Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şoreşa Zimanan

1

Rejîma Sûriyê jî wek dewleta Tirk a dagirker pergala yek ziman, yek al û yek rengî li ser pêkhateyên Sûriyeyê dide meşandin. Lê gelê li herêmê ji hev bandor bû, gelê Kurd bi Erebî û gelê Ereb jî bi Kurdî diaxive.

Ev mîrasa dîrokî piştî Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an veguherî pergalek ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk xurt kiriye. Bi vî awayî her pêkhateyek fêrî zimanê xwe û zimanê pêkhateya cîranê xwe dibe. Ew jî hevgirtina di navbera gelan de zêde dike.

 

Li Sûriyê 15 ziman hene

Li Sûriyê ji bilî cudabûna zaravayan li gorî herêman 15 zimanên ku pê têne axaftin hene. Evane; Erebî, Kurdî, Çerkezî (Adîxî), Turkmenî, Suryanî, Aramî, Aşûriya Nû, Azeriya Başûr (Turkmeniya Niha) Domerî, Qibirdî, Lomabirîn, Milhiso (ji dema wefata Ibrahîm Henna sala 1998`an ve qir bûye), Torî yan jî Toranî û Aramiya Nû ya Bakur.

 

Li bakurê Sûriyê şoreşa pirrengiya çandî û ziman

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bingeha ku, eger her gelek zimanê xwe winda bike wê nasnameya xwe winda bike, zimanên tevahiya pêkhateyan pêş xistin û derbasî dibistan, paymengeh, zanîngeh, sazî û desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Di nav amadekariyên şoreşa çand û ziman de û bidestxistina her pêkhateyekê ya mafê fêrbûna zimanê dayîkê girîng bû û ev yek jî wek gaveke destpêkê li ser rêya belavkirin û fêrkirina zimanê Kurdî pêş ket. Cara yekemîn li di 26’ê Mijdara 2011`yan de li kantona Kobanê û li gundê Qermîtliq a Kantona Efrînê  du dibistanên Kurdî hatin vekirin.

Ji beriya vekirina van dibistanan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dûrê çavên rejîma Sûriyê bi şêwazên koman fêrî tîpên zimanê Kurdî dibûn. Ji ber ku Rejîmê fêrbûna zimanê Kurdî yan jî axaftina wê qedexe kiribû.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an re şoreşa ziman jî destpê kir. Pêkhateyên herêmê mafê fêrbûna zimanê dayîkê bidest  xistin.

Tevî zimanê Erebî li dibistanên herêma Cizîrê ji ber pirrengiya pêkhateyên wê zimanên Kurdî û Suryanî jî wek zimanên fermî hatin dayîn. Li dibistanên herêma Firatê û Efrînê her du zimanên Erebî û Kurdî weke zimanên fermî li dibistan û dezgehên fermî de hatin bikaranîn..

Her wiha ev guhertin li kolan, deriyên dikanan û rêyên têketina û derketina bajaran pêk hat. Ew nivîs bi zimanên herêmê yên cuda hatin nivisîn.

Li gorî benda Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di deriyê wê yê yekemîn de madeya bi hejmara 3 de tê gotin ku: "Tevahiya zimanên li Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê di tevahiya warên civakî, îdarî, perwerdehî û çandî de wek hev in. Her gelek bi zimanê xwe kar û barên xwe orgenîze dike."

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko jî di vê mijarê de got: “Warê perwerdehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya şoreşê de gavên dîrokî avêtin. Pergala perwerdehiya demokratîk ji bo fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibin derî li pêşiya tevahiya pêkhateyan vedike û bi vî awayî dihêle ku bawerî û mezhebên din ên herêmê hev du nas bikin.”

 

Hemleyên li dijî pergala perwerdehiyê

Di destpêka salên fêrkirinê de, materyalên Komîteya Civaka Demokratîk di dibistanên Rojava û Bakurê Sûriyê de bi giştî li hemû dibistanan hat dayîn. Rejîma Sûriyê bi zanabûn li dijî perwerdehiya bi zimanê Kurdî û Suryanî sekinî. Hinek dibistan girtin. Agahiyên ne rast ên ku banga fitneyê di navbara pêkhateyan de dikin belav kirin. Agahiyên şaş ên mîna materyalên komîteyan lewaz û kadroya perwerdeyê jî nikarin xwendekaran fêr bikin. Li gel van jî gotinên dibistanên li herêmê ne rewa nin hatin belavkirin.

Ji beriya ku şêniyên herêmê materyalan nas bikin, dibistanên herêmê boykot kirin.  Bi taybet jî pêkhateya Ereb sar nêzîkê perwerdeyê bû. Lê piştî ku naveroka materyalan û pergala wê naskirin, zarokên şandin û hejmara xwendekaran jî her ku çû zêde bû.

Li gorî hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko hejmara xwendekaran a ku her sal zêde dibe plan û lîstokên hêzên rejîmê vala derxist.

 

Her pêkhateyek zimanê xwe diparêze û fêrî zimanekî din dibe

Rêber Abdullah Ocalan ji bo her gelekî pêwîstiya fêrbûna zimanê dayîkê tekez dike. Ji ber ku ziman wek nasname û bingeha hebûna gelan tê hesibandin.

Kurdan di destpêka Şoreşa Rojava de ji bo fêrkirina zimanê Kurdî û meşandina xebatên wê Saziya Zimanê Kurdî vekir.  Êdî zimanê Kurdî di dibistanan de bû zimanê fermî ne tenê di dibistanan de di peymangeh û Fakulteya Wêjeya Kurdî ya piştre hatî vekirin de jî zimanê fermî Kurdî ye.

Ev rewş ji pêkhateyên din re jî derbasdar bû. Ji beriya şoreşê pêkhateyên Çeçen, Çerkez, Suryan û Turkmen jî ji mafê fêrbûna zimanê xwe bê par mabûn, êdî dikarîbûn zimanê xwe bivejînin û bi awayekî fermî di dibistan û navendên taybet dezimanên xwe fêrî zarokên xwe kirin.

Pêkhateya Suryan, berê di dêran de waneyên zimanê Suryanî didan, lê êdî bi awayekî fermî di dibistanan de jî zarokên xwe fêrî zimanê xwe dikin. Her wiha Komeleya Çandî ya Suryanî peymangehên amadekirina mamosteyan ji bo fêrkirina zimanê Suryanî di dibistanên giştî yan li navendên taybet de bi desteka Rêveberiya Xweser vekirin.

Pêkhateya Çerkez bi rêya dewreyên fêrkirina ziman di Komeleya Çerkez a bajarê Minbicê de bi çavdêriya endamên komeleyê bi awayeke bê pere xebata perwerdeya ziman ji pêkhateyê re pêşkêş dike.

Pêkhateya Turkmen jî bi salan dirêj rastî çewisandin û qirkirinê hatibû, lê piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê mafê xwendin û fêrkirina zimanê Turkmenî bidest xistin. Turkmanan Komeleya Turkmen di 25`ê Nîsana 2018`an de ji bo vejandina çanda Turkmen û fêrkirina zimanê Turkmenî vekirin.

Endamê Meclisa Rêveberiya Komeleya Turkman a bajarê Minbicê Feyêz Heyder dibêje, “Armanca komeleyê di nav pêkhateyê de vejandina çanda Turkmen e. Piştî ku pêkhateya Turkmen gelek salan rastî pêkanînên bişavtinên man, ji ber vê sedemê di nava pêkhateya Tirkmen de jî zimanê Tirkmenî nayê zanîn.

Di demek berê de komeleyê dewreyên fêrkirina zimanê Turkmenî vekir û bi dehan kes ji pêkhateyên Turkmen, tevî Kurd û Ereb beşdarî dewreyan.

Silêman Îbrahîm rêveberê dibistana Salim El-Mirîî ya bajarê Serêkaniyê, dibêje mafê her pêkhateyê heye ku fêrî zimanê dayîka xwe bibin. Di heman demê de mafê her pêkhateyekê heye ku fêrî zimanê pêkhateyên herêmê bibe û çanda wan nas bike.

Îbrahîm wiha domand: "Berê tevahiya pêkhateyan ji vê mafê bê par mabûn. Civakên din fêrî zimanên biyanî dibin. Ji mafê pêkhateyên herêmê ye ku zimanê pêkhateyên din ên herêmê nas bikin."

 

Zêdebûna hejmara xwendekaran jî baweriya pêkhateyan a bi materyalan jî dide nîşandan.

Gelek guhertin di meteryal û rêbazên wanedayînê yên 2019-2020`an de pêk hatine. Li gel vê jî gelek peymangeh û fakulteyên nû hatine vekirin.

4 hezar û 223 dibistanên li herêmên Cizîrê û Firatê, herêmên din ên  weke, Reqa, Dêrazor, Tebqa û Minbicê wê zêdetirî 500 hezar xwendekarên ji her sê astên seretayîn, navîn û amadehî perwerde dikin. Hejmara xwendekaran li herêmên Cizîr û Firatê tenê 320 hezar û 486 xwendekar e.

Xwendekarên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin ku xwendina xwe tevî şert û mercên koçberiyê yên dijwar û tevî hewldanên Rejîma Baas ên astengkirina xebatên perwerdehiyê jî berdewam dike.

Bi giştî 13 hezar xwendekar di 65 dibistanên Şehbayê û navçeya Şêrawayê de dixwînin.

Di Zanîngeha Rojava de 820 xwendekar hene. Ji aliyekî din ve hejmara xwendekaran di 5 beşên Zanîngeha Kobanê de jî 40 e.

Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Mihemed Hecî da destnîşankirin ku her sal hejmara xwendekaran zêde dibe. Ev jî dide nîşandan ku her sal baweriya gelê herêmê ya bi materyalan xurtir dibe.

 

Çavkanî: ANHA (Şervîn MISTEFA)