Di Xweparastinê De Rola Ziman, Perwerde û Hîndekariyê

Egid

Di xwezayê de xweparastin weke rêgezeke xwezayî derdikeve pêşberî me. Êdî xweparastin di zindiyan de weke zagoneke ku ti caran nayê guhertin, hatiye rûnişkandin. Ev zagona xweparastinê di mirovan de hîn zêdetir pêş ketiye.

Weke tê zanîn dema mirov li ser rûyê erdê peyda dibin, bê guman ji bo bikarin li hemberî karesatên xwezayî û lawirên dirinde xwe biparêzin û parastina xwe pêk bînin, pêdivî bi civakbûnê dibînin. Ti mirov nikare bêcivak bijî. Ji bo vê jî di mirovan de civakîbûn gelek xurt pêş dikeve.

Li gel civakîbûnê di mirovan de ziman jî pêş dikeve. Destpêkê mirov bi riya nîşaneyan bi hev re diaxivin. Ji bo nimûne weke mirovê lal bi hev re diaxivin. Lê belê her ku diçe zimanê sembol-nîşaneyan pêş dikeve. Ev şoreşeke gelek mezin di dîrokê de çêdike. Di dîrokê de yekem car zimanê Semîtîk û Aryenî pêş dikevin.

Mirovan çawa ku xwe li hemberî êrîşan parastine, di heman demê de ziman û çanda xwe jî weke rêgezeke exlaqî parastine. Eger mirovek an jî civakek nikaribe xwe biparêze, bê guman dê tine bibe. Ev tinebûn bi du awayan pêk tê. Ya yekem tinebûna fîzîkî ya duyemîn jî tinebûna çandî ye.

Ev her du rêbaz jî di dîrokê de bi awayekî gelek dijwar li ser gelê Kurd pêk hatiye. Heta sedsala 20’an jî li ser Kurdan zêdetirê xwe tinekirina fîzîkî ku jê re tinekirina sor jî tê gotin hatiye pêkanîn. Bi taybet ji 1938’an ve ango piştî serhildana Dêrsimê hate çewisandin, êdî tinekirina ziman û çandî hate destpêkirin. Em ji vê re dibêjin tevkujiya spî ango siyaseta bişavtinê. Ev bişavtin ewqas bipergal hate meşandin ku êdî hindik ma gelê Kurd bihele ango ziman û çanda xwe winda bike.

Li hemberî vê têkoşîna ku PKK’ê da destpêkirin parastina rewa ya gelê Kurd bû. Eger ev têkoşîn nehatibûna destpêkirin, bê guman dê gelê Kurd tinebibûna. Ji ber vê jî parastina rewa ji bo gelê Kurd weke nan û avê pêwîst e.

Rêber APO destpêkê di qada bîrdozî de parastina rewa pêş xist. Dema ku hişmendiyeke mirov an jî civakekê nebe, ti caran ew mirov an jî civak nikare nirxên xwe biparêze.

Piştî ku bîrdozî ava bû, êdî têkoşîna siyasî û civakî hate destpêkirin. Niha ev rastiyek bû. Heta 1999’an stratejiya me ya têkoşînê, şerê gel ê demdirêj bû. Ji ber vê jî hemû xebat dikete bin xizmeta şer an jî di bin siya şer de dima. Lê piştî 1999’an me stratejiya xwe ya têkoşînê guhert û me felsefeya parastina rewa bingeh girt. Di vir de du lingên parastina rewa hene. Yek gerîla û ya din serhildan e. Ev her du jî divê pergala KCK’ê ava bikin. Li gel vê hemû xebatên di nava KCK’ê de dikevin çarçoveya parastina rewa. Ji van xebatan jî yek xebata Ziman, Perwerde û Hîndekariya Kurdî ye.

Weke tê zanîn dewletên dagirker ji peymana Lozanê ve li ser ziman û çanda Kurd siyaseta bişavtinê didin meşandin. Ev siyaset ewqas bi kuranî hate meşandin ku êdî di gelê Kurd de gihîşt asta xwebişavtinê-otoasîmîlasyonê. Eger weke tedbîra vê neyê girtin, dê di 50-100 salan de zimanê Kurdî bihele. Yan wê tehlûke didome. Ji bo nimûne ji nifşê niha gelek êdî bi zimanê Kurdî nizanin. Eger zarokên wan neyên fêrkirin, bi awayeke xwezayî dê helandin her ku biçe wê zêde bibe. Ji ber vê jî divê mirov bi baldarî li ser vê mijarê bisekine. Ji ber vê jî di nava xweparastinê de mijareke herî girîng jî, zimanê Kurdî ye.

Niha dijmin çiqas qedexe bike û êrîşan pêk bîne, jixwe dijmin e, dê bike. Lê belê divê em xwe bi xwe nebin dijminê xwe. Yanê dijmin bi her awayî me înkar dike û dixwaze me tine bike. Ji ber vê jî her cûre qedexeyan li ser zimanê Kurdî dimeşîne. Li hemberî vê divê em vê siyasetê bi pratîka xwe vala derxin. Eger em van bikin emê pergala dijmin serûbin bikin Berî her tiştî divê em hemû jiyana xwe bikin Kurdî. Dema ku ev neyê kirin, divê weke şermeke mezin were dîtin. Ji aliyên din ve divê her Kurdek fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bibe. Lê ya herî girîng jî divê em li hemberî pergala ziman, perwerde û hîndekariya dagirkeran, pergala xwe ya ziman, perwerde û hîndekariyê ava bikin. Bê guman ji bo mafê perwerdeya bi Kurdî were destxistin, divê têkoşîneke bêhempa were meşandin. Lê dema me pergala xwe ava kir, êdî metirsiya helandina zimanê me dê ji holê rabe. Derfetên vê niha ji her demê zêdetir e. Lê ya girîng ew e ku em xwedî li erkên xwe yên xweparastinê derkevin.

 

Şehîd Egîd Cîlo

20-03-2011