Perwerde Karê Kê Ye?

1

Perwerde ji bo civakan çalakiyeke ragihandina ezmûn û danehevên xwe yên demê berê ye. Ango perwerde di civakê de pira di navbera demê borî û demê bê de ye. Mirov dikare bibêje civak bi rêya perwerdeyê nifşên xwe ji siberojê re amade dike. Civaka ku dixwaze bi reng û taybetmendiyên xwe, hebûna xwe bidomîne, pêwîstî bi perwerdekirina zarok û ciwanên xwe dibîne. Zarok û ciwanên îro wê sibê bibin xwediyên civakê. Ango wê ji bo rêvebirina civakê amade bibin. Mane xwediyên civakê yên îro jî, zarok û ciwanên civakê yên duh (demê borî ne). Ev peywirek e ku zarok û ciwanên îro ji bo vî peywirî bigirin ser milê xwe, ji aliyê civakê bi xwe ve li gorî pîvan û rêgezên civakê tên perwerdekirin. Ango perwerde ji bo civakê çalakiyeke hebûnî ye. Heya vê derê her tişt tê fêmkirin. Perwerde ji bo civakê nebe nabe ye. Ango perwerde ji bo siberoja civakê jiyanî ye.

Modernîteya kapîtalîst a ku di van sedsalên dawiyê de nûnertiya sîstema navendî û desthilatdar dike jî dixwaze her endam û derdorên di civakê de, her lawir û hebûnên di xwezayê de, heyanî ne tenê yên di cîhanê de, hemû gerdûnê dixwaze ji bo berjewendiyê xwe bikar bîne. Biqasî ku dikare vê bi rêya tundiyê jî pêk tîne. Lê ev rêbaz zêde zirar û ziyanê dide. Ji ber vê yekê rêbaza dijberê xwe ji bo berjewendiyê xwe bikaranîn hîn sûdmentir e. Ango dijberê xwe ji bo xwe bikaranîn û dema vê yekê bike jî bi rûpoşa alîkariyê dike û di çavê dijberê xwe de xwe weke rizgarker, xêrxwazekê dide nîşandan. Di encama vê yekê de têkiliyeke kole û efendî derdikeve holê. Kole hebûn û tinebûna xwe bi efendiyên xwe dizane û ji bo vê yekê jî minetdariya xwe nîşan dide. Ji vê re jî zemîn bi rêya perwerdeyê tê amadekirin. Ango di perwerdeyê de bi awayeke ziravî endam têne amadekirin. Bêyî ku zarok û ciwan bizanin vê yekê di mejiyê wan de didin bicihkirin. Serdest perwerdeyê heya dawiyê bi awayeke îdeolojîk digirin dest û li gorî vê rastiyê nêzîkatî dikin. Nêzîkatî û bendewariyên civakê ji bo perwerdeyê cuda ye, yên serdestan ji bo perwerdeyê cuda ye. Ango ferq û cudahiyeke pir mezin a destgirtin û nêzîkbûna her duyan ji bo perwerdeyê heye. Perwerde di civakê de ji bo berjewendiyê giştî civakê ye, lê di serdestan de ji bo berjewendiyê serdest an jî derdoreke elît e. Dema ku zarok û ciwan vê perwerdeyê dibînin jî bi fikra wê ji civaka xwe re bibin mirovên sûdmend beşdarî perwerdeyê dibin.

Bê guman sîstema navendî di vê mijarê de hesabên hûr û kûr kirine. Ango hemû zarok û ciwanên civakê ji xwe re armanc kirine. Ji ber vê sedemê jî bi rûpoşeke bi navê perwerdeya neçarî hemû zarokên civakê digire perwerdeya xwe û li gorî xwe perwerde dike. Bi vî awayî pêwîste her zarok tevlî perwerdeya neçarî ya sîstemê bibe û ji bo berjewendiya sîstemê bibe xwedî pîşeyekê û di pîşeyê xwe de pispor bibe. Ji bo berdewamkirina sîstemê pêwîste têkariyên xwe pêşkêş bike. Ango pêwîste bibe diraneke ji çerxa sîstemê ya ku li ser milê koleyên dildar dixebite. Çima sîstem pêwîstî bi perwerdeya neçarî dibîne? Ji ber ku sîstem naxwaze ti kesî ji derve bihêle û dixwaze her kesê di nava aşê vê sîstemê de bihêrîne. Jixwe perwerdeya sîstemê bi ramanên nîjadperest, kapîtalîst, zayendperest, olperest, zanistperest, netewperest û hwd hatiye dagirtin. Kesê ku di vê perwerdeyê re derbas bibe êdî xwe nas nake û dibe lingeke sîstemê. Di her welat û dewletan de perwerde li ser van bingehan tê dayîn.

Pêwîste civak li ser bingehê berdewamkirina hebûna xwe, nifşên xwe yên nû perwerde bike. Divê civak karê xwe yê herî pîroz perwerdekirina nifşên xwe ji ti hêzan, bi taybet jî ji dewletê re nehêle. Eger ku civak bi çavê siberoj-pêşerojê li zarokên xwe dinêre, pêwîste bi wê hişmendiyê jî perwerde bike. Weke Rêbertî jî di vê xalê de dibêje, “Perwerde ne karê desthilatdarî û dewletê ye, karê herî girîng ê civakê ye...” û girîngiya perwerdeyê ji bo civakê destnîşan dike. Ango perwerde nebe nabe ya civakê ye. Bê guman civaka ku vê peywira xwe ya jiyanî çiqasê pêkbîne wê ewqasê bikare nifşên xwe ji sîstemê qut bike û li gorî xwe perwerde bike.

Mînak eger mirov bide, zarokên Kurd ên di dibistanên dewletên dagirker ên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de dixwînin jî di nava vê rewşa xeter de ne. Zarokeke ku di dibistanên dewleta Tirk de dixwîne, ji Tirkan zêdetir Tirkitiyê diparêze. Kurdîtiyê tenê weke nav dizane. Bi Kurdî axaftin û doza mafên çandî û netewî yên Kurdî kirinê weke îxanetê dizane. Di vê rewşê de jî dibêje, “Ez Kurd im, lê ne xayîn im. Ez Kurdeke Tirkperest im û bi dewleta xwe ve girêdayî me.” Rewşeke wiha xeter li Kurdistanê derketiye holê.

Perwerdekirina zarokan weke çandina darekê ye. Kî hêz û derdor (îdeolojî û rêgez) vê darê biçîne wê fêkî berhemên wê jî ew kom bike...

2

Mihemed GABAR