Rêxistinkirina Pergala Ziman

111

Rêxistin li ser armancekê û li gorî pêwîstiyan tê avakirin. Ji destpêka mirovahiyê heta roja me, mirovan pêwîstî bi rêxistinkirina xwe dîtine. Ji ber vê jî gelek cûreyên rêxistinan avakirine. Weke tevahî mirovahiyê gelê Kurd jî li gorî pêwîstiyan rêxistinên xwe ava kirine. Lê belê dijminên gelê Kurd ji bo ku Kurdan bêrêxistin bihêlin, siyasetên cûr bi cûr meşandine. Bi parçekirina Kurdistanê re xwestin bi temamî Kurdan bêrêxistin bihêlin.

Bi parçekirina Kurdistanê re zimanê Kurdî jî hate parçekirin. Her dewleteke dagirker li gorî berjewendiyên netew-dewleta xwe siyaseteke bişavtinê li ser gelê Kurd da meşandin. Armanca vê siyasetê ew bû ku gelê Kurd hem ji aliyê ziman û çandê ve bihelînin hem jî nehêlin ku gelê Kurd rêxistina xwe çêbike. Mirov dikare bêje di vê mijarê de heta astekê biser ketin. Êdî gelê Kurd di nava pergala rêxistinî ya dagirkeran de teşeyên cûr bi cûr girt. Heta gelek caran ew bi xwe bû pêşengê van pergalên rêxistinî. Lê belê li hemberî siyaseta xwe bişavtinê têkoşîna gelê Kurd her tim  hatiye kirin.

Bi taybetî sedsala 20’an ji bo pêşxistina zimanê Kurdî xebateke berbiçav hatiye meşandin. Lê belê ji ber ku ev xebatên ku hatine kirin xwe negihandine pergaleke rêxistinî, nikarîbûn siyaseta bişavtinê têk bibin. Niha em li ser vê mîrateyê ketine sedsala 21’an. Ji bo ku em bikaribin vê siyaseta bişavtin û parçekirina ku heta di zêhniyeta gelê Kurd de çêbûyî têk bibin pêdivî bi rêxistinkirina pergaleke ziman a Kurdistanê heye. Dema ku ev rêxistin çêbibe û gavên pratîkî bavêje, wê demê dê hemû pirsgirêkên ziman werin çareserkirin. Niha dewletên dagirker ji bo siyaseta bişavtinê bidin meşandin, pergaleke gelek tund birêxistin kirine. Ji bo vê jî eger em dixwazin vê vala derxin, pêwîst e em jî li hemberî vê pergalê, pergaleke ziman a Kurdistanê ya gelek xurt û xwedî rêgez rêxistin bikin.

 

Prensîbên Vê Rêxistinê Divê Wiha Bin:

  • Ev rêxistin divê rêxistineke demokratîk û exlaqî be.
  • Divê ti hêvî û bendewariyan ji dewletê neke.
  • Di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de pergala xwe ya perwerdeya civaka exlaqî-ramyarî ava bike.
  • Perwerde divê perspektîfên xwe ji paradigmaya demokratîk, ekololojîk û azadiya zayendan bigire.
  • Perwerdeya ku bê dayîn divê bibe bingeha şoreşa hişmendî û wijdanî.
  • Ev rêxistin divê di her şert û mercan de ji bo ku zimanê Kurdî bi awayekî fermî bibe zimanê perwerde û hîndekariyê têkoşîn bike.
  • Divê li hemberî hemû çand û zimanan rêzdar be
  • Divê ji bo pêşxistin û pêşvebirina çand û zimanê hindikahiyan bibe alîkar.

 

Li ser van prensîban li Rojavayê Kurdistanê avakirina rêxistina ziman gelek girîng e. Lewra ji bo rêxistina ziman a Kurdistanê ava bibe, divê li her parçeyê Kurdistanê û derveyî welêt rêxistinên xwe ava bikin. Ji ber vê jî eger em dixwazin pergaleke ziman a Kurdistanê avabikin, divê em girîngiyê bidin pergala ziman a Rojavayê Kurdistanê. Bê guman ev rêxistin dê li gorî xweseriya Rojavayê Kurdistanê bê sazkirin. Lê divê ji aliyê bername û perspektîfên ziman ve bi tevahî parçeyên din re têkildar be.

Weke encam, divê em li ser vê rastiyê baş bisekinin. Eger em rêxistina xwe ya ziman baş ava bikin, emê tevahî pirsgirêkên xwe yên ziman û perwerdê çareser bikin.

 

Şehîd Egîd Cîlo