re amade bike ragihandî ye. Nexwe her roj pirsgirêkeke nû, vedîtineke nû, pêşketineke nû tê jiyankirin. Dubarebûn ji van pirsgirêk, vedîtin û pêşketinan re nikarin bibin bersiv. Ji ber wê yekê ragihandin ne ji bo jiberkirin dayîna çêkirinê ye. Ango tenê zanyariyan nadin. Hewldidin ku jiyanê bi xwe bidin fêrkirin. Di çavkaniyekê de wiha tê nivîsandin ku Îmanûel Kant di dersek a xwe de ji xwendekarên xwe re wiha xîtab dike û dibêje; “HÛN Ê JI MIN NE HIZIRÊN AMADE FÊR BIBIN, HÛN Ê HIZIRÎNÊ FÊR BIBIN.” An jî gotina, “MASIYAN NEDIN TI KESÎ, MASÎ GIRTINÊ FÊRÎ WAN BIKIN” ji bo Mao tê gotin jî di heman şêweyê de ye. Di rastiyê de ev hizrên ku armanca bingehîn a perwerdeyê didin nîşandan îfadeya şêwaza jiyana civakî ya civaka xwezayî ye. Mekanên jin-dayîkê ku bi xwedîkirina nifşê nû, gihanin û terbiye kirina wan re pîroziyê qezenc dikin piştre dibin perestgeh. Peywira perestgehan di civaka xwezayî de ev e. Di heman demê de ev perestgeh di rewşa dibistanên demê de ye. Dubare bidin diyarkirin ku; armanca van perestgehan ne tenê zanyarî dayîne, armanca wan ferdan ji jiyanê re amade kirine. Dema ku M. A. Ferrîere digot, “DIBISTANÊN KU TENÊ ZANYARÎ DIDIN DIVÊ JI HOLÊ BÊNE RAKIRIN” bêyî ku di ferqê de be, rastiyeke heqîqetê vedibêje.

Bi şaristaniyê re, belavbûna çînan a civakê bandora xwe di perwerdeyê de jî dide nîşakirin. Ji bo hêzên dewletdar û bi çîn ên di dixwazin civakê bigirin bin tehekuma xwe de û hukm li ser wan bikin, perwerde amûra pêşwazîkirina pêwîstiyên xwe, gotinên xwe weke heyî ji kesên din re kopîkirinê ye. Ji ber ku taybetmendiyên weke, lêpirsînker, rexnegir, beramberker, di jiyanê de diceribîne, ji bo xwe bi tehlûke didîtin xwestine ku ji holê rakin. Li şûna vê jî sîstemeke jiberkirin û dubarekirinê ya lêpirsîn nake, rexne nake, wekî heyî qebûl dike, di jiyanê de nehatî ezmûnkirin û ceribandin ava kirine. Bi vî awayî mirov ji hizirînê qut dikin. Hizirînê tînin rewşa taybetmendiyeke wekî ku tenê ya mirovan e. Tişta ku dikeve ser milê mirovan jî gotinên xwedayan pêk anîne. Eger aqil jî bi hizirên xwedayan re biguncê wî demî bi qîmet dibe, nexwe ti qîmeteke ya aqil jî nîne, heyanî wekî ku ji rê derketiye tê cezakirin. Dîrok bi belgeyên vê re tijî ye. Bi vî awayî derizîna di civakê de bandora xwe li perwerdeyê jî dike. heya roja me ya îro jî hebûna xwe dide berdewamkirin.

Hêzên tehekumkar û çewsîner ên ku serdestiyê di destê xwe de digirin, tim modela perwerdeya duyemîn bingeh digirin. Ev hêzên tehekumkar mekanên pîroz û perestgehên ku rola dibistanên ferd ji bo civakê amadedikin vediguherînin zîgûratên ku lê burokratên xwe digihînin. Eger ku mirov bibêje sîstemên dibistanên îro bûne zîgûrat wê ne zêde be. Li beramberê vê civak jî dev ji perwerdeya ku hewldana xwe ji jiyanê re amadekirinê bernedane.

Nivîskarê pirtûka “DÎROK JI SUMERAN DESTPÊ DIKE” û yekem Sumerologê di cîhanê de Samûel Noah Kramer behsa dibistanan dike. Di tableteke ku hatî derxistin de wiha hatiye nivîsandin. “Min tabletên xwe jiber xwend, xwarina xwe xwar, tableta xwe ya nû amade kir, min ew bi nivîsê tijî kir û xilas kir; piştre ji min re jiberkirin û piştî nîvro jî xebata nivîsê hat nîşandan. Piştî dibistanê çûm malê, ketim hindir, min bavê xwe bi awayê rûniştî dît. Min behsa xebata xwe ya nivîsê kir, piştre min ji bavê xwe re behsa jiberkirina tableta xwe kir, bavê min jî keyfxweş bû… Dema sibehê zû rabûm min ji diya xwe re got ku: “Xwarina min bide min, divê ez biçim dibistanê.” Diya min ‘du nanên biçûk’ dan min û ez çûm dibistanê. Li dibistanê çavdêrê xizmetê ji min re got, ‘Çima tu dereng hatî?’ Di rewşeke tirsiyayî û bi awayekî ku dilê min lê dide de derketim pêşiya mamosteyê xwe, min xwe li pêşiya wî tewand û min ew silav kir.” Piştre derbarê sîstema perwerdeya Sumer de çavdêrî û rexneyên xwe dinivîse. “Dibistanên Sumeran ji dilkêşiyê dûr bûn. Bernameyên wan zehmet, rêbazên perwerdeyê jî çav ditirsand û disîplîna wê jî bêrehm bû. Eger xwendevan di firsenda destpêkê ya didîtin de ji dersan direvîn û rasterast ji rêya ‘rast’ qut bibin mirov wê çawa ji vê rewşê şaşwaz bibe? Vaye ev me dibe yekem bûyera sûcê ciwanan di dîrokê de hatî qeydkirin.

Di pedagojiya Sumeran de bi ti awayî karaktereke pêşxîner a ku mirov weke perwerde binav bike nîne. Di mijara disîplînê de şiv ne xweşbînî bûn. Wer xuyaye, mamoste ji bo ku xwendekarên xwe teşwîqê xebateke baş bikin, ji bo xeletî û kêmasiyên wan sererast bike pişta xwe didan qamçiyan. Jiyaneke xweş a xwendekaran nebû.”


Ev tablet û şîroveya şaristaniya Sumer a ji beriya 5000 hezar salan heyî bi gelek aliyên xwe ve hê jî hebûna xwe didomîne. Heman nivîskar di beşên pêş ên pirtûka xwe de wiha dewam dike. “Dibistanên Sumeran hîn zêdetir gihandina nivîsevanan armanc dike. Di van dibistanên ku tenê zarokên kur digihîne de xwendekar fêrî li ser tabletan nivîsandina mîxî nivîsînê dibin. Endamên perwerdeyê yên dibistanê ji mamosteyê ku jêre “bavê dibistanê” tê gotin, ji alîkarê mamoste yê ku jêre, “kek”, “erkdarê wêne”, “erkdarê Sumerî” û “erkdarê qamçî” pêk tê. Sîstema perwerdeyê ya dibistana ku nivîsandin û bikaranîna zimanê Sumerî fêr dike, gotinên zimanên xwe bi şêweyê peyvên di aliyê wateyê de bi hev ve girêdayî û komên biwêjan biref dikin û van bi xwendevanan didin jiberkirin, di rewşa rêbazeke ku xwe dispêre dubare, dubare kopyekirinê.”

Sîstema perwerdeya Sumer a ku bi şêweyê zêde kêrhatin, behremendî, xwestekên mirovan li ber çavan nagire, tenê bendewarî, daxwazên hêzên tehekumkar bicih tîne hatî bernamekirin, bi hinek guhertinên şêweyî heya roja me ya îro hatiye. Di paradîgmaya vê perwerdeyê de pêşxistina kêrhatinên mirovan ne zêde girîng e. Hêza xwe ya xeyalan derxistina holê dibe mijara henek pê kirinê. Ciyewazî nayên qebûlkirin, dubarebûn esas e. Rewşeke trajîkomîk e. Teoriyên Albert Einstein’ê ku bi hênceta bê aqile ji van dibistanan hatî avêtin di van dibistanan de weke materyalên perwerdeyê tê xwendin.

