NÊRÎNEK LI SER PERWERDÊ

Komîteya Perwerdê ya KCK'ê

Mirov wek hebûnekî çandî û civakî di buyîna hêman, hilgir û vegûhezê nirxên civakî de,  ango di kirde an di heyber bûna wê de perwerde xwedî ristekî sereke ye; di avabûna nêrîna cîhanbînî û qezenckirina yetkînlîkê de ristekî bingehîn digre. Pêşketin û cihêrengiyên bê hempa a ji mirovê destpêk heya roja îro, hertim bi vegûhestina nifşên li pey xwe û di bingeha li ser yên heyî bi zêdekirina tiştên nû pêkan buye. 

Tê zanîn ku wek endamekî civakê ji çêbûna xwe û heya temenekî diyar pêvajoyekî xwezayî ya perwerdeya mirov heye. Di vê pêvajoya bê navber ya perwerdê de ji bo mirov bingehek tê dayîn û li ser vê bingehê kesayet tê avakirin. Di pêvajoyên pev vê de jî bi piranî li ser yên heyî zêdekirin û vegûhertin pêk tên. Lewma pêdivî pê heye ku mirov bi girîngî li ser pêvajoya perwerdeya sîstematîk rabiweste. Serdema em tê de asta zanist û teknîk gîhiştiye, di gihaştina kesayet de raste rast xwedî riste û di vê pêvajoyê de li hêla erênî û nerênî bandorê raste rast li kesayet dike. Di cîhana modernîst û kapîtalîst ya ku xwe li ser bîrdoziya lîberal birêxistin dike, pergala perwerdehiyê mirovan di bingeha feraseta pozîtîvîst de perwerde dike. Bi bîrdoziya xwe ya pozîtîvîst hewildide mirovên bikaribin çerxa pergala wê bizivirînin avabike. Bi vê armancê zanist û teknîk dixe bin venêrîna xwe û  di şêwedayîna mirovan de bi awayekî herî bi bandor bikar tîne. Gelek girînge ku li ser çawaniya karkirina vê pergalê û şêwazê wê ya avakirina mirovan bê rawestîn. Bi tenê gotina; "perwerde tê dîtin, ev yek tiştekî başe, encamgire û di pêşketina mirovan de xwedî cîhekî girînge" wê ne têrker be. Pêwîste ji pirsên weke; 'perwerdeyekî çawa, perwerdeya ji bo kê, perwerde li gor kê' re jî bersiv bên gerandin.

Saziyen perwerdehî yên roja me  bi giştî di bingeha hişmendiya pozîtîvîst de hatine avakirin. Gelo ev feraset çiqas raste? Dibe ku hin kes bêjin li gor ku ew çend pêşktin(!) bi xwe re aniye, teqez ev feraset rast e. Lê dema ku texrîbatên mirov dide mirovên din, xweza û hemû cîhana zindiyan tê dîtin, wê demê çewtiya vê ferasetê jî derdikeve holê.

Bi herhal afirandina kesayetên bi hewqasî zalim a li hemberî cîhana em tê de dijîn, derketina holê a keriyên bi tenê dimezixînin, di bin navê zanist û rêbazên zanistî de mêjiyên mekanîk ên ji his û hestan qût bi tenê dikare wek encamên vê hişmendiyê bê bi destgirtin. Ramana çewt û meşa bi wê ramana çewt, wek encama perwerde û şêwaza wê ramanê derdikeve holê. Mîna ku jiyana rast çewt nayê jiyîn, jiyana çewt jî nikare rast bê jiyîn! Nexwe dema li ser mijara perwerdehiyê tê rawestîn, ji bo fêmkirina encama ku derbixîne holê, gelek girînge ku di serî de divê hişmendî bê meyzandin. Ji ber ku hişmendî di ser saziyên avakirî, ango sazî di ser domandina hişmendiya heyî şêwe digrin. Lewma divê li ser mijarên ku di perwerdehiya bi hişmendiya pozîtîvîstî de dikare çi aliyên nerênî hebe, bi zêdehî bê sekinandin.

Berê pêşî çewtiya herî bingehîn a vê hişmendiyê, bi feraseta qûtkirina ji hevdû a zanist, felsefe û jiyanê ve perwerdekirina mirovan e. Bala xwe bidin, perwerde di roja me de bi giştî li ser pisporiya şax û qadan tê pêşxistin. Ger ji felsefe û jiyanê qût bê nirxandin û bê gotin ku; 'pêşketinê bi xwe re tîne' wê demê tişta bê jiyîn beredevkiya heman mêjiyê ango berdevkiya hişmendiya pozîtîvîstî ye. Dikare hincetên mîna; "Ma qey zanist bi pêşde neçe, pêşnekeve, ma emê yên berê bidomînin, ma emê di cihê xwe de bihêjmêrin" derbikevin pêş. Wê gavê ew ê bibe nîqaşekî piralî û nikare encamekî bi sûd jê derbikeve. Di vê mijarê de tişta herî rast domandina berpirsiyariya bilêvkirina heqîqetê ye. 

