Analizên Rêberti

PERSPEKTÎFÊN RÊBERTÎ JIBO PERWERDE

Rêbazên ku ji bo dibistan û pergala perwerdehiyê tên bikaranîn, piranî jiberkirina jiyane bingeh digirin, bi vî awayî bi pergaldikin û bi rêvedibin. Zanîngeh, ne qadeke ku liser bingeha, heqîqet û pejirandina nasnameya civakî ye, berevajî wê bûye qada înkar û vederkirinê. Avanî û naveroka zanistê, bi navê obejêktîvîteya rastiya civakê ya dîrokî û civakî bûye bireser ji bo ku civak ji erkên xwe yên bikêr dûr bikevin. Bi taybetî, li ser vê mijarê disekinin û sazûman dikin. Ew sazgeriya ku li ser bingeha şaristaniya tund hatiye sazûmankirin, bi awayê rêzik û formên gerdûnî hatiye pêşkeşkirin.

Yek dikare hilweşandina perwerdehiya zimanê dayîk û xirabkirina nasnameyê sererast bike. Heya demekê bi alîkariya aboriya taybet ve yek dikare bi malbatên hejar re alîkar be û wan ji wê rewşê rizgar bike. Pêwîste perwedehiya fermî û ya zimanê zikmakî azad be. Di vê derbarê de ger dewlet alîkarî nede jî, pêwîste ji bo avakirina saziyên gel destketiyên wan ên cewherî, derbarê ziman û çandê de astengî çêneke. Mafê gel ên xwe bi tevgera hunera azad xwedî bike, nas bike.

Li ser zarokan jî, pergala perwerdehiyê ya ku xwe dispêre mezintirîn zext derewandinê tê avakirin. Hewl didin ku bi rêbazên cûr bi cûr re hê di dergûşe de bi pergalê ve werin girêdan. Ew gotina ku dibêje: Di heft saliya xwe de çi be, dê heftê saliya xwe de jî ew be. Vê rastiyê radixe berçavan. Wisa dikin ku nêzîkatiyên civaka xwezayî ya azad di xeyalan de bimîne û tu carî destûrnadin van xeyalên xwe jiyan bikin. Yek ji erka herî pîroz, xeyalên zarokan ên xwezayî dayîna jiyankirine.

Mijara ku nehatiye destgirtin, kolekirina jinê ya ku çavkaniya xwe ji civaka Sumeran digire ye. Ew giredana ku bi civaka hiyarerşiyê ve hatiye destpêkirin, di perestgehên rahîban de hatine derbazkirin, di kulubeyên zilam de hatine tepisandin û bi statuyeke herî giran ve hatiye temamkirin. Ji wê serdemê ta niha, bi wê statuyê ve hatiye destgirtin. Bi hemû hest, tevgerên wê û hêza wê ya fîkrî ve daxistine asta herî jêr û wêjeya ku çawa xizamtiya zilam bike, bûye mijara perwerde û bingeha exlaqê. Zilamê kole, piraniya xwe bi hêza xwe ya fîzîkî ve berhema zêde statu bi dest xistiye. Koletiya ku bi aboriyê ve hûnandine, derdikeve pêş. Jin bi her awayî: bedenî, rûhî û fikrî ve hatiye kolekirin. 

Demokrasî, pêwîstî bi kesên zana û jidil, kesên ku berjewêndiyên civakê, selametiya kesî di asta evîndarîye de digirin dest, heye. Ji partiyan wêdetir ên ku civakê zîndî û nûjên digirin, derbarê demokrasiyê de civakê perwerde dikin, civake teşwîqî hişyariye dikin, heye. Tenê bi hin sazî û rêgezan ve demokrasî nayê birêvebirin. Demokrasî, diyardeyeke zindî ye ku weke nebata ku tîmî pêwîstî bi avdanê (perwerde) dibîne. Ger ji aliye zarokên xwe yên evîndar vê neyên tîmarkirin, hişk dibe. Wê demê pûçbûn û xwejibîrkirin pêşdikeve, dibe amûr û dikeve bin xizmeta pêşketinên dij-demokratîk.

