Siyaseta Demokratîk û Perwerde

Andok

Siyaseta Demokratîk, pêkanîna ku ji pirsgirêkên civakê yên rastê tê re çareserî dîtin û peyda kirine. Ji pênaseya xwe ya ku bi mantiqê dewletparêz hatî berevajîkirin zêdetir, jixwe wateya rast a siyasetê çareserî ji pirsgirêkan re dîtine. Di şert û mercên sîstema dewletparêz a hiyerarşîk de jî siysaet, çalakiya ji van pirsgirêkan re çareserî dîtinê ji kontrola derdorên elît an jî serdestan xilaskirine û bi vî awayî siyasetê tîne rewşa çalakiyeke hemû civakê. Dema ku li ser vî bîngehî li siyaseta demokratîk bê temaşekirin, wê bê dîtin ku xwedî cîhaneke wateyan a pir rehend e. Ji ber ku çavakaniya pirsgirêkên civakê jî di aliyê şêweyên xwe de cûrbicûriyan nîşan dide. Çavkaniya bingehîn a pirsgirêkên civakî jî, sîstema dewletparêz û zêhniyeta desthilatdar e. Ji ber vê sedemê siyaseta demokratîk, kiryareke bingehîn a weke li ser civakê şkandin û sînordarkirina serdestiyê, heye. Lê belê li gel vê jî mirov dikare bibêje ji vê jî girîngtir siyaseta demokratîk tê wateya civakîbûna siyasetê.

Rêbertiya me, dibêje ku hemû têgihên ku civakî ne, pêwîste di çarçoveya diyalektîka ‘şaristaniya demokratîk’ û ‘şaristaniya hiyerarşîk-dewletparêz’ de bêne destgirtin. Ev rewş, ji bo siyaseta demokratîk hîn derbasdartir e. “Siyaset” weke amûra destgirtina yekdestdariya desthilatdariyê û li ser civakê serdestîkirinê ya xebatên dewletê tê pêşkêşkirin û di seranserê dîrokê de rûpoşên cuda girtine.

Di roja me ya îro de, di sîstema dewletdar de siyasetê rewşeke rûpoşê ya ku bi navê gel, bi navê civakê cihgirtina siyasetmedaran û bi pirsgirêkên civakê re mijûlbûn û qaşo ji van pirsgirêkan re çareserî dîtinê girtiye. Siyaset hatiye daxistina xebatên dewletê û hinek mirovên ku bi navê hemû civakê meşandina xebatên civakê. Li kêleka berevajîkirina vê çalakiya herî bingehîn a civakî, siyaset bûye rêya herî tê zanîn a rewakirina serdestiya hêzên yekdestdar a li ser civakê. Çawa ku demokrasiya ku weke xwerêveberiya gel tê zanîn, bi pêvajoya hilbijartina erkdarên dewletê re hatibe sînordarkirin, siyaset jî weke karekî dewletê ji rastiya xwe hatiye qutkirin hem jî, bi civakê hatiye biyanîkirin. Di roja me ya îro de sedema ku bi awayeke berbilav siyaset weke çalakiyeke xirab û neyînî destgirtin di rastiya xwe de encameke vê biyanîkirinê ye. Heyanî ku di nava gel de siyasetkirinê wateyên weke ‘derewkirin’ û ‘qurnazîkirin’ ê qezenc kiriye.

