Sîstema Tekmîl a Ku Tevgera Azadiyê Jiyanîkirî Êdî Li Cihanê Jî Deng Vedide

A

Şoreşa ku li Mezopotamyayê li ser nirxên mirovatî û wekheviyê pêşketî, gelek hêman û rêgezên dadwerî û mirovatiyê di nava xwe de pêk anî. Li gel vê jî hemû nêzîkatiyên serdest ên ku ferq û cudahiyên pir mezin di navbera pêkhateyê de dide avakirin red kir. Di şoreşa Kurdistanê de têgiha rêveberî ne weke têgiha rêveberî ya ku di sîstema navendî de tê bikaranîn e. Di heman demê de pêkhate jî ne heman in. Rêveberî di sîstema navendî de xwedî rayeya bê sînor e. Lê di sîstema azadîxwaziya gelan de rêveberî ne xwedî rayeyekî bi vî awayî ye, li gel vê pêwîste hesabê kiryarên xwe bide pêkhateyê. Dîsa pêkhate dikare rêveberiya ku karê xwe baş bicih neanî ji kar bigire û li şûna wê rêveberiyekî nû erkdar bike. Di sîstema navendî de pêkhate ji rêveberiyê ditirse û hemû fermanên rêveberiya xwe bêyî nîqaş bike neçare ku pêk bîne. Nikare rexne bike, lêpirsîn bike, rojane bi tirsa rêveberiyê dijî. Lê di sîstema azadîxwaziya gelan de, pêkhate dikare kiryarên rêveberiyê rexne bike, lêpirsîn bike, di dema pêwîst bike de dikare rapor jê bixwaze û ji kar bigire. Rêveberî ti carî nikare pêkhateyê bi hincetên cûr bi cûr bitirsîne... Ev sîstema ku pêkhateyê jî tevlî rêveberiyê dike û weke îrade nîşan dide, bê guman di bingeha xwe de maf û azadiyan digire. Civaknas û nivîskarên li ser mijarê lêkolînan dikin hemû jî piştî demekê vê rastiya tevgera azadiya Kurdistanê dibînin û jê bandor dibin. Her kesê xwedî daxwaz ên ku di vê mijarê de mereqdar piştî çend lêkolînan rastî vê rastiya tevgera azadiya gelê Kurdistanê tên. Vaye yek ji wan mînakan jî mamosteyê dîrokê bi navê Ian Campbell ê ji eyaleta Texas a DYE’yê bi hewldanên xwe mijara tekmîl-rexne-rexnedayînê lêkolîn kiriye û piştî ponijînekî demdirêj biryardaye ku li dibistana ku mamostetiyê lê dike pêk bîne. Mamoste Ian ê di vê mijarê de xwedî hewldanên bêhempa ye, serpêhatiya xwe ya pêkanîna tekmîlê aniye ziman, zehmetiyên ku di pêvajoya pêkanînê de jiyankirî bi şêweyê nivîsekî girtiye nivîsê.

 

