Sîstema Tekmîl a Ku Tevgera Azadiyê Jiyanîkirî Êdî Li Cihanê Jî Deng Vedide - 2

Ian

Dema mamosteyên min tekez dikirin li ser wergirtina rêzgirtinê ta ku mamoste serkeftî be, rast digotin. Lê dema nîşan didan ku tişta herî baş rêzgirtin e (ji ber ku zehmet e), şaş bûn. Dibe ku di fêrkirina kevn de ev tişt rast be ku zagon rikberî û bêbawerî ye. Lê min dît ku di mînakên berdêl de yên derfetan ji bo pêşerojeke baştir peyda dikin, mamoste rêzgirtinê bi awayekî baştir werdigirin dema dilnizim bin û rêveberiyê bi awayekî nenavendî pêk tînin ku nerîna xwendekaran di jiyana dibistanê de zêdetir be.

            Min dizanî ku ev demokrasiya biçûk a min di refê de pêktanî ne yekem cih bû ku tê de şêwazên pozîtîf ji bo tekezkirina bawerî û rêzgirtinê di navbera xwendekar û mamosteyan de pêk tê. Ji ber vê yekê ez di Înetrentê de li dibistan û civakên weke mînaka min geriyam. Min gelek mînak li nêzî xwe di Eyaleta Texas de dîtin. Di dawiya dersdayîna min a sala yekem de, li ser bingeha mînakên konfedraliyê yên ku Eydiolojiya demokrasiya konfedral a Ebdulah Ocalan, min dest bi avakirina tora dibistanên bi navê Dibistanên Bakurê Texas ên Pêşverû (NtxPS) kir. Ez têgihiştim ku di herêma min de gelek dibistanên biçûk hene ku tê de têkiliyên xwendekar û mamosteyan ne bi dijminatî ye. Lê ev hemû dibistanên wekhev li ser heman sîstema kevn û giran in. Eger em karibin tevlî rêgezên hevbeş û berfireh bibin, wê demê em ê karibin berdêlên fêrkirinê weke eniyeke hevbeş hin bi hin pêş bixin. Ne merc e ku em li ser her tiştî li hev bikin; dibe ku em “cîhaneke li gorî hemû cîhanan bin”, ev rê li ber her zarok an jî malbatê vedike ku bijarteke fêrkirinê li gorî xwe û bi awayekî herî baş hilbijêre. Ya herî girîng ew e ku em hemû xweseriya xwe diparêzin, di heman demê de em dikarin di pirojeyên weke werzîş, parvekirina kêrhatinan û hevpemanên fêrkirinê de hevkar bin. Min peywendî bi rêvebirên dibistanên ku di nerîna min de bi dibistana min re hevbeş in, girê da û civîna yekem di navbera me de pêk hat. Hin dibistan gelekî rêxistinkirî bûn lê bingeha wan li ser pirojeyan bû ku semîner pir kêm bûn û bi piranî di piratîkê de fêr dibûn. Hin ji wan weke dibistana min bûn, bi giştî demokrat û xwe bi xwe birêve dibirin, her xwendekarek di hilbijartina vedîtina tişta bala wî dikişîne de azad e. Bi awayekî giştî, hemû nûnerên dibistanan li ser xalên li jêr lihev kirin:

  1. Ezmûn ne mecbûrî ye, yan jî herî kêm nayê ferzkirin.
  2. Ji mafê xwendekaran e ku tişta fêr bibin, hilbijêrin.
  3. Tekezkirin li ser rênîşanderiyê bêhtir ji desthilatdariyê.
  4. Tekezkirina li ser kêrhatin, jêhatîbûn û nirxandina giştî.
  5. Şêwazên fêrbûnê tecrube ne, li ser bingeha hevbeşî/hevkarî û avakirina jêhatîbûnên civakî.
  6. Navend xwendekar e ne mamostea ye.

            Piştî ku du sal li ser avakirina tora me derbas bûn, rêveberê dibistaneke tora me telefûnî min kir, ji min re got ku hin xwendekarên wê dibistanê dixwazin li ser balkişandinên me yên hevbeş, min bibînin. Li gorî agahiyên min derbarê wê dibistanê, min dizanî ku ew dixwazin ez dersan bidim wan. Di sîstema wê dibistanê de, xwendekar mamosteyên xwe hildibijêrin! Ez di avahiyê de meşiyam, min rasterast dît nêzî heşt xwendekaran bi awayekî girover li hev rûniştine. Ez bi kelecan bûm, lê bi dîtina wê giroverê hinekî ez bêhnfireh bûm. Rêveber dest pê kir û pirsa parvekirina mijarên ku bala min dikişînin kir. Min ji wan re got ez ji dîrok û çandên cîhanî hez dikim, min behsa tiştên taybet jî kir weke hezkirina min ji korsan, lêgerîna li xwarina çolanî, pêşandanên xeyalên zanistî û bernameya (The Twilight Zone). Di zaroktiya min de li gorî min û hevalên min ên dibistana navîn, ev tiştine pûç bûn. Lê xwendekaran rêzgirtin dan nerînên min. Her xwendekarekî, tiştên bala wî dikişîne bi me re parve kir. Balkişandinên wan jî cur bi cur bûn, weke çandên din, endeziyariya mîmarî, fîlmên dekomenter, kêrhatinên di xwezayê de û xwarin. Me bi hev re lihev kir ku ez refeke nû bidim wan: “Antropolojiya bi rêya fîlm û xwarinan”. Min soz da li gorî derfetan hewl bidim kêrhatinên endezyara mîmarî û kêrhatinên derve jî derbasî refê bikim.

            Demsala xwendinê ya nû nêzîk bû û dem hat ku ez pilana xwe pêşkêşî xwendekaran bikim. Min ji her xwendekarekî re tekez kir ku çawa ev ref ya min e di heman demê de jî ya wî ye. Em ê bi hev re ava bikin. Min anî bîra wan ku ez naxwazim bibim desthilatdar, di zanistê de hevpar bim. Ez ê refê birêve bibim, tenê ji ber ku dema min ji van mijaran re heye, ev jî nayê wê wateyê ku ez her tiştî dizanim, an jî ez ji wan fêr nabim. Ta ku ez cidiyetê nîşan bidim, min ji wan re got ez ê bi awayekî bi rêk û pêk rê li ber wan vekim ku pêşberî hevalên xwe min binirxînin. Dibe ku li ser şêwazê min ê dersdayînê be yan jî newekhevî di refê de yan jî tişteke din be. Min ev ji rexne û rexnedayîn a ku di tekmîlê de ya li Bakur û Rojhilatê Sûrya de heyî, girt. Ew jî yek ji tevgerên çandî yên ku di pilana min de ne di refê de weke wane bidim. Bi saya hevalên min ên li wir jiyan dikin û vê sîstemê rojane pêk tînin, min agahiyên baş li ser pêkanîna wê girt. Xwendekarên min matmayî man. Çawa ez, kesekî têgihiştî, destûrê didim xwendekaran ku pêşberî her kesî min rexne bikin? Min soz da li wan guhdar bikim, bersiv nedim an jî aciz nebim! Vê pêkanînê, hemû zagonên kevn yên sîstema perwerdeyê li Amerîka şikandin. Eger xwendekarekî hewl daba di sîstema kevn de ev tişt kiriba, dê rasterast were hişyarkirin û dibe ku ji bo rêveberiyê were şandin û eger di rojên berê de be, dê lêdan xwariba. Xwendekarên min tiştekî wisa berî niha nedîtibûn, ji ber vê yekê rasterast rêzgirtin dan min.

