Zanîngeha Rojava Nas Bikin – 6

Zanist 0

6-Fakulteya Zanistên Perwerdeyê

Bi boneya naskirin, dîtin, parvekirina çavdêriyên xwe, me serdana Zanîngeha Rojava kir. Me li gel Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa û Rêveberiyên Beşên; Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî, Fakulteya Çandiniyê, Fakulteya Hunerên Bedew û Fakulteya Jineolojiyê hevpeyvîn derbarê kar û xebatên wan de pêk anî. Em vê beşa hevdîtina ya ku me li gel Hevseroka Fakulteya Zanistên Perwerdeyê Lava Siwêş û Xwendekarê bi navê Mistefa Kobanê yê ku xwendina xwe ya bilind berdewam dike bi we re parve dikin.

  • Em Dikarin We Nas Bikin?

Navê min Lava Siwêş e. Ez hevserokê Fakulteya Zanistên Perwerdeyê me. Min endazyariya Biyo-Teknolojî xwendiye. Ez ji destpêka zanîngehê ve di xebatê de me. Jixwe fakulteya me di sala 2016’an de dest bi xebatên xwe kiriye.

  • Em Dikarin Fakulteya We Nas Bikin?

Di nava fakulteya me de heft beş hene. Beşên zanîngeha me jî bi vî awayî ye; Zindînasî (Biyolojî), Bîrkarî, Erdnîgarî, Dîrok, Mamostatiya Refê, Fîzîk û Kîmya ye

  • Xwendekar Hîn Bêhtir Kîjan Beşan Hildibijêrin?

Li pileya xwendekaran a sala dawiyê ya amadeyî ye. Xwendekar eger pileya wan ji beşan bigirin dikarin hilbijêrin. Xwendekarên ku pileya wan ji beşekê negire nikarin wî beşî hilbijêrin. Her beşek ê vê fakulteyê pileyek a xwe heye. Lê bêhtir xwendekar beşê wêjeyî hildibijêrin. Herî zêde jî Mamostetiya Refê hildibijêrin. Niha mamostetiya refê ji ber zêdebûna hejmara xwendekaran du ref in. Bi wan re li ser vê yekê hevdîtinek tê çêkirin. Di encama vê hevdîtinê de jî bersiva ka dikare bibe mamoste yan nikare bibe mamoste derdikeve. Her wiha di vê hevdîtinê de kesayet, sekn, tevgerên xwendekaran tê şopandin û tên dîtin.

  • Plansaziya We Ya Zêdekirina Beşên Nû Heye Yan Ne?

Plansaziyek me ya bi vî awayî niha nîne. Li gorî pêwîstiya dibe ku di pêşerojê de bêne zêdekirin. Lê di rewşa heyî de niha plansaziyek a me ya bi vî awayî tine ye.

  • Waneyên Hevbeş Di Nava Beşên Fakulteyê De Hene?

Belê waneyên hevbeş di beşên fakulteya me de hene. Çanda Demokratîk, zimanê Îngilîzî, zimanê Kurdî, Kompîter di hemû beşên fakulteyê de hene. Her wiha wê di demeke nêzîk de waneya Jineolojî, rêbazên lêkolînê û pedagojî jî wê weke waneyên hevbeş bêne dayîn.

  • Zimanê Perwerdeyê Çi Ye?

Zimanê nivîsandinê Erebî ye. Lê dema mamoste waneyê şîrove dike bi zimanê Kurdî şîrove dike. Hêdî hêdî Kurdîkirina pirtûk û têgînên waneyan hatiye kirin. Ji ber ku xwendekarên nû bêne zanîngehê hemûyan bi Kurdî xwendine û Erebî nizanin, ji bo ku xwendekarên ku nû bêne zehmetiyan jiyan nekin, amadekariya Kurdîkirina beşan hatiye destpêkirin. Em berheman amade dikin. Ev berhemên me bi zimanê Erebî ne, mamosteyên me yên zimanê Kurdî jî van berheman wergerê Kurdî dikin. Ev berhemên têne amadekirin wê ji fakulteyê re wê bibin mufredat.

  • Di Aliyê Peydakirina Materyalên Labaratuwarê De Zehmetî Têne Jiyîn An Ne?

Di demên destpêkê yên fakulteyê de labaratuwarên me nebûn, bi demê re hêdî hêdî me labaratuwarên xwe amadekirin û vekirin. Lê hîn jî di di labaratuwarên me de kêmanî hene. Hîn jî ji bo labaratuwaran pêwîstiya me bi pir tiştan heye.

  • Di Aliyê Pedagojiyê De Pratîk Heye Yan Ne?

Waneyek bi navê Pedagojî heye. Her wiha staj jî heye. Di dema stajên me de xwendekar diçin dibistanan û waneyan didin xwendekaran. Stajên me sê qonax in. Ya yekem hemû xwendekarên stajê bi hev re diçin di waneyan de amade dibin. Her duyemîn jî bi hev re diçin dersan dişopînin. Ya din jî her yek, yek bi yek diçin li gorî beşê xwe dersan didin.

  • Hûn Xwendekaran Çawa Dinirxînin?

Sîstema ezmûnên klasîk li gel me tine ye. Xwendekar rojane têne şopandin. Eger asta xwendekarekê lewaz be ji bo bilindkirina asta wî em li ser disekinin. Ezmûn ji bo me ne pîvan e. Me li zanîngehê rejîmê xwendiye, li gel wan ezmûnên klasîk hene. Lê li gel me rojane şopandina xwendekaran heye. Li gorî me ev sîstem ji sîstema ezmûnan çêtir e. Jixwe par ji çend beşan xwendekarên me xwendina xwe qedandin û derçûn. Wê îsal jî hinek xwendekarên me derbiçin.

  • Sîstema Berê Çawa Bû?

Sîstema me ya berê li ser şeş qonaxan bû. Bi giştî xwendina li fakulteya me du sal bûn. Her salek ji sê qonaxan pêk dihat. Lê niha xwendina li fakulteyê bûye çar sal. Bi giştî heşt qonax in. ango her salek ji du qonaxan pêk tê. Di sîstema nû de navber heye. Lê di sîstema berê de navber nebû. Îsal wê xwendekarên sala duyemîn derbiçin.

  • Ev Koma Yekem a Derçûn Hemû Hatin Vesazkirin?

Belê hemû xewndekar li gorî pêwîstiyan hatin vesazkirin. Hinek ji wan di saziya Mufredatê de hatin bicihkirin. Hinek ji wan xwestin ku xwendina xwe ya bilind berdewam bikin. Hinek ji wan jî li dibistanan mamostetiyê dikin.

 

“Hevdîtina li gel xwendekarekî ku di Fakulteya Zanistên Perwerdeyê de xwendina xwe ya bilind berdewam dike bi we re parve dikin.”

Em Dikarin We Nas Bikin?

Navê min Mistefa ye. Ez ji bajarê Kobanê me. Me asta lîsans xilas kir. Bi rastî ji me re derfeteke mezin çêbû ji bo ku em xwendina xwe ya bilind xilas bikin çêbû. Min beşê kîmya qedandiye û niha em xwendina bilind dixwînin. Ji ber ku 2 sal têrê nedikir ku em hemû agahiyan bigirin, ji ber vê sedemê emê niha salek heya 2 salên din bixwînin û di beşê xwe de pisporiyê bikin. Her wiha li vir mijarên weke lêkolîn, projeyên me hene em diçin laboratuwaran û bi çavdêrî û ceribandinan fêr dibin. Em ji bo civaka xwe kar dikin û civaka me re çi pêwîst bike em li gorî wê lêkolînên xwe çêdikin.

 

Mijarên We Yên Lêkolînê Çin In?

Ji ber ku zanist niha hemû bi zimanê Îngilîzî û Erebî ye ji ber vê yekê niha zextek li ser me heye. Em hewldidin ku van zanist û mijaran wergerînin zimanê xwe. Her wiha ji ber ku zanîngeha me nû avabûye ji ber vê yekê kêmasiya xwe yên biçûk jî rûdidin. Ji bo vê jî em lêkolînan dikin. Ji bo ku em van minhac û meteryalan ji bo xwe û zanîngeha xwe amade bikin. em têkiliyan li gel zanîngeh û kesayetên di beşên xwe de pispor re datînin ji bo ku em ji xwe û zanîngeha xwe re sûdmend bibin.

 

Tu Niha Li Ser Kîjan Projeyê Dixebitî?

Em niha li ser pirtûkekê kar dikin ku bi zimanê Erebî ye. Pêşî em weke heyî dinivîsin û piştre jî wergerê Kurdî dikin. Di rewşa heyî de beşê me Erebî ye. Em wergerê Kurdî dikin ji bo ku piştî 2 salên din  dema xwendekarên me bêne zanîngehê zehmetî nekişînin. Ji ber ku piştî du salan hemû wê bibe Kurdî. Em ji bo ku peyrewên me dema bên zehmetî nekişînin kar dikin.

 

Hûn Jêderên Xwe Ji Kû Digrin?

Piraniya jêderên me ji malperên Îngilîzî ne, em li semînerên wan temaşe dikin û em zanyariyên xwe ji wan digrin.

 

Armanca Te Ya Berdewamkirina Xwendinê Çi Ye?

Bi rastî jî em xwe kêmî zanyarên cihanê nabînin. Rast e derfetên me kêm in, lê moralê me pir bilind e û em dixwazin wekî zanyarekî cîhanî bin. Lê eger îro em bigihêjin wê astê jî, ev bi saya gelê me ye, ev hemû ji bo gelê me ye. ji ber ku kesên ku hêvî û derfetên xwendinên ji me re amadekirine civaka me ye.

Zanist 1

Zanist 2

Zanist 3

Zanist 4

Zanist 5

Zanist 6

Zanist 7

Zanist 8

Zanist 9

Zanist 10

Zanist 11

Zanist 12

Zanist 13

Zanist 14

Zanist 15

Zanist 16

Zanist 17

Zanist 18

Zanist 19