Lê belê siyaset cewherê bingehîn ê civakê li gel hev digire, rêxistinkirina jiyana civakî ya bi hev re, rêxistinkirina jiyanê ya li ser bingehê kolektîf e û bi vê çarçoveyê ji pirsgirêkan re çareserî gerîn û dîtine. Jiyana madî û manewî ya mirovan ne bi tena serê xwe ye, bi awayê hebûnî civakî ye. Hilberîna madî û manewî ya jiyanê bi şêweyeke komînal tê çêkirin, her tiştê derbarê civakê de jî bi hev re tê nîqaşkirin û biryargirtina wê jî bi awayeke xwezayî ye. Vaye ev rewş jî dibe cewherê polîtîk ê civakê. Siyaseta demokratîk xwe li ser vî cewherê polîtîk înşa dike. Eger ku mirov bi awayeke hîn vekirîtir jî rave bike, siyaseta demokratîk mafê xwe bi xwe biryargirtinê ya civakê ya ku ji aliyê dewletê ve hatî dizîn dubare gihandina civakê ye. Demokrasî ji xapandina “demokrasiya nûnerî” xilaskirin û rasterast ji aliyê civakê ve şêwedayîna jiyana xwe peywira bingehîn a siyaseta demokratîk e. Diyardeya rêveberiyê jî tenê bi vî şêweyî dikare ji têkiliyê serdestîkirinê bê rizgarkirin.

Siyaseta demokratîk, nayê wateya li ser civakê modeleke nû dayîna ferzkirin, berevajiyê wê ji bo şêwazê xebitîna bingehîn a civakê pêşekî bibe têkoşîn meşandin e. Di siyaseta demokratîk de armanca partiyan ew e ku rasterast civak kirina hêza bibandor a siyasetê ye. Partiyeke ku di mekanîzmayeke ku dişibe dewletê ya ku di aliyê biryardayînê de nûnertiya civakê dike de yan jî bi şêweyeke klasîk dixwaze bê ser desthilatdariyê nikare siyaseta demokratîk bike. Partiyên ku berevajiyê partiyên dewletdar siyaseta demokratîk dikin, weke hemû rêxistinên din ên civakî, ji bo gel bibe îrade navbeynkariyê dikin. Her wiha civak ne avaneke homojen e. Ji hev cudabûna kesekê çiqasê xwezayî be, di civakê de jî hebûna derdorên cuda jî ew qasê xwezayî ye. Rêxistinbûnên ku ji bo civak anîna rewşa destnîşankerê rasteqîn ê jiyanê têne kirin pêwîste li gorî cudahî, cûrbicûrî û xweseriyên ku di civakê de hene be. Di bin banê heneka yekitî û di nava cudahiyê de tevgerkirina van hemû rêxistinbûnên cuda, siyaseta demokratîk tîne rewşa rejîmekê.

Tişta ku Rêbertiya me weke, ‘konfederalîzma demokratîk’ binav dike jî ev bi xwe ye. Kolan bi kolan rêxistinbûna civakê, xwegihandina rêxistinbûna meclîsan û xwe bi xwe biryarên xwe bide, tevî dewletê înşakirina sîstema xwe tê wateya civakîbûna siyasetê. Her derdor, her avana cuda bi xwe rêxistinkirina xweser re bi şêweyeke konfederal jiyaneke hevbeş înşakirin tê wateya jiyanîbûna siyaseta demokratîk. Hêza xuluqkarî, nermbûn, pratîkî û veguherînê ya civakê bi xwerêxistinkirina wê re derdikeve rastiyê. Siyaseta demokratîk, derxistina rastiyê ya vê hêzê ye. Civak li ser hîmê rêgezên exlaqî û polîtîk rêxistinkirin û kirina xwedî îrade, wekî ku wekheviya civakî pêktîne, di heman demê de jî dihêle ku li derdora van rêgezan hilberandina jiyana civakî jî vebe.

Her xebateke girêdayî mirovan di heman demê de çavkaniya xwe ji pêvajoyeke zêhnî digire. Ne gengaze ku mirov behsa pratîkeke mirovî ya xwe naspêre zêhnî, bike. Her pratîkek bi zanebûn an jî bê zanebûn vedana îdeolojiyekê ye. Sîstema dewletdar a xwe dispêre rêûresmeke bi hezar salan, xwedî turevên cuda be jî, lê îdeolojiyeke ku di bingeh de yek dibe heye. Sîstema zext a ku li ser civakê dayî avakirin jî, bi spratina hegemonyaya xwe ya hizrî ya ku pê îdeolojiya xwe bi civakê dide qebûlkirin re dide meşandin. Sîstema yekdestdar ji bo ku xwe ji nû de ava bike, tim bi amûrên îdeolojîk êrîşê civakê dike. Ji van amûrên îdeolojîk a herî zêde tê zanîn saziyên perwerdê ye. Tê zanîn ku di dewletên yekdestdar de perwerde bi çi şêweyî û çawa bibe bila bibe ji bo civak girtina bin serdestiyê û dagirkirina zêhnan tê bikaranîn. Bi taybet jî modernîteya kapîtalîst di şêwedayîn û xistina qalibî ya civakê de perwerdeyê bi awayeke pir pisporane bikar tîne.

