Perwerdeya Ciwantiya Ku Weke Xwediyê Rola Pêşeng û Çalak

Dil

Gotina ‘pêşeroj a ciwanan e’ gotinekî pir hatiye ser ziman û di cih de hatî dîtin e. Lê belê pêşeroj ne ya ciwanan e, pêşeroj a kesên ku ciwanan perwerde dikine ye, pêşeroj a îdeolojiyên ku pirsên derbarê çawa bijîn de ji wan dide kirin û bersivan dibînin e. Di civakên ku ciwanan weke pêşeroja civakê dibînin û bi zêhniyeta mirovê azad-zêhniyeta azad digihînin de, pêşeroj tê wateya civakîbûna azad. Lê di sîstemên mêtînger ên ku ciwanên wê kole, karkerên erzan heyanî têde ciwan ketine rewşa komikên bênirx ên bêîrade ku weke robotên sîstemê lê hatine de jî ciwan, tenê weke qadekê veberhênanê ye. Her du rewş jî îdeolojîk in, lê ya yekem bi hebûna civakê ve têkildar e, ya duyem jî weke înşaya îdeolojiya dewletdar a serdest derdikeve pêşberî me.

Ji nifşên ciwan re ragihandina hemû ezmûnên ku civak di seranserê serpêhatiya xwe ya civaka dîrokî de bidest dixe ji bo domdoriya wê neçarî ye. Bi awayê civaka dîrokî wateya tiştên hatine jiyankirin, bi ragihandina nifşên piştre re têkildar e. Ti fikir, jiyar, wate û tecrubeyên ku nehatine ragihandin nikarin rast bibin. Ji ber ku tiştên nehatine ragihandin bi kesan re sînordar dimîne û ji ber ku civakî nabe ayîdê kesekê tenê dimîne, weke encam jî nikare ti nirx û dîrokekê biafirîne.

Ji nifşên ciwan ên civakê re ragihandina fêrbûyîn, jiyar û tecrubeyên civakê pirsgirêkeke hebûnî ye. Ev pirsgirêk di seranserê dîroka sîstema dewletdar a serdest de jî weke pirsgirêkeke hebûnê ya bingehîn hatiye destgirtin. Yek ji amûra ji nifşên ciwan re ragihandina tecrubeyên civaka dîrokî jî perwerde ye. Hêzên serdest jî di seranserê dîrokê de, desteserkirina perwerdeyê weke ewlehiya hebûna xwe dîtine.

Tecrubeyên ku me derbarê jiyana xwe de girtine, tiştên ku me bi xwe jiyan kirine, tiştên ku me bihîstine û fêrbûne, tiştên ku ji me re hatine ragihandin mafê me ye ku em jî ji zarokên xwe re ragihînin. Mirov bi tiştên ku dikare ragihîne re bêmirin dibe. Civak û çandên ku tiştên wan ên ragihînin tine jî dimirin. Ji ber vê sedemê jî êrîşa herî mezin a ku serdest li ser civak-civakîbûnê dimeşînin jî astengkirina vê ragihandina tecrubeyan e. armancgirtina vê ya bingehîn jî bêhafizehiştina civakan e.

Wateya tiştên ku em îro dijîn bi hebûna me ya sibê re girêdayî ye. Biqasî ku em bikarin tecrubeyên jiyara xwe di mijara rehendên çanda xwe ya şênberbûyî û beden qezenckirî bi ziman û zêhniyeta xwe ragihînin, em dikarin serbixin û bi hev ve girêdayî ne. Ev mafê me ye. Ji bo ku sibê em bikarin bibêjin em hene û ji hebûna xwe guman nekin, ev yek jî bi serxistina vê yekê ve girêdayî ye. Perwerdeya ku yek ji amûra bingehîn a ji nifşên ciwan re ragihandina civaka dîrokî ye, di navenda hemû lêkolîn, disîplîn û pêkanînan de ye. Bi cewherî; perwerde mafeke hebûnî ye, mercê bingehîn ê hebûna civakî ye, di hemû deman de kariye bibe mijara şerên zêhniyetê.