Di vê perwerdeya ku di dema Sumeran de anîne rewşa paradîgmayê de, doktrînên mamoste, dibistanê bingeh têne girtin. Ti roleke cidî ya xwendekar nîne. Wiha nêzîkatî li xwendekaran tê kirin; “EV WIHA YE, JI BER KU WIHA YE HÛN NEÇARIN KU FÊR BIBIN, ÇIMA HÛN FÊRÎ VAN DIBIN, HÛNÊ ÇAWA Û LI KÛ DERÊ BIKARBÎNIN JÎ QET PIRS NEKIN! Tê gotin ku ji vê re zanyariya mutlaq a ji xwendekaran re tê dayîn weke zanyariyên herî rast ku pêwîste neyê lêpirsînkirin, lêpirsînkirina wê mirov ber bi cihên şaş û ji rêderketinan ve dibe. Di rastiyê de vê yekê ji bo bi hêsanî rêvebirina civakê dikin. Ji ber ku mirovê lêpirsîn dike, pirsan dike bi hêsanî nayê rêvebirin. Lê belê di vê sîstema xwe dispêre dubare û jiberkirinê de, lêpirsînkirin, pirskirin tine, bi awayekî çavgirtî ji tiştên ku têne gotin re îtaet kirin heye. Ev sîstem ji îtaetê re vekirî ye. Ev rêbaz karê dibistan û mamosteyan pir hêsan dike. lîsteya tiştên ku divê bêne jiberkirin li dibistanan tê belavkirin, ji xwendevanan jiberkirina van dixwazin, yên nikarin jiberbikin jî têne cezakirin. Di rastiyê de ev şêweyê bingehîn ê ku desthilatdariya siyasî serî lê didine ye. Desthilatdar helbestên zagonan ên ku jêre dibêjin qanûn ku di rastiyê de xwestek û berjewendiyên xwe amade dikin û li ser civakê didin ferzkirin. Ji civakê pêkanîna van tê xwestin. Kesên ku pêknaynin jî ji aliyê leşker û polîsan ve têne tehdîtkirin an jî têne cezakirin. Vaye ev rêveberiya hêsan e.

Yunan û Romayiyan ev rêbaz pêk anîne. Weke mînak di dibistanên Roma û Yunanan de dersên mantiq hatine dayîn. Armanca van dersan, ne ji bo di xwendekaran de pêşxistina mantiqekî yan jî di jiyana wan a rojane de hêsankarî dayîna çêkirine. Tişta ku di dibistanên Yunanan de bingeh tê girtin, bi xurtkirina masûlkeyên mirovan re disîplîne kirine. Weke mînak werzîşvanekîî ji bo masûlkeyên xwe bihêz an jî disîplîne bike çawa perwerdeya laş pêk tîne, xwendekar jî dersa mantiq ji bo vê yekê didîtin. Ango ji bo xurtkirin û disîplînekirina zêhn dihat kirin.

Ev sîstema perwerdeyê jî hema hema di hemû olan de jî weke heyî hatiye girtin û pêkanîn. Li gorî van xweda tişta herî baş fikiriye, bi rêya wehiyan ji pêxemberên xwe re ragihandî ye. Pêxemberan jî ev yek bi rêya pirtûkên xwe ji cemaet, ummeta xwe re danezandine. Fikirîna tiştên ji derveyî vê guneh in, munafiqtî ye, zindiqtî ye, berdêla vê jî di dojehê de şewitîne. Jixwe girtina Gazalî ya deriyê îctîhadê jî ji vê rêûresmê tê. Eger aqlê mirovan ji tiştên ku xwedê û pêxember dibêjin bigire, baş e. Eger nagire ne tiştên ku Xwedê û pêxember dibêjin, aqil şaş e û aqil tê lêpirsînkirin. Rêya herî baş a zanîna perwerdeya baş û bi xêr a ku bi Kurdî jêre dibêjin zanista 12 ilimê bêyî şîrovekirin, lêpirsîninkirinê gotinên xwedê û pêxember jiberkirin, hefz kirine. Kesê ku jiberkirina herî baş dike, kesê herî baş e. Ev rewş pêşketinê disekinîne, aqil û lêpirsînkirinê disekinîne, dogmatîzmê kûrtir dike ye.

