Ji Nêz Ve Lênêrîneke Li Sîstema Perwerdê Ya Dewleta Sûriye – 3

1

Waneyên (Telî’î) bi awayekî bi rêk û pêk ji refa seretayî yek heya refa şeş bi awayekî sîstematîk berdewam dikin. Armanca wê jî ew e ku zincîra hizirên Baas di mejiyê zarokan de bimîne û qut nebe, li milê din amadekirina wan ji bo asta navîn e.

Piştî ku zarok derbasî asta navîn dibin, asta minhacan jî bilintir dibe û du aliyên bingehîn tekez dike, yek ji wan pîrozkirina Esed ê Rêber e, ya din jî di nava netewa Erebî de helandina wan û bihêzkirina nijadperestî li gel wan. Roja perwerdeyê bi slogana Baas destpê dike, ew slogan bi dubarekirinê di mejiyê zarokan de hatiye bicihkirin. Her sibeh berdevk li pêşiya xwendekaran bi dengekî bilind bang dike û piştre jî xwendekar hemû bi dengekî bilind dubare dikin:

Berdevk:      “Netewa Ereban yek e (Umetun Erebiyetun wahîde),

Xwendekar: “Xwedî nameyeke bêmirin e (Zatu rîsaletin xalîde),

Berdevk:      “Armancên me? (Ehdafuna?)

Xwendekar: “Yekîtî, azadî û sosyalîzm (Wehde, huriye, îştirakiye).”

Ji bo bişavtin berdewam bike, pirtûkek li minhac zêde kirine, ew jî “Perwerdeya netewî” (El-terbiye el-weteniye). Di rastiya xwe de ev pirtûk tenê “perwerdeya Baas e”. Ji ber ku partiya Baas dewlet û civakê birêve dibe, hemû hizir û awayên birêxistinkirina civakê bi vê partiyê ve girêdayî ne. Dema ku di pirtûkê de behsa awayên di Sûriyayê de geşkirin û pêşxistina aborî dike, mebesta wê; partiya Baas û jêhatîbûna Rêberê wê di avakirina Sûriyayê de û qenciyên wî li ser vî gelî ye û bi vî rengî dixwaze balbikişînin ser rol û girîngiya wan. Weke mînak: çêkirina rêyan, avakirina dibistanan, peydakirina elektirîkê, nan, .... hwd weke berhemên Partiya Baas û Esad tê dîtin. Ev hemû minetên Rêber in û divê gel her tim spasiya wî bike. Dema behsa dîroka Sûriyeya nûjen dike, ew tenê behsa dîroka desthilatdariya partiya Baas dike. Weke mînak “Şoreşa Heştê Adarê” (Dîroka bidestxistina partiya Baas a desthilatdariyê di ssala 1964’an de), “Tevgera sererastkirinê” (El-hereke el-teshîhiye); (derbeya leşkerî ya ku bi rêya wê, Esed ê bav “serokê partiya Baas” desthiladariya Sûrî xist destê xwe)...

Waneyên “perwerdeya netewî” nexweş û ji xwendekaran re pir giran bûn, lê di dibistanê de yên herî  nexweş ne ew bûn. Partiya Baas di hefteyê de du waneyên herî xirab zêde kiribûn ew jî “perwerdeya leşkerî” bûn. Pirtûkek taybet ji bo vê waneyê hebû û mamosteyê wê jî yekî taybet bû ku bi navê perwerdekarê leşkerî dihat naskirin, di rastiyê de ew bêhtir nêzî serbazekî leşkerî bû. Cilên wî jî leşkerî bûn. Piraniya waneyên di pratîkê de perwerdekirina li ser tevgerên leşkerî û naskirina çekan bû. Lê ya ku dihişt xwendekar ji vê waneyê bitirsin ne ev bû. Ya herî xirab awayê danûstandina  perwerdekar bi xwendekaran re bû. Bi zorê perwerdekirin, biçûkirin, dijûn û lêdan karê perwerdekar bû. Eger şaşîtiyek biçûk be jî, cezakirin rasterast dibû bersiv. Rêveberê dibistanê, rênîşander û mamoste, van hemûyan lêdan bikar tanîn û her yek ji wan amûra wî ya lêdanê hebû. Lê tirsa ji perwerdekarê leşkerî ji komkirina hemûyan bêhtir bû. Erkekî din ê perwerdekarê leşkerî hebû, ew jî di boneyên netewî de (ew jî pir bûn) birêxistinkirina meşan bû. Xwendekaran di grûpan de rêz dike û wêneyên Esed û alên Baas li wan belav dike, eger wêne yan jî alek di destê xwendekarekî de xirab bû yan jî bilind nehatiba hildan; Xwedê ji wî distand... Meş di kolanên bajaran de dibûn, perwerdekar jî di nav wan de digeriya û bala xwe dida dengê xwendekaran (ka xwendekar dengê xwe bilind dikin an na?) Xweş tê bîra min çawa di meşan de gelek caran ji nişka ve şeqam ji pişt ve li patika min diket, ew jî nîşana nerazîbûna wî ji dengê min ê nizm bû.

Li vir, divê em behsa rêxistina Yekîtiya Ciwanên Şoreşê (Îttîhad Şebîbet El-sewre) bikin, ew rêxistina ku ji bo erkê rêxistina “Telai” temam bike; hatiye avakirin. Lê ev rêxistin çi ye? Ka em nas bikin.

