Di Pêvajoyên Perwerdeyê De Psîkolojiya Zarokan

Perwerde, çalakiyeke amûrî, ya ku ji bo hemû zindiyên di xwezayê de, fêrî pêwîstiyên xwe yên herî bingehîn bibe re alîkar dibe. Hemû zindî li ser bingehê sê pêwîstiyên bingehîn ên zindibûnê jiyan û hebûna xwe didin berdewamkirin. Ji bo ku bikarin van pêwîstiyên xwe yên herî bingehîn bi awayeke herî baş bicih bînin, pêwîstî bi perwerdeyê dibînin. Ev perwerde destpêkê, rasterast ji aliyê dayîka ku weke çavkaniya jiyanê tê zanîn ve tê dayîn. Ango dayîk an jî mak nifşên nû ji bo ku bikarin pêwîstiyên xwe yên herî bingehîn bi awayeke herî baş pêk bînin, perwerde dike. Perwerdeya ku ji aliyê dayîk an jî makê ve tê dayîn pêvajoyeke xwezayî û di nava herikîna jiyanê de ye. Dayîk-mak vê yekê weke berpirsyariya xwe ya xwezayî dibîne. Her hebûn vê perwerdeyê li gorî pêwîstiyên xwe dibîne. Ango pêvajoya perwerdeyê ya kulîlkekê yan jî ya nebatekê, ji pêvajoya perwerdeyê ya çûkekê yan jî ya lawirekî dirînde pir cudatir e. Weke mînak; dema payîzê pelên daran diweşin bin darê, ev di heman demê de pêvajoya parastin û amadekirina nebat û şitlên nû ye. Bi vî awayî dara pelên xwe diweşîne mak e û şitla nû jî nifşê nû ye û ji jiyanê re tê amadekirin. Li vir pêvajoya perwerdeyê ya mirovan ji pêvajoya perwerdeyên zindiyên din pir pir cudatir e. Lawireke dikare pêwîstiyên xwe yên bingehîn bi rêya ajoyan bicih bîne. Lê belê bi perwerdeya ku di nava xwezaya xwe de dibîne re, dikare bi awayeke hîn baştir bicih bîne. Weke mînak; yek ji pêwîstiya herî bingehîn a lawiran çalakiya “xwe têrkirinê” ji aliyê her lawirekê ve bi ajo û taybetmendiyên ku ji dayîkbûnê ve tên, dikarin bicih bînin. Lê belê ji bo pêşketina van ajo û taybetmendiyan pêwîste têjik heya mezin bibe, li gel dayîk-maka xwe bimîne. Ev, hem pêvajoyeke perwerdeyê ye, hem jî dayîk-mak têjikên xwe ji her cûre êrîşên ku ji derve de bên diparêze.
Di xwezayê de zindiyê herî lewaz mirov e. Têjikekî mirov heya 18 saliya xwe hewceyî dê-bavên xwe jiyankirinê ye. Ev pêvajo di zindiyên din de pir kurtir e. Ji bo nimûne, di xwezayê de têjikeke ku nû xwedêdayî piştî çend saet an jî rojan dikare bimeşe û heyanî dikare bibeze jî. Lê têjika mirovan heya yek saliya xwe zor bela dikare bimeşe û heya pênc saliya xwe jî zehmet dikare bi awayeke bitempo bibeze. Têjika mirovan-zarok-pitik me gotibû heya 18 salî hewceyê dê û bavê xwe ye, bi taybet jî hewceyê dayîka xwe ye. Di heman demê de ev pêvajoya heyanî 18 saliyê, pêvajoya fêrbûna agahiyên herî bingehîn e. Têjika mirovan agahiyên xwe, dengên xwe, peyvên xwe yên destpêkê bi alîkariya dayîka xwe fêr dibe û dide derve. Zarok bi alîkariya dayîka xwe gelek zanyariyên dîmenî û ajoyî fêr dibe. Jixwe zarok dema jidayîk dibe gelek zanyariyên ajoyî li gel heyî jidayîk dibe. Dayîk jî ya ku van ajoyan bihêz dike û herî baş fêm dike ye. Têjika mirovan di 6-7 saliya xwe de ji malê qut dibe û derbasî nîvengeke nû ya ku jêre dibistan tê gotin dibe. Ev nîveng zanyariyên ku mirov dikare weke zanyariyên razber pênase bike bi zarok dide qezenckirin. Cara destpêkê ye ku zarok ev qasê demdirêj ji dayîk û malbata xwe dûr dimîne. Gotina, “Dar dema ter ditewe” li vir wateya xwe ya rast dibîne. Zarok nû derbasî zanyariyên razber dibe. Rewşeke çi bê dayîn ji aliyê zarok ve wê bê girtin mijara gotinê ye. Ango zarok weke şitlekê, weke dareke ter e, di her kêliya xwe de ji bo tewandinê-xwarkirinê-perwerdekirinê-şêwedanê amade ye. Jixwe zarok di vê salê de ji ber ku ji dayîka xwe dûrketiye valahiyeke hestyarî jiyan dike. Zarok di vê temenê xwe bi dayîka xwe ve pir girêdayî ye û guhdarî şîret û gotinên wê dike. Li vê derê mamoste derbasî cihê dayîkê dibe. Mamoste jî ji bo ku bikare gotina xwe