Her çiqas hewldane ku bi Ronesansê vê nêzîkatiya dogmatîk derbazbikin jî, burjuwaziya ku di demeke kurt de desthilatdarî xistî destê xwe de, ji bo xwe domdor bike, hemû mekanên perwerdeyê yên weke dibistan û zanîngehan bidest xistine, anîne rewşa propagandaya xwe bike. Bi vî awayî perwerde anîne rewşa çeka herî bihêz a di destê desthilatdariyê de. Perwerdeya ku di bin xizmeta netew-dewletê de bi desthilatdariyê re bûyî yek, ji exlaq û wijdan qut dibe. Vediguhere sîstemeke peywendiyên berjewendiyan pêş dixe. Mirov ne ji bo ji pêşketina civakî re têkariyan bikin, perwerde anîne rewşa hîn zêdetir kar bi destxistinê. Ango pîvana perwerdeyê, ji exlaq û wijdana civakê deketiye, veguheriye ka wê çiqas pere bîne. Dibe ku ev rewş di dîroka civakan de qirkirina herî mezin be. Bi navê perwerdeyê perwerde qetil kirine. Nirxandina J.J.Rousseau ya “ez zarokekê teslîmê we dikim. Ne ji bo bibe bijîşk, dozger, rahîb, ji bo bibe zilam ango bibe mirov teslîmê we dikim.” Dide nîşakirin ku ev tehlûke dîtiye. Destnîşankirina “heyanî dil neyê perwerdekirin, mejî nayê perwerdekirin” bal dikişîne ser vê rewşê. Ango perwerdeya di sîstemên şaristaniyê de perwerdeyeke jiberkirinê ya ku aqil û wijdanê ji hev cuda dike, berjewendiyê derdixe pêş, pragmatîst, ji ber ku pêşî li lêpirsîn û rexnekirinê digirin xuluqkariyê dikuje ye. Di perwerdeya hinek welatan de çend gavan li pêşbûna wan vê rastiyê naguherîne.

Di civaka demokratîk a li hemberî şaristaniya dewletdar û bi çîn berxwe didin, xwestine ku feraseta perwerdeya xwe pêş bixin. Ji ber ku di bin êrîşên hêzên şaristaniya dewletdar û bi çîn de dimînin, piranî caran li cihên veşartî, di binê erdê de yan jî li qadên zehmet de berdewam kirine. Di van perwerdeyan de armanca bingehîn dil û mejî bi hev re perwerdekirin û mirov ji bo civakê, pêşerojê amade kirine. Di vê wateyê de jiyan bi xwe dibe perwerde. “baş bihizire, xweşik bibêje, rast bike” a ku di ateşgedeyên Zerdeşt de tê fêrkirin pîvana bingehîn a perwerdeya civaka demokratîk e. Ev perwerde perwerdeyeke li gorî pêwîstiyên civakê şêwe digire ye. Çavkaniya xwe ji pêwîstiyên jiyanê digire. Lê li gorî feraseta perwerdeyê ya şaristaniya bi çîn û dewletdar ti girîngiya tu çi dibêjî, çi dixwazî, kêrhatinên te nîne, ya girîng xwesteka xwediyên desthilatdariyê ye.

Perwerdeya demokratîk bi qasî ku nayê daxistina nêzîkatîparêziyê berfireh e. Ya rastî feraseta perwerdeya demokratîk bi her qadên jiyanê ve eleqedar dibe. Di vê wateyê de divê di taybetmendiya jiyanê hêsantir dike, xweşik dike, biwate dike de be. Ji bo vê divê di şêwazeke bihizire, lêpirsîn bike, rexne bike, çareserî ji pirsgirêkan re bibîne û xuluqkariyê bingeh bigire de be. Heyanî divê di asta pêşî li derketina pirsgirêkan bigire, bi ziravî bibîne û tedbîrên xwe bigire de be. Sîstema perwerdeyê ya kêrhatin û jêhatin, asta fêmkirina wan, cudahiya pêşekiyên mirovan hesab dike perwerdeyeke demokratîk e. Nexwe taybetmendiya demokratîk a perwerdeyên bi reçeteyên hazir ji herkesî re tê dayîn lewaz e.