Di têkoşîna civaka demokratîk de pêwîste nêzîkatiyekê taybet ji bo ciwanan hebe. Dema ku ciwan ber bi civakî bûnê vê diçin, bi pir kemînan re rû bi rû dimînin. Ji aliyekî ve civaka ku bi kevneşopiya baviksalarî ve hatiyê hûnandin, ji aliyê din ve jî di bin bandora pergala bîrdozî ya fermî de li hev gêjbûnekê jiyan dikin. Ji ber ku ciwan xwedî hêzeke dînamîk in, timî ji nûbûnê re vekirîne. Ciwan, li hemberî bûyerên diqewime, ne pijyayîne. Civaka ku di bin bandora pîran de hatiyê sazûmankirin, ji bo ciwanan çi hatiye fesilandin; nizanin, keşif nekirine û ji vê jî dûr in. Lî hemberî civaka sermayedar (kapîtalîst) a hişbir û bi dekûdolaban ve dagirtiye, nikare henase jî bigire. Ev rastî, dibe sedem ku ji ciwanan re nêzîkatiyekê taybet were nîşandan. Ji bo ku ji xefikên hene werin dûrxistin, pêwîstî pê heye ku li gorî cewherê ciwantiyê perwerdeyên civakî werin dayîn. Ji bo perwerdeya ciwanan pir kar, ked û sebr tê xwestin. Yek dikare bi dînamîk û hêza ciwanan ve destanan binivîse. Dema ku armanc û rêbaz baş hat fêmkirin, wê demê karekî ku nikaribe bi ser bixe, nîne. Dema ku li ser bingeha armanc û bi rêbaz jiyan hat dîsîplînekirin, bi vî awayî hat dîtîn û seferber bû, sebr û rika heye, kêm neke, wê demê dikarin tevkariya doza herî dîrokî pêkbînin.

Kevneşopiya tund a xwedîkirina civakê, yekîneya herî jêr malbate. Malbat nikare henase bistîne. Bi taybetî, li ser jinê şerê herî mezin tê meşandin. Şaneyekê wê nine ku li hemberî tundiyê nerecife. Zarok jî, heman rewşê jiyan dikin. Bingeha rêbaza perwerdeyê tundî ye. Diyare ku zarokên bi tundiyê ve hatine terbiyekirin, dema ku mezin jî dibin, ji wan heman tişt tê hêvîkirin. Desthilatdariya xwe li ser tundiyê avadikin, vê jî weke xurûrekê ji xwe re dibînin û kêfa wan pir jê re tê. Pêwîste di civakê de hestên ku xwe dispêre tundî û desthilatiyê weke nexweşiyên herî xeter bê dîtin û pênasekirin, lê mixabin berevajî vê, weke hestên herî pîroz û bikeyf tê ragihandin. Diyardeya ku herî zêde were neletkirin; hatiye mezinkirin, pîrozkirin û weke dilpakî (erdem) hatiye pêşkeşkirin.

Civaka Rojhilata Navîn pirsgirekên xwe yên perwerdeyê hene. Ji bo ku ji tundiye were dûrxistin, pêwîstî bi perwerdeyeke berfireh heye. Pêwîstî bi baweriya hêza watedayînê heye. Tundî tenê di demên pêwîst û encamgir de ji bo serfkeftinê bingeh e. Tundî ne tene şer, şoreş, dij-şoreş e, pêwîste li gorî her qadê tundî bi berfirehî were nirxandin, dema ku li dijî wê derketin çêdibe, bi destxistina encamên baş û li gorî wê tundî  pêşxistin û pêkanîn, karekî pisporiyê ye. Civaka ku bi hezarê salan kevneşopiya tundiyê ve hatiye pijandin, ji nû ve zîndîkirina civakê, ji derveyî erka dapîrtiya neçarî û pêwîst, bi çi awayî bawerî bi tundiyê nebe. Diyalog û cihdayîna hêza rêxistinî, derketina ji kaose weke rêbazeke dahûrandin û hizirînê were desgirtin û pêkanîn.

Dewleteke weke Îranê ku xwedî hêz û ceribandinan e; perwerde, hîndekarî, moda, siyaset, dîplomasî, huner û serweriya ku li ser zanista heye, li ser zimanê Farisî jî bandora xwe çêkiriye. Nîv bi nîv dagirkeriya Erebî bandora xwe li ser dide çêkirin. Hemû Rojhilata Navîn nav û nasnavên Erebî li xwe dikin.

