Perwerdeya Netewa Demokratîk

1gh

Di weke cûreke cuda ya pêşketina mirovan ji zindiyên din de, rastiya mirov a civakî-dîrokî taybetmendiyeke diyarker e. Weke hewldana fêmkirin û watedayîna hebûna mirovan û pêşketina zêhniyeta civakî, bingehê civakîbûn û mirovbûnê ye.

Di pêşketina zêhnî û giyanî ya civak û mirov de, perwerde çalakiya herî bingehîn e. Perwerdeya exlaqî-polîtîk, perwerdeya zanist-felsefe-huner-ol weke hewldana bêhempa ya mirov û civakên di lêgera jiyana hîn rastir, baştir û xweşiktir de mîrasa herî mezin a hevbeş a mirovahiyê ye.

Perwerdeya ku yek ji hewldanên herî bingehîn a civak û mirovan e, ji bo xwefêmkirin û ji bo xwe di pêşketina xwe ya zêhnî, giyanî, hestî û cesteyî de berdewamkirinê jiyanî ye. Ji aliyê hêzên dewlet û desthilatdariyê ve hatiye berevajîkirin û veguherandine berevajiyê cewherê xwe.

Li hemberî hemû zext û komkujiyên şaristaniya dewletdar û desthilatdar a xwe dispêre zêhniyeta zilam a 5000 salî, di serî de jin hemû civak, gel û çandên bindest, bi qasî ku karîne vê çalakiya xwe ya bingehîn bidomînin, karîne li ber xwe bidin, hebûn û azadiyên xwe biparêzin.

Bi bêcivakkirin an jî parçekirina wate û rastiya civakî re kolekirina kes, bi qasî ku di ti deman de nehatî kirin di van 500 salên dawî ya modernîteya kapîtalîst de hatiye jiyankirin. Şêwaza vê ya herî hovane jî weke înkar-komkujî, qirkirin û bişavtin di van 200 salên dawiyê de li ser gelê Kurdistanê hatiye pêkanîn.

Di serdema modernîteya kapîtalîst de, asîmîlasyon û qirkirina ku li ser hemû gelan hatî ferzkirin, bi taybet jî, ji aliyê hêzên serdest û desthilatdar ên Tirk, Faris û Ereb ên mêtînger ên li ser gelên Kurdistanê hatî pêkanîn, girêdayî feraset û saziyên perwerdeya nîjadperest û faşîst a netew-dewletê weke çekeke diyarker hatiye bikaranîn.

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya di pêşengiya Rêber Apo de, bi qasî nîv sedsalê ye ku li hemberî vê sîstema înkar, îmha, komkujî û qirkirinê tê meşandin, di heman demê de ji bo gelên bindest ên Kurdistan û Rojhilata Navîn jî weke şoreşeke zêhniyet, hest, îrade, wijdan, exlaq, civakî, kesayet û jinê jî pêşketiye. Bi vê re jî veguheriye rastiya civak-kesayet-jiyana azad û birûmet a hemû gelên bindest û birûmet ên cîhanê.

Hegemonyaya kapîtalîst a ku di roja me ya îro de weke Şerê Cîhanê yê 3. tê pênasekirin, li hemberî polîtîka û pêkanînên zext, mêtîngerî, asîmîlasyon, înkar û komkujiyê ya ku netew-dewletên faşîst-mêtînger ên herêmê, di serî de li ser gelên bindest ên Kurdistanê û li ser hemû gelên Rojhilata Navîn dide ferzkirin, berxwedana gelan jî li ser bingehê Şoreşa Kurdistanê, Netewa Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk ji bo hemû gel û çandên bindest bûye xeta azadiya rast û rêya rizgariyê.

Her çiqas şerê cîhanê yê 3. şereke ku bi gelek aliyên xwe ve tê meşandine jî, lê têkoşîna ku bi kûrahî û berfirehî tê meşandin, têkoşîna zêhniyetê yan jî bi gotineke din têkoşîna îdeolojîk û heqîqetê ye. Ev têkoşîna ku di navbera Netew-Dewletê û Netewa Demokratîk de tê meşandin, weke şêweyê herî dijwarbûyî ya têkoşîna her du xetên dîrokî ya Şaristaniya Dewletdar a 5000 salî û Şaristaniya Demokratîk de tê meşandine. Ev şer li Rojhilata Navîn bi şêweyê Şoreşa Kurdistanê û şoreşa dijber a ku li hember vê şoreşê ya ku tê meşandin berdewam dike. Di asteke bi qasî ku çarenivîsa gelê me bandor bike, çarenivîsa hemû mirovahiyê bandor bike de tê meşandin. Rûh û hişmendiya nirxên dîrokî ya ku kesayeta Kurdê azad û civakîbûna wê derxistî ronahiyê, wê vê şoreşa dijber têk bibe. Wê ev yek Şoreşa Kurdistanê weke Şoreşa Rojhilata Navîn û Şoreşa Mirovahiyê pêş bixe, bike hêza herî mezin, îradeya herî bibandor a berxwedan û serkeftinê.

Ji beriya her tiştî Netewa Demokratîk, daneheva dîrokî û zêhniyet-rûhê van pêşketinên şoreşî ya vê têkoşîna mezin a ku biqasî nîv sedsalê tê meşadin, îfade dike. Feraseta me ya Netewa Demokratîk, qada bingehîn a ku paradîgmaya me ya Demokratîk, Ekolojîk, Civaka Azadîxwaz a Jinê lê şênberbûyî, qada bingehîn a ku têkoşîna me ya Sosyalîzma Demokratîk lê tê meşandin e.

Erkê destpêkê ya perwerdeya Netewa Demokratîk, bi vê pêşketina rûhî û zêhnî re, rastiya têkoşîn, danehev û nirxên vê Nasnameya Kurdê Azad û civakîbûna wê ya ku digihêje 45 salan, bi awayeke rast ji civak û mirovan re ragihandine. Pêwîste hemû civak li hemberî her cûre hêz, feraset û meylên ku dixwazin bi nêzîkatiyên berjewendîperest-madiyatpererest-desthilatdar nêzîkê nirxên vê têkoşînê bibin, tine dihesibînin, berevajî dikin, reş dikin an jî dixwazin asîmîle bikin bê perwerdekirin. Bi rêya perwerdekirina civakê civak ronîkirin tê wateya kûrtirkirina şoreşa zêhniyetê ku ev bi xwe jî bingehê xebatên perwerdeyê, cewherê Netewbûna Demokratîk e. Bi cewherî mirov dikare bibêje, têkoşîneke dîrokî ya kûr û berfireh a di navbera zêhniyet û ferasetên Netewa Demokratîk û Netew Dewletê de heye. Bi vê têkoşînê re jî hişmendiya rast a nirxên civakî-dîrokî ya ku derketî holê pêwîste derbasî hemû civakê bê kirin. Ev jî di serê xebata ku wê encama têkoşîna di navbera şoreş û dij şoreşê de diyar bike de tê.

Rêber Apo Netewa Demokratîk bi awayê “netewa civaka ku derbarê hebûna xwe de hişmendî qezenckirî” û “civakîbûna ku di nava xwe de ji zext û çînbûnê re destûr nade” pênase kiriye, bi berfirehî û kûranî çareser kiriye. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê jî li ser van hîman pêşxistiye û asteke têkoşîn û pêşengiyeke mezin a dîrokî ji bo Azadiya Gelên Kurdistanê û Demokratîkbûna Rojhilata Navîn derxistiye rastiyê. Bi qasî têkiliyên navbera civak û kes, jin û mêr de, pêwîste têkiliyên di navbera civak-xwezayê de û têkiliyên di navbera civakîbûn û çandên din de jî li ser bingehê azadî û wekheviyê û li gorî rastiya dîrokî û gerdûnî bê gihandina zêhniyet, sîstem û çalakiyê. Li hemberî hemû êrîş, komkujî û komployan jî tevî berdêlên giran jî xwedî li van berdêlan derketin û ji aliyê Gelên Kurdistanê ve xwedî li nirxên azadiyê derketin xaleke diyarker e. Pêwîste nirx û rastiya têkoşîna ku xet û feraseta Netewa Demokratîk derdixe rastiyê, bi perwerdeyekî zanistî, çandî, hunerî û felsefîk re ji hemû civakê re bê pêşkêşkirin. Xebata ronakbîriyê xebata sereke û destpêkî ya perwerdeyê ye. Li gel vê jî divê li ser bingehê feraseta Netewa Demokratîk a ku zêhniyeta bingehîn a Sosyalîzma Demokratîk îfade dike ve girêdayî, di serî de zarok, ciwan, jin û hemû derdorên civakî bi rêya xebatên perwerdeyê bi zanebûna rast a hebûnên xwe re derxistina holê ya rastiya kes û civaka azad jî dibe peywira sereke ya ku divê di asta duyemîn de bê pêaknîn.

Pêwîste ku mirov destpêkê de fêmbike ku Netewa Demokratîk rewşeke zêhniyetê ye û bi vê re jî pêwîstî bi şoreşekî zêhniyetê heye. Hemû xebatên perwerdeyê yên ku di Netewa Demokratîk de tên meşandin şoreşa zêhniyetê ya heyî kûrtirkirin û di ferqa vê yekê de nêzîkbûna vê yekê û weke xebateke bingehîn û sereke pêşxistin pir girîng e.