            Dibistan bi giştî (her deh xwendekar) tevlî refa min bûn, sê xwendekarên ku qet nedihatin vê dibistanê jî di heftiyê de carekê du seatan tevlî refa min dibûn. Bi rastî ez dikarim bêjim min qet yek pirsgirêk jî bi wan re jiyan nekir. Dibe ku carinan axaftinên wan zêde bûn, lê min dikarîbû bînim bîra wan ku wan ev ref ava kiriye û tevlî bûne û hêza wan di vir de ye. Dema ku kêmasiyên min derdiketin, wan di tekmîlê de tanîn bîra min. Di destpêkê de ji bo rexnekirinê fedî dikirin. Di Amerîka de rexne weke tişteke nebaş tê dîtin, an jî bi êş e û wan nedixwest hestên min bişikînin. Lê piştî ku min ji wan re tekez kir eger rexneyên wan ne zikreşî bin, ez qet aciz nabim, rehet bûn. Min hin rexneyên pir baş ji wan girtin û di dersên min ên pêşerojê de haya min ja wan dê hebe. Weke mînak; ji min re hat gotin ku cudahî di çalakiyên min de hene ji ber ku piştî fîlmên dekomenteran ez nîqaşê zêde bi wan re dikim lê pirojeyên piratîkî kêm in. Ez neçar bûm ku afirandinê bikim û çalakiyên nû weke çîrok, hîndekariyên nivîsên xeyalî û lîstikên li ser bingeha nirxandinê, bikim. A herî girîng ku xwendekaran bêhtir ji refê hez kirin û her ku nenavendî xurt dibû, wan bêhtir guh didan refê. Mamosteyên din ên di dibistanê de ev tişt dîtin. Telefûn ji rênîşanderên dibistana min a kevn re derbarê tekmîlê dihatin. Min sîstema tekmîlê ji Tevgera Azadiya Kurdî girt. Hemû ji vî karî û bandorên wê matmayî man. Ji xwe hişê wan mamosteyan vekirî bû. Min ev şêwaz ji gelek hevalên xwe yên di dibistanên dewletê yên kevn re got. Wan jî bi milyonan pêşinyar gotin, di xeyalên wan de awayên ku dibe xwendekar jê sûdê bigirin hebûn. Weke di perwerdeya kevn de eger sûdgirtina ji mamoste di berjewendiya wan de be, ez texmîn dikim ew dikarin bikin.

            Kesên ku vî şêwazî rexne dikin rast dibêjin ji ber ku pêkanîna vê di dibistaneke Amerîkî ya kevn de giştî be yan jî taybet be, pir zehmet e. Eger hejmara xwendekaran di refê de hindik be ‘weke refa min’, dibe ku baştir be. Dema kesên têgihiştî di dibistanekê de desthilatdar bin û xwendekar neaxivin tenê guhdar bikin ,dibe ev dibistan bi ser nekeve. Lê eger sîstema perwerdeyê nirxên ku em dixwazin veguhêzin civaka me, bide û eger Amerîkî bi rastî civakeke demokrat bixwazin, ma ne yekem şêwaz ji bo hevsengiya di navbera hêvî û encaman de perwerdeya demokrat e? Encamên ku em bi perwerdeyê bidest dixin vedana çanda ku em fêr dikin û tê de fêr dibin e. Mamoste hişk û nexêrxwaz in ji ber ew pêşbîn dikin ku xwendekar isyanker bin. Xwendekar jî isyanê dikin, ji ber ku ew pêşbîn dikin ku mamoste hişk û nexêrxwaz bin. Eger mamoste carinan zêde hişk bin û xwendekar ji wan bi tirs bin weke ku xwendekar rêzgirtinê ji wan re dike xwiya bike, ev rêzgirtin di rastiya xwe de setratejiya parastinê ye. Xwendekarên di tirsa mamosteyên xwe de jiyan dikin, bêrêziyê li gel xwe dihêlin ta vegerin malê, yan jî li gel xwe kom dikin û vediguhêzin bêrêziya kesayeta xwe. Li aliyê din, dema mamoste di atmosferekê de kar bike ku hevkarî û hevbeşiya biryardayînê di navbera mamoste û xwendekaran de bi cih bike, dê daxwazeke ji dil li gel xwendekar çêbibe ta di refê de amade bibe, fêr bibe û rêzgirtinê bide mamoste. Ji xwe di vê atmosferê de hêza mamoste zêdetir e û ji erka wan e ku vê çandê cidî bigirin dest û wekheviyê tekez bikin. Eger her tişt weke tê xwestin pêk were û hemû pêkhate (çanda dibistana hevbeş û mamosteyê ji devberdana desthilatdariyê netirse) li hev kom bibin, dê li gel me bi rastî sîstemeke perwerdeyê ya şoreşger çêbibe ku hemû zarokan bi awayekî azad li gorî ajoya wan a xwezayî ji bo fêrbûnê, bigire nav xwe.

 

Ian Campbell