Saziya Minhacan Navenda Pir Çandî û Pir Zimaniyan e

12

Saziya Minhacan (Mufredatan) saziyeke perwerdeyê ye. Karê wê ji bo her sê astên xwendinên bingehîn ên weke; seretayî, navîn û amadeyî amadekirina pirtûkên dibistanan e. Di destpêka avakirinê de ji sala 2014 ve hewl dida ku mufredatan ji bo hemû pêkhateyan amade bike. Niha jî mufredatan ji bo her sê pêkhateyên bingehîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade dike. Ji bo tevlîkirina pêkhateyên din ên xwedî ziman û çand jî vekirî ye. Ji ber ku parastina pir çandî û mafê her pêkhateyekî erkê me yê wijdanî, mirovî, polîtîk û exlaqî ye.

Pêkhateya Ereb yek ji pêkhateyên bingehîn  a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyan dike ye. Ji ber vê yekê bi zimanê Erebî avakirina mufredateke taybet bi Ereban tişteke bingehîn e. Dibe ku mirov pirs bike: Berê jî mufredat bi zimanê Erebî hebûn, çi pêdivî bi mufredatekî nû heye? Em jî bersiva vê bidin.

Piştî destpêka şoreşê li Sûriyeyê di sala 2011an de û welat di qonaxeke dîrokî re derbas bû. Windakirina ewlehiyê, jevketina têkiliyên civakî, di bin gelek navan de ketina civakan a tuneleke tarî weke (azadî, guhertina sîsteman), di bin navê Misilmantiyê de derketina komên tundrew û tevlîbûna gelek xortan di nav van koman de bi hêviya ku miletan ji desthilatdaran rizgar bikin bû. Lê ne wisa bû, van koman aşîtî bi xwe re neanîn, dijberî vê, tirs belav kirin û rastiya ol xirab kirin. Di heman demê de herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa şoreşê jiyan dikir. Berî ku dest bi amadekirina mufredatan bike, sedemên gihiştina vê rewşê, belavbûna şer û parçebûna civakê û encama kiryarên van komên tundrew ên li ser vê rewşê lêkolîn kir. Weke encamekê ji van lêkolînan hat dîtin ku sedem ji mufredatên şaş ên ku li ser bingeha yek netew, yek ziman, yek ol, yek al bû, li gel vê jî qedexekirina netewên din, tinebûna mafê axaftinê, neqebûlkirina aliyê din û yek alî dîtin. Ango sedemê vê yekê zêhniyeta netew-dewletê bi xwe bû. Van kom û sedeman em gihandin vê rewşê. Ji ber vê yekê pêdivî bi gaveke li ser bingehên rast avakirina nifşekî nû hebû. Hev qebûl bikin û jiyana hevbeş bi aştiyane bêyî ku xwîn birije bipejirînin. Li gorî vê dîtinê, bi zimanê Erebî avakirina mufredatê ji bo guhertina ferasetên şaş gelekî girîng, jiyanî û jêneger bû. Ew ferasetên ku kîn û kuştin di nav pêkhateyên herêmê de belav kiribûn, bû sedem ku miletên herêmê berdêla wê, bi xortên xwe yên herî hêja û nestêleh di vê oxirê de bidin; bê guman ev ji aliyekî. Li aliyê din, li ber nifşê nû vekirina asoyên zanistên cîhanê, têgihiştina guhertinên di cîhanê de rûdidin. Zanist û zanyariyên cîhanî û nûjen wê ji bo siberoja me bibe çekeke herî bingehîn ji bo valaderxistina hemû polîtîkayên dagirkerî û qirêj ên dagirkeran ên li ser welatê me.

Derbarê bandora mufredatê li ser pêkhateya Ereb ew e ku, ev mufredat hîn di destpêka xwe de ye. Em nikarin bêjin ku mufredat gihiştiye asta bilind, pêşketina wê hîn berdewam e, lê gava em li asta ku perwerde di şoreşê de gihiştiyê binerin. Em yekem herêm in di Rojhilata Navîn de ku mufredat ji bo hemû pêkhateyên xwe amade dike ye û her çandekê ji bo ya din pênase dike. Nîvengeke ku her pêkhate rêzê ji çand û zimanê pêkhateyên din re bigire ava dike. Weke vê, di civakên Rojhilatî de tine bû. Ji ber vê yekê, avakirina mufredateke bi vî awayî ji bo guhertinê bi rêya nirxên ku dixwaze di nifşan di biçîne gaveke pêşeng û dîrokî bû. Li ser bingeha dîroka herêmê û vegera li jiyana hevbeş a ku miletên herêmê berî niha jiyan dikirin, dibe dewlemendiyeke taybet û giranbuha.

Em dikarin bêjin mufredat li ser bingeha diyakirina rastiya gelan, pênasekirina rola wan a girîng a ku desthilatdaran dixwest piştguh bikin û karîna wan a xwebirêvebirin, tên avakirin. Ji ber ku dema vê rastiyê têdigihêje, şiyar dibe û dema şiyar dibe, ti rola desthilatdariyê li vî welatî namîne.

Mekseb El-Seyyah

Rêveberiya Saziya Minhacan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê