Li Amedê Civîna ‘Tora Ziman û Çanda Kurdî’ Hat Lidarxistin

Amed

Civîna bi navê "Tora Ziman û Çanda Kurdî”  di rojên 23-24’ê Mijdarê de, ku li ser banga nivîskar, rewşenbîr, hunermend, hiqûqnas, civaknas, siyasetmedar, karsaz, rojnameger û zimanzanên Kurd ên mîna Ahmet Turk, Îmam Taşçier, Tarik Ziya Ekîncî, Rênas Jiyan, Selîm Temo, Fûat Onen, Şefîk Beyaz, Zana Farqînî, Samî Tan, Mîkaîl Bilbil, Kadrî Yildirim, Ferda Cemîloglu, Mehmet Emîn Aktar, Abdullah Keskîn, Bunyamîn Şeker, Berfîn Emektar, Mehmet Atli, Rûgeş Kirici, Îsmaîl Beşîkçî tê lidarxistin. Civîn li oteleke li navçeya Sûrê destpê kir. Civîn îro û sibê dê berdewam bike.

Axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê Serokê Komeleya Pêşî Zarok Cevahîr Sadak Duzgun û Hevserokê PENA’a Kurd Samî Tan ve hat kirin. 

 

‘Me Xebatek Berfireh Daye Pêşiya Xwe’ 

Cevahîr Sadak Duzgun bibîr xist ku di 1’ê Îlonê de civînek li ser ziman hatibû li dar xistin û li wê derê hewcetiya avakirina toreke ziman û çandê wek biryar hatibû girtin û “Li gel wê biryarê em jî tevlî biryara hevalan bûn û me got divê vê torê wek ‘Tora Ziman û Çand’ hinek berfireh bikin. Ji wê demê heta niha bi awayekî pratîkî em li ser vê xebatê disekinin. Di nav vê xebatê de jî gelek hevalan alîkariya me kir. Em spasiya mêvanan dikin yên ku me vexwendî û hatine vir. Em ji bo windanebûna ziman û çanda xwe hewl didin. Me xebateke berfireh daye pêşiya xwe.”

 

‘Em Dikarin Devok û Zaravayên Kurdî Bi Perwerdê Bikin Yek’

Hevserokê PEN'a Kurd Samî Tan jî diyar kir ku dixwazin nexşeyeka li ser çand û zimanê Kurdî derxînin û li ser vê yekê bangê li raya giştî bikin û wiha got: “Piştre bi sedan kesan dixwazin komcivînekê çêbikin, atolyeyekê çêbikin û nexşeya xwe zelaltir bikin.” 

Tan, da zanîn ku bi perwerdehiyê dikarin devok û zaravayên Kurdî bikin yek û wiha berdewam kir: “Li ser vê esasê em dixwazin nîqaşekê bikin bi hişmendiyeke demokratîk û sivîl bernameyekê derxînin holê û divê çerçoveyê de nexşeyekê derxin holê. Hinek armanca vê kombûnê ew e ku em di vî warî de çerçoveyêkê derxin holê û li ser vê jî destpê bikin. Ji ber ku em bi hêza ramanê bawerin kesên ku beşdarî vê xebatê bibe wê hêzekê bide vê xebata me. Ji ber wê yekê çiqas kes beşdar bibin wê ewqas xurt bibe.”

Piştî axaftinên vekirinê, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 

Civîna ku dê du rojan bidome wê encama sibê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re were parvekirin.

 

Çavkanî: Ajansa Mezopotamya