Zanîngeha Rojava Nas Bikin – 7
Fakulteya Petrol û Petro-Kîmya
Bi boneya naskirin, dîtin, parvekirina çavdêriyên xwe, me serdana Zanîngeha Rojava kir. Me li gel Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa û Rêveberiyên Beşê Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî, Fakulteya Çandiniyê, Fakulteya Hunerên Bedew, Fakulteya Jineolojiyê û Fakulteya Zanistên Perwerdeyê, Fakulteya Petrol û Petro-kîmyayê hevpeyvîn derbarê kar û xebatên wan de kir. Beşa heftemîn a serdana xwe ya li gel Cîgirê Hevserokatiya Fakulteya Petrol û Petrokîmyayê Mamoste Ebdulah Hesen bi we re parve dikin.
Em Dikarin We Nas Bikin?
Navê min Ebdulah Hesen e. Ez cîgirê hevserokatiya Endezyariya Petrolê ya Zanîngeha Rojava me. Zanîngeha Rojava di 20’ê Mijdara sala 2016’an de hat vekirin. Du beşên fakulteyê hene ew jî Endezyariya Petrol û Endezyariya Petro-kîmya ye. Xwendekarên me niha di sala xwe ya sêyemîn de ne. Hejmara xwendekaran bi giştî 173 xwendekar in. Di nav wan de xwendekarên ku ji zanîngehên rejîmê hatine veguhestin hene. Bi rastî jî ev çend sal in tevlîbûneke baş a xwendekaran heye û niha jî em nêzî derçûna xwendekarên sala sêyemîn in ku tenê qonaxek ji qedandina wan re maye. Sîstema zanîngehê di Destpêka vekirinê de sê sal bûn, her sal ji 3 werzan (qonaxan) pêk dihat. Lê piştî konferansê ev sîstem hat guhertin êdî bû pênc sal û her sal jî ji 2 qonaxan pêk tê. Niha jî em li fakulteyê du sîsteman dimeşînin. Evane jî sîstema kevin û ya nû ye. Xwendekarên berê li ser sîstema kevin in, ên nû hatine jî li ser sîstema nû dimeşin.
Astengiyên We Jiyankirine Çi Ne?
Bi giştî her saziya ku destpêkê vedibe rastî rexneyan dimîne. Ji ber destpêke li hemberî wê bêbaweriyek heye. Destpêkê fikarên pir mezin di mijara peydakirina mamosteyên pispor de dihatin jiyankirin. Pirsên gelo em ê bikarin mamosteyên pispor peyda bikin an na li gel herkesî çêdibûn? Em dikarin zanîngehekê vekin an na? Lê niha êdî bawerî li gel her kesî çêbû. Ev gav hat meşandin her wiha serkeftinek di zanîngehê de çêbû ji ber vê yekê jî niha danûstandin wekî zanîngehek giştî bi zanîngehên navdewletî re çêdibin û hevpeyman jî çêdibin. Ango di dema pêş de wê karekî baş ji bo zanîngehê were kirin. Destpêkê astengî di peydakirina mamosteyan de hebû, bi rastî gelek mamoste tevlî me bûn. Her wiha gelek mamoste bi me re alîkar bûn, fon jî negirtin û heta niha jî di zanîngehê de cihê xwe digirin. Li gel xwendekaran jî hin astengî hebûn ji ber ku ev sîstemeke alternatîf e ji sîstemên cihanê cuda ye. Ji ber ku li zanîngehên me sîstema ezmûnan tine ye. Rêveberiya zanîngehê gelek derfet ji xwendekaran re peyda kirin, xwendin bê pere ye û xewgeh jî bê pere ye.
Di Roja Me Ya Îro De Çiqas Baweriya Xwendekaran Bi Zanîngehê Çêbûye?
Eger xwestek li gel xwendekaran neba, dibe ku gelekan dev ji me berdaba. Rêjeya xwendekarên ku dev ji xwendinê berdane pir kêm bû, ew jî ne ji ber sedemên mezin bûn. Weke mînak hin xwendekarên zewicîn an jî barkirine bi neçarî dev ji xwendina xwe berdan. Niha girêdaneke baş heye, xwendekar bi xwestek tevlî zanîngehê dibin û niha jî cara çaremîn e ku em li gorî pileyên xwendekaran ên amadeyî xwendekaran digirin zanîngehê. Pêşwazî heye û xwendekar xwe tomar dikin.
Erênî û Neyiniyên Pêkanîna Sîstema Bê Ezmûn Çi Ne?
Bi rastî sîstema nirxandinê tiştekî nû ye û di destpêka xwe de ewqasî nehat pêşwazîkirin. Mamosteyan hin acizî derxistin û digotin eger ezmûn nebe, wê xwendekar çawe biser bikevin? Bi giştî em dizanin ku li tevahiya cîhanê gelek rexne li ser sîstema ezmûnan hene. Ango çawa tu xwendekarekî bi yek ezmûn binirxînî û li ser wî bingehî pileyê jê re binivîsî, ev ne edalet e. Li şûna ezmûnan me nirxandin çêkir. Nirxandin bi awayekî rojane ye ango tevlîbûna xwedekar û mijûlbûna wî bi waneyê re çiqas e? Her wiha xwestek û daxwazên wî ji bo waneyê hene an na? Ev hemû jî rojane tên nirxandin û pile tê dayîn. Li ser vî bingehî xwendina ku xwendekar li cem me dikin ji ya ku di sîstema ezmûnan de tê pêkanîn bêhtir e. Ji ber ku eger ez bêjim ezmûn heye, ez ê tenê dawiya salê bixwînim. Niha em dibêjin ezmûn tine ye ango weke em bêjin her roj nirxandin heye û ji nişka ve ye. Divê tu her roj bixwînî, ji ber vê yekê xwendekar her tim di amadebûnê de ne. Li vir xwedekar bêhtir dixwîne û edalet bêtir dimeşe.
