Hemû Diyardeyên Dikevin Dorhêla Perwerdeyê, Jiyanî Ne

1

Perwerde mafekî hebûnî ye. Her mirov vî mafê xwe bi hatina dinê re bidest dixe. Ji ber ku endamê civaka ku têde cih digire û endamekî mirovahiyê ye, ji ber vê sedemê dibe siberoja wan û bi vê ve girêdayî dibe mîrasxwerê danehev û destketiyên çandî yên civaka xwe. Bi nefesa destpêkê ya distîne re jî bi rêya perwerdeyê dikeve nava pêvajoya standina vê xezîneya civakî û mirovî. Li gel ku ev perwerde bê dawî ye, di nava yekitiya diyalektîkî de bi du şêweyên xwe pêş dikeve. Ya yekemîn; Ev pêvajoya perwerdeya ku em jêre dibêjin pratîk a bingehîn, ji xwarin xwarinê heyanî vexwarinê, ji xweparastinê heya vehewînê, ji rûniştinê heya rabûnê, kenînê, xemgînbûnê, bihêrsbûnê, berteknîşandanê, zanînê, fêrbûnê û heya kêrhatin qezenckirinê, di hemû qadên pratîk ên jiyanê de gav bi gav têne fêrbûn e. Ya duyemîn jî; Fêrbûnên ku çalakiyên jiyanî, zêhnî, hestyarî digire nava xwe ye, her wiha fêrbûnên girêdayî pîvanên ecibandin û hilbijartinê û cudakirinên weke rast û şaş, baş û xirab, bedew û kirêtî, vedîtin, keşif û destketiyên zanistî jî di nav de ye. Ev fêrbûn di seranserê jiyana mirovan de berdewam dike. Dema ku ev fonksiyon tê meşandin, jiyan bi xwe dibe mamosteya/ê herî baş. Xebitîna perwerdeyê bêdem û bêrawestan e. Perwerde ji bo civakê peywireke bingehîn, ji bo kes (endam) jî mafek e. Di heman demê de amûra herî bingehîn a civakîbûnê ye. Bi taybet jî di destpêkê de peywirên dayîk û bav bi vê ve girêdayî peywirên cihî yên malbat û jîngehê, peywirên herî sereke ne. Ceribandin û ezmûn, zanyarî û danehev, şêwaz û rêbaz, uslub û xîtabet, behre û kêrhatinên ku mirov bi awayeke hebûnî qezenc dikin, weke peywirekî ji nifşên nû re ragihandin berpirsyariyeke civakî ye. Ji bo ku civak bikare weke hebûn siberoja xwe biparêze neçarê pêkanîna vê ye. Mirov vê fonksiyonê weke peywireke civakî bicih tînin. Di nava rêbazên ku dizanin de bi ziman û uslubê xwe ragihandina vê tê kirin. Pêwîstiyên dem û xebitîna cih li ber çavan tê girtin û ev peywir tê pêkanîn.

Heya roja îro gelek pênase ji bo perwerdeyê hatine kirin. Wateyên cuda yên ku ji têgihan re hatine dayîn xalên nêzîkî hev hebin jî, lê di aliyê naveroka lê hatî barkirin, peywir û şêweyê pêkanînê yê lê hatî barkirin de ji civakê ji bo civakeke din, ji sîstemekê ji bo sîstemeke û di demên dîrokî de guherbariyan jiyan dikin. Bi taybet jî cudahiyên zêhniyetê bingehîn in. Her wiha disîplînkirin, terbiye pê dayîna qezenckirin, pîvanên exlaqî fêrbûn, şêweyê fêrbûnê bi cewherê xwe re têgihiştin û hwd. Hemû watedayîn di nava vê yekê de cih digire. Lê belê li gorî her dema temenekê jî cudahiyan nîşan dide. Mirov dikare bi awayê, serdema pitiktiyê, serdema zaroktiyê, serdema ciwantiyê, serdema gihiştîbûnê û serdema pîrbûnê kategorîze bike. Mirov nikare di bin navê perwerdeyê de hemû astên jiyanê bi heman naverok, şêwaz û rêbazê dest bigire. Çawanî, şêwe û demên zanînan bi rê û rêbazên cuda têne berdewamkirin. Lê belê ya ku di bingehê hemû pênaseyan de heyî jî; ji boçûna heyî cudabûn, dûrketin heyanî bi temamî mirov jê qut bibe û berê xwe bide aliyeke din, ev jî tê wê wateyê ku di vê rêgehê de şêweyê rastekî bigire. Ji sifir(0) salî heyanî zarokatiyê, ji wir jî heya ciwantiyê, piştî wê jî gihiştîbûnê û di berdewamiya vê de jî ber bi pîrbûnê ve boçûna perwerdeyê tê meşandin.

