Penaberên Li Ser Xaka Xwe Penaber

Wasokani

Mirovahî destpêkê li ser van xakan destpê kiriye. Li ser vê xakê yekem liba genim, ceh û hwd hatiye çandin, yekem lawir hatiye kedîkirin. Yekem car li vir kevir hatiye lêkirin û dîwar hatiye çêkirin. Cara yekem li vir meraqa mirovan gihiştiye asta vedîtina raza xwezayê û li vir zanist pêşketiye. Li vir giha hatiye tevlihevkirin û ji her derd û nexweşiyê derman hatiye çêkirin. Li vir gundên bedew û bajarvanî pêşketiye. Li vir avadanî û astronomî pêşketiye. Li vir nivîs pêşketiye. Mîtolojî û baweriyên destpêkê li vir hatine jiyîn. Pêxember, fîlozof, pêşeng û zaneyên destpêkê ji vir rabûne. Vê xakê dergûşî ji dînên destpêkê yên semawî re kiriye. Bedewî û jêhatîbûna vê derê bandora xwe li jiyana herêmê kiriye. Ev der Mezopotamya ye. Ango Mezrabotan e. Mezopotamya bi bedewiya avên Dîcle û Firatê çavên xwe li jiyanê vekiriye.

Gelo çima ev der ji cihên din cuda bûye. Gelo raza vê erdnîgariyê çibûye? Çima tiştên destpêkê li vir hatine jiyîn. Ev der Mezopotamya ye, di nava axa vê derê de du tişt hêşîn dibe. Yek pîrozî ye, ya duyem jî lanet e. Laneta vê xakê tim di bin êrîşên dagirkeriyê de mayîne. Tim rastî komkujî, wêranbûn, parçebûn û penaberiyê mayîne. Tine hatine hesibandine.

Di dîroka Mezopotamya û Kurdistanê de tim êrîşên pir mezin û hovane çêbûne û di encama van êrîşan de jî penaberî hatine jiyankirin. Yek ji bajarên herî kevnar ê herêmê Waşokanî-Xweşkanî-Serêkaniyê ya ku paytexta Mîtaniyan e. Di dîrokê de bajarê Waşokanî ji aliyê gelek hêzan ve ji dema Mîtaniyan heya roja me ya îro çar caran hatiye wêrankirin û gelê wê hatiye penaberkirin. Herî dawî jî di di 2019’an de ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve rastî êrîşekî hovane hat û cara pêncemîn Serêkaniyê wêran bû û rastî penaberiya li ser welatê xwe bû...

Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah OCALAN di vê mijarê de, “Wateya bûyîna Kurd, hevşêweyê tiştekê ku bermayê komikek ên welatê wan yê cewher nîne, ti pere nake, bi bê peretîyê re hevyek e, yên herdem bê kar dimînin, yên bi hemî mûçeyan dixebitin, yên bi domdarî şerê jiyanê didin, yên pêwîstiyên xwe yên çandî jibîr dikin, ji bo peydakirina pêwîstiyên xwe yên madî bi awayek metirsîdar hewl didin, di welatê NAN de bê NAN dimîne ye” dibêje.

Dewleta dagirker a Tirk bi armanca têkbirina destketiyên Şoreşa Rojava di 2019’an de êrîşeke topyekun li ser herêmên Rojava da destpêkirin. Di encama van êrîşan de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û gundewarên van bajaran ji aliyê dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin û niştecihên ku ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan ên herêmê jî neçarî penaberiyê hatin kirin. Bi qasî sê sed hezar mirov ji van herêman koçberî bajarên derdor bûn. Zarok û jin jî di nav de bi sedan mirov di encama van êrîşan de şehîd ketin û birîndar bûn. Ji bo penaberên Serêkaniyê û Girê Spî li herêma Tiwêna ya ku 12 km’yan dikeve bakurê rojavayê Hesekê wargeheke bi navê “Wargeha Waşokanî” hat amadekirin. Bi deh hezaran kesên ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî penaberbûyî li wargehê bicih bûne. Li wargehê şert û merc sererast dibin. Jiyan dîsan berdewam dike. Ji aliyê Rêveberiya Xweser ve şert û mercên jiyanê tê amadekirin. Mirovên li Wargeha Waşokanî roj bi roj ji travmaya koçberiyê dûr dikevin û vedigerin jiyana xwe. Li wargehê jiyan berdewam dike. Ji bo zarokan ji seretayî heya amadeyî dibistan hatine vekirin. Her wiha li xizmetgûzarî jî tim berdewam dike. Ango gelê Serêkaniyê yê ji Serêkaniyê dûrketî, Serêkaniyê di dilê xwe de hildigirin û bi hêviya vegera Serêkaniyê li vê wargehê jiyan dikin. Di rewşa niha de li wargehê 6.200 kes lê jiyan dikin. Ji derveyî vê wargehê li 64 navendên weke dibistan, avahî ji penaberan re hatiye amadekirin.

