Serkeftinên Di Qada Perwerdeyê De Hatine Jiyankirin

1

Ji destpêka ragihandina avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk (21’ê Çileya 2014’an) ve, di qada perwerdê de gelek pêşketin ji aliyê materyal û rêbazên wanedayînê de, pêk hatine.

Piştî ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 21’ê Çileya 2014’an de hat ragihandin, Desteyên Perwerde û Fêrkirinê bi pêşxistina warê perwerdehiyê li gorî rêgezên netewa demokratîk hatin erkdarkirin. Desteyan kedên mezin dan û ji sifirê ve destpê kirin. Di destpêkê de ne xebatkar ne jî meteryal li cem desteyan hebûn. Diviyabû ku deste materyal û xebatkarên perwerdeyê di demek kin qasî 8 meh de amede bikin.

Ji bo peydakirina materyalên pergala neteweya demokratîk, li ser sê Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk ên; Cizîr, Kobanê û Efrînê, saziyên meteryalan hatin avakirin. Hêjmareke kêm ji mamoste, kesên xwedî tecrûbe û pispor cih di van saziyan de girtin. Her sê rêveberiyan bi awayekî fermî di salên 2015-2016`an de dest bi perwerdeyê kirin. Perwerde ji refên yekê hat destpêkirin. Di wê demê de hindek şaşitî di rastnivîsê û têgihan de derketin.

Ji bo derbaskirina şaşitiyan, ji bo amadekirina xebatkarên xurt, Desteyên Perwerde û Fêrkirinê peymangehên amadekirina mamoteyan vekirin. Li herêma Cizîrê 10 peymangeh hatin vekirin. Ji ber tinebûna materyalan di destpêkê de materyal li gorî tecrubeya mamosteyan û awayên amadekirina semîneran hatin amadekirin. Piştre mekanîzmeya perwerdeyê hêdî hêdî pêş ket û materyalek taybet ji bo peymangehan û amadekirina mamsoteyan hate dayîn. Ji wan peymangehan bi hezaran mamosteyên jin û mêr derçûn. Di sala 2019`an de 18 hezar û 621 mamoste beşdarî dewreyên havînê yên peymangehên amadekirina mamosteyan a herêma Cizîrê bûn.

Her wiha Desteyên Perwerde û Fêrkirinê yên her sê rêveberiyan û heta ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6`ê Îlona 2018`an de girîngiyek mezin dan perwerdeyê û pêşxistina wê. Ji bo xwe gihandina pêşketinên ku di cihanê de rûdidinxebatên girîng hatin meşandin. Materyal hate pêşxistin, ev materyalên ku hatin pêşxistin ji yên ji beriya xwe pêşketîtir bûn. Di nav de rêbazên wanedayînê û perwerdekirina mamosteyan jî hebûn.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bawer dike ku materyal, rêbazên wanedayînê tevî xebatkarên perwerdeyê yên gihiştî mijarên gelek girîng in. Girêdayî vê mijarê hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê Semîre Hec Elî got: "Materyalên ku nayên guhertin mirî ne û ne li gorî pêşketinên zanistî û çandî ne. Ew mateyal dê her tim paşketî bimîn in."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketiye ferqa girîngiya pêşxistina materyalan, bi taybet li ser mijara nûjenkirina materyalan sekinîn girîng dibîne. Ji bo wê barên mezin dikevin ser milê Saziya Amadekirina Materyalan. Ji ber wê hewl dide di warê perwerde û fêrkirinê de li gorî pêşketinên ku rû didin û li gorî armanca Rêveberiya Xweser, materyalên xwe nû bike.

Desteya Rêveberiya Xweser û desteyên ji beriya wê, di demek kin de xebatên mezin di warê perwerdeyê de meşandin. Heta asta amedeyî materyalên xwendinê amede kirin. Peymangeh, akademî û zanîngeh vekirin.

Tê payîn ku, li herêma Cizîrê 230 hezar û 489 xwendekar beşdarî pergala perwerdeyê ya 2019-2020`an bibin. Di heman demê de 2 hezar û 225 dibistanan hatine amedekirin. Li herêma Firatê jî 90 hezar xwendekar di hezar û 100 dibistanan dê perwerdeyê bibînin.

Pergala perwerdeyê ya herêma Cizîrê li gorî rêgezên neteweya demokratîk e û li gorî zimanên pêkhateyên herêma Cizîrê ye yanî Kurdî, Erebî û Suryanî ye. Li herêma Firatê Erebî û Kurdî ye. Ev gav wek gavek yekemîn li Sûriyê tê hesibandin.

12


Çavkanî: ANHA (Ekrem BEREKAT)