Zarok pêşerojên civakan in. Hêza ked û ramanên siberojê ne. Hêvî û keyfxweşiya roja me ne, li gel vê jî hebûnên taybet û xweser in. Hemû dayîk û bav derbarê perwerdeya zarokên xwe de xeman dixwin. Lê belê ji bo pêşeroja wan jî plan, hesab û veberhênanan çêdikin. Li ser vî bingehî perwerdeyên ku di dema pitiktî û zaroktiyê de dibînin, di şêwegirtina kesayetê, diyarkirina pêşerojê, derxistina holê ya pîvanên şêwazê jiyanê de xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Perwerdeya destpêkê ji kes re şêwe û çawanî dide qezenckirin. Şêwegirtina kesayet hîn di temenê 5-6 salî de destpê dike. Mîmarê van serdeman jî dayîk e. Dayîke ku peyva destpêkê pê dide gotin, refleksên destpêkê pêş dixe, naverok û çarçoveya hezkirin û rêzdarî pêktîne, tişta baş û xirab pê dide fêmkirin, can didiyê, rûh didiyê, ji bedena xwe derdixe. Dayîke ku şêweyê destpêkê yê hizirînê, şêwegirtina rûhî, pîvanên karakterî, naveroka peywendiya li gel jîngehê pê dide fêmkirin e. Endamên din ên malbatê jî têkariyên xwe dikin. Kesa ku ji serdema pitiktiyê heyanî serdema dawiyê ya zarokatiyê, karê fêrkarê destpêkê û mamostetiya mezin bi dil û can, bi xwestek û bi daxwazeke mezin bicih tîne dayîk bi xwe ye. Dayîke ku zarok tîne dinê, xwedî dike, diparêze, xwedî lê derdikeve, mezin dike, xezîneya civakî ya ku nirx û zanyariyên li gel xwe kombûyî dewrê zarok dike ew bi xwe ye. Dîsan dayîke ku ji bo zarokê wê, bi awayeke bi tendurist, bi exlaq û xwedî tevgerên rast mezin bibe diyarker dibe. Şêwaz û nêzîkatiyên dayîkê sereke ne, piştî vê jî wê malbat, derdor û fêrkar jî, wê helwest û sekna zarok a di jiyanê de diyar bikin. Feraset û peywendiyên civakan, civakîbûn û nêrîna derdor a zarok diyar dikin. Çawa ku çawaniya hevîrtirşê tê xistina nava hevîr de, şêweyê strîna wê, qasiya av û madeyên din ên lê têne zêdekirin li ser reng, tîrî, çawanî û şêweyê hevîr diyarker be, bi heman şêweyî, şêweyê nêzîkatiya dayîkekê li zarokê xwe, şêwazê destgirtinê û şêweyê mezinkirinê, di çawanî û çaroveya ku cewher û şêweyê ku di ciwantiyê de bigire de diyarker bibe. Ji ber ku pêşeroj li ser van rojan tê avakirin. Ev rojên ku em îro dijîn jî encama avakirina demboriyê ye. Ne siberoj ji îroyan qut in, ne jî îro ji demboriyan qut in. Ev hemû weke silsiyekê hev du temam dikin, weke zincîrên bi hev du ve girêdayî, di nava herikîna diyalektîkî de berdewam dikin. Lê belê ya ku vê xebatê beralî dike, qewzên mezin pê dide avêtin, bandorên mezin dide çêkirin jî perwerde ye. Naveroka perwerdeyê kesayet, fikir û çalakiya kes diyar dike. Perwerdeya li ser pîvanên baş, rast û bedew, dema ku bi rûh û hêviyên demê re bê destgirtin, wê kilîda ecibandin, qebûlkirin û serkeftinê jî bê dîtin.