Di sala 1970 de rêxistina Yekîtiya Ciwanên Şoreşê hat avakirin, ew weke rêxistineke perwerdeyê ye, erka wê perwerdekirina ciwanên ku temenê wan di navbera 12 û 18 salî (ango xwendekarên di astên navîn û amadeyî de digire nava xwe) de ye. Wan; ji bo pêkanîna armancên vê rêxistinê, erkdar dike. Tevî ku hemû xwendekarên di asta navîn û amadeyî de bi awayekî xwezayî weke endamên vê rêxistinê tên dîtin jî, lê yek ji mercê vê rêxistinê ew e ku; divê ciwanên tevlî dibin bi ti awayî bi partiyên din ve negirêdayî bin. Ji xwe armancên vê rêxistinê hene, dixwaze wan pêk bîne, em hin ji wan diyar bikin:

  1. Bi awayekî nijadî û civakî perwerdekirina nifşê ciwanan weke amûrekê di têkoşîna ji bo pêkanîna dewleteke Erebî, yekgirtî û sosyalîzm de bin.
  2. Amadekirina nifşê ciwanan bi awayekî leşkerî ta di parastina şoreşê de alîkar bin.

Weke di pênase û armancan de diyar dibe ku ev rêxistin dixwaze ciwanan ji hemû rêxistin û partiyên din dûr bixe, di netewa Erebî de bişavtina hemû ciwanan û veguherandina xwendekaran weke leşkerên di xizmeta Baas de ye. Ji ber ku berî niha ji bilî partiya Baas çalakiyên hemû partiyan di dibistanan de hatine qedexekirin, ev ciwan bûne madeyeke xam e, di destê vê partiya tekane û pêşeroja civakê dadiqurtîne.

Gava yekem, bi awayekî fermî tevlîkirina wan di nav partiya Baas de tê kirin. Ew jî bi rêya belgeyeke fermî ku berî niha hatiye amadekirin, xwendekar tenê agahiyên xwe li ser dinivîsin û radestî rêveberiyê dikin, pêk tê. Tevlîbûna partiya Baas bûye korîdoreke tarî, zehmet û bijan ku xwendekar neçar in têre derbas bibin. Rojane zext li ser xwendekaran dihat kirin bi awayekî ku netewên din tine dike û netwa Erebî tekez dike. Hin caran di nav xwendekaran de dibûn weke pêkenokan. Rojekê dema rênîşander derbasî refa me bû û dest bi axaftinê kir, biryara qedexekirina axaftinê her çi zimanê ji bilî zimanê Erebî ji me re dubare kir, di wê kêliyê de xwendekarek di ber xwe de beşişî, hevalekî min ê Êzîdî bi çavên xwe awir jê vedan û got: “Bi Kurdî nekene!” Ev hevok ji me re bo weke pêkenokê her tim me di nav xwe de dubare dikir. Li milê din, partiya Baas xelat didan endamên xwe yên çalak, ew jî di dawiya sala xwendina amadeyî sê de bû. Ji kesên hêjayê xelatê dihatin dîtin re 25 pile li ser pileyên wan bidestxistî zêde dikirin ta ku karibin biçin fakulteya ku bi keda wan dest wan nakeve. Hevalekî min ê Ereb ji min re ev tişt da xuyakirin û got: “Ez ji bo van 25 pileyan tevlî partiya Baas bûm, ta ez karibim şaxekî baş di zanîngehê de hilbijêrim”. Rêxistina ciwanan civînên mehane yên derveyî saetên dibistanê dihatin pêkanîn, dişopand û tevlîbûna wendekaran tekez dikir, xwendekarê têde amade nedibû, dihat cezakirin.

Di amadeyî de agahiyên şoven hatin zêdekirin, navê pirtûka “Perwerdeya netewî” tê guhertin û dibe “perwerdeya nijadî” bi vî awayî rastiya xwe ya şoven da diyarkirin. Tevî waneyên leşkerî yên ku ji navîn zehmetir bûn, çalakiyeke pir girîng hebû, ew jî kampa havînê bû. Piştî qedandina sala xwendinê ya amadeyî yek, diviyabû xwendekar di havînê de tevlî vê kampê bibe, dema wê jî mehek bû. Kesê ku neqedîne, nikare derbasî amadeyî du bibe. Kampên havînê bi piranî berdewamiya perwerdeya leşkerî bû, lê carinan karê giran didan ber xwendekaran. Di fabrîqe û kargehan de didan karkirin. Pereyên dihatin qezenckirin, ti kesî nizanîbû bi ku ve diçû? Di wê mehê de zexteke mezin ji her du milên fîzîkî û psîkolojî li xwendekaran dibû. Me hîn temenê 16 salî derbas nekiribû lê wan em weke leşkerên di eniyên pêş de perwerde dikirin. Hîn li bîra min e dema ku perwerdekarê leşkerî em bi zorê li tirimbêlên “kamyonan” siwar dikirin û dibirin cihê perwerdeya leşkerî yan jî cihê kar, me ji sibehê ta piştî nîvro lê kar dikir.

Bi her awayî partiya Baas ciwan di aşê xwe de dihêrand. Ji bo avakirina nifşekî bêhişmendî, bêçand û tenê çanda Baas nas bike kar dikir. Nifşekî bêvîn ku bihêsanî karibe bi rêve bibe. Nifşekî ku ji azadî, demokrasî û afirandinê hatiye valakirin, tiştekî fêm nake, tenê koletiya tekez ji bo Partiya Baas û Rêveber ji xwe re dikin armanca herî sereke û bingehîn.

 

Rûbar Mihemed