Ji xwe kesayeta Kurdan bi sedê salan bi navê Îslambûyînê, di nava cehaletê de digindire. Bi dîmênen ola hemdem a nîjadperestiya Tirkbûyîne re xirabûna kesayetê kurtirdikir. Di temenên gihiştî de Îslambûyîn, Tirkbûyîn dibe ku were fêhmkirin. Dibe ku pêwîstiyên civakî yên hevgirtinên bi vî awayî watedar be. Lê belê Îslamiyeta bi îbadetên rojane û Tirkîtî, negengaze ku ji rêze ve werin destgirtin û bibe mijara perwerdeya hemdem.

Dewletbûyîn û nexweşiya desthilatdarî, bingeha xwe bi taybetî ji civaka paşverû digire. Keseyatên ku di perwerdehiya zanistên civakî de derbasnebûbe, di wan de desthilatdariyeke pir xeter dide avakirin. Ji bo ku xwe ji aliyê desthilatdariyê ve têr bike, hewldide ku pirsgireka herî biçuk jî, bi çekê çareser bike. Ev rastî, di kesayetên paşverû de zêdetir derdikeve holê. Bi taybetî, di vê pêvajoyê de kesayetên hov çêdibin.

Dema Sumeriyan a herî bi heybet, herî dawî li bajarê çandê Nîpûrê hatiyê jiyankirin. Mirov dikare bêje ku perwerdeya akademîk yekem car li vir hatiye dîtîn. Dibêtiyeke mezin,  piştî ku ji aliyê Akadan ve tê hilweşandin, şaristanî bi piranî ziman û çanda Akadan digire nava xwe. Bilindbûna bajêre Babîlê, mirov dikare weke destpêka dema şaristaniyeke nû bigire dest.

Şaristaniya Yewnan, piraniya hêmanên xwe ji çanda Med û Persan wergirtiye. Jihevqetîna Rojhilat û Rojava, di vê demê de derdikeve pêş. Di navbera wan de hevkariyeke zêde heye. Pir kesên Yewnanî, di qesrên Persan de erk digirin, bi hezaran leşkerên bi pere cih dibin. Berhevkirinên dewlemend û desthilatdariya wan a du sed salî ya li ser qada Egeyê bû sedem ku Yewnanî li hemberî Persan di asta hêrs de li dijî wan liv û tevgerekê pêşbixin.  Ji bo ku desthilatiya Persan bişikînin û dewlemendiya wan desteser bikin, ev tevger anîn asta armanceke nijadî. Weke Herkûlê nû, derketina Îskender ne jixweber e.  Îskenderê ku ji vê rewşê para xwe werdigire, di perwerdeya Arîsto re derbaz dibe. Li hemberî çewisandin û li dij derketina pirsgirêkan tevlîheviyan heye, li ser felsefeya Yewnan bandoreke xwe daye çekirin. Jixwe bandorbûyîna ji mîtolojiyê pir zêde ye. Ango çandeke berxwedaniyê dane avakirin. Mirov dikare bêje ku sepandinên ku Medan li ser Asûriyan daye meşandin, heman tişt Yewnanan jî li ser Persan pêk anîne. Îskenderê ku bi eslê xwe ve Makedonî ye, lê zarokê çanda Yewnan, împaratoriya Persan weke qesreke ku ji qaxezan çêbûye, hilweşand. Bi vî awayî, parçekirina împaratoriya Persan bingeha xwe ji çanda berxwedaniya sedê salan digire. Raveya senteza felsefeya ronakbîrî û qêbîleya azad a Makedonî  dike.

Perwerde, ji dibistana seretayî destpêdike ta zanîngehê, hedefa wan ji bo ku mirov bike hemwelatiyê saziya nûjêntiyê ya herî bibandor. Di vê mijarêde bi saziyên leşkerî re di nava pêşbirkê de ye. Guherîn, veguherîn û pêşketinên ku di civaka dîrokî de berdewam dike û nirxên ku dane avakirin, destpêkê di parzûna olperestiyê, piştre jî ya nîjadperestiyê re derbaz dike û di nava bîrdoziya fermî de dihelîne û distirîne. Armanca van saziyan, afirandina hemwelatiyên herî gêj û bêfehm e. Di vê derbarê de feqîtî, skolastîk serdema navîn pir pir bi şûn xwe ve hiştiye.