Ji aliyê dewletên serdest û hêzên hegemonîk ve “...endustriyeke pir mezin a jêre sektora perwerdeyê tê gotin hatiye avakirin. Di vê sektorê de kes bîst û çar saetan di aliyê zêhnî û rûhî ve rastî bomberdumanê tê hiştin û bi vî awayî kes tînin rewşa hebûneke dij civakî.” (Rêbertî: Berga 5.). Divê mirov bêyî ku vê heqîqetê jibîr bike tevger bike, ev yek jî peywira civakî û mirovî ya her mirovê gihiştî –dayîk û bav an jî serwer- ên ku ji xwe re dibêjin em mirovin e. Ji bo ku di siberojan de zarok nekevin dorpêça zextê de, pêwîste perwerde-hîndekariya destpêkê ya ku me weke perwerdeya bingehîn binavkirî bi hemû aliyên xwe ve bê zanîn û li gorî vê yekê helwest bê raberkirin. Hişmendî û têgihiştinên destpêkê yên bên dayîna zarok di asta girîngiyeke jiyanî de ne. Dema ku ji mijarên weke kapasîteya fêmkirinê ya zarok, hêza têgihiştinê, pîvanên ji hev derxistina tiştan, liserxwebûn û şêwegirtina rûhî,  bi çalakiyên beşdarî jiyanê bûyînê re dahûrandina nirxên civakî, li jor girtina hêza darizandina wijdanî û hwd. re fêrbûnên bingehîn ên nêzîkê rastiyê ango di rewşeke ku civakîbûnê bigire nava xwe de bê dayîn, wî demî wê endustriya perwerdeyê ya ku hêzên serdest û hegemonîk avakirine û populer kirine jî wê bê valaderxistin.

Pêwîste bi taybet bê diyarkirin ku, perwerde ne mijareke kesî ye. Xebata perwerdeyê ya di navbera du kesan de pêşdikeve jî civakî ye. Dema ku kes bi tena serê xwe, xwe perwerde bike, bi bandorên kûr ên hebûna nirx, danehev û zanînên mirovî û civakî û bi bandora van dikare bê fêrbûn, ev hemû diyardeyên nebe nabeya civakîbûnê ne. Ji ber ku çalakiya jiyanê ya ku jêre perwerde tê gotin, ji mirovê destpêkê heya roja me ya îro kombûye û hatiye. Li ser vê bingehê perwerde fenomen û çalakiyeke civakî ye. Civak ji perwerdeyê dûrgirtin, ev xebat li ser bingehê hin berjewendiyan ji destê wê girtin û xistina bin destê xwe de girtin û li gorî xwe dayîna karanîn jî dijberiya civakê bi xwe ye, kesên ku vê yekê bikin jî; hêzên desthilatdar, sermaye, serdest û pêkhateyên hegemon ên dewletê ne. Lê belê diyardeya perwerdeyê pêwîstiyeke ji bo domdariya civakê û sîstema ku avakiriye ye.  Lê belê pêkhateyên mijara gotinê ev xebat ji destê civakê girtine û di berjewendiya hukumdariya xwe de bikar tînin.

Perwerde weke mijareke kesî yan jî xebateke kesî girtina dest xapandineke pir mezin e. Hemû diyardeyên ku dikevin nava perwerdeyê de jiyanî ne. Ji ber ku her tiştê ku jiyanî be di heman demê de civakî ye jî. Ti tişteke ji vê cuda, qut an jî dûr tine ye. Pêşxîner, afrêner û çalakkerê hemû nirx û zanînan civaka ku kes endamê wê ye. Bêyî civak hebûna kes ne gengaz e, tiştên ku fêrbibe û biceribîne jî ji civakê ne qut e, her wiha ne gengaz e ku bi tena serê xwe pêk bîne jî. Hemû pêkanînên ku bêne pêkanîn, heya ku civak hebe û kes jî bi zanebûna ku endamê wê civakê ye bijî dikare bibe xwedî realîte yan jî realîte qezenc bike. Rewşa berevajiyê vê jî rewşeke ne awarteye û ne gengaze jî. Lê belê hin amûrên modernîteya kapîtalîst û îdeolojiya wê lîberalîzmê pêşxistî ku ji derewekê zêdetir ne tişteke din e hene, dixwaze ku weke bisihir an jî bi efsûnî derbasî ruh û hizirên me bike, ku ev jî xweparêziya ku bi hevirê ezezitiyê hatî strandine. Kes bi demagojiya ku jêre çanda populer tê gotin re ji civakê qut dike û bi vî awayî tîne rewşa mezixêner ango dike beşeke ji girseya kerî, bi vî awayî çawa dixwaze beralî dike, rêve dibe û heya hestiyên mijandina wî/wê ji xwe re weke armanca sereke dizane.