Di civakan de perwerde ji bo domdarkirina hebûna xwe û ji bo ku endamên wê hebûna xwe bibînin pêwîstiyeke. Ji bo serdema ku em têde dijîn jî qedeke weke dermanê ye. Bi qasî ku perwerde dayîn, vegotin, ragihandina tişta heyî û domdarkirina civakîbûnê ye, ewqasê jî pêşkêşkirina derfetên şêwedayîn, ragihandin û dayîna tişta tê xwestin e. Sedema bingehîn a ku di serê qada endazyariya civakî a sîstemên serdest de perwerdeya ciwanan tê jî ev bi xwe ye. Milek ê wê sazkar-avakareke xwezayî ye, milê wê yê din jî ji aliyê saziyên dewletê ve sîstematîkkirina endazyariya civakî ye.

Nîqaşên derbarê tecrubeyên perwerdeya Kurdan de, di vê serdemê de ji ber ku Kurd di dema înşakirina xwe de ne hin cudahiyan nîşan dide. Hinek nêrîn bi armanca xwe gihandina serdema nûjen, bi niyeta temamkirina jiyarên xwe yên hatine jiyîn re bi hinek guhertinên biçûk ên li ser zimanan re dubarebûna wê pêşbînî dikin. Li hemberî vê jî hinek nêrîn jî ji bo avakirina mirovê azad û ji bo avakirina sîstemeke azad pêwîstî bi derbaskirina şêwazê perwerdeya ku di nava qalibên teng ên hiyerarşiyê de pêşbînî dike, ji bo vê yekê jî baldikişînin ser avakirina amûrên vê yekê.

Di peyva Kurdî perwerde û watebarkirina li peyva Îngilîzî disîplîn a ku tê wateya perwerde de jî cudahî hene. Perwerdeya ku di koka xwe ya Latînî de tê wateya “înşakirin, rakirina ser piyan, çandin-rakirin” her çiqas wateyên nêzîkê hev bigire nava xwe de jî tê zanîn ku li gorî sîstemên ku di dîrokê de jiyankirine wate û şêweyên pêkanînê qezenc kirine. Her çiqas di navbera pênaseya ku ji Tirkî re bêkirin û ji ya Kurdî re bê kirin re hemantî hebin jî lê cudahiyên zêhniyetê yên girîng hene. Wateyên weke disîplîn, terbiye û hînkarî jî digire nava xwe. Lê belê peyva terbiye ji bo lawir fêrî hin tiştan kirinê tê bikaranîn. Terbiye ji bo ku tama tûj a di xwarinan de bê derbaskirin û bê rewşa xwarinê jî tê bikaranîn.

Her çiqas di rêjeyeke mezin de bi nirx windakirina gotinê ve girêdayî lewazbûna wate tê jiyîn jî, di wateya wan peyvan de dîroka gelan heye. Beramberê gotina ‘perwerde’ ya Kurdî di zimanê Tirkî de ‘eğitim’ e. Peyva ‘öğrenim’ a bi Tirkî jî di zimanê Kurdî de weke ‘hînkarî’ derbas dibe. Di heman demê de têgiha ‘hînbûn’ di wateyên fêrbûn-elîmîn de jî tê bikaranîn. Di gotina ‘fêr’ de kêm jî bê nêzîkatiyek li têgihên weke şewq-ronahî-firînê re heye. Lê belê çalakiya ku li têgiha perwerdeyê hatî barkirin hîn bêhtir nêzîkê wateya hînkariyê ye, lewra hîn bêhtir nêzîkê hînbûn-fêrbûnê ye.

Wateyên ku gel û civak didin peyvan, zêhniyeta wan îfade dike. Di koka peyva ‘eğitim’ a Tirkî de ji lêkera tewandinê tê. Wateya xwe ya weke, tewandin, veguherandina tişteke din, ji şêweyê xwe yê resen derxistin û xistina şêweyekî din heye. Di ferhengê de gotina ‘eğmek’ weke “tewandina tişteke rast û anîna rewşeke din” derbas dibe. Peyva ‘eğlenmek’ a ku ji heman dengan pêktê jî weke wextê xweş derbaskirin û xwe mijûlkirin, ‘eğleşmek’ jî weke wextê xwe vala derbaskirin hatiye pênasekirin. Hemûyan jî weke ji rewş û boçûna xwe ya rastekî dûrketin û ber bi mileke din ve çûyîn wate standine.

Dewlemendiya têgihan di aliyê lêkolînkirina mijarê de çarçoveyeke fireh pêşkêşî me dike. Di ferhengên Kurdî de wateya peyva ‘perwer’ ji wateya ku rojane tê bikaranîn hîn zêdetir e. Peyva ‘perwer a ku tê wateyên bibask, digihîne, xwedî dike, perwerde dike, weke peyva duyemîn a peyvên hevgirtî jî tê bikaranîn. Mirov dikare ji vê yekê re jî peyvên mêvanperwer û welatperwer bide. Di epyva perwerde ya ku yê wateya hînkarî-fêrbûnê jî eger mirov bibêje tê wateya zanyarî û şadbûn mirovan bibask dike, wê ne zêde ji mijara me dûr be. Rastiya ku civak bi rêya perwerdeyê endamên xwe temam dike û digihîne îfade dike.

Rêber Abdullah Ocalan Koma Civakên Kurdistanê – KCK- bi awayê ‘Kürdistan Demokratik Halklar Topluluğu’ (Koma Gelên Demokratîk ên Kurdistanê) wergerê Tirkî kir. Ev binavkirin ji bo berbiçavkirina rola guhertinên ku di nîşanekirinên zimanan de çawa zêhniyeta civakî bi awayeke şêweyî diguherîne, daneyeke girîng e. Pêwîste ji vê derê destpêbikin û dubare hemû têgihan lêpirsîn bikin, li wateya wan a rast bigerin, hewlbidin heqîqeta wan a ji aliyê desthilatdaran ve hatî nixumandin bibînin û bînin rewşa xwe ya bingehîn. Di rastiyê de di hîmê netewbûna demokratîk a ku Rêber Apo pêşbînîkirî de ev yek heye. Avakirina ruhê sîstema xwe, ji atomê heya gerdûnê bi rast watedayînê gengaz dibe. Ev jî xwe rizgarkirina ji wateyên dewletdar-serdest ên hatine dayîn ve girêdayî ye. Weke helbestvaneke Faris dibêje, divê mirov çavên xwe bişo û dubare lê binêre. Di vê çarçoveyê de çarçoveya têgihî û teorî ya ku Rêber Apo di parêznameya di pirsgirêka Kurd de manîfestoya çareseriya demokratîk de destgirtî, ji bo ku em çavên xwe bişon û bi çavên azad dubare li cîhanê binêrin derfet û daneyên girîng pêşkêşî me dike.

Perwerde ji beriya ketina ferqa xwe destpê dike. Em dizanin ku pitik ji beriya bikeve ferqa xwe bi azweriyeke mezin çalakiya şîrmijînê, bi daxwazeke mezin êrîşê çiçikê dayîka xwe dike. Bi ketina ferqa xwe re jî perwerde ber bi mijareke hîn bihêztir dibe, wate û şêweqezenckirinên hîn kûrtir ve diçe. Fêrbûn heya dawiya temenê mirovan berdewam dike. Tişta jêre hînbûn tê gotin, ceribandina jiyanê, bi ceribandinan re berê xwe dayîna jiyarên nû, jiyankirina van nûbûnan û ji nifşên piştî xwe re ragihandin e. Di rastiyê de eger mirov bi peyvekê bibêje jiyan bi xwe ye. Ji ber vê sedemê, perwerde bi hemû mijarên weke civakî, çandî, polîtîk, dîrokî, aborî re mijûl dibe. Her tiştê ku mirov bandor dike di heman demê de perwerde jî dike. Miroveke ateîst ê ku di saniyeyên dawiyê ya temenê xwe de, ji ber tirsa mirinê, mirin pê şehdedayînê dide fêrkirin, di nava hemû jiyana xwe ya demdirêj de ti zindiyê nekariye vê yekê pê bide fêrkirin. Lê mirinê ev yek pê daye fêrkirin. Lewra temen û sînorê fêrbûnê tine ye.

Perwerdeya ciwantiya ku derdorê herî dînamîk a civakê ne, jî di nava derdorên civakî de derdora herî zêde girîngî tê dayîne. Lewra perwerdeya ciwantiyê, bi gotina Rêber Apo jî perwerdeya zarokên keç, bi qasî ku ji desthilatdaran re neyê hiştin mijareke hesas û jiyanî ye. Hebûnî ye. Çalakî di zêhnên mirovan de cudabûnan ava dike. Çalakiyên ku mirov dibînin, di şêwegirtina zêhnên wan de roleke girîng dilîzin. Înşaya zêhniyetê ne mijareke tenê metafîzîkî ye. Kesayetên civaka ku îro di bin sîbera desthilatdariyê de dijîn, bi zêhniyeteke desthilatdar a zayendperest û dij-xwezayê perwerde dibînin û şêwe digirin. Ji bo derbaskirina vê jî pêwîste ji milekê ve aliyê desthilatdar, dij-xwezayê, zayendperest ên sîstemê bêne derbaskirin, ji milê din ve jî bi sîstema perwerdeyê derbaskirina desthilatdariyê rêbazeke girîng a têkoşîna demokrasiyê ye.

Perwerde ne mijareke kesî ye. Pêwîste ku mirov jibîrneke ku fêrkar-xwendekar her du jî civakek in. Eger kesek bi tena serê xwe jî be bêyî hebûna nirxên, xeyal, tirs, şopên mezin ên mirovahiyê wê nekaribe xwe perwerde bike. Perwerde kareke civakî ye. Li ber rehm, însiyat, kontrol û rêvebirina civakê de ye. Perwerde pêwîstiyeke ji bo sîstema jiyana civakî domdariya xwe pêkbîne ye, di heman demê de jî encameke xwezayî ye.

Di roja me ya îro de perwerde di destê netew-dewletê de bûye amûreke bingehîn a hegemonyayê. Bi awayê dîrokî jî di hemû demên civakê de perwerde weke amûreke berdewamkirina hebûnê girîngî girtiye. Armanca bingehîn a hemû perwerdeyan dabînkirina domdariya sîstema heyî ye. Perwerde bibedenbûna ajoyên hebûnê ya civakê, derbasî çalakiyê bûyîna wê ye. Sîstemên serdest ev veguherandine dijberiya civakê, lê ev yek jî nikare heqîqeta wê ji holê rake. Têgiha perwerdeya neçarî, bi hemû rastiya xwe ve endazyariyeke ku tevî civakê hatî pêkanîn e. Ji leşkeriya neçarî zêdetir di roja me ya îro de girîngî ji perwerdeya neçarî dayîn jî dide nîşandan ku di mejiyê netew-dewletan de perwerde çiqasê girîng e.

Civak, ji bo domdarkirina sîstema xwe, ji kesayetên ku di nirxên hevbeş de komkirî re hevbeşbûna bi hev re jiyankirinê dide fêrkirin. Ev yek di tevahiya dîrokê de bi şêweyên cuda hatiye pêkanîn. Bi qasî ku sîstematîk, bizanebûn û biplan hatiye pêkanîn, ew qasê jî bi rêya rêûresmên serdest jî di nava civakê de cih girtiye. Mirov dikare zayendperstiya civakî ya roja me ya îro ya ku ji beriya temenê dibistanê di malbatê de tê fêrbûn weke mînak bide. Weke din gelek tiştên ku têne fêrbûn, ne tenê mirovî ne, ji bo hemû zindiyan ajoyî ye. Ji derveyî van jî li ser bingehî înşayê ye. Fêrbûnên çandî piraniya xwe li ser bingehê înşayê ne, her wiha hemû mijarên olî jî li ser bingehê înşayê ne.

Perwerdeya bisazîbûyî ne xweserê netew-dewletan e. Demek dirêj ji beriya dahênana netew-dewletan civakê ji bo dabînkirina domdariya û ji bo çand, zêhniyet û şêwazên jiyana xwe fêrî zarokên xwe bikin, li rê û rêbazan geriyane û sîstem ava kirine. Rastiya kes bêyî civak nikare bijî, perwerdeyê tîne rewşa neçarî û civakîbûneke hebûnî. Kesayeta ku ne di sînorên civakîbûnê de ne ti tişt e. Di vê mijarê de em li hemberî pênaseyên kapîtalîst-lîberalîst, nerehetiya tim û tim bilêvkirina rastiya mirov tenê bi bicivakîbûnê dikare hebûna xwe bidomîne dijîn. Lewra weke ku em azadiyê diparêzin, em dizanin ku azadî bi civakîbûna kesayet pêk tê.

Armanca perwerdeyê kesayet ji jiyana civakî re amade kirine. Çawa ku rastiyên civakî rastiyên hatine înşakirine, ji bo fêrbûna van jî sîstemkirin, bisazîbûyîn û dahênana amûran jî diyardeyên ku divê bêne înşakirin in. Bi qasî tecrubeyên ku civakê mayînde dike, dide jiyandin û jiyana wê domdardike, temînata amûra ragihandina agahiya van pêkanînan ji endamên xwe re ye jî. Berpiryariya derbarê ragihandaina tecrubeyên cvaikê ji zarok û ciwanan re ji aliyê endamên gihiştî ve, berpirsyariyeke hebûnî ya civakê ye. Civakê ev berpirsyariya xwe di seranserê dîrokê de bi şêweyên cuda girtiye ser milên xwe.

Dema behsa dîroka perwerdê tê kirin tê gotin ku zanîngeha yekem li ser koka Xirîstiyantiyê bûye. Îro jî ji ciwanan re amojgariyên weke zanîngehê bixwîne, bawernameya xwe bibîne û tu wê bibî mirov tê kirin. Di rojgereke ku kêmzêdeya temenê mirovan 70-80 sal de, mirov nikare rastiya nîvê temenê mirovan bi perwerdeyê derbasbûnê fêm bike. Dema ku zindiyeke weke mirov nuwaze li gel zindiyên din bê beramberkirin, mirov dibîne ku ew taybetmendiyên mirov ên ku mirov weke nuwaze dide nasandin baş nayên nirxandin, ji ber vê yekê jî mirov dikare bibêje nirxên vê gerdûnê ji aliyê sîstemên serdest ve hatine kuhkirin.

Sîstemên serdest taybetmendiyên bingehîn ên mirovî yên mirovan didin kuhkirin, tine dikin û bi vî awayî mirovan tînin rewşa amûrên sîstemên xwe. Di bingehê xwe înşakirina sîstemên serdest de sîstema perwerdeyê heye. Di bin navê sîstema perwerdeyê de civakê digirin nava dorpêçê. Înşaya dubare û biguman bi perwerdeyê çêdibe. Her ku sîstemên serdest xwe kûrtirdikin, bi gotina sîstemê asta perwerdeyê jî “bilind dibe”. Sedema bingehîn a neçarîkirina perwerdeyê, bi ti şêweyî armanca mirovan ji jiyanê re amadekirinê tine ye. Perwerdeya neçarî ya ku ji dibistana seretayî destpê dike û her ku diçe digihêje sînorên navîn û amadeyî jî, bi kûrbûna endazyariya sîstemên serdest girêdayî ye.

Tevî vê dîroka civakî ya ewqasê dewlemend, pîvana jor a perwerdeyê weke zanîngeh destnîşankirin pîvaneke şaş e. Bi qasî 25-30 salan miroveke ji jiyanê re amadekirin, ji bo serdem û civakê têkçûneke. Di çavkaniya rastiya zanist-zanistparêziyê ya dirêjkirina temenê mirovan de, plana destxistin û mêtina 50-60 sal temenê mirovan a piştî temenê 30 salan bi perwerdeyê derbasbûyî ye. Lê belê wateya rast, kêliyên azadiyê ya jiyana mirovan e. temenê rast jî komkirina kêliyên jiyana rast e.

Tişta ku jêre bûyîna xwedî pîşe jî tê gotin, li gorî hinek mirovan xwe li gorî jiyan, xweza û tiştan, li gorî şêwazê xwe ji xwezayê re îfadekirinê şêwedigire, şênber dibe û her ku diçe ber bi rewşeke berhem dide ve diçe, ev rewş hatiye rewşeke wisa ku êdî tenê xwe dispêre kar dîtin û debara jiyana xwe pêk anînê. Jixwe jiyan, jiyana mirovan û evqasê parçebûna jiyana civakî, berevajiyê dîroka civakî ye.  