Rewşeke ku di perwerdeyê de pêwîste çi bê dayîn, pêwîste xwendekar çi bê zanîn û divê çi cûrên zanyariyan bê dayîn qet ne demokratîk e. Hêzên desthilatdar xwe bi xwe biryara pirsan didin û weke lîsteyekê diyar dikin û ji hemû mamosteyên pêkanîna van di dibistanê de tê xwestin. Di vê rewşê de xwendekar di rewşeke pir pasîf de ne. Jixwe desthilatdar avakirina civakeke pasîf armanc dike. Lê belê di feraseteke perwerdeyê ya civakeke demokratîk armanc dikin de ev tişt çênabin. Li şûna vê sîstemeke perwerdeyê ya xwendekar digire nava navenda xebatên perwerdeyê, peywendiya xwendekar û mamoste hatî derbazkirin, divê hêsanker an jî alîkar be. Li gorî Sokrat divê mamoste tenê rola pîrikê bilîze. Pêwîste mamoste ne ji bo xwendevanan bi xwe bide bawerkirin, ji bo aqilê wan bide şiyarkirin dersê bidin. Nirxandina Rêbertî ya “Di akademiyên min de têkiliya mamoste xwendekar tine” tam jî vê îfade dike. pêşketin û xurtbûna xwendekaran tenê bi vê sîstemê gengaz dibe. Pêşketina xwendekarê ku tenê guhdarî mamoste dike, lêpirsîn nake ne gengaz e. Şêx Bedredîn dibêje, “xwendekarê ku mamosteyê xwe derbaz neke tê wateya ku îxanet li zanistê kiriye.”

Ev rewşa derbarê perwerdeyê di dîrok an jî civaka Kurdistanê de dîtin gengaz e. Di van xakên ku derbazbûna jiyana civakî û navenda bingehîn a neolîtîkê ye de perwerde ji bo gihiştina wateya jiyanê û ji bo jiyanê re amadekirinê ji aliyê jin-dayîkê ve hatiye dayîn. Perestgehên jina xwedawend û îsterê mînakên vê ne. Lê dagirkirina Kurdistanê ji aliyê hêzên dewletdar û bi çîn ve ev yek hatiye guhertin. Tişta destpêkê ya ku piştî dagirkeriyên leşkerî kirine. Destdanîna ser van perestgehan û ji cewherê wan dûrxistin bûye. Mekanên pîroz ên dayîka xwedawend veguherindine cihên îdeolojiya xwe û bi vî awayî anîne rewşa xistina civakê. Vê rewşê civak xirab kiriye. Li hemberî vê Kurdan ji bo parastina xwe xwe kişandine çiyayên xwe yên asê, bilind û nagihêj. Tenê li van deran karîne hebûna xwe bidin berdewamkirin. Li van deran agirê ku sembola baweriya wane pêxistine. Zerdeşt ji van mekanên îbadetê re ateşgeh gotiye. Di van ateşgehên ku agirê pîroz lê tê dadan û xwedî rolê yekker de hinek sererastkirin lê çêkirine û anîne rewşa dibistanekê. Kesên ku dixwazin baweriya Zerdeştî fêrbibin û bibin pêkhênerê wî li vir dihatin perwerdekirin. Di van perwerdeyan de xwedê jî di nav de her tişt dihat lêpirsînkirin. Rêbertî di beşeke ji parêznameya xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de wiha dibêje, tê riwayetkirin ku dema ku roj bi hemû rohnîbûna xwe li çiyayên Zagrosan ê ku Zerdeşt pir pêve girêdayî bû de hil dibû dengekê dibihîze. Wiha ji wî dengî re diqîre. “Bibêje tu kî yî?” ev şîroveyeke ku wiha rastê xwedê tê û hesab dipirsin. Ez bi xwe jî di wê baweriyê de me ku rastî hesabpirkirinekê xweda-qralên Sumerî yên ku bi hezaran salan berê xwe dane azadiya gelên Zagrosê tê.” Li vir gotina baş bihizire, rast biaxive, xweşik bike weke destûra bingehîn hatiye girtin.