Dema mijar dibe gelê Kurd, ev pêkanîn qat bi qat zêde dibin û têne rewşa trajediyekê. Di van du sed salên dawiyê de gelê Kurd hem rastî komkujiya çandî hem jî ya fîzîkî hatiye hiştin. Hem civakîbûna wan, hem cîhana wan a hizirînê, hem kesayeta wan hem jî şêwazê jiyana wan hatiye parçe-parçekirin, di encama van pêkanînan de jî li naverastê, ne nasname, ne ziman, ne çand û ne jî rêûresmeke dîrokî hatiye hiştin. Mêtîngeriya faşîst a Komara Tirkiyeyê ji bo ku vê pêkanîna xwe bi awayeke serkeftî bicih bîne, bi taybetî jî YÎBO (dibistanên şevîne yên dewletê) heya goşeyên herî dûr ên Kurdistanê jî belav kiriye. Di ser de jî di bin navê sîstema perwerdê ya neçarî de, bi rûpoşa pêşketîbûnê û bi anîna amûrên modernîzmê de, di serî de ku van dibistanan, li navendên perwerdê yên cihê bi rêya çalakiyên hunerî û wêjeyî û bi rêya çalakiyên çandî yên cihê de, zêhniyeta xwe ya faşîst belavê zarokên Kurd kiriye û zarokên Kurd ên belengaz jehrî kiriye. Bi rêya qirkirin û bişavtinê çawa civakek tê qetilkirin, çawa zarokên wê civakê yên ku siberoja wê civakê ne têne jehrîkirin, mirov dikare bi awayeke hêsanî di çalakiyên ku di van sazî û dibistanan de bibîne.

Di navendên perwerdeyê yên bi navên cuda hatine avakirin de bi taybet di dibistanên şevîne de, mirov dikare bi milyonan mînakên cûrên êşkenceyan, rêbazên ceza-xelat û hwd ku li van saziyan hatine pêkanîn bibîne. Lê belê bi qasî ku ev deryaya dramayan a ku trajediyan di nava xwe de dihewîne, ew qasê jî balkêşiyan di nava xwe de digire. Di bîranînên ku îro bi awayeke bi êş têne gotin de, yên sereke; xwe, dayîk, bav, ziman, nasname û çanda xwe înkarkirin, li ser hevalên xwe gotin û îhbarkirin û di beramberê van de diyariyên ku têne dayîn gelek zêde ne û yên sereke têne gotin in.

Hemû pêkanînên wiha û yên weke wan li ser avana hizirî, şêwegirtina giyanî û şêwazê jiyana kes rê li ber encamên travmatîk ên cûr bi cûr vekiriye. Navê vê yekê qirkirina çandî ye. Cûreke ji çand, ziman û nasnameya xwe direve, xwedî avaneke fikrî ya biparçe, xwedî kesayeteke xirabûyî, ketî nava avaneke giyanî ya nexweş derketiye holê. Di nava tirs, fikar û bizdonektiyê de ji ezbeniyên xwe re xizmetkirin heyanî ketiya nava hucreyên wî/wê de. Derûniya kesayeta kêm û bindest di her kêliya jiyanê de vedana xwe dibîne û kesayet dike îtaetkarê mêtîngeriyê. Ji demê borî heya roja meya îro li gel qirkirina fîzîkî qirkirina çandî jî bi awayeke sîstematîk hatiye pêkanîn. Di dema avakirina dibistanên eşîran a ku ji wan re Mektebên Hemîdiyî tê gotin û ji aliyê padîşahê Osmanî Ebdulhemîdê II. ve hatî avakirin de zarokên hinek derdorên elît ên burokratîk ên ku wê di van dibistanan de bixwînin dihat payîn ku wê zanist, zanyarî û siyaseta cîhanê nas bikin. Dema ku hat gotin ku wê zirarê bidin Bab-i Elî li beramberê vê jî hat gotin ku, “emê van zarokan perwerde bikin, emê paşatî, qeymeqamtî û meqamên cûr bi cûr bidin wan û mûçe bidin wan. Wê ev ji Tirkekê zêdetir ji me re xizmet bikin.” Feraset, nêzîkatî û şêweyê destgirtina perwerdeyê ya desthilatdar û mêtîngeran jî xizmetê ji vê armancê re dike.