Ma jiyan tişteke ku mirov bêyî navber xwe jêre 20 salan amade bike ye? Zanîngehên roja me ya îro weke pîvana nebe nabeya avakirina jiyanekê derxistina pêş, êrîşeke li ser jiyanê ye. Ez wan kesên ku zanîngehê dixwînin, xwendina akademîk dibînin û kariyer dikin ên ku vê yekê weke pêkhateyeke girîng a jiyana azad dibînin şermezar dikim. Lê belê ev, hejmar û asta akademîk çi dibe bila bibe ne hemû bi xwe ye. Civak jî ne ev dîmen e. Jixwe her ku diçe ji civakê qutbûna zanistê jî bi vê ve girêdayî ye. Ji hejmaran jî wêdetir, ev şêwazê perwerde-jiyanê weke pîvana hebûn-pêşketinê li ser civakê ferzkirin, tê wateya înkarkirina civakê. Sîstema perwerdeya bilind a sîstemên serdestan mirovan bilind nake, tam berevajiyê wê nizm dike. Ji ber vê sedemê jî, ji feydeyê zêdetir zirarên vê perwerdeyê ji pêşketina civakê re heye. Sîstemên perwerdeyê yên alternatîf ku pêşbikevin pêwîste bi teqez vê encamê bibînin.

Perwerde amûreke civakbûnê ya civaka azad e. civak ji bo zêhniyeta xwe bide encamên civaka xwe, çarçoveyeke hemû qada zêhniyetê ya ku hizir-raman, hest, cîhana xeyalan a ku endamên civakê vedibêje di nava perwerdeyê de digire dest. Perwerde, ne tenê vegotinên ku di nîvengên dibistanên fermî de tê gotin e. Di serî de qadên weke zanist, huner, felsefe, çand, baweriyê, di hemû qadên ku divê civak bê pêşxistin de, perwerde jî hemû qadên derbarê hebûna civakê de digire nava xwe. Tecrubeyên civakê yên ku ji derveyî ragihandinên dibistanên fermî dimînin tine hesibandin û civak neçar-mehkûmê şêweyê jiyankirin-fikirînekê kirin yek ji pêkanînên serdest ê netew-dewletê ye. Li Tirkiyeyê AKP bi awayeke herî baş zulma vê rewşê bikartîne ye, heyanî desthilatdariyeke ku ji bo vê yekê mexduriyeta xwe jî ji bo zulma xwe bikar tîne.

Di Komara Tirkiyeyê de ya bi feraseta leşker gel çêbûyî de çalakiya “zilamkirinê” ya leşkerî dike her ku diçe ji aliyê zanistperestan ve tê hilgirtin. Sîstemên perwerdeyê yên heyî, ji şêwazê înşakirina sîstemê heya naveroka wê, ji nirxandina encaman heya her tiştê wê berhemê zanistperestiyê ye. Çawa ku nijadperestî ber bi faşîzmê ve veguherîna hişmendiya netewê de derketibe, zanistperestî jî ber bi faşîzma zêhnî ve veguherîna zanistperwerî-zanista xweza-civakê de derketiye. Zanistperestî ji nijadperestiyê zêdetir naverok-şêwazê faşîst qezenc kiriye. Bi qasî 15-20 salan ji aliyê sîstemê ve dayîna jiberkirina heman hevokê mirov dikare weke mînakeke biçûk ji vê re bide. Dema ku ev tiştên tên dayîna jiberkirin bi jiyanê re li hev bê, tinekirin, jibîrkirin jî mînakeke derbarê derveyî mirovatiyê ya faşîzmê dide nîşandan.

Civak mehkûmê zanistperestiyê kirin, teorî kesayeta ku di nava zanistperestiyê de nehele wê nikaribe jiyana xwe ava bike, berevajiyê mirovê di nava aferiyan de herî birûmet e. jixwe dema mirov li şêwe, jiyan û sîstemên perwerdeyên heyî bike, mirov dibîne ku heya dibistan diqede hemû rêgezên jiyanî yên kes şêwe digire. Di bin navê serdema perwerdeyê de ji aliyê saziyên netew-dewletê ve kilît li serdema temenê mirovan ku enerjiya wan herî bilind de tê danîn. Di dema ku ev enerjî disekine de bi xapandinekê weke ku terbiyekirin ji kes re hiştin jî, bi vî awayî tê girtina nava sînorên qebûlkirinê ya sîstemê de… Ma ji vê zêdetir mirov çawa dikare koletiyê pênase bike?

