Zanîngeha Rojava Nas Bikin – 4

Huner

4 – Fakulteya Hunerên Bedew 

Bi boneya naskirin, dîtin, parvekirina çavdêriyên xwe, me serdana Zanîngeha Rojava kir. Me li gel Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa û Rêveberiyên Beşê Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî, Fakulteya Çandiniyê, Fakulteya Hunerên Bedew û Fakulteya Jineolojiyê hevpeyvîn derbarê kar û xebatên wan de kir. Beşa çaremîn a serdana xwe ya li gel Hevserokatiya Fakulteya Hunerên Bedew Mamoste Emîn Ebdo re pêkanî bi we re parve dikin.

  • Em Dikarin We Nas Bikin?

Navê min Emîn Ebdo ye. Ez di Fakulteya Hunerên Bedew a zanîngehê de perwerdekariyê dikim.

  • Em Dikarin Fakulteya We Nas Bikin?

Bi qasî du salan e ku Fakulteya Hunerên Bedew di biniya Zanîngeha Rojava de karên xwe dimeşîne. Ev li Rojava tişteke nû ye. Me bi xwe gelek tiştên xwe amade kirin. Zanîngeh bi giştî di cîhanê de ji hev cuda ne, lê di aliyê zanistî de heman in. Fakulteya Hunerê di Rojava de gelekî balkêş bû. Me bi derfetên biçûk destpê kir. Niha em di sala xwe ya duyan de ne. Me gelek agahî ji zanîngehên di cîhanê de weke sîstem û pîvan kom kirin û li gorî xweseriya Rojava pîvanên xwe danîn. Lê di warê pratîkê de hin kêmasî hene ew jî, ji ber ku temenê fakulteya me kin e, em bawer dikin ku wê bi demê re bêne derbaskirin. Em dizanin ku dîroka mûzîkê pir kevnar e, lê rewşenbîriya dîtinê li Rojava pir lawaz e. Îro li Rojava bi saya şehîdan derfeteke mezin ketiye destê me û bûye berhemê berxwedana gelê me. Ji ber ku li gel me nû ye, divê em xebata xwe xurt bikin û xwe bi hêz bikin.      

  • Pîvanên We Yên Qebûlkirina Zanîngehê Çi Ne?

Ji ber ku peydakirina  alav û pêwistiyên karê me pir zehmet e, me gelek ji wan bi destê xwe çêkirin. Xwendekarên me hejamara wan kêm e, di cîhanê de jî ev tişt heye ji ber ku kesê tevlî bibe divê hunermend be. Ji bo qebûlkirinê jî em ezmûnekê ji wan re çêdikin, kesê ne hunermend be ango ne xwediyê hunerê be, nayê qebûlkirin. Li vir a herî giring ew e ku xwendekar bi zimanê xwe dixwîne. tecrube, pirtûk û arşîva me ya teorî û hem pratîkî jî, hin bi hin çêdibin.

  • Têkiliyên We Bi Hunermend û Kesayetên Derve Re Hene?

Fakulteya me ne tişteke kesî ye, lê tecrubeke giştî ye. Têkiliyên me bi hevalên me yên derve re hene. Yên di warê zanista hunerê de xwedî tecrubeyên pir mezin in. Ew bi me re pir alîkar in, ji me re proje û pirtûkan jî dişînin. Dema ku xwendekar xwendina xwe biqedîne û derbasî civakê bibe, dê berhemên me xuya bikin.

  • Di Fakulteya We De Kîjan Beş Hene?

Di her du salên derbasbûyî de çar beş li gel me hebûn. Ev beşane jî; wênesazî, peykertraşî, dekor û reklam bûn. Di sala yekem de xwendekar her çar beşan dixwînin, di sala duyan de jî xwendekar tercîha xwe dikin yek ji wan hildibijêrin û pisporbûnê di yek ji wan beşan de çêdike. Lê bi rastî li gorî du salan, me gelek astengî jiyan kirin. Astangiya herî mezin nebûna mamosteyên hin beşan bû.

  • Ezmûngehên We Têrkerin An Ne?

Di aliyê piratîkê de du beş hene, wênesazî û peykertraşî, lê di warê teorî de beşên weke nexş û dîzayn hene. Îro li cîhanê jî guhertin çêbûye û tenê du beşên sereke di hunerê de pêşxistine, ew jî wênesazî û peykertraşî ye. Xwendekar her du beşan distîne. Beşên din di asta Rojhilata Navîn de jî tune ne, ji ber ku kargeh tine ne ku xwendekarê van beşan derbas bike, bihewîne, mînak weke dîzayna baxçeyan (peyzaj), dekor û reklam û hwd. Ji ber vê yekê em ê di sala pêşiya xwe de li ser vê bingehê xwe ji nû ve saz bikin. Wênesazî gelek rengên wê hene, karîkator jî beşeke jê ye. Eger xwendekar xwe di vê beşê de kêrhatî bibîne dikare xwe di pratîkê de pêş bixe. Peyker jî nayê wateya ku tenê peykerên mirov an jî lawiran e. Her mase, avahî û her tiştên derdora me peyker in.

  • Nêzîkatiya Xwendekaran Ji Hunerê Re Çawa Ye?

Em dixwazin xwendekarên me pêş bikevin û cihê xwe di nav hunermendan de bigirin. Wê demê pêdiviya me bi mamosteyên derve namîne. Berî niha li Rojava pêşangeh tine bûn an jî pir kêm bûn. Lê îro her meh du pêşengeh tên vekirin û hunermend berhemên xwe yên hunerî pêşkêşî civakê û hunerhezan dikin. Ev tişteke gelekî balkêş e, ev jî parçeyeke ji şoreşê ye. Xwendekar bi rêya hunerê tişta di hundirê xwe de derdixin, li vir divê azadî hebe ta karibe bi awayekî azad hest û hizirînên xwe derxin. Huner, hevîrtirşê civakê ye. Bi rêya hunerê civak pêş dikeve. Civaka me ji hundirê xwe ve tijî ye, dema bi rengê hunerî derdixe, bi awayekî xurt derdikeve. Em dixwazin bingeheke hunerê li Rojava deynin. Ji bo ji nifşê nû re bibe hêz.

1

2

3

4

5

6

7

8

9

10

11

12

13

14