Zanistperetiya bi navê zanistê tê kirin; pîşeyên têne zanîn, şêweyên fikirînê û hemû rêbazên fikir hilberandinê ji hev qut kiriye û bejnkurt hiştiye. Mirov ji taybetmendiyên xwe yên piralîbûn, xuluqkar û hilberînkar dûr dixe, dixe dorpêça derewa mezin a ku jêre pisportî tê gotin. Sîstemên perwerdeyê yên heyî bi zanista parçebûyî û rêbazên wê re hizir û hebûna civakî ya mirov parçe kiriye û di rewşa heyî de vê parçebûnê hîn kûrtir dike û dide meşandin. Bi taybetî jî îdeolojî ji çandê, huner ji zanistê, jiyan ji felsefeyê, siyaset ji exlaqê û civaka ku kombûna van hemûyane jî ji kesayet qut kiriye. Her duyan jî ji realîteyê dûr dixe, bi dîrokeke şêlo û bi hişeke biewr re jî ji heqîqetê dûr û mehrûm hiştiye. Ma gelo di nava vê mekanîzmayê de perwerdeya zarok û xuluqkarî, hilberînkarî û serkeftinên zarok wê çiqasê nêzîkê rastiyê be? Ma gelo zarokeke ku di nava vê sîstemê de hatî perwerdekirin û mezinkirin wê çiqasê bikare cîhana xwe ya hizirînê bide xebitandin? Wê çiqasê bikare kesayeta xwe bibîne? Wê ji bo dîtina civaka xwe çi pîvanan bingeh bigire? Şêwazê jiyana ku dijî wê ji kê û çi re xizmet bike? Ev pirsane û pirsên bi vî awayî pirsên ku bi taybetî li pêşiya dayîk û bavan ji bo bersivdayînê. Pêwîste ku bersiva van pirsan ji derveyî zêhniyeta zilamê serdest û sîstema perwerdeya wê ya heyî bê hiştin û dayîn. Paradîgmaya Rêbertiyê bi bersivên van pirsan re dagirtî ye. Mijar bi lêpirsînkirin, ponijîn û jiyanîkirina bersivan ve girêdayî ye.

      Rêya xwenaskirin, civaka xwe naskirin, xweza û gerdûna xwe naskirinê ya kes, perwerdeya ku ji zayendperestî, olperestî, nijadperestî û zanistperestiyê dûr, ku li ser bingehê dijberiya van û girêdayî mîrasa civakî bê pêşxistine. Asta serkeftin û pêkanînê ya li vir jî; bi dayîn û standina kes a ji civak, kes, xweza û gerdûnê re tê beramberkirin. Vaye li vir perwerdeya di demê zarokatiyê û fêrbûn, hişmendî û pêşdarizên ku jê girtine re dikare beralî bike. Pêwîste ku mirov bi awayeke girîng li ser vê xalê bisekine. Hîmê nêzîkatî û feraseta zayendperestî, olperestî û hinekê jî nîjadperestiyê xwe dispêre van deman. Perwerdeya demê zarokatiyê, di rêyên xwar, bi şêweyên xirab û şiklên kirêt tê dayîn, tê dahûrandin. Ji vê yekê jî xilasbûn tenê di temenê ciwantiyê de bi taybet jî di temenê baliqbûnê de bi qewz an jî gavên mezin gengaz dibe. Dîsa şêwegirtin û fêrbûnên zarok ên di nava malbatê de, eger ku ne li gorî herikîn, xwestek û bendewariyên civakê be, zehmetiyên ji van xilasbûnê jî vediguherin trajediyên mezin. Dema ku hewldan û daxwazên kes encam bide, pêwîstî bi biryardariyeke xurt û daxwazeke mezin heye. Li vir di daxwaza xwe de israrkirin wê nîşaneya îradeyê rohnî bike. Çirûskên ku bi enerjiyên diteyisin derdora xwe rohnî dikin, zanabûnê zêde dikin, li gel vê jî rê li ber xwe zanînê jî vedike.

