Komxebata Rêbazên Lêkolînê, Pedagojî û Pergala Nirxandinê Bi Dawî Bû

1

Gelo ezmûn ji bo pîvana zanabûna kesekê encamên herî rast dikare bide? Ango encama ezmûna xwendekarekê, zanabûna wî dikare bipîve? Mirov bandorên weke; tirsa di wane, ref, giştî de mayînê, fikarên derûnî yên vê, westana ku di encama vê de derdikeve, fikara bandora li ser siberojê, tirsa ji malê, tirsa di nava hevalên xwe de şermezarbûnê, encamên hilweşîner ên ku bi xwe re bîne û hwd... dema bide berçav ezmûn li ser xwendinê bandorên neyînî dihêle. Tevî van bandoriyan hemûyan wê ezmûn çawa bikare zanabûna xwendekarekê bipîve. Ezmûn nabe pîvan, tenê dikare bandorên neyînî bi xwe re bîne. Ango zanabûna ku di ezmûnan de derdikeve demkî ye. Xwendekar ji ber atmosfera ezmûnê waneya xwe dixwîne û jiber dike, lê piştî ezmûnê jibîr dike. Ezmûn ne asta pîvanê zanînan e û ti carî nikare bibe jî. Sîstem ji bo pêşxistina rikbaziyê ezmûnan bi awayeke qanûn diparêze. Lê eger ku armanca me perwerdekirina xwendekar û ciwanan be, eger ku armanca me amadekirina nifşên nû ji bo siberojê be, pêwîste em bi çekên sîstemê têkoşînê nekin, pêwîste em bi amûrên wan nexebitin. Pêwîstî bi rê û rêbazên alternatîf ên ku ciwan û zarokan bi awayeke azad ji siberoja civakê re amade bike peyda bikin.

Komxebata rêbazên lêkolînê, pedagojî û pergala nirxandinê ya ku di 23-24’ê Tebaxê de li Zanîngeha Rojava hatibû destpêkirin di dîroka 31’ê Tebaxê de bi mijara “Pergala Nirxandinê” berdewam kir. Roja sêyemîn a komxebatê di 31’ê Tebaxê roja Şemiyê di saet 8:00’an de li salona civînan a Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava destpê kir. Di rojên 23-24 Tebaxê de avana komxebatê mijarên rêbazên lêkolînê û pedagojî nîqaş kiribûn.

Di roja sêyemîn a komxebatê de di bin sernavê “Pergala Nirxandinê” de; Mamoste Zêna Elî mijara “Tecrubeyên Cîhanî û Li Finlandê Perwerde” pêşkêş kir. Mamoste Xelîl Hisên jî li ser sîstema “Perwerdeya Sîngapûr, Estonya û Tecrubeyên li Rojhilata Navîn” agahiyên girîng parve kir. Mamoste Firat Gernas jî mijara “Beramkirin di navbera sîstema perwerdeya desthilatdarî – sîstema perwerdeya civakî û demokratîk de” pêşkêş kir. Mamoste Ebdullah Hesen derbarê “Sîstema Nirxandina Mamosteyan” de semînerek pêşkêş kir. Di dawiyê de jî sîstema nirxandina zanîngehê bi zimanê Erebî û Kurdî hat xwendin û nîqaşkirin.

Komxebat di saet 16:00’an de bi dirûşmeyan bi dawî bû.

3

12

 

14