Ti kes nikare vê yekê ji nedîtî ve bê ku di perwerdehiya vê hişmendiyê de mirov bi tenê di derbarê mijarekî de dibin xwedî zanyarî û ji hemû qadên din ên jiyanê tên qûtkirin. Mîna ku Marks di teoriya xwe a biyanîbûna li nirx û kedê de bilêvkiriye, mirov bi tenê vedigûherin bişkokekî. Perçekirin û di bingeha vê perçekirinê de pisporbûn, mirovan di hêla ramanî de ji yekparebûnê qût dike. Ramanekî ji yekparebûnê qût, ji ber giranî dide perçe ango qadekî bi tenê, lewma ne di ferqa vê ye bê ka bûye sedemê xesar ango zererekî çawa. Ev jî dibe sedema derketina holê a rewşên metirsîdar. Gelo ev mijar bi tenê jî bi serê xwe ji bo mirov ku hebûnekî civakî ye, ne ziyanekî mezine? Bi vê hêlê ve wek amûra makîneyekî ye ku kêrî karekî bi tenê tê. Di rastiyê de ger mirov bi hemû şaxên jiyan û bi jiyanê re tekîldar re di nav yekparebûnê de be, dikare li gor xwezaya xwe tevbigere. Mirovên bi hişmendiyekî dûrî jiyan û hestan hatî şewedan, bi tenê dikarin bibin sedem ku bîrekî serdest bi riya endezyariyê şêwe bide civakê; ku ew jî dibe sedema bi her tiştî re qûtbûna girêdana me ya resenî. Her ku diçe di navbera me û xweza, civak, mirov, tiştên em dixwin, vedixwin û diecibînin de tekîliyekî ne resen pêşdikeve. Her ku diçe tehm û wateya jiyanê kêmtir dibe. Bi gavên lez çuyîna berbi jiyana sexte û robotbûn pêşdikeve.

Pergala perwerdehiyê a girêdanbûnên civakî lewaz dike û wek hebûnekî çandî û civakî şêwe nade mirov, kesayetên ji kokên xwe hatî qûtkirin, mezaxtkar, ên bi ajoyên xwe tevdigerin û dixwazin bibin kirde, çavê her kesî li wan be, derdixîne holê. Li gel vê bi kûştina hişên wek zêr; bi hezaran, bi mîlyonan mirovên di her qadê jiyanê de ketî nav pêşbirkê, ji bo serketinê çi pêwîst bike dike û hemû lêhûrbûnên xwe dide vê yekê tên avakirin. Ev yek ji bo welatên Rojhilata Navîn û pergalên wan ên perwerdehiyê jî wisa ye. Di tevahiya dîrokê de manewiyat û nirxên manewî ê mirovên Rojhilata Navîn hertim li pêş buye. Lê, mixabin îro ev rewş her diçe lewaztir dibe. Bê gûman di vê yekê de bandora sermayedarî û bîrdoziya lîberal heye, lê bandora diyarker pergala perwerdehiyê, sazî û rêbazên bi hişmendiya pozîtîvîst hatî avakirin e. Zarok ji 5 saliya xwe û şûnde bi armanca ji nirxên xwe ên çandî bê dûrxistin û wek amûrek vê pergalê bê lêkirin, di bin zextekî dijwar de tê hîştin û bi armanca rizgarbûnê hertim digevize.

Ger rewşa ciwanên li welatên Rojhilata Navîn mezin dibin bê nêrîn, wê xetereya rewşê baştir bê fêmkirin. Di serî de li Tirkiyê, Îran, Êraq û li Sûrî, di pergalên perwerdehiya welatên Rojhilata Navîn de, mirov ji bo pileyan bi domdarî di nav pêşbirkekî de tên hiştin. Zêde girîngî bi behre, jîrî û daxwaza mirovan re nayê dayîn. Mirov li pey vê yekê dibezin ku bikaribin xwe ji ezmûnan re amade bikin, ezmûnan derbas bikin ango ji bo ketina nav karekî a bi armanca debara jiyanên xwe, li pey girtina bawername bibezin. Dibe ku di wênesaziyê de behreyekî we yê gelek mezin hebe, lê dema hûn di waneyên bi armanca pêşxistina netewperestî, olperestî û zanistperestî de -ku ti peywendiya wan bi wênesazî nîne- nikaribin biserkevin, hûnê di cihê xwe de çikilî bimînin. Dibe ku mêjiyekî we yê baş ê bîrkariyê hebe, lê bi zimanekî hûn pê nizanin û bi têgînên hûn jê fêmnakin, serê we bê tevlîhevkirin û di dawiyê de li gel serneketinê, wê baweriya we yê cewherî jî lewaz bibe.