Fêrnebûyîn tê wateya, nenaskirina jiyana ku hatî jiyankirin, sîstema heyî nenaskirin û fêmnekirina xwezaya ku bi awayê mekana hebûnî ku mirov temenê xwe têde derbas dike ye. Encamên vê jî; kesê ku rastî dewisandinê hatî û veguherî koma goşt û hestî ye. Ev jî îfadeya koletî ya ku xwedî şêweyên cûr bi cûr ên weke; bêkarî, bêmalî, bêparastinî, birçî û rezîlbûnê ye. Di roja me ya îro de behsa artêşa bêkaran tê kirin. Lê belê hejmara kesên ku behsa keda zarokan dikin jî sînordar in. Hejmara “zarokên kole” ya ku di her derê cîhanê de bi awayeke berfireh tê bikaranîn jî nayê zanîn. Pêwîste mirov vê yekê baş pênase bike. Ji vê re gotina “artêşa koleyên zarok” gotin wê binavkirineke hîn di cih de be. Weke şerm û rûreşiya herî mezin a mirovahiyê di navenda hemû pirsgirêkan de cih digire.

Pîvana bingehîn a perwerdeya herî bibandor hevgirtina di navbera gotin û şêweyê jiyana fêrkar de ye. Di pêşketina zarok de ev bandora herî diyarker e. Pîvanên jiyanê û perwerdeya ku hem di qonaxên pitiktî hem jî di qonaxa zaroktiyê de bê dayîn, wê di asteke mezin de hîmê şêwegirtina kesayet a di ku salên piştre de pêk tê ava bike. Krîza di nava malbatê de, rewşa tengezar,  rewşa xirab a ji ber sedemên cûr bi cûr rûdide, zehmetiyên jiyanê, bi zarok re têkildar nebûyîn û li hemberî zarok xemsarmayîn jî di perwerdeya zarok de wê rê li ber rewşa xirab veke. Zarokê ku ji hezkirin û dilovaniya dayîk û bavê xwe mehrûm mayî, wê weke zarokê ku bêdayîk û bêbav mezin bûyî cûrên travma yên ku di şêweyên cuda de pêşdikevin rû derkeve. Di encama pêkanînên ceza, tundî, zext û otorîteyê ya di dayîk û bav an jî endamên malbatê de jî, wê di zarok de rê li ber rewşên weke, xwe ji derve re girtin, bêdengî, lewaziya îradeyê, kêmbûna xwe îfadekirinê, windakirina jixwebaweriyê, bêahengî, sernexistin û hwd veke.

Pêvajoya perwerdeyê ya ku di malbatê de destpê bike, divê di nava malbat û taxê de bê berdewamkirin; ji bo çalakiya bi hev re fikirîn û derbasî pratîkê kirinê jî, wê bi xwe re encamên herî destdayî bîne. Zarokên xwe şandina dibistanên hatine diyarkirin tê wateya ez nikarim zarokê xwe bigihînim. Yan jî tê wateya tu zarokê min li gorî tişta heyî bigihîne. Ketina nava sîstema kapîtalîst de bi vî awayî destpê dike. Sîstema perwerdeyê ya alternatîf divê; bi nirxên civakî, mîrasa dîrokî û bi xwezayê re di anva ahengî û guncawiyê de bê avakirin. Hîmê perwerdeyeke demokratîk, azadîxwaz, kolektîf û komînal, ji jiyanîkirina nirxên civakî û jiyana ekolojîk e. Ev jî bi ragihandinê pêk tê.

Di roja me ya îro de, hêzên hegemonîk, dewletên desthilatdar û mêtînger, bi perwerdeya bi navê zanistê û bi rêya pozîtîvîzmê tê pêşxistin re endustriya hişmendiyê tê avakirin. Bi vî awayî hem şêwedana zêhnî, hem jî mêtina wê pêk tînin. Vê jî bi awayeke giranî bi sîstema perwerdeyê dimeşînin.