Bi boneya ji nêz de şopandina rewşa li Wargeha Waşokanî, şert û mercên jiyana wargehê, bi taybet jî rewşa zarokan perwerdeyê me seredana wargehê kir. Di çarçoveya serdanê de me bi rêveberiya qada perwerdeyê ya wargehê, bi mamoste, xwendekar û malbatan re li ser rewşa zarokan û perwerdeyê hevpeyvîn kir. Tevî şert û mercên zivistana dijwar jî, di nava wargehê de germahiya vegera jiyanê hebû. Zarokên ku di konan de perwerde didîtin bi germahî û daxwazeke mezin nêzîkatî dikirin. Bi baldarî û mereq beşdarî waneyan dibûn. Her weku perwerde yekane rêya xilasbûnê ye, yekane rêya pêşî girtina rewşên bi vî awayî ye. Guhertina qederê di perwerdeyê re derbas dibe.

Berdevka rêveberiya dibistanên Serêkaniyê Mamoste Fatme Mihemed Mihemed ji me re derbarê rewşa perwerdeyê ya li wargehê de axivî. Mamoste Fatme; “Piştî ku artêşa dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî wan êrîş li hemberî Serê Kaniyê û Girê Spî dan destpêkirin, bi êrîşan re şerek mezin destpê kir. Ji ber êrîşan em weke gelê Serê Kaniyê neçarê koçberiyê bûn û em li Kantona Hesekê bicih bûn. Di demeke kurt de Rêveberiya Xweser ev wargeh ji bo penaberên Serê Kaniyê ava kir. Piştî ku em derbasî vê derê bûn, me li gel Desteya Perwerdeyê peywendî danî û me dest bi jinûde avakirina sîstema perwerdeyê kir. Ji bo dabînkirina pêwîstiyan me serdana Rêveberiya Wargehê û Heyva Sor kir. Bi vî awayî ji bo jinûde avakirina dibistanan û destpêkirina perwerdeyê me derfet û moraleke pir mezin girt. Ji bo qonaxa yekem Heyva Sor kon ji bo me dabîn kir. Di rewşa niha de bi giştî 1.500 zarok ji dibistana seretayî heya amadeyî li 31 komînan perwerde dibînin. Di dema destpêkê de me tenê 14 kon ji bo ku weke pol bên bikaranîn stand. Jixwe destpêkê hejmara xwendekarên me 1.200 bû. Lê piştî demekê hemû zarokên di wargehê de vegeriyan xwendina xwe û me hejmara konan zêdetir kir û niha 31 konên me yên ku têde wane têne dayîn hene. Ji ber destnedayîna derfetan perwerde bi awayê sê dan tê dîtin. Bi qasî mehek û nîv e me dest bi perwerdeyê kiriye. Ji saet 7:00 heya 10:00 xwendekarên polên 3, 4 û 5, ji saet 10:00 heya 12:00 refên 1 û 2; ji saet 12:00 heya 15:00’an jî xwendekarên polên 6, 7, 8, 9 û 10 perwerde dibînin. Ji bo perwerdeyê materyalên weke pirtûk, lênûs, pênûs û hwd hatine peydakirin. Rêxistina “Help Kurdistan” bi Desteya Perwerdeyê re peywendî danî û li zarokan pêwîstiyên dibistanê, çente, cakêt û hwd... belav kirin. Yekane armanca pêşxistina zarokên me ye. Bi rastî em rastî bêderfetiyên pir mezin tên. Heya niha Heyva Sor û Help Kurdistan pir alîkariya me kirine. Xwendekarên me di bin konan de dersan dibînin, em di vê mijarê de pir astengiyan jiyan dikin. Em ji ber di bin konan de pêxistina sobeyan fikara rûdana şewatê jiyan dikin” anî ziman.

