Zanîngeha Rojava Nas Bikin – 1

Ruhan1
  1. Zanîngeha Rojava  

Bi boneya naskirin, dîtin, parvekirina çavdêriyên xwe, me serdana Zanîngeha Rojava kir. Me li gel Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa û Rêveberiyên Beşê Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî, Fakulteya Çandiniyê, Fakulteya Hunerên Bedew û Fakulteya Jineolojiyê hevpeyvîn derbarê kar û xebatên wan de kir. Beşa yekemîn a serdana xwe ya li gel Hevserokatiya Zanîngeha Rojava bi we re parve dikin.

  • Em Dikarin We Nas Bikin?

Navê min Rohan Mistefa ye. Ez Hevseroka Zanîngeha Rojava me.

  • Em Dikarin Zanîngeha Rojava Nas Bikin?

Zanîngeha me nû ye û di sala 2016’an de li gorî derfetên heyî hatiye avakirin. Zanîngeha me di nava şert û mercên şer de hat avakirin. Ji bo herêmê hebûna zanîngeheke bi vî awayî girîng bû. Destpêkê Fakulteya Ziman û Wêje, Fakulteya Çandinî û li bajarê Rimêlan jî Fakulteya Petrol-Petrol Kîmya bebû. Lê piştî salekê Fakulteya Jineolojî, Peymangeha Zimanê Kurdî û Fakulteya Hunerên Bedew jî hat vekirin. Li gorî derfet û xwesteka civakî fakulteyên nû vekirin.

  • Ji Destpêka Avabûna Zanîngehê We Çi Astengî Jiyankirin.

Zanîngeha me destpêk e. Di rewşa şer de hat avakirin. Li derdora me şer û dorpêç heye. Di rewşa şer de vekirina zanîngeheke bi vî awayî astengiyên xwe hene. Di dîtina materyalên xwendinê û labaratuwaran de hê jî astengiyan jiyan dikin. Hîn jî lewazî û kêmaniyên me hene. Peydakirina madeyên ji bo wane û labaratuwarên kîmyawî û fîzîkê peyda nabin. Ji bo peydakirina van pêwîstî bi peywendiyên fermî heye. Jixwe ji ber dorpêça heyî em nikarin ji derve jî, ji bajarên weke Helebê jî van peyda bikin. Ev astengiyeke mezin e. Zanîngeh nû ye, mufredata wê jî nebû. Pirtûk nihat têne amadekirin û peydakirin. Pirtûkxaneya xwe çêdikin. Pêwîstî li ser têkiliyên kesî têne danîn û dabînkirin. Em lîsteya pêwîstiyên xwe rêdikin Şam û Helebê û li gorî pêwîstiyan distînin. Fakulteya Ziman û Wêje pirsgirêka wê cuda ye. Ji ber ku yekem e. mufredata wê nebû. Weke din di aliyê mamosteyan de pirsgirêkan jiyan dikin. Mamosteyên xwedî pileyên doktor, profesor, doçent pir kêm in. Yên heyî jî ji ber rewşa heyî dev jê berdan û çûn derveyê welat. Mamosteyên di asta zanîngehê de kêm in. Hêdî hêdî baweriya gel çêbû û cihê xwe girt. Têkilî li gel derve hene, mamoste dixwazin bêne têkariya xwe ji zanîngehê re bikin.

  • Plansaziyên We Yên Demkurt û Demdirêj Çine?

Piştî sala xwendinê ya heyî civîn, plansazî têne çêkirin. Li gorî pêwîstî û derfetan vekirina beşan tê nîqaşkirin û plansaziya wê tê danîn. Weke mînak destpêka vê salê me Peymangeheke Maliyeyê vekir. Daxwaz û xwesteka saziyên me di vî alî de bû û me jî li gorî vê yekê vekir. Ji bo vê salê jî nîqaşa me fakulte yan jî peymangeheke endazyarî û statîstîk vekin. Li gel vê jî Peymangeheke Îngilîzî di plana me de heye. Pêwîstiya me pir bi wergerê heye. Amadekariyên wê têne kirin. Wê ev peymangeh du sal in. Weke din ji bo vekirina Peymangeha Mekatronîk jî amadekariyên me bidawî bûne. Ev beş jî giranî labaratuwar e. Materyalên wê jî gelekî biha ne û peyda nabin. Dema ku me peyda kir emê vî beşî jî vekin. Ji bo vekirina beşên din jî li gorî demê, daxwaz û derfetan emê binirxînin û vekin.

  • Peywendiyên We Li Gel Zanîngehên Derve Re Hene, Hebin Di Çi Astê De Ne?

Zanîngeh tim ji bo xwe pêşxistinê û bilindkirina asta xwe divê peywendiyan li gel zanîngehên derve re dayne. Belê em sereke ne, lê tenê nikare her tiştî bike. Pêwîste em li benda kesî nebin. Ji bo parvekirina alîkarî, mufredat û tecrubeyan pêwîste têkilî hebin. Komîteya têkiliyan a zanîngehê heye, li gel zanîngehên derve têkiliyan datîne. Par şandeyek ku ez jî têdebûm me serdana Zanîgeha Helebçe Raperîn û Silêmanî kir. Me li gel rêveberiyên wan zanîngehan re hevdîtin pêk anî. Me ji wan re behsa astengiyên ku jiyandikin kir. Ji wir jî şandeyek hat serdana me kir. Di serdanê de keyfxweşiya xwe anîn ziman. Me xwest peymana zanîngehên xwişk û bira îmze bikin. Hîn jî nîqaş dewam dikin. Li ser xalan li hevkirin tê kirin. Her wiha li gel Zanîngeheke Emden/Leer a Almanî jî li ser bingehê Fakulteya Jineolojiyê peymana xwişk û biratiyê hat îmzekirin. Ji ber ku fakulteyeke nû ye di cîhanê de, ji ber vê sedemê bala gelek kesan dikişîne. Bala vê zanîngehê jî kişandiye. Dixwazin bi rêya semîner, hevdîtinên înternetê têkilî berdewam dikin. Dîsan li gel Zanîngeha Parîs 8 jî li ser Fakulteya Jineolojiyê peywendî hene. Ji beriya niha keseke Îtalî yê bi navê Victoria hat ji Zanîngeha Bologna xwest lêkolînên xwe derbarê sosyolojî de bike. Piştî ku çû jî keyfxweşiya xwe jî anî ziman. Hewldanên me ji bo pêşxistina zanîngehê hene.

  • Beşdarbûna Xwendekaran Ji Zanîngehê Re Çawa Ye?

Ez destpêkê ne di nava karê zanîngehê de bûm. Lê me pirs dikir. Destpêkê hejmar kêm bû, baweriya gel jî tam nebû. Di heman demê de tirsa gel jî hebû. Gumanên gel ên weke qebûlkirinê hebû. Lê sal bi sal hejmar zêde bû. Her sal danasandinek ji zanîngehê re tê kirin. Di vê danasînê de behsa zanîngehê tê kirin. Beşek ji Fakulteya Wêje û Zanistên Perwerdeyê derçûn û bawernameyên xwe standin. Piştî ku ev xwendekarên ku xwendina xwe ya zanîngehê qedandine li saziyan hatin belavkirin û bûn xwedî kar bawerî hîn xurtir bû. Gotin siberoja zarokên me di vê zanîngehê de heye. Wê zanîngeha me bibe Kurdî, ji ber ku xwendekar ji seretayî heyanî amadeyî Kurdî dixwînin li ser vê bingehê zanîngeh jî divê bibe Kurdî û hemû waneyên xwe bi Kurdî bide û li gorî vê yekê jî mufredata xwe amade bike. Wê Zanîngeha Rojava jî bibe berdewama van xwendinan.

  • Di Milê Pratîkî De Zanîngeh Têrker e Yan Ne?

Me weke Zanîngeha Rojava hîn bêhtir giranî daye aliyê pratîkî. Em xwendina xwerû teorî napejirînin. Pêwîste teorî bi pratîkê re bibe yek û hev du temam bikin. Berdewamiya xwendekar girîng e. Eger xwendekar dewam neke nikare derbasî nirxandinê bibe. Em ezmûnê nakin li şûna wê sîstema nirxandinê dimeşînin. Rojane divê xwendekar li gorî beşê xwe ji nirxandinê re amade bin. Xwendekarên çandiniyê diçin Desteya Çandiniyê pratîkên xwe dimeşînin. Mamoste diçin dibistanan pratîk dikin. Weke din em sîstema stajê havînê daynin. Havînê ji bo her xwendekarî di çarçoveya karê xwe de wê li saziyan bên belavkirin. Wê sazî dawiya stajê nirxandina xwendekar ji me re bişîne. Ji bo xwendekar bikare xwendina xwe biqedîne pêwîste hem di aliyê pratîkî de hem jî di aliyê teorî de waneyên xwe biqedîne.