Yek dikare bêje ku perwerde, ezmûn û ceribandinên civakê, bi awayekî zanistî, teorî û pratîkî ji endamên xwe re bi taybetî ciwanên xwe re dane pejirandineCivakîbûna zarokan, bi bandora perwerdeya civakê ve pêk tê. Perwerdekirina zarokan, ne erka dewlet û desthilatdariyê, erka civakê bi xwe ye. Ji ber ku zarok û ciwan, ên civakên e. Hem weke erkekê hem jî weke maf, zarok û ciwanan bi kevnoşopiyên xwe û li gorî taybetmêndiyên civaka xwezayî perwerdekirin û veguhertina cewherê xwe, mijareke jiyanî ye, pirsgireka xwe domandinê ye. Ti civak, mafê sedema hebûna xwe û ji bo vê erka perwerdeya ciwanên xwe, bi ti hêzê re parve nake, vî maf û erka xwe dewrî hêzeke din nake. Ger mijara gotinê dewlet û desthhilatdariyên cuda jî be, van maf û erkan dewr nake. Berovajî vê, wê xwe radestkirina yekdestiya desthilatdaran were hesibandin. Pîrozbûna mafê perwerdeyê, çavkaniya xwe ji hebûnê digire. Di serî de dayîk-bav ti hêz nabe ku bi qasî civakê nêzî zarok û ciwanên xwe be, pêwîstî jî pê tune ye ku bi qasî wan nêz bin.

Di dirêjahiya dîrokê de çalakiya şaristaniyê ya herî mezin a li hemberî civakê; civak ji zarok û ciwanan bêpar hiştin e. Şaristaniya dewletî van çalakiyên xwe bi du rêbazan pêktîne: Yan mezinên wan ji holê radike, zarok û ciwanên wan dike kole, yan jî ji bo ku di qada desthilatdariya xwe de wan bikarbîne, qaşo ji bo armanca perwerdekirine digire. Yek ji armanca şer a herî grîng, nirxên civakê yên giranbuha zarok û ciwanan, bi rê û rêbazan helandine, bi riya avakirina ocaxên bişavtinê. Çawa ku bingeha burokrasiya destpêkê wisa destpêkiriyê, dîroka şaristaniyê jî, bi vê rêbazê hem lewazkirina civakê hem jî avakirina çalakiya amûrên burokrasiyê ye. Li hemberî civakê; civakekê din avakirin, li hemberî civaka xwezayî; avakirina civaka dewletî û desthilatiyê ye. Ew zarok û ciwanên ku ji rastiya civaka xwe hatine dûrxistin, fêrî dîrokekê ku ji ziman û çanda wan pir cuda tê afirandin. Di vê perwerdeyê de armanca bingehîn, biyanîkirina ji cewherê xwe ye. Hem ji aliyê bîrdozî, hem ji aliyê darîngî ve nasnameyeke dewletî didin qazenckirin. Bi vî awayî, jiyana bê desthilatdarî, tînin rewşeke ku ne gengaz e. Dewlet û desthilatî, ji bo xwe tenê vê derbazdar dibînin. Beşa ku ji cewherê xwe hatine dûrxistin, xwe desthilat û dewlet dibînîn. Bi vî awayî, sekneke dijberî civaka xwezayî derdikeve holê. Carinan civaka dewletî û civaka xwezayî wekhev tê destgirtin. Ev, şaş û bi nakok e. Dîroka şaristaniyê, li ser van nakokiyan hatiye avakirin. Sedema ku perwerde ji aliyê desthilatiyê ve hatiye desteserkirin, bingeha xwe ji vê rastiya dîrokî digire. Jixwe, erka perwerdekirina gel, ne xema wan e. Sermayedar, karkerên xwe çiqas perwerde kiribe, desthilatî jî hukûmetên xwe bi vê ferasetê karkerên-xulamên xwe perwerde dike. Nave vê dîplomasî jî be, ji jêr heya jor endamên xwe weke kole perwerde dikin.