derbasî zarok bike, pêwîste zarok ji dayîka xwe dûr bimîne û bi awayî jî mamoste bikare vê valahiyê dagire. Ji ber vê sedemê di dibistanên dayîkê û dibistanên seretayî de pêwîste mamoste ne weke mamoste hîn zêdetir bi germahiya dayîkê nêzî zarokan bibe. Zarok di vê temenê xwe de bizdoyî ye. Bi mirovên ku nasnake yan jî germ nabîne re peywendiyê danayne. Ji ber vê sedemê destpêkê ji dayîkê dûr dikeve û dema ku vê valahiyê jiyan bike jî, wê mamoste bi vê peywirê rabe û vê valahiyê dagire. Zarok jî bi neçarî destûr dide ku mamoste vê valahiyê dagire. Bi vî awayî zarok dest bi perwerdeya razber dike. Di vê salê de meraq û leza fêrbûna zarok pir zêde ye. Her tiştê ku dibîne fêr dibe û di mejiyê xwe de tomar dike. Nikare zanyariyên ku fêrbûye piştrast bike yan jî rastbûna wan derxe holê. Jixwe ji ber xwezaya ango hîn biçûke nikare van agahiyan piştrast bike. Di çavê perwerdekaran de zarok tenê zanyariyan digire. Lê zarok nikare wan agahiyan bixebitîne. Di vê temenê xwe yê biçûk de hîn jî ne xwediyê kêrhatina hesabkirinê ye. Ti sîstem naxwaze rewabûna xwe di nava xwendekarên xwe de bide nîqaşkirin. Ango naxwazin valahiyên wan ji aliyê xwendekaran ve bê dîtin. Ji ber vê sedemê perwerdeyeke dijwar a ku asoyên xwendekaran belav bike, tê dayîn. Xwendekar di nava perwerdeyê de dipije-mezin dibe, digihêje û fêm dike. Lê sîstem şêwe dide xwendekarê di nava çerxa xwe de. Ango rastiyên ku xwendekar weke rastiyên xwe dizane, rastiyên sîstema ku di nav de xwendî ye. Lê xwendekar van weke yên xwe dibîne. Sedema bingehîn a di vî temenî de girtina perwerdeyê jî ev bi xwe ye. Perwerdeya tê dayîn firsenda lêpirsînkirina vê yekê nade. Di pêvajoya xwendinê de mejiyê zarok bi agahiyan dadigirin. Lê piraniya van agahiyan vedana xwe di nava jiyana zarokan de nakin.
Di vê cîhana nû ya zarok de rênîşanderê nû yê zarok, mamoste ye. Mamoste piranî caran xwe bi gotinê, hin caran jî bi karanîna tûndiyê xwe bi zarok dide qebûlkirin. Weke tê zanîn, piraniya zarokên ku rastî tûndiya mamoste tên, di jiyanê de meyldarê karanîna tûndiyê dibin. Ji aliyê mamoste ve pêkanîna tûndiyê dihêle ku zarok bikeve nava şaşiyan. Her wiha bikaranîna tûndiyê ji fêrbûna zarok re alîkar nabe. Bê guman mamosteyekî ku hewldide xwe bi zimanê xweş bi zarok bide fêmkirin, bide têgihandin, ji mamosteyekî ku dixwaze xwe bi tûndiyê bide fêmkirin bandortir e. Her wiha mamoste bi rêya zimanê xwe dikare her tiştî bide zarok. Xwendekarê ku ji aliyê mamosteyê xwe ve rastî tûndiyê hatî dibe her tiştê ku tê dayîn berevajî fêm bike. Ji ber vê sedemê bi zimanê xweş xwe dayîna fêmkirin ji bo dayîna zanyariyan wê hîn bandortir be. Zarok pêşeroja civakekê ne. Temînata pêşeroja civaka bi perwerdeya ku îro didin zarokan re dikare bê dîtin û bê pîvandin. Ti civak naxwaze bê pêşeroj bimîne, ji bo vê yekê zarokên xwe li gorî xweseriyên civakên xwe ji siberojên xwe re amade dikin. Ev xweserî li gorî nêrîna cîhanê, ol, ziman, nîjad û asta pêşketina civakî cudahiyên xwe hene. Mijara nêzîkatiya li zarok di perwerdeyê de pir girîng e. Zarokeke ku pirsgirêkên civakî û derûnî jiyan dike, di asta tê xwestin de nikare her tiştê bê dayîn bigire. Mamosteyekî zarokan perwerde dike, pêwîste rewşa zarokan fêm bike û bikare xwe dayne cihê wî/wê û bi vî awayî nêzîk bibe. Eger ku mirov mînak bide, tevî ku her mamoste berê xwendekarbûn jî, lê îro ji derûniya xwendekarên xwe dûr û seknên bêhest raber dikin. Eger ku mamosteyekî bikare hestên xwendekariyê di dema mamostetiyê de jî bikar bîne, wê hîn bêhtir bikare bi xwendekaran re alîkar bibe û wan fêm bike. Ji ber ku em nikarin vê yekê bikin di nava mamoste û xwendekaran de kendalên kûr û mezin ên hestyarî çêdibin...
Siya EWRÎN