Labaratuwarên We Têrker In An Na?
Heta astekê laboratuwarên me tên qebûlkirin, lê gelek amûr û meteryal kêm in, ji ber vê yekê jî me lîste û daxwazên xwe amade kirine.
“Yek ji mamosteyên fakulteyê agahiyên derbarê mamosteyan de ji me re şîrove kir.”
Tu Dikarî Xwe Bidî Naskirin?
Navê min Cemîl Şêrgo ye, Endezyarê petrolê me, min xwendina xwe li Himsê qedandiye.
Giringiya vê fakulteyê ji bo civakê çi ye?
Di vê demê de gelek kêmbûn di karmendan de çêbûye ji ber ku piraniya wan derketine derveyî welêt. Ji ber vê yekê giringiya wê pir e, ev xwendekar dê sibe tevlî kar bibin û wê cihê vala dagirin û xizmeta civaka xwe bikin.
Hûn Jêderên Xwe Ji Kû Digirin?
Materyal û mufredata me ya Himsê ye, lê em hin caran mijaran ji cem xwe lê zêde dikin. Lê gelek kêmasî di laboratuwarên me de hene. Di milê pratîkî de em bi giştî li Rimêlan pêk tînin. Xwendekar ji dersên pratîkî gelek sûd digirin. Asta xwendekaran bi giştî baş e.
Astengiyên Ku Hûn Jiyandikin Çi Ne?
Bi rastî peydakirina mamosteyan gelek zehmet e, ez jî niha şeş meteryalan didim. Her qonaxekê du meteryal in. Ev jî sedema xwe ji kêmbûna mamosteyan digire.
“Bi armanca naskirina nêrînên xwendekaran derbarê fakulteyê de, me hevpeyvîn li gel du xwendekaran kir.”
Em Dikarin Nêrînên We Yê Derbarê Fakulteyê De Bigirin?
Navê min Zîn Mihemed Zekî Sarîka ye. Endezyariya petrolê dixwînim û niha di sala duyemîn de me. Ez bi baweriyeke mezin tevlî zanîngehê bûm. Yek ji sedemên tevlîbûna min ew e ku zanîngeh ya me ye û eger em xwe ava nekin, ti kes me ava nake. Destpêkê me di milê çûn-hatinê û cihê razanê de gelek zehmetî kişandin. Lê ev pirsgirêk di demeke kurt de hat çareserkirin. Di milê dersdayînê de dibe ku qasiya agahiyên em distînin gelek be, lê tişta bi me re alîkar sîstema nirxandinê ye, ev sîstem dihêle xwendekar rojane bixwîne û ji nirxandinê re amade be. Eger asta xwendekarekî kêm be jî, ev sîstem ji bo pêşxistin û bilindkirina asta xwe bi xwendekar re alîkar dibe. Li vir jî têkiliya di navbera xwendekar û mamosteyan de pir rehet e. Her du alî bi hev re alîkar in. Astengiya ku bi me re derbas dibe naskirina şêwazê mamosteyên nû ye.
Gelo Nêrînên We Yên Derbarê Fakulteyê De Çi Ne?:
Navê min Niyaz Seyid Ehmed e. Ez ji bajarê kobanê me. Xwendekarê beşa Petrolê ya Zanîngeha Rojava me. Ez di sala dawî de me û niha me dest bi projeya xwe ya derçûnê kiriye. Di projeyê de her çar xwendekar bi hev re kar dikin û mamosteyek karê wan dişopîne. Berê min li zanîngeha dewletê ev beş dixwend, sîstema dewletê xwe dispart ezmûnên klasîkî yên dawiya salê, ango eger te ezmûn qezenc dikir, te dikarî biser bixî, lê eger te qezenc nekir, tu jî bindiketî. Her wiha têkiliya mamoste bi xwendekar re têkiliyeke desthilatdar bû. Xwendekar nikarîbû pirsekê jî ji mamosteyê xwe bike. Di refê de hejmara me nêzî 400 xwendekarî bû, mamoste diket refê, waneya xwe dida û bêyî ku xwendekarên xwe ji hev nas bike derdiket. Di milê piratîkî de em fêr nedibûn, waneyên me bi giştî teorî bûn, ji ber ku em dûrî cihê kar ango bîrên petrolê bûn. Ev bû sedem ku ez dev ji zanîngeha dewletê berdim û berê xwe bidim zanîngeha Rojava. Sîstema zanîngeha Rojava ji sîstemên zanîngehên Rojhilata Navîn cuda ye. Ev sîstem sîstema nirxandinê ye. Her mamoste xwendekarên xwe rojane dişopîne û li gorî tevlîbûna wan ji dersê re û projeyên wan dinirxîne. Waneyên me du baş in. Em beşê teorî li zanîngehê dibînin û beşê pratîkê em derdikevin li ser bîran û em bi çavdêrî û dîtinî fêr dibin. Ji ber ku em li cihê karê xwe ne. Daxwazeke min hebû ku zimanê materyalên me yên zanîngehê bi giştî bibe zimanê Kurdî. Bi zimanê Kurdî em ê hîn bêhtir bikarin sûd ji waneyên xwe û xwendina xwe bigirin.