Min Têgiha Bi Navê; ‘Tekmîl’ Derbasî Dibistaneke Emerîkî Kir û Ev Dît

            Dema ku ez weke xwendekarekî li Emerîka di dibistana seretayî ta amadeyî de mezin dibûm, min aliyek dijberî pêşbîniyên xwe dît. Mamosteyên nû zanîngeh qedandî ku temenê wan nêzî temenê me bû û divê bêhtir nêzî me bin, (ez dikarim bêjim) bêhtir bi me re hişk bûn! Bi vî rengî bû ta ku ez bi xwe di zanîngehê de derbasî refên perwerdeya mamosteyan bûm û min sedema vê nas kir. Mamoste hişk bûn, ji ber ku mamsoteyên ew bi çîrok û senaryoyên herî xirab ditirsandin, ji wan re digotin divê ji roja yekem ve berpirsiyariya xwe bidin nîşandan. Eger yek mijar hebe ku her mamosteyê zanîngehê gelek ji dema xwe bi semîneran pêve mijûl dibe, ew dispilîn û ‘rêvebirina refê’ ye. Em amade bûn ku çîrokên tirsnak yên mamosteyên sala yekem bibihîzin, çawa xwendekaran ew kontrol dikirin. Ji me re hat gotin ku hin mamoste xwendekar bi wan dikenin, henekên xwe bi wan dikin, li wan guhdar nakin yan ref bi temamî li dijî mamoste radibin ser piyan, digihişt asta ku mamsote qet nikarîbû herî kêm ta dawiya salê refê bi rê ve bibe. Di rewşa herî xirab de xwendekar bi kêrê li pey mamosteyê xwe diket. Dema tecrubeyên di dibistana min de weke xwendekarekî tên bîra min, ez dibêjim ev rastiyek e. Tê bîra min dema ez di dibistana navîn de bûm, di saziyeke li asta netewî de naskirî, çawa min û hevalên xwe kir ku mamoste bigirîn, hemû tiştên wan ên taybet kirin weke pêkenok. Eger derdora ku dixwazin te ji bo wê perwerde bikin ev be, wê demê gava mamosteyên zanîngehê digotin zarok weke semasî ne, li benda lewaziyekê ne ta ku êrîş bikin, ev gotin ne şaş bû. Di wê dema ku ez tevlî bernameya perwerdeya mamosteyan de ya zanîngehê bûbûm, min di heman demê de dest bi mamostetiyê kiribû. Ez têgihiştim ku berpirsiyarên vê dijminatiyê ne zarok in, lê sîstem bi xwe ye. Ez dixwazim di vê nivîsê de vê têgihiştinê bi awayekî fireh ser bisekinim, bê çawa min rêzgirtin ji xwendekarên xwe wergirt, ne bi şêwazên dispilîna dijminatî ya ku fêrî me kirine, lê bi çalakirina wan bi rêya demokrasiya hevpar, rexne û rexnedayîn (Tekmîl)ê.

            Berî ku ez biryar bidim karê mamostetiyê weke pîşeyekî bikim, balkişandina demokrasiya rasterast bi şaşîtî berê min da karê min ê fêrkirinê yê yekem. Pileyên min yên xwendinê rê li ber min vedikir ku xwendinên navdewletî bixwînim, lê piraniya xwendina min li zanîngehê di demên min ên vala de bû. Ez li internetê bi rêya kunên kêvroşkan (kunên kêvroşkan, bi mecazî behsa şopeke vedîtinê ya dirêj û xwar dike, gelek şaxên wê jî hene... internet di bingeha xwe de û ji ber lînkên wê yên berfireh, weke kunên kêvroşkan e) li cîhaneke baştir digeriyam. Bi rêya wê, min û çend hevalan xwaringehek bi awayekî hevbeş birêve bir. Li wir, yekem car ez bi rastî bi çêja azadiyê hesiyam. Rêveberê me tine bû. Nêrîna her yekî ji me bi awayekî rasterast di hemû biryarên avakirina xwaringehê de hebû. Ez û her karmendekî wek hev bûn. Ji ber vê xweseriyê, min ev xwaringeh ne weke karê min ê pêşerojê lê weke zarokeke dixwar û mezin dibû, didît. Ez pêve girêdayî bûm û dema me biryar da ku dest bi projeyên din bikin. Min fêm kir ku ez ji ji avaniyên din zêdetir bi demokrasiya hevbeş ve girêdayî me

            Hevalekî min berê min da devereke din ku di herêmê de bi awayekî demokratîk kar dike, ew jî dibistan bû. Dibistan bi rêya civînan dihat birêvebirin. Hemû biryar û zagon ji aliyê her kesî ve, ango mamoste û xwendekar, bi awayekî wekhev, hevbeş û demokratîk dihatin danîn. Min ji bo bibim mamoste, rasterast daxwazname şand. Ji ber ku dibistan taybet bû, ti belge yan jî bawername ji min nexwestin. Bêyî ku ti belgeyên min yên fermî ji bo destûra dersdayûnê hebin, min salekê li wê dibistanê ders dan. Lê vê tiştê bandor li min nekir, ji ber ku min bi şev perwerdeya zanîngehê distand.