Bi taybetî, desthilatdariya netew-dewletê, yekdestiya xwe li ser hemû zarok û ciwanên civakê bi riya perwerdeyê ve dihûnin. Feraseta wan a huner û dîrokê, kesayetên ku zêhniyeta wan bi ol û felsefeyê ve hatiye strandin, êdî ne ayidî malbata xwe ya berê ne, dibin zarok û malê xwediyên desthilatiyê. Biyanîbûna mezin, bi vî awayî tê sazûmankirin. Ji aliyê perwerdehiyê ve çîna ku herî zêde bandor û yekdestiya xwe li ser civakê daye avakirin, çîna bûrjuwaziyê ye. Dibistanên seretayî û navîn neçar dikin, jiyên ku dixwazin ji xwe re karekî peyda bikin re jî, bawernameya zanîngehê tînin bîra wan, bi vî awayî li ser ciwanên civakê pêvajoya kemîna ji xwe dûrketin, girêdan û ketina hundirê qafesê weke neçariyekê disepînin. Metîngehkirina civakê; bi zordarî, hêza darîngî û perwerdeyê, weke çeka herî hêzdar tê bikaranîn.

Mirov dikare bêje ku bi vî awayî di dîroka şaristaniye de civakê derbeya herî mezin bi navê perwerdeyê, ji şerê dewlet û desthilatiyê xwariye. Pêkanîna mafê perwerdeya civakan, mafê herî zehmet e.

Li hemberî netew-dewlet û yekdestiya aborî ya herî mezin, ji bo ku civak karibe hebûna xwe bixe bin ewlehiyê, ketiye pêvajoyeke herî zehmet. Serweriya bîrdozî, bi şoreşa ragihandinê re li ser hemû civakê şerê medyayê ku dide meşandin, metîngeriya xwe bi qasî aliyê leşkerî û aborî, heta mirov dikare bêje ku ji wan rêbazan zêdetir û veşartî bi rêve dibe. Bi van rêbazên xwe ve serkeftîtir dibe û metîngeriyeke nû li ser çandê dide rêvebirin. Ji bo ku civak, xwe ji vê fetihkirina çand û metîngeriyê rizgar bike, pêwîste bi amûrên herî bingehîn çanda cewherî û polîtîkayê, têkoşîn were meşandin, riya rizgarî û azadiyê ev e. Civaka ku ciwanên xwe windakiriye yan jî ciwanên ku civaka xwe windakiriye, ji derveyî binketinê wêdetir, mafe xwe yê hebûne nîne, tê wetaya ku li wan xiyanet kiriye. Di encamê de pûçbûn, belavbûn û ji holê rabûn e. Li hemberî vê rastiyê, erkên civakê yên bingehîn, amûrên hebûnê yên bingehîn avakirina saziyên xwe yên perwerdeyê ye. Weke naverok, şîrovekirinên zanistî, felsefeyî, hunerî û ziman ji çekera zanîst û desthilatiyê were cudakirin. Ev jî, tê wateya biserxistina şoreşa wateyê ye. Berovajî vê, ne gengaz e ku tevna civakî ya exlaqî û polîtîk pêk were.

Di cewher de ji bo ku pirsgirêka perwerdeyê çareser bibe, pêwîste saziyên civaka exlaqî û polîtîk werin avakirin. Erka polîtîka û exlaqê, pêkanîna perwerdeya civakê ye. Civaka ku xwe perwerde neke, derfetên avakirina saziyên cewherî yên exlaqî û polîtîk ji holê radibe û nikare xwe li ser piyan bigire. Civakeke bi vî awayî, timî di bin xeteriyê de ye û nikare xwe ji pûçbûn û belavbûnê rizgar bike.   

Nûjêntiya sermayedar, ji bo ku tenduristî û perwerdeyê bi netew-dewletê ve bike, jiyanî digire dest. Dixwaze van her du qadan bixe bin serweriya xwe. Ji ber ku tenduristî û pêşketina ronakbîrî, ji bo hebûna civakê mijarên bingehîn in. Heya ku van her du qadan negire bin desthilatdariya xwe û li ser van qadan yekdestiya xwe ava neke, ne gengaz e ku bi awayeke giştî serweriya xwe bide meşandin. Dizane ku bi mîlîtarîzma vekirî, nikare bi zorê civakê bike milke xwe. Desthilatdariya li ser perwerde û tenduristiyê, ji bo yekdestiyê girîngiyeke xwe ya awarte heye.