Ji dema şaristaniya dewletdar ve di nêzîkatiya dayîk, bav, malbat û derdora nêzîk ya li ser zarok de guherînên pir mezin çênebûye, di rêjeyeke mezin de xwe dubarekirin mijara gotinê ye. Pir gotinên ku di tabletên Sumeran de hatiye qeydkirin, klîşebûye û di roja me de jî tê bilêvkirin. Weke mînak; eger ku zarokek ê malbatekê ji ber sedemekê mirî be, ji malbat û derdora nêzîk berteka destpêkê ya tê nîşandan jî weke, “zarokeke din wê cihê zarokê mirî bigire” ye. Ango dixwazin bibêjin, “hûn hîn ciwanin, wê zarokên we yên din jî çêbibin” bi vî awayî dixwazin malbatê bi taybet jî dayîk û bav dilxweş bikin. Tişta balkêş a di vê nêzîkatî û ferasetê de xemnexwarin e. Bênirxiya di vir de ye. Nêzîkatiya jirêzê ye. Piştî çend rojan ev rewş ji bo malbatê jî derbasdar dibe. Pirsgirêka li vir, ne pirsgirêka mirinê ye, nêzîkatiya li mirî kirinê ye.  Şêweyê destgirtina mirî ye. Nêzîkatiya ku tê raberkirin jî şêweyekî ferasetê ye. Pirsgirêkeke zêhniyetê ye.    

Mînakeke din jî wiha ye; gotina, “bixwîne, bibe zilam û weke bavê xwe nebe emele” ya ku îro jî tê bikaranîn ji Sumeriyan heya roja me ya îro tê bikaranîn. Gelo ev zilambûyîna ku tê behskirin çi ye? Wê li gorî kê û wê çawa çêbibe? Armanca bingehîn a sîstemên perwerdê yên heyî ji derveyî çend ferqên biçûk, ew e ku, di berjewendiyên xwe de nifşên nû amadekirin e, dema ku vê yekê bike jî, mejiyê wan bi qirêjiya zanyariyan û derewên çêkirî dadigirin, ku dixwazin nifşeke girêdayî jiberkirinê amade bikin. Wê demê siberojên ku li gorî vê zêhniyetê hatine amadekirin wê pêşeroja kê bin? Her wiha dema ku zarok tê mezinkirin û perwerdekirin, di nava malbatê bi xwe de jî zagonên sûc û ceza hatine danîn. Li gelek welatan “dadgehên zarokan” hatine damezrandin. Ma zarok dikare sûcdar bibe? Zagon û rêgezên, bûyer û diyardeyên ku weke sûc têne pênesakiririn ji aliyê kê ve tê diyarkirin? Mixabin yên ku pîvanan datînin sîstemên çewsîner, mêtînger, serdest in. Ji bo ku van veşêrin jî sazî û derewên cûr bi cûr ava kirin. Qaşo ev sazî wê mafên zarokan biparêzin.

       Mirina zarokan a bi nexweşî, bêqûtî û xemsariyên cûr bi cûr ve girêdayî bi hezaran salan e ku bi hejmarên bilind tê îfadekirin. Bazirganiya zarokan û revandina wan bi awayeke bê navber berdewam dike. Ji zarokmariyê heya xizmetkarî û xebatkariya erzan a zarokan, ji bazirganiya lebatan heya fuhûşê di her qadên ku bêne bîra mirovan de zarok têne bikaranîn. Di biryarên ku NY û rêxistin û dewletên navdewletî yên ku derbarê zarokan de didin de hevnegirtin, sextekarî û xemsariyeke mezin mijara gotinê ye. Hejmarên tirsnak a zarokên ku di karên derveyî mirovî de têne bikaranîn rojane zêdetir dibe. Berdêla herî giran a pirsgirêkên weke zext, mêtîngerî, tundî, birçîbûn, xizantî, nexweşî û bêperwerdeyî ya ku mirovahiya cîhanê dijî zarok dijîn. Bi kurtasî îro û siberoj di kesayeta van zarokan tê xwestin ku teslîm bê girtin...

 

       Enes PÎR