Ew gotina ku mamosteyên me li zanîngehê ji me re digotin (se, goştê se dixwe) ji tecrubeya min a taybet li dibistanê cudatir bû. Di “dibistana azad a demokrat” de xwendekaran bi navê min ê destpêkê bang li min dikirin, weke hevalekî xwe li min dinêrîn (mamosteyên min dê matmayî bimînin û bi rastî ji min bawer bikin) tevî vê, rêzgirtin li gel wan hebû û di dema waneyê de li min guhdar dikirin! Li gorî jêderên wan (ên mamosteyan) ev têkilî ne pêkan bû. Gotin eger tu destûr bidî xwendekar ji derveyî mirovekî zana, wê te weke her tiştî bibînin, teqez karê te pir xirab e. Rast e, xwendekarê ku kesekî weke xwe bibîne, rêzgirtin jêre nagire! Lê mejiyên wan di sîstema dibistanên hevrik û tûnd de asê mane. Li wir, mirov weke istatistîk an jî alavên ji bo alîkarî yan jî dijberiyê tên naskirin. Li wir mamoste û xwendekar ji hev nefret dikin. Di karê min ê rojane de, min di nav xwendekarên xwe de hevbeşiya biryardayînê ava kir û wan branşên ku dixwestin tevlî bibin hildibijartin. Ji ber vê yekê dema diketin refa min, ji ber ku wan ew ref xwestibû, guhdar dikirin û fêr dibûn! Berî waneyê yan jî piştî waneyê, me bi hev re henek dikirin û dilîstin, lê di dema waneyê de wan dizanîbû divê guhdar bikin. Wan ew dixwest ji ber ku wan refa xwe li gorî xwe hilbijartibû.

            Fêrkirina kevn bi awayekî cuda li xwezaya mirovan dinêre. Li gorî wê, mirov her tim li pey berjewendiyên xwe tevdigerin, ku eger ev berjewendî zirarê bidin kesên din jî, ne pirsgirêk e. Ji zarokan ta sîstemê, mînaka herî baş a vê zagonê ne ku ne desthilatdarî û ne jî kevneşopiyên civakî bandor lê kirine. Di nêrîna min de, xwezaya mirovahiyê ne heman e. Mirov dikarin gelek dibetiyan bikin. Xwezaya mirovahiyê şebengeke(ji rengên sereke veguherîna rengên navber) berfireh e. Dibe ku em bi awayekî pir xirab çikûs bin, tûnd bin û ji hev re ne xêrxwaz bin, an jî bi hev re dilpak bin, alîkar bin, ne ezez bin û ji hev hez bikin, an jî di navbera herduyan de bin. Ji van reftaran, yên ku bêhitr civak dibîne li cûreyên sazî û avaniyên ajoyên ku civak digire nav xwe, vedigere. Eger saziyên di civaka me de li ser rikberî, her kes li xwe tenê be û tûndiyê weke qenciyê bibîne, dê civaka me civakeke rikber, çikûs û tûnd be. Lê eger saziyên civaka me li ser bingeha hevkarî, hevbeşî û li gorî daneyên herkesî be, dê civaka me bêhtir hevkar, hezker û hevbeş be. Dibistan mînakên herî baş in. Ez weke mamosteyekî di sala destpêkê de tecrubeyên min ên ji mamosteyên min û gelek hevalên min cudatir hebûn. Ji ber ku min berê xwe da çanda dibistana ku li gorî her kes bi hev re kar bike û di civîna dibistanê de biryar bide, tevdigere. Ji ber vê yekê, min ev çand derbasî refa xwe kir. Xwendekaran rêzgirtin dan min û li min guhdar kirin û parve kirin. Refa min xewna her mamosteyekî bû, tenê bi rêya peydakirina çandeke nerm, li gorî refê û teqezkirina kesayeta xwe li gorî nirxên ku di wê çandê de heyî.

 

Wê Bidome...

 

Ian Campbell