Ji aliyê etîk (teoriya exlaq) û estetîkê (teoriya xweşikbûnê) ve berpirsiyariyên jinan zêdetir in. Perwerdekirina mirov aliyên wê yên baş û nebaş, girîngiya jiyan û aştiyê, xirabî û hovîtiya şer, nirxandina pîvanên dadî û mafdarî, diyarkirin û biryarkirina wan, ji bo civaka exlaqî û polîtîk jin zêdetir dikare bi berpirsiyarî û rasteqînî nêz bibe. Ji ber ku xwezaya jinê van taybetmendiyan di nava xwe de dihewîne. Bê gûman, ez qala jina ku bûye siha zilam nakim. Jina ku azadî, wekhevî û demokratîkbûyînê fêhm kiriye, dikim.

Saziyên siyasî, akademî û çandî dikare van erkan bigire ser milên xwe. Ji bo pêwîstiyên ji nû ve avakirinê, yekeyên civaka exlaqî û polîtîk werin pêşwazîkirin, akademî dikarin ji aliyên rewşenbîrî (entelektuel) û zanistî ve bi wan re alîkar bin. Cihê ku saziyên fermî û yekdestî ji xwe re mînak bigirin, derketinên resen bidin çekirin, guncawtir e. Lasayîkirina saziyên nûjentiyê, dibe ku encamên neserkeftî bi xwe re bîne. Pêwîste xweser û demokratîk bin, bername û kadroyên xwe bidin avakirin, xwendekar û mamosteyên ku hene jidil û bi xwestek bin. Pergaleke wisa were avakirin ku mamoste di heman demê de xwendekar, xwendekar jî di heman demê de mamosteyî bikin. Ji şivanê sere çiya, ta pisporek xwedî angaşt û herkesê ku xwedî angaşt karibe tevlîbûna xwe bide çêkirin.  Akademiyên jinan jî, di heman çarçoveyê de li gorî rastiya jinê aliyên zanistî derxistina pêş, dibe ku guncawtir be. Ji bo ku tenê teorîk nemînin, pêwîste ji aliyê çalakbûnê ve jî tevlîbûna xwe bidin çêkirin. Di sazîkirin û bikaranînên akademiyan de pêwîstiyên pratîkî li berçavan werin girtin û li gorî vê werin sazûmankirin. Di dîrokê de mînakên bi vî awayî (li ser lûtkeyên çiyayan agirgehên Zerdeşt, bexçeyên Eflatûn û Arîsto, peyaderên kolanan ên Sokrates û Stoayî, dêrên serdema navîn û dergeh) xwerû û jidil hatine avakirin. Mirov dikare ji çiyayan bigire ta kolanên taxan, mekan were hilbijartin. Bê guman, pêwîste avahiyên ku di bin nîşana mezinbûna desthilatiyê de, neyên hilbijartin.  Di dêr û dibistanên medenî de pêvajoyên perwerdeyê, li gorî rewşa endamên ku tevlî dibin û tevlîbûna xwendekaran dikare were diyarkirin. Pêwîst nake ku weke saziyên fermî, demên teqez werin diyarkirin. Bêguman, bê rêzik û destûr jî nabe. Teqez pêwîstî bi rêzikên exlaqî-etîk û estetîkê hene.   