Li gel vê, perwerdehî ku mafê herî bingehîn a herkesî ye, dema girêdayê sektorekî taybet bê bi destgirtin ango bi pere be, wê demê rewşekî hîn xeternak derdikeve holê, ku ji xwe di roja me de nifşekî wiha mezin dibe. Ger pereyê te hebe dikarî bixwînî, lê nebe; tu Eînsteîn jî bî ti qîmeta wê nîne. Pere te hebe û tu bixwînî jî, ji bo bigîhîjî deverekî, bi tenê dikarî tiştên ji te re hatî dayîn bigrî û bidî. Ger tu nikaribî ji nav vê pergala perçiqandinê derbikevî, tu yê çawa bikribî ramanên afirêner bi pêşbixî! Bi taybetî pirsgirêkekî din a li welatên wiha jî ew e; ku qada perwerde wek amûrekî bi hêsanî domandina jiyanê tê dîtin. Ji xwe bi sedema polîtîkayên heyî îro zêde derfeta vê yekê jî nemaye. Îro ciwan di gel qedandina dû zanîngehan jî nikarin kar peyda bikin û bêkar dimînin. Wê demê bi gotina; "Ma ez ê çima bixwînim, çima salên xwe vala bidim, bixwînim jî wê pirsgirêkên min ên aboriyê hebin û neyên derbaskirin, ez ê karekî nebînim. Wê demê dikarim şûna xwendinê karekî bibînim" li hemberî perwerdehiyê sar dibin.

Lewma berê her tiştî pêwîste perwerde bê pere be, herkes bikaribe bi wekhevî ji mafê perwerdehiyê sûd bigre, pêwîste perwerde serbixwe be û bicîhkirinekî rast ji xwe re bike bingeh. Pergalekî perwerdehiyê dema vê yekê bike pêwîste di bin navê gerdûnî ango gelemperî de hebûnên xwecihî tûne nehesibîne, ji nedîtî ve neyê.

Mijarekî din ku feraseta perwerdeyekî çewt mirovan dike amûrekî mekanîk a bê hest jî, li derveyî perwerde di astekî jor de bikaranîna teknîkê ye. Bi riya agahiyên nerast, sexte û hwd serê zarokan tê tevlîhevkirin. Bê gûman di vê yekê de berpirsê yekem malbat bi xwe ne. Bifikirin, zarokekî hê beriya fêrî gotina; "yadê" ango "yabo" bibe, bi telefon, kampûter ango tabletê radize û radibe. Ji sedî heştî yê demên derveyî xewê bi van amûran derbas dike. Êdî li kolanê li pey gokê nakeve û bi hevtemenên xwe re lîstokên çanda xwe nalîze. Bi riya van amûrên teknîkî dibe dîlê cîhana sanal ango sexte, ji cihekî berbi cihekî din tê xijiqandin û ev rewş bi dûbareyî didome. Gelo aso, dîtin û tekîliya zarokekî wisa wê şêweyekî çawa bigre? Bê gûman wê bê hest û mekanîk be...

Bi herhal wê di nav çend deh salên pêşiya me de êdî wê ti kes pirtûk nenivîsîne, wê rojname neyên çapkirin; ji xwe êdî kesek naxwîne. Nifşekî wiha tê afirandin. Mirov li derveyî karên xwe ango li derveyî hin têgînîn ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên xwe, wê zêde bi hevre neaxive. Mirovên sexte, jiyanên sexte tên afirandin. Bi herhal çavkaniya van rewşên nerênî bingeha xwe ji vê yekê digre ku perwerde ji felsefe û bi giştî ji jiyan tê qûtkirin û di bikaranîna amûrên teknîkî de pîvanê rast nayê dayîn. Wê demê di vê bingehê de afirandina gûherînekî bi kok xwedî girîngiyekî jiyanî ye. Ji ber her tişt bi perwerdehiyê şêwe digre.

Nexwe, xuyaye ku perwerde û saziyên wê bi hişmendiyekî rast nehatine avakirin. Bi mîsogerî di bingeha van xirabiyên derketî holê de, van saziyên pergalê yên çewt û şêweya ramanê ku ji hêla wan hatî afirandî heye. Wê demê gelek girînge pergalekî perwerdê a wiha bê avakirin ku bikaribe nirxên civakî, jîngehê û xwezayê biparêze, ne tenê zanistê; bikaribe zanebûna jiyana demokratîk jî avabike. Ji bo vê rêya herî rast, bi rizgarkirina xwe ji saziyên perwerdê ku yek jê lingên sereke ên dewletê ne, di akademiyên azadîxwaz de meşandina xebatên perwerdehiyê ye. 

Bi rêxistinkirina Akademiyên jîngeparêz, demokratîk û azadîxwaz ji tekîliyên navbera mirovan bigre heya tendirûstî, hilberîn û pêşketinên teknîkî, di pêşwazîkirina hemû pêdiviyên civakî de, pêşxistina mirov û civakên bi tendirûst pêktîne.

 

Hekîm Şîlan