Piştî ku êrîş û talana Ereban a li ser Kurdistanê destpê dike, Kurd jî ketine nava têkşîna parastina hebûna xwe. Tebeqeya jor a Kurdan eslê xwe înkar kirine û wekî dijminê xwe lê hatine, tebeqeya gel a ku piraniyê pêktîne jî xwe dane cihên çiyayên bilind û asê xwe parastine. Elewîtiyê xwe di şêwazê Êzidîtiyê de daye berdewamkirin. Bisazîbûnên weke ocax, dergah û tekke berdewam kirine. Di van de bi rêûresma tesewufî ya ku pêşxistine re ne tenê zanyariyên olî, zanyariyên qewmî jî dane û ji civakê re dane amadekirin. Di ocax, dergah û tekkeyan de perwerdeyeke pir têr û tijî hatiye dayîn. Di van perwerdeyan de bal hatiye ser kişandina ser taybetmendiyên exlaqî yên ferd, xwestine ku ferdên bi exlaq bigihînin. Rêgeza, LI DESTÊ XWE, ZIMANÊ XWE, PIŞTA XWE MIQATE BE bingeh hatiye girtin. Di rastiyê de ev pratîkkirina rêgeza XWE NAS BIKE ye.

Kurdên ku li hemberî mekanên fermî yên hêzên serdest bi guman nêzîkbûne, dibe ku herî zêde perwerde li medreseyan hatiye kirin. Medrese tam bûne mekanên perwerde yê. Medreseyên ku di demên destpêkê de tenê wekî navendên perwerdeyên olî bûne, piştî salên 950’an de gelek zanistên din jî girtiye nava xwe û tam bûye komplekseke perwerdeyê. Di van mekanên perwerdeyê yên ku wêjeya bingehîn a zimanê kot bingeh dihat girtin de gelek hizirînerên Kurd ên mezin gihiştine. Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanê, Mela Goranî, Cegerxwîn û bi dehan rewşenbîrên Kurd li van mekanan gihiştine. Di medreseyên Kurdan de ref derbazkirin an jî di refê de mayîn tine ye. Li vir mijara ku li ser tê xebitîn derbarê wê de bûyîna xwe hizreke kûr bingeh tê girtin. Ji ber wê yekê hêza muhakemekirinê dide qezenckirin. Weke ku li cihên din heye, tenê bi jiberkirineke xwerû têr nabe. Her çiqas piştî ku medrese dikevin bin kontrola terîqeta Naqşîbendî de roleke nerênî lîstibe jî, di berdewamkirina hebûna xwe de roleke girîng lîstiye.

Weke encam tişta herî bingehîn a ku civakê bide berdewamkirin perwerde ye. Çawa em pêwîstiya biyolojîk a mirovan bi xwarin xwarinê pêşwazî dikin, pêwîstiya manewî jî tenê bi perwerdeyê pêşwazî dikin. Di vê wateyê de perwerde têrkirina ruh û manewiyatê ye. Tevî ku îro ev qasê saziyên perweredeyê hene, ev qasê mirov perwerdeyê dibînin û mîdeya wan tijiye jî valabûna manewiyat û birçîbûna ruhê wan ji nêz ve bi vê sîstemê re eleqedar e. Civakeke xwedî agahî lê bê wijdan û bê ruh tê pêkanîn. Amûra herî bingehîn a avakirina vê jî perwerde ye. Nexwe wê demê rêya avakirina civakeke bi wijdan, adil û demokratîk, bi pêşxistina feraseteke perwerdeyê ya bi beşdarbûna herkesî re gengaz e. Çawa ku pîvana demokrasiyê beşdarbûna gel e, pîvana perwerdeya demokratîk jî tevlîbûna civakê ye.