  • Plansaziya We Ji Bo Xwendina Bilind Ên Weke Lîsans û Masterê Heye?

Hejmareke mezin a xwendekarên me derçûn. Beşek ji wan ên ku bikarin di vê zanîngehê de weke kadroyên perwerdeyê cihê xwe bigirin hatin bicihkirin. Xebatek a me ya derbarê xwendina bilind jî heye. Lê hîn jî derfetên me tam negihiştine. Em hîn di asta avakirina bingehê de ne. Hîn mufredata me rûneniştî ye. Guhertin hîn didomin. Plansaziya wê heye û me rêzikname û rêvebirnameya wê jî amade kiriye. Mijarên wê yên weke; wê çend sal bin, çend saet bin, madeyên wê, wê çi bin, kesên ku bên divê çawa bin ponijîn hene. Dema ku derfet çêbûn wê bê vekirin.

  • Budçeya Ku Ji Zanîngehê Re Tê Veqetandin Têrê Dike Yan Ne?

Ji bo mesrefên zanîngehê kêmzêde budçeyek tê dayîn. Di aliyê darayî de em ne hilberîner in. Ji ber mesrefên ku çêdibin hîn bêhtir mezaxtin çêdibe. Heya astekê budçeya me têrê dikir. Lê ji ber ku zanîngeh mezin û fireh dibe. Hejmar zêde dibe, mamoste zêde dibin, karmend zêde dibin, beş zêde dibin, çaksazî û avakirina saziyan çêdibe. Ev jî dihêle ku budçe kêm bimîne û têrê neke. Pêwîste budçeya me bê zêdekirin.

  • Plansaziya We Ya Xwendekar Şandina Derve Re Heye Yan Ne?

Em weke Zanîngeha Rojava ji pêşketinê re vekirîne. Di vî alî de hêviyên xwendekaran hebû. Xwendekarên me tim zanistê li derve dibînin û digerin. Em tim ji xwendekarên xwe re dibêjin cihê zanistê ev der e. Em dizanin ku doktor û profesor tên Rojava ji bo lêkolînan. Bingehê zanistê Rojhilata Navîn e, Mezopotamya ye. Zanist ji vir derketiye. Di demên pêş li gorî pêwîstiyan dibe ku li ser bingehê pêşketinan peywendî û têkiliyan xwendekaran bişînin. Divê zanist veger erdê xwe. Xebata me ya xwendina bilind heye. Mamosteyên weke doktor û doçent bêne bi riya semîner û înternetê dersan bidin. Ji bo vê yekê em peymanan li gel wan çêdikin. Em zêde naxwazin hêviyên xwendekarên me li derve bin. Ji ber ku navenda zanistê li vir e, ev der bingeh e. Di demê pêş de eger derfet çêbin emê xwendekarên xwe bişînin.

  • Xwendekar Herî Zêde Kîjan Beşê Hildibijêrin?

Xwendekarên Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî li gorî fakulteyên din zêdetire. Xwendekarên ku bî beşî hildibijêrin zêde ne. Li gel vê jî endazyarî jî baş e. Tim berê xwe dayîna beşên bilind ên weke endazyarî, doktorî û hwd. Ev yek di mejiyê civaka me de rûniştiye ku beşên bilind baştir in. Li gorî wan tenê cihê endazyar û doktoran di civakê de heye. Xwendekarên ku berê li cihên  cuda xwendine têne beşê Ziman û Wêjeya Kurdî xwe tomar dikin û dixwînin. Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî yekem e di qada xwe de.

  • Plansaziyeke Ji Bo Vekirina Fakulteyeke BijîşkîTenduristiyê Heye?

Di halêhazir de li Serêkaniyê akademiyeke Tenduristiyê di bin banê Desteya Tenduristiyê de heye. Lê ev akademî ne girêdayî me ye. Ev akademî li gorî konteyjana xwe xwendekaran digire, perwerde dike û derdixe. Armanca hemû saziyên me xizmeta civakê ye. Eger ku di demê pêş de me jî fakulte yan jî peymangeheke bijîşkî-tenduristiyê vekir, li ser bingehê danûstandina agahiyan wê peywendî û hevbeşbûn çêbin. Em hîn ji bo vê ne amade ne. Ev akademî girêdayî Desteya Tenduristiyê ye. Em jî girêdayî desteya Perwerdeyê ne.

12

122

3

4

5