Mamoste Fatme derbarê mamosteyan de jî got; “bi qasî 400 mamosteyên li Serê Kaniyê kar dikirin, li herêma Hesekê hatin bicihkirin. Destpêkê 63 ji wan mamosteyan li wargehê hatin erkdarkirin, lê ji ber zêdebûna hejmara xwendekaran 10 mamosteyên din jî ji bo qada perwerdê ya wargehê hatin vesazîkirin. Li gel vê mamosteyên Zirganê jî niha li wargehê kar dikin. Bi awayeke lezgîn pêwîstiya me bi avahiyên dibistanan heye.”

Mamosteyekê wargehê jî behsa karê xwe yê mamostetiyê ya ji beriya êrîş û penaberiyê kir û got; “Min destpêkê li dibistana gundê Elesediyê yê girêdayî Serê Kaniyê mamostetiya xwe dimeşand. Me û xwendekarên me bi vê koçberiyê gelek zehmetiyên giran kişand. Niha em dikarin li wargehê perwerdeya xwe bidomînin. Ji ber sedema qutbûna ji perwerdeyê xwendekaran astengî di aliyê dewamkirin û fêrbûnê de kişandin. Bi vî rengî di hatina dibistanê de pirsgirêkên disîplînî jiyan dikirin. Em hewl didin derûniya zarokan fêm bikin û bi wî rengî nêzîkatî li wan bikin. Rewşa ku zarokan jiyankirî hêsan nîne. Em dixwazin wan ji vê derûniyê xilas bikin û vegerînin rewşa berê. Bi her rengî em xwendekarên xwe re alîkar dibin.”

Mamoste Şêrîn Oso ku li Dibistana Salim Elmerî ya Serê Kaniyê kar dikin jî li ser rewşa perwerdeya wargehê sekinî û da zanîn ku, “Bi qasî sê meh in em penaber bûne. Me gelek astengî jiyan kir. Di bin konan de perwerde dayîn û dîtin pir zehmet e. Materyal û pêwîstî pir kêm in û her roja ku derbas dibe hejmara xwenekarên me jî zêde dibe. Her ku xwendekar zêde dibin, pêwîstî jî zêde dibin. Xwendekar di bin konan de zehmetiyan jiyan dikin. Em bi hêvî ne ku ji bo zarokan dibistan bêne avakirin.”

Li wargeha Waşokanî tevî koçberî û dûrbûna ji Serêkaniyê jî jiyan berdewam dike. Vegera Serêkaniyê hesret û hêviya hemû pêkhateyên wê derê ye. Dagirkerên ku bi êrîşan re xwestin biratiya gelan têk bibe, biser neketin. Di şert û mercên herî giran de jî biratî û wekhevî berdewam dike. Di wê wargehê de bihevrebûna gelan hebû. Bihevrebûna ku dijmin xwest ku bi êrîşan têk bibe û negihiştî armanca xwe hebû. Zarokên Kurd û Ereb di wê wargehê de weke ku li kolanên Serêkaniyê, weke ku li dibistanên Serêkaniyê ne dilîzîn û dixwînin. Peyama ku gelê wargehê xwest bide, di her şert û mercê de em dev ji biratiya xwe bernadin e...

1

2

3

Image removed.

5

6

7

8

9

10

11

12

13

14

15

16

17

18

19

20

21

22

233

24

25

26

27

28

29

30

31

32

33

34

35

36

38

38

39

40

41

42

43