Ziman û Bîrdozî

0

Belê xwendevanên hêja niha hûn dibêjin:”Te çima pêwîstî bi nivîseke wiha dît?” Jixwe armanca min ew e ku, ez vê ji we re şîrove bikim. Di roja me ya îro de, bi sê ferasetan nêzîkbûn ji vê mijarê re tê kirin. Bê guman du ji wan şaş in, lê yek ji wan rast e. Niha em bi hev re li van ferasetan temaşa bikin.

Feraseta yekemîn, kesên xwedî vê ferasetê ne, bi taktîkî nêzîkî zimanê Kurdî û xebatên ji bo zimanê Kurdî têne kirin dibin. Kesên xwedî vê ferasetê ne, wiha dibêjin: “Ev xebat bê kirin jî dibe, neyê kirin jî dibe.” Bi giranî zimanê Kurdî û xebatên ku ji bo zimanê Kurdî tên kirin, derxistina pêş weke neteweperestiya hoveber dibîne. Ji ber vê jî di pratîkê de ji ber ku girîngî nade zimanê Kurdî û xebatên wê, li pêşiya pêşketina xebatên ku ji bo ziman tê kirin re ji, dibe asteng.

Feraseta duyemîn, kesên xwedî vê ferasetê ne, beravajiyê feraseta yekemîn gelekî girîngiya zimanê Kurdî û xebatên zimanê Kurdî tînin ziman. Lê belê vê ji bîrdozî qut dest digirin. Ji ber vê jî kesên xwedî vê ferasetê ne, her tim di jiyana xwe de bîrdozî û xebatên bîrdozî didin aliyekî û tenê zimanê Kurdî û xebatên ku ji bo zimanê Kurdî têne kirin didin pêş. Ev jî mirovan ber bi neteweperstiya hoveber ve dibe. Bê guman ev jî li pêşiya pêşketina zimanê Kurdî û xebatên ku ji bo zimanê Kurdî têne kirin, astengeke mezin e. Ji bo nimûne gelek partiyên Kurdî derketin û zimanê Kurdî gelekî anîn ziman, lê ji ber bîrdoziyan wan ne di cih de bû bi serneketin. Divê mirov vê rastiyê baş bibîne. Eger tevgerek xebatên bîrdozî û siyasî bisernexe, bê guman nikare zimanê Kurdî û xebatên ku ji bo zimanê Kurdî têne kirin jî biserxe.

Di vê ferasetê de xaleke girîng heye ku divê mirov bîne ser ziman. Xebatnê zimanê Kurdî di van salên dawiyê de bi giranî ket rojevê. Heta van salên dawiyê ev xebat gelekî bi lewazî hatiye kirin. Ji ber vê jî kesên di zimanê Kurdî de pispor kêm in (ji bilî zaravayê Kurmanciya jêrîn ango Soranî). Ji ber vê jî hin kesên zimanzan, weke rantê nêzîkî ziman û xebatên ziman dibin. Ev nêzîkbûn jî li peşîya ziman û xebatên ziman astengiyan derdixe.

Feraseta sêyemîn, Beravajiya van her du ferasetan divê mirov bi feraseteke îdeolojîk nêzîkî zimanê Kurdî û xebatê zimanê Kurdî bibe.

Ji beriya her tiştî divê mirov bi awayeke stratejîk nêzîkî zimanê Kurdî û xebatên zimanê Kurdî bibe û xebatên zimanê Kurdî weke xebateke bîrdozî bibîne. Ji ber ku bi rastî jî xebatên zimanê Kurdî bîrdozî ye. Çima bîrdozî ye? Ji ber ku sedemên ku em têkoşîn dikin, yek ji wan qedexeyên li ser zimanê Kurdî rabikin e. Ji bo nimûne dewleta Tirk ji bo tîpa “W” qiyametê radike û bikaranîna vê tîpê qedexe dike. Weke din navê Kurdî qedexe dike. Yanê bîrdozîya dewleta Tirk li ser bingeha inkarkirin û tinekirina Kurdan hatiye avakirin. Eger em bi têkoşîna xwe vê bişkînin, bi awayeke xwezayî wê bîrdozîya me jî bi serkeve. Ji ber vê jî pêşxistina xebatên zimanê Kurdî, vala derxistina bîrdoziya dewleta Tirk e.

Dema mirov xebatên zimanê Kurdî pêş dixe, divê mirov ti carî ji dewletê hêvî nake. Divê mirov bi hêza xwe xebatên zimanê Kurdî pêşbixe û bi vî awayî bîrdoziya dewleta Tirk vala derxe.

Dema mirov bixwaze xebatên zimanê Kurdî pêş bixe. Divê vê mirov jibîrneke ti xebat bê bîrdozî serneketiye û sernakeve jî. Eger xebatên zimanê Kurdî li ser bîrdoziya me nemeşe, bê guman ser nakeve.

1

2

3

4

5

6

7

8

 

Şehîd Egîd Cîlo

24 – 03 - 2007