Sîstema perwerdê ya li Tirkiyeyê endamên civakê li gorî kêrhatinên wan ên mejî cuda dike, li gorî kêrhatina îdeolojîk a faşîzmê jî bicih dike. Qet behsa newekheviyên aborî, bêmafiyên ku pir mezin ên çînî-mêtîngehiyê jî nake. Sîstema perwerdeya heyî dişibe ezmûna demdirêj a ji bo ji nava civakê derxistina endamên teknîkî yên ku wê berdewamiya sîstemê pêktînin. Ma mirov ti wateyeke din ji rastiya ku îro zanyar, nivîskar û rewşenbîrên ku ji sîstema faşîst re bîat dikin, yên bîat nakin jî bilez û bez welat diterikîn re bibîne?

Ti sîstemekê bi qasî netew-dewletê civak yekreng nekiriye. Bi heman şêweyî ti sîstemekê jî bi qasî netew-dewletê, endamê cviakê bi xwe ve girêdayî û bi vî şeklî ber bi çalakiya xurtkirina hebûna xwe ve beralî nekiriuye. Şêwaza sîstemên medereseyên ne navendî ku di dema Împaratoriya Osmaniyan dedihat pêkanîn, tevî hemû nşaya sîstema hegemonîk jî, şêwazeke ku hîn bêhtir xwestirtiyên xwe îfade dikir bû.

Yekrengkirin bêyî berçavgirtina ti cudahiyeke netewî, olî pêşdikeve jî, lê di cewherê xwe de yekrengkirin li hemû tebeqe, çand û cudahiyên di her cûr û rehendê de tê pêkanîn. Ne gengaze ku mirov bibêje komikên ku xwedî heman ziman an jî olî, xwedî heman çandê ne. Di civakên cîhanê de gelek komikên ku ziman û olê wan heman, lê xwedî gelek cudahiyê çandî hene. Lê pêkanîn yekparêz ên netew-dewletên faşîst, cudahiyên bingehîn tine dihesibîne, cudahiyên van kême komikan bi temamî tine hatine hesibandin, heyanî ji nedîtî ve hatine dîtin.

Di roja me ya îro de li Tirkiyeyê di pirsgirêka Kurd de, perwerde zimanê dayîkê ya Kurdî tê nîqaşkirin û ev mijar dibe mijara şerên herêmî, bilêvkirina mafê perwerde, ziman an jî çanda Laz, Gurciyan jî nabe pêşekiya ti kesan. Ji ber ku di vîzyona hemû pêkanînên faşîst de Kurd hatiye bicihkirin. Netewên din jî an ji milekê ve bi temamî têne tinekirin, ji milekê ve jî di bin gefa qirkirina mezin a tevlî sîstemê kirin û di nava sîstemê de helandinê de ne. Jixwe rastiya dema ku li Tirkiyeyê gelê Kurd azadiyên xwe yên civakî qezenc bikin, wê netewên din jî bigihêjin mafên xwe yên civakî, tê zanîn. Bi heman şêweyî tevî bi dehan dewletên Ereb û hebûna neteweke mezin a Ereban jî hejmara Erebên ku li Tirkiyeyê têne helandin û asîmîlekirin jî ne asteke kêm de ye. Di encamê de ev rastî careke din jî tê piştrastkirin.  Dema ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser bibe, dema ku gelê Kurd mafên xwe yên civakî qezenc bikin, wê bi awayeke xwezayî hemû komên din ên netewî-nijadî û bawerî, pirsgirêkên xwe yên hebûnî çareser bikin.

Mafê perwerdê ya civakê hebûnî ye. Dewrê ti hêzeke din nayê kirin. Çawa ku dabînkirina pêwîstiyên mirovî yên bingehîn dewrê ti hêz-hebûn-pêkhateyan nayê kirin, mafê perwerdeyê jî nayê dewrkirin. Rêber Apo dibêje, “Pîroziya mafê perwerdeyê çavkaniya xwe ji hebûnê ye.” Lê sîstema netew-dewletê vê pîroziya ku çavkaniya xwe ji hebûnê digire, ji pîroziyê derxistiye û aniye rewşa ewlehiya sîstema xwe. Mirov dikare bibêje aniye rewşeke bi lanet. Îro perwerde, dive weke neçariyeke ku di serî de divê, ji bo Kurdan, ji bo hemû zarokan were piştrastkirin tê dîtin. Şêwazê perwerdeya netew-dewletê weke ku di gelek komkujiyên Kurdan de hatî dîtin bi şêweyê ku mezinên wan bikuje, di komkujiyê re derbas bike, zarokên wan jî yan kole bike yan jî li gorî sîstema xwe perwerde bike weke xwe lê bike û ji bo xwe bikar bîne, şênber bûye.

