Netewa Demokratîk û Perwerde

1

Perwerde cara destpêkê di nava malbatê de destpê dike û bingeha wê jî di nava malbatê de ye. Qonaxa duyemîn êdî dibe civak. Civakên xwezayî û piştî serdemên cuda li gorî têgihiştin û asta civakan bandora perwerdê li ser zarok û ciwanan çêdikin, pêre jî bi giştî civakê bandor dike.

Di demên kevin de dapîr û bapîr jî risteke mamosteyî dilîstin. Di nava civakên xwezayî de ew dibin şêwirmendên civaka xwe û mamosteyên xwezayî ne. Di wan mijaran de hevsengiyeke erênî ya civakan jiyan dibe. Serpêhatî û fêrbûnên nava jiyanê danehevek girîng pêk tînin. Ew danehev bingeh e û di heman demê de çavkaniya jiyanê ye.

2

Çawa di nava zindiyên xwezayê de aheng peyda dibe û xwe bi xwe, ango di her beşê de xweserbûnek li ber çavan e. Perwerdeyên bi wî rengî jî hene. Wê çaxî tişta ku derdikeve pêşberî me, jiyan bi xwe jî beşek an jî rengeke perwerdeyê ye. Bi pênaseyeke din jî, civak bi xwe jî xwediyê asteke zanîngehê ye. Di nava civakê de erênî û neyinî be jî ew jî bi ezmûnan dagirtiye. Ezmûn jî di encama jiyanê de derdikevin holê.

Di serdemên deshilatdariyê de serdem bi serdem êdî bandoreke neyînî li ser ew ahenga xwezayî ya civakan çêdibe. Di rojên îro de yan jî di sedsala 21. de pergala kesayet û civakan, bi taybet bi riya perwerdeyan hilweşandinek çêdibe. Ew yekser dibe karê şerê taybet, ango ew dibe pergala modernîteya kapîtalîst. Ew feraseta ku ew ava dikin, li gorî berjewendiyên xwe mirovan dixe nava qaliban. Ew hişmendiya mirovan gemar dikin. Herî zêde di sedsala 21.’an de  kesayet û civak ji hev xerîb dibe û ji hev dûr ketiye. Pergala deshilatdar ji her demê zêdetir dijîtiya civakê dike.

3

Deshilatdar zarokên xwe bi taybet perwerde dikin. Derfetên wan jî hene. Zarokên xwe hîn di temeneke biçûk de amade dikin da ku pêşerojê di cihên deshilatdariyê de bi cih bikin. Civak jî zarokên xwe di nava pergala perwerdeya ku hatiye amadekirin de didin xwendin. Ew pergal jî deshilatdaran li gorî berjewendiyên xwe amade kirine. Malbat jî zarok û ciwanên xwe dişînin wan perwerdeyan da ku di pêşerojê de bibin karmend û bikaribin debara xwe bikin. Di pergala perwerdeya modernîteya kapîtalîst de vîna kesayetan dernakeve. Kesayeta ku ava dibe ezezî ye ango kesayet di nava kesayetperestiyê de fetisî ye. Êdî civak ji nirx û çanda xwe dûr dikeve. Ew kesayet li beramberî xwezayê jî pir xemsar dibe. Ew ji kelecan û hêviyê dûr dikeve, hestên wan dicemidin û her ku diçe dibin xerîbên wateya exlaq û wijdan.

Dema zarok mezin dibin û dibin ciwan, ji bo ku bi her mirovî re lawaz jî be bingeh û çavkaniyên civaka xwezayî hene. Dema ku mezin dibin êdî beşek ji wan nakokiyan dibînin. Gelek pirs tên hişên wan û li bersivê digerin. Ew dibe dema lêgerînan. Lêgerîn jî riya ronahiyê dibîne, ew jî tê wateya li xwe vegerê.

Di netewa demokratîk de perwerde çi ye, yan jî ji kîjan çavkanî û nebatan dibîne, vedixwe û dixwe? Hêja ye ku ev yek bê naskirin. Erdnîgariya wê ya Kevana Zêrîn e, di nava Kevana Zêrîn de jî ew dibe herêmên Toros, Zagros û Mezopotamya. Li ser wê erdnîgariya bi xêr û bereket tevahiya zîndiyan vedixwin û dixwin. Şert û mercên jiyanê guncaw in û komên mirovan jî di nava ahenga jiyanê de jiyan dikin. Bi keda xwe fêrî pir tiştan dibin. Çavkanî û bingeh ew der in. Êdî di nava serdemên dîrokê de gelek guhertin û veguhertin çêdibin. Civakên azadîxwaz û dewlet li beranmberî hev di nava têkoşînê de ne.

7

Ji derveyî dewletê civak dikarin îro pergala perwerdeya xwe ya perwerdeyê pêş bixin. Di wê derbarê de mijara sereke girîngîdayîn û esasgirtina hişmendiya Netewa Demokratîk e. Ew jî ew in; di hişmendiyê de pêşxistina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye. Komîteya Perwerdeyê berpirsyar e ku tevahiya beşên civakê perwerde bike û li gorî pêwîstiyan projeyan pêş bixe. Ji bo zarok û ciwanên Kurd divê bi zimanê Kurdî perwerde hebe û ji bo tevahiya civakên ku xwediyê çandên cuda ne jî divê perwedeya wan a zimanê dayikê hebe. Bi zimanê dayikê xwendin, nivîsandin, axaftin û lêhûrbûn mijