Hevdîtina Bi Endamên Akademiya Xweser a Şehîd Dorşîn Re

0

Jin û jiyan du peyvên bi hev ve girêdayî û wateya wan nêzî hev e. Civak bi jinê dixemile, watedar dibe, ango jin civak bi xwe ye. Bi armanca jin xwe û rola xwe ya di civakê de nas bike, Akademiya Xweser a bi navê Şehîd Dorşîn a di bin banê KPC-Demokratîk de xebatên xwe li bajarê Rimêlan dimeşîne, hatiye vekirin. Bi awayekî herikbar û bi navberên periyodîk dewreyên perwerdeyê ji bo mamosteyên jin rêve dibe. Ev akademî taybet ji bo mamosteyên jin hatiye vekirin, ango tenê jin têde cihê xwe digirin. Rêveberî, endam û perwerdekar hemû jin in. Bi mebesta danasîna kar û rola vê akademiyê, me serdana wê kir. Bi rêveberî û çend endaman re bi armanca naskirina peywira akademiya xweser hevpeyvînek pêk anî.

Berdevka Akademiya Xweser a Ş. Dorşîn Hebûn Murad ji me re behsa kar û xebatên Akdemiya Xweser a li bajarê Rimêlan kir û got: “Akademiya Xweser di 4’ê Nîsana sala 2016’an de li bajarê Rimêlan hat vekirin. Di bin banê vê Akademiyê de heya niha 20 dewreyên perwerdeya bîrdozî ji bo mamosteyên jin hatiye meşandin. Niha dewreya 21’ê perwerdeya xwe dewam dike. Dewreya niha ji 34 endamên jin pêk tê. Dewreyên me li derdora 45 rojan berdewam dike. Dersên di vê perwerdeyê de tên dayîn bîrdozî ne û piraniya xwe li ser jinê ne. Mamosteyên tevlî akademiyê dibin, ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Armanc ji vê perwerdeyê ew e ku jin xwe nas bikin û di jiyana xwe ya mamostetiyê de xweser rêxistinbûna xwe bizanin. Ji ber ku jin di civakeke desthilatdar de rabûne, dema tên vir gelek guhertin bi wan re çêdibin, herî kêm şaşîtiyên xwe nas dikin, êşên ku di civakê de dikişînin lêkolîn dikin. Bernameya me saet 8’ê sibê destpê dike û di saet 17’an de jî bi dawî dibe. Di saetên şevê de sînevîzyon, semîner û xwendina pirtûkan jî heye.”

Mamosteya bi navê Yasmîn Mûsa ya ji bajarê Hesekê tevlî perwerdeyê bûye, hestên xwe yên derbarê girîngiya perwerdeyê de anî ziman. Yasmîn Mûsa got: “Di hundirê min de hezkirinek hebû ku ez tevlî perwerdeyeke bîrdozî bibim. Min dixwest cudahiya di navbera vê perwerdeyê û perwerdeya rejîmê de nas bikim. Hezkirinek di dilê min de hebû ku fikir û felsefeya Rêber Apo nas bikim. Ewqasî Rêber Apo di pirtûkên xwe de bal kişandiye ser girîngiya perwerdeyê û ji ber vê yekê jî pêwist e her mirov perwerdeyê bibîne. Eger mirov tevlî nebe û nekeve nav pratîkê de, dê ticarî nirxê wê nas neke. Ji ber vê yekê em dibêjin mirovê ku tevlî perwerdeyê dibe, pêwîst e armanceke wî hebe. Lê eger ti armanc ne danîbe pêşiya xwe, wê derkeve û tiştekî ji perwerdeyê fêm neke. Ji ber ku Socrates dibêje: “Xwe nas bike.” Eger îro mirovê tevlî perwerdeyê dibe pêwîst e helwestên mirov ên ji bo xwe naskirinê hebin. Xwenaskirin tê wateya azadiya mirov û civaka wî û bi taybet jî tê wateya azadiya jinê. Eger jin azad bibe, dê tevahiya civakê jî azad bibe. Her wiha ji ber ku Rêber Apo pir li ser mijara jinê sekiniye, ji ber wê yekê min jî xwest ez vê tiştê nas bikim. Min xwest di hundirê xwe de guhertinekê çêkim û fikir û felsefeya Rêber Apo nas bikim. Min xwest ji civaka xwe hez bikim. Min xwest hestên ku li gel min hatine kuştin bi hezkirineke mezin derxim holê, li ser hîmeke rast nûvejen bikim û di nava civaka xwe de belav bikim. Ji ber vê yekê min dixwest ez tevlî vê perwerdeyê bibim.”

Mamosteya bi navê Ezîma Kiçman a ku ji bajarê Dêrikê tevlî perwerdeyê bûye. Sedemên tevlîbûna xwe ya perwerdeyê ji me diyar kir û wiha got: “Armanca min a tevlîbûna vê perwerdeyê ew e ku ez karê ku jinê di jiyana xwe û destpêka dîrokê de kirî nas bikim. Berê jina Kurd bindest bû lê bi saya van perwerdeyan hişmend bû û rola xwe di civakê de nas kir. Bi saya vê perwerdeyê her jin dikare jiyaneke azad, dûrî koletî û bindestiyê û bi baweriyeke xurt bijî.”

Weke encam, tê dîtin ku pêwistiya mirov her tim bi perwerdeyê heye. Perwerde hişê mirov ji pêşketinê re vedike. Heta ku mirov jiyan dike, pêwîst e ji perwerdeyan qut nebe. Bi taybet perwerdeya ku jin tevlî dibe jêre pir girîng e ku xwe naskirinek li gel wê çêdibe û bi guherînek fikrî cardin derbasî qada civakê dibe. Bi vî awayî serdana me ya Akademiya xwser bi dawî bû.

1

2

3