Perwerdeyên bi vî şêwazî avakirina mirovên ji cewherê xwe re biyanîbûyî armanc dikin. Mirovê ku ji cewherê xwe re biyanîbûyî, ji rastiya xwe ya civakî ku xwe pê mayînde dike qut dibe. Ji ber vê sedemê netew dewlet perwerdeya ku weke mafeke hebûnî ye, weke rêbazeke bingehîn a belavkirin û tinekirina civakan bikar tine. Di rastiyê de ji ber ku netew-dewlet sîstema perwerdeyê li ser bingehê mafeke hebûnî nagire dest, sîstema perwerdeya heyî mekanîzmayeke înşayê yak u hebûna azad ji hole radike, kesên ku di sîstema xwe de derbas dibe weke evdên sîstemê dibîne lê hatiye.

Mijara hebûnîbûna perwerdeya zarokan, bi taybet jî ya zarokên keç, ji dema derketina holê ya zêhniyeta serdest ve, tim weke qadeke ku êrîş li ser hatiye kirine. Ev yek ji aliyê civakê ve jî weke pêwîstiyeke hebûnî ya jêneger hatiye dîtin, di gelekan de jî bûye mijara şerên mezin. Komên zilam ên serdest perwerdekirina zarokên keç ên bi sîstema jinê tim ji bo hebûna xwe weke tehklûke dîtine. Ji ber vê sedemê jî di destpêkê de xwestine ku perwerdeya zarokan, bi taybet jî ya zarokên keç bidest bixin. Ji bo ku vî mafî ji destê jinan bigirin her cûre derew li hev anîne, zext kirine, amûra îdeolojîk a zor a di civakê de bikar anîne.

Rêber Apo dibêje, “Mafê perwerdeya civakan, mafeke herî zor a ku bê pêkanîne.” Ji ber ku bi qasî zext û zorê, aliyê mêtîngeriya leşkerî-aborî, bi rêya perwerdeyê zêhniyeta civakê jî tê destwerdan. Civak ji bo vê êrîşa ku li ser hebûna wê tê kirin vala derxe, dixwaze bi têkoşîna xwe ya exlaqî û polîtîk berxwedana xwe ber bi azadiyê ve bibe. Yek ji mercên pêkanîna vê jî ji milekê ve endamên xwe yên civakê, ji jiyana ku raberdike re amade dike. Ango endamên civaka xwe li gorî zêhniyeta xwe divê perwerde bike. Eger ku ev nebe, destketiyên şerên girîng û mezin jî bin, lê tehlûkeya tinebûnê di nava xwe de hil digirin. Civakên ku sîstema xwe ya perwerdeyê ava nekirine û endamên civaka xwe li gorî zêhniyeta xwe perwerde nekirine, çiqas û bi çi amûran li ber xwe bidin jî, di encamê de nikarin exlaqên xwe yên cewherî pêş bixin. Nikarin weke xwe bijîn, çanda wan winda dibe û diçe. Ji ber ku civakîbûna berxwedanan bi perwerdeyê çêdibe.

Di sîstema KCK ya ku di ss 21’an de yekane şêweyê jiyana demokratîk û azad a jiyankirina Kurdaye de perwerde mijareke bingehîn e. Sîstema KCK’ê sîstemeke ku hemû xebatên şoreşî, hemû xebatên înşaya sîstemî li ser mijara perwerdeya zimanê dayîkê kom dibe ye. Rastiya civakên ku bi zimanê xwe nikarin baxivin, bixwînin, binivîsin, nikarin dîroka xwe bi zimanê xwe fêr bibin, nikarin hafize qezenc bikin ji tinebûnê wêdetir, wê bibin amûra sîstemên din. Vê mijarê jî KCK ber bi perwerde wekî qadeke înşaya civakî û têkoşînê ya bingehîn destgirtinê ve beralî kiriye. Di vê wateyê de perwerdeya ciwanan, girîngiyeke şoreşî qezenc dike û her ku diçe dibe yek ji xebatên bingehîn a înşaya netewa demokratîk…

***

 

Dilzar DÎLOK