Hêmana sêyemîn a bingehîn jî; Pêwîste bê fêmkirin Netewa Demokratîk ne tenê rewşeke zêhnî û rûhanî ye, di heman demê de de pêwîste ev zêhniyet û rûh bigihêje sîstemekê ango bedenekê, li ser bingehê zêhniyeta Netewa Demokratîk, înşakirina jiyana azad a civak û kesan bi xebatên perwerdeyê ve girêdayî ye. Rêxistinkirin û meşandina van xebatan jî pêwîste mirov weke xebatên herî bingehîn ên şoreşê bigire dest û nêzîk bibe.

Sîstema KCK’ê yan jî sîstema konfederal a ku xwe dispêre komîn û meclîsan, sîstema xwerêveberiyê ya Netewa Demokratîk pêk tînin. Ji bo ku her kes, kom, çand û gel di nava tevahîtiyê de xweserî û cudahiyên xwe bi awayeke azad jiyan bikin û pêş bixin derfetên pêwîst pêşkêş dike.

Komînên perwerdeyê qadeke bingehîn e ku di nava sîstema konfederal de, hem avana dendik a zêhniyetê ye, hem jî ya bisazîbûnê ye û bi hemû rehendên jiyanê re di xebatên înşayê de pêşeng û diyarker e.

Ji ber vê sedemê di Netewa Demokratîk de perwerde xebateke bingehîn a têkiliya diyalektîka hizir û pratîk, hest û zêhniyet bi jiyana madî re, wate bi înşayê re, mirov bi civakê re ku di zikhev de pêş dikeve û tevahîtiyekê pêk tîne ye. Di şêweyê komînên perwerdeyê de û li ser bingehê hişmendî û hestê Netewa Demokratîk perwerdekirina hemû civakê, feraset, rê, rêbaz û bisazîbûna vê yekê pêkanînê ve girêdayî ye. Xet û rastiya Rêbertî ya ku li Kurdistanê hemû pêşketinan derdixe holê wê bibe hîmê vê serkeftinê.

Hêmana çaremîn a ku divê bê diyarkirin jî, pêwîste şêwaz û uslubê perwerdeya Netewa Demokratîk jî li gorî wate, naverok û cewherê wê be. Çawa ku Netewa Demokratîk qutbûneke mezin a ji sîstem û zêhniyeta Netew-Dewletê, guherîneke paradîgmayê û şoreşeke zêhniyetê be, şêwaz û uslubê perwerdeya Netewa Demokratîk jî pêwîstî bi şoreşekê, qutbûneke mezin ji şêwaz û uslubê perwerdeya Netew-Dewletê heye.

Serkeftina herî mezin a lîberalîzmê ew e ku; mirov ji rastiya wî/wê ya civakî qut dike, vê diyalektîka dîrokî parçe dike û kes dike evd-hemwelatiyê dewletê ye. Kes bi dewletê ve girêdan tê wateya; biyanîbûna kes a ji xwebûna xwe, kolebûn, rastiya civakî rastê her cûre êrîş, mêtîngerî, zext û komkujiyê hiştin. Qada bingehîn a pêkanîna van armancan jî dibistan in, saziyên wê yên perwerdeyê ne, zanîngehên wê ne.

Dibistanên dewletê û saziyên perwerdeyê qadên bingehîn ên ku endazyariya civakî û qirkirina civakî û bişavtin li ser civakê tê pêkanîne. Li van saziyan îrade, rûh û hizira azad a xuluqkar a ku rastiya civakî ya mirov îfade dike tê qetilkirin bi vî awayî êdî li van qadan kes tîne rewşa evd-koleyê dewletê.

Li gorî hîmên civakî-dîrokî yê huner, felsefe, zanyarî û zanistê; pêşxistin û rêvebirina perwerdeya Netewa Demokratîk bi qasî zêhniyeta Modernîteya Kapîtalîst ew qasî jî pêwîstî bi qutbûneke mezin a ji şêwaz û uslubê wê yê perwerdeyê jî heye. Ji her qadê zêdetir di vê xebatê de pêşxistina hizirîna xuluqkar, dewlemendiya şêwaz û uslubê dilkêş weke neçariyekê derdikeve pêşberî me.