Ji bo vê yekê ji beriya her tiştî siyaseta demokratîk pêwîstî bi lêhûrbûneke zêhnî ya cidî heye. Ji ber ku heyanî bi awayê zêhnî li gorî rêgezên civakî veguherîna pêwîst neyê çêkirin, siyaseta demokratîk jî nikare bê kirin. Bi hizirîna modernîteya kapîtalîst siyaseta demokratîk pêş nakeve. Siyaseta demokratîk li ser rêgezan jiyanî dibe. Eger ku ev rêgez di feraseta kes de nerûniştibin mirov xebata ku dimeşîne jî nikare weke siyaseta demokratîk binav bike. Ji bo ku mirov bikare siyaseta demokratîk pêş bixe, pêwîste ku miorv di aliyê hizrî de di nava lêgera azadbûnê de be. Ji ber vê sedemê jî yek ji rehendên herî girîng ê siyaseta demokratîk jî dibe perwerde.

Perwerde di xebitîna siyaseta demokratîk de ji du milan ve xwedî girîngiyeke krîtîk e. Ya yekem rehenda rêxistinbûnê ye. Weke ku me behskirî siyaseta demokratîk, ji bo civak bibe avakarê siyasetê, di vê çarçoveyê de bi rêxistinbûna civakê re derbasî jiyanê dibe ango gengaz dibe. Bi rêbaz û rêgezên siyaseta dewletdar re siyaseta demokratîk nayê kirin. Weke mînak ji kesekî ku di bandora ezezîtiyê de, çalakkirina civakê yan jî aqlê kolektîf xistina tevgerê nayê hêvîkirin. Ji bo ku mirov bikare civakê li ser cewherê polîtîk û exlaqî rêxistin bike, şerte ku mirov di civakê de zêhniyeta modernîteya demokratîk pêş bixe. Ev pêwîstiyeke gelek pratîk e. Rêbaza herî bingehîn a rêxistinkirina civakê jî perwerde ye. Heyanî mirov ne xwedî têrbûna îdeolojîk be, her çiqas ji ber sedemên cuda hatina gelhev çêbûbe jî, rêxistinbûna ku bê, siyaseta demokratîk bimeşîne dernakeve holê. Ji ber vê sedemê weke ku di rêxistinbûnê de heyî di siyaseta demokratîk de jî gava yekemîn perwerde ye.

Ji bo siyaseta demokratîk aliyê girîng ê duyemîn ê perwerdeyê jî, girêdayî avana dînamîk a jiyana civakî ye. Ji bo ku civak bikare pirsgirêkên xwe çareser bike, pêwîste tim di nava herikînekê de be. Bi taybet jî ya ku vê nermbûna di wateya zêhnî de pêwîst pêk bîne jî perwerde ye. Bi cîhaneke qalibgirtî, sekinî-qerisî re mekanîzmayên ku bikarin ji pirsgirêkên civakê re bibin bersiv dernakevin holê. Ji ber vê sedemê di her saziyeke ku siyaseta demokratîk derxistî holê de pêwîste ku tim perwerde hebe. Domdorbûna perwerdeyê di heman demê de ji bo ji êrîşên zêhnî yên ku modernîteya kapîtalîst li ser civakê dimeşîne re bûyîna bersiv jî girîng e.

