Girîngiya Ziman

Rêber

Têgîna ziman têkiliya xwe xurt bi têgîna çandê re heye. Di çarçoveyeke teng de ziman bi awayekî bingehîn têgîna sereke ya qada çandê ye. Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zêhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûyî xwedî îfadeyê. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê maneyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin. Civakên xwediyê vê rastiyê jiyaneke wan a manedar a zêhniyet, exlaq û estetîkê nabe û eşkere ye ku heta ji holê rabin wê weke civakeke nexweş mehkûmê jiyaneke trajîk bimînin. Civakên mane, exlaq û estetîka xwe ji dest bidin, nirxên wan ên civakî jî bi tenê ji bo nirxên mêtinkaran dibin maddeya xam a bikaranînê. Weke encam mirov dikare bibêje; mînak ziman weke li cem Kurdan be, civakeke di vê rewşê de ji aliyê maddî ve wê heta dawiyê xizan bibe û bikeve rewşeke parçeparçebûyî ango gelekî eşkere ye ku ji aliyê mane, exlaq û estetîkê ve wê bi şaşî, xayîn û kirêt bijî û nikaribe ji vê rewşê xilas bibe.

Ji Parêznameya Rêbertî "Têgiha Ziman"