Ji ber vê sedemê perwerdeya Netewa Demokratîk qadên ku hizir, rûh û îradeya mirovê azad li gorî xwebûna xwe ya civakî û dîrokî pêş dikeve, bi nîqaşên azad re azadî û watedayîn bi awayeke kolektîf têne hilberandin in. Di modernîteya Kapîtalîst de zanyarî û zanist desthilatdarî û koledariyê hildiberîne, di modernîteya demokratîk û netewa demokratîk de jî perwerde azadî û wate hildiberîne. Hilberandina kolektîf a wateyê ango azadiyê jî bingehê civakîbûnê ye. Ji ber vê sedemê têkiliya fêrker-fêrxwaz ê netew-dewletê berhemê diyalektîk û têkiliya efendî-kole ya pênc hezar salî ye. Komînên perwerdeyê yên netewa demokratîk, bi beşdarbûn û nîqaşeke azad re derxistina rastiyê ya cewherê xuluqkar ê di mirov de û xwe gihandina heqîqeta civakî ji xwe re bingeh digire. Şêwaz û uslubê perwerdeya xwe jî li ser van bingehan şêwe dide, li şûna têgihên sepîner, dogmatîk, jiberker, cezaker û wate û naveroka wan hatî valakirin-berevajîkirin, lê roleke ku têgih, uslub û şêwazeke li gorî cewherê xwe pêşbixe dilîze.

Bi awayeke serkeftî meşandina van hemû peywiran, di mijara têkoşîn û şerê heyî de derbaskirina rewşên xapînok, pasîf û çavlirê neçarî dike.

Li Kurdistanê kûrkirin û belavkirina derfet û mercên mezin ên jiyana azad û birûmet, ji beriya her tiştî pêwîste ku mirov mezinahî û kûrahiya qirkirin, mêtîngerî, tasfiyekariya li ser gelê me û tevgera me ya azadiyê tê meşandin baş bibîne, eger ku bi têkoşîneke bi qasî vê bibandor re di zikhev de bê meşandin wî demî wê encamên erênî bi xwe re bîne. Bi qasî tinekirin, dagirkirin û komkujiyên netew-dewletên faşîst-mêtînger, êrîşên di van pêncî salên dawiyê yên hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ên li hemberî meşa me ya şoreşgerî yên ku bi armanca berevajîkirin, tevlî sîstema xwe kirin, bi her cûre komplo û lîstokên qirêj re rastî asîmîlasyonê dihêle. Di serî de divê gelê Kurdistanê, hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn li hemberî van êrîş û nêzîkatiyên kirina dijminê xwe, çandên xwe biparêzin, pêş bixin û rêxistinbûna xwe pêk bînin. Bi qasî Şoreşa Azadiya Kurdistanê ji bo Şoreşa Demokratîk a Rojhilata Navîn jî xebata herî bingehîn e.

Pêwîste ku mirov baş fêm bike ku rêya ji şerê cîhanê yê 3. derketinê û ji gelên herêmê re aştî anînê di Şoreşa Kurdistanê weke Şoreşa Rojhilata Navîn pêşxistin, bihêzkirin û gihandina encamê re derbas dibe. Ji Netew-Dewlet û hegemonyaya kapîtalîst a global a ku sedema bingehîn a şerê tê meşandine, li benda çareseriyê mayîn jirêderketin û xwexapandineke cidî ye. Ji têkoşîn û têkiliyên di navbera hêzên global û netew-dewletan de sûd wergirtin tiştek cuda ye, ji vê têkilî û nakokiyên ku têne jiyankirin jî çareserî hêvîkirin jî tiştek pir cuda ye. Ji ber vê sedemê weke ku ji tecrubeyên dîrokî yên Şerên Cîhanê yên 1. û 2. jî hatiye piştrastkirin, li ser bingehê netewa demokratîk û konfederalîzma demokratîk Şoreşa Kurdistanê weke Şoreşeke Rojhilata Navîn pêşxistin û mezinkirin yekane rêya bidawîkirina şer bi awayeke birûmet di nava aştî û azadiyê de jiyankirinê ye.  

Li ser vê bingehê meşandina xebatên perwerdeyê li ser hîmê pêşxistina xweparastina hemû civak û endamên wê weke pêwîstî û neçariyeke. Mirov, civak û jiyana wan li gorî zêhniyetê û li gorî rastiya gel a ku bi hemû saziyên xwe ve têkoşîn dike înşakirin, armanca bingehîn a perwerdeya Netewa Demokratîk e. Ev jî hêmana bingehîn a ku armanc, hedef, naverok, şêwaz, uslubê civak, kesayet û jiyana wan diyar dike ye. Ev hîm li gorî heqîqetê hatiye rêxistinkirin û li ser bingehê van xebatên perwerdeyê derbasî pratîkê hatine kirin. Ev xebat weke netewbûna demokratîk xebateke herî jiyanî û herî şoreşgerî ye.

 

Cemal AMED