Ji bo siyaseta demokratîk rê û rêbazên perwerdeyê jî li gorî xwe xweser in. Pêwîste li gel feraseta perwerdeya mantiqê dewletdar heman neyê dîtin. Perwerde tenê di hin dem û saziyan de tengkirin an jî sînordarkirin siyaseta demokratîk pêş naxe. Çawa ku siyaseta demokratîk heyanî rêxistinkirina yekeya herî biçûk a civakê ji xwe re bingeh digire, di her cihê ku civakê xwe rêxistinkirî de jî meşandina xebatên perwerdeyê bingeh e. Akademiyên Siyasetê, bisazîbûna ku bi salane Rêbertî ji bo li Kurdistanê pêşxistina siyaseta demokratîk pêşniyar dike ye. Eger ku ev akademî bêyî ku bikeve qalibekê li her aliyê civakê belav bibe, wê her yekeyekî civakê bîne rewşeke ku tim nîqaş dike, diponije û li çareseriyê digere. Di vî alî de bi qasî akademiyên navendî xebatên perwerdeyê yên ku komîn bi komîn, meclîs bi meclîs bêne meşandin jî girîng e. Di aliyê fikrî de tim zindîmayîna civakê, ji bo bisazîbûna siyaseta demokratîk xwedî girîngiyeke pir jiyanî ye.

Her sîstemeke civakî li ser kadroyan jiyanî dibe. Ango kadro, ew kesên ku her sîstemekê pêş dixin, belav dikin, îdeolojiya wê qebûl dikin û li gorî wê jiyan dikine . Ji ber vê sedemê pêşxistina siyaseta demokratîk yekser bi perwerdekirina kadroyên xwe ve girêdayî ye. Ji ber ku li naverastê çarçoveyeke fikrî heye. Lê belê yên ku vê sîstema fikrî belavê civakê bikin û jiyanî bikin jî kadro ne. Di qada siyaseta demokratîk de kadroyên ku xwedî kûraniyeke diyar, rêgezên wê qebûlkirî, li gorî xweseriyên qadê şêwegirtî wê vê xebatê bimeşînin. Vaye kesên ku siyaseta demokratîk pêşbixin jî kadroyên wê bi xwe ne. Ev kadroyên wê bi perwerdeyan şêwe digirin, hişmendî qezenc dikin û bi hêza ku ji perwerdeyê digirin re jî wê bikarin civakê rêxistin bikin û siyasetê jî civakî bikin.

Ji milê din ve jî armanca perwerdeyê ya ku siyaseta demokratîk pêş bixe, hemû civak e. Perwerde tenê bi hin derdoran re sînordar dîtin feraseteke hizirîna hiyerarşîk e. Jin, ciwan, kedkar hemû derdorên civakî pêwîste siyaseta demokratîk bi nasnameyên xwe bimeşînin, ji bo vê yekê jî pêwîste tim di vê çarçoveya hizrî de bêne perwerdekirin. Hêza potansiyel a civakê jî tenê bi vî şêweyî dikare derkeve rastiyê. Perwerdeyên ku sînordar bêne meşandin encamên ku bêne xwestin nade.

Weke heyînekê civak neçare ku xwe bigihîne avaneke zêhnî ya li gorî xwezaya xwe û bibedenbûna vê avana xwe. Civaka ku piranî û di aliyê potansiyelê de bihêz, pêwîste li gorî vê cewhera xwe şêwebûneke zêhnî bigire. Wê ev jî bi perwerdeyê çêbibe. Bi perwerdeyê re civak hem wê taybetmendiyeke demokratîk qezenc bike, hem jî wê xwe bihêz bibîne. Civak û kesayetên wê civakê yên ku xwe bi vî şêweyî dibînin, ji bo civak li gorî cewherê xwe pêşbikeve û mayînde bibe karê pêkanînê ya bibîne jî wê siyaseta demokratîk be. Bi vî aliyên xwe ve perwerde û siyaseta demokratîk ji bo civak li ser cewherê xwe mayînde bibe, weke du nebe nabeyên ku ji hev nayên qutkirin divê bê destgirtin.

 

Xebat ANDOK