Tê zanîn ku di hin beşên Zîgûratan de jinan weke tiştekî evîniyê rista xwe lîstiye. Bi ser de jî ji bo keçên malbatên herî başbûyîna weke nesneyeke evînê, payeya rûmetê dihilgire. Keçên hatine hilbijartin û yên taybet, derbazî wan deran dikirin. Di sazûmaniya rahîban de pêşkeşkirina jinê, heybetdar e. Di Zîgûratan de bi sazûmaniya qesran a hemû şêwazên perwerdeyêyên xweşîbûnê re derbaz dibûn. Jin, di hin pîrozbahiyan de (huner û muzîk) gihiştine asta pisporî ye. Zilamên hilbijêr  ên ku ji qadên derdorê dihatin, di perestgehan de ji wan re jin dihatin pêşkeşkirin. Dema ku bi hin kesan re lihevhatinek hatibûya çêkirin, bi wan re dihatin zewicandin. Rêbazên bi vî awayî, hem deramet hem jî bendêra parezgahan zêde dikir. Zilamek, ji bo ku jinekê ji perestgehê bigire, pêwîste ji malbateke baş û xwedî nirx bûya. Her wiha, ji ber ku ev jin di perwerdeyên perestgehê re derbaz bûne, ji bo xwe bi civaka nû-dewletî girêbidin, di nava qebîleyên nû de nûnertiya piroztiyên perestgehan dikirin. Bi awayeke din, jin ji bo civaka rahîban-dewleta nû, rewşa sîxurtiyê jiyan dikin. Di serî de Îsraîl, hê jî di pir dewletan de ev rêbaz tê bikaranîn. Bi vê şêwazê, hunera kolekirina jinê  prototîpa karxaneyan e. Ew xwedawenda ku di perestgehan de pîroz û jina evînê bû, wê veguhere jina karxaneyan a  bêçare û ya ku xwe bazar dike û di rewşa herî xerab de ye.  Civaka Sumeriyan ji ber vê rewşê, dibe xwediyê anûr, an jî bê anûriya destpêkê.

Bêrûmetkirina jinê, ne wekhevî, bêperwerdebûna zarokan, şerê nav malbatî û pirsgirêka namûsê. Ev hemû, bingeha xwe ji malbatperestiyê werdigirin. Pirsgirêkên  desthilatî û dewletê,  weke maketeke  di nava malbatê de hatiye avakirin. Ji bo ku desthilatî-dewlet-çîn û civak were fêhmkirin, pêwîste malbat baş were dahûrandin.

Nûjêntî, ji bo avakirina netewekirinê, perwerde ye weke, amûreke herî bingehîn bikar tine. Lê belê netewên serdest, bi pergala perwerdeyê re ji bo ku Kurdan ji dîrok û nasnameyên wan ên civakî dûrbixin, hîn di dibistana dayîkê de perwerdeya mandelekirinê didin destpêkirin. Armanca perwerdeyê, avakirina civakîbûyînê ye. Lê ji bo ku Kurd ji nasnameya xwe ya cewherî û civakîbûyîna xwe dûrbikeve, hêzên desthilatdar perwerdeyê weke amûrekê li hemberî Kurdan bikar tinin. Perwerdeya zimanê dayîkê, di pir parçeyan de hatiye qedexekirin û li cihê wê zimanê netewên serdest tên bicihkirin; li şûna ku zimanê dayîkê ji bo civakîbûnê were pêkanîn, berovajî wê dibe hincetek ku ji civakîbûna xwe bireve. Li şûna ku çand û Kurdewariya xwe bigihîne hişmendiya xwe, anîne rewşa nîşaneya radestbûna çanda netewa serdestan.

Di jiyana civakî ya nûjentiyê de pergala perwerdeyê ya dij-civakîbûnê, bi gihandina kesayetên ezezî re hatiye erkdarkirin. Hem jiyana ezezî ya liberal, hem jiyana hemwelatiyên netewa dewletê, li gorî pêwîstiyên kapîtalîzmê tê sazûmankirin û pêkanîn. Bi vê armancê, mezintirin pîşesaziyên sektorên perwerdeyê hatine avakirin. Tekakes, di van sektoran de 24 demjimêran hem ruhî hem jî zêhnî di bin bombebaranê de û bi vî awayî hebûneke dij-civakî didin afirandin. Ev kes, ji exlaq û polîtîkbûnê tên dûrxistin. Takekes anîna asta kesên ku şelafiya desthilatiyê dikin, ên li pey mesrefên rojane dikevin, perexwer, beredayî û neteweperst. Bi riya kesayetên bi vî awayî, xwezaya civakî ji kok ve tê xirabkirin. Nûjentiya sermayedar, perwerdeyê ne ji bo sazûmankirineke bi tenduristî bikartîne, ji bo hilweşandina civakê bikar tîne. Derbarê jiyana civakî de dahûrandinên ku werin pêşxistin, gihiştiyê sînorên “An Civak, An Nebûn” e.