Li Şengalê Xwendina Sala Nû Destpê Kir

1

Li navenda bajarê Şengalê dibistanên bi zimanê dayîkê wane didin hatin vekirin û xwendinina sala nû destpê kir.

Piştî ku Şengal û derdora wê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, di çarçoveya ji nû ve avakirina herêmê de, xebatên perwerdeyê jî hatin rêxistinkirin. Di encama xebatan de li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê de, sala 2015’an perwerdeya bi zimanê dayîkê hat destpêkirin. Heta niha 5 dibistan hatine vekirin û li van dibistanan bi zimanê dayîkê perwerde tê dayîn.

Îro xwendevanan berê xwe dan dibistanên xwe û bi fermî dibistan hatin vekirin. Derbarê mijarê de mamostayê Dibistana Şehîd Şengal, Faris Aliyas axivî û got; “5 sal in dibistanên zimanê dayîkê hatine vekirin. Niha hejmara dibistanan gihiştiye 13’an, ji wan dibistanan ya Şehîd Şengal a li navenda Şengalê de 100 xwendevan hene. Di refên 4 û 5’an de jî zimanên Erebî û İngilizî jî fêr dibin.”

Faris bang li xelkê Êzidi kir daku vegerin ser xaka xwe û zarok jî bi zimanê dayîkê xwendina xwe bixwînin.

Li van dibistanan ji refa yekem heta refa 4’an hemû ders bi zimanê dayîkê tên dayîn. Ji refa 4’an şûnde jî dersên Erebî û Ingilîzî li ser bernameya perwerdeyê tê zêdekirin. Li dibistanên ku dikevin sala 5’an, 70 mamoste perwerde didin zêdetirî 600 xwendekaran.

1

2

3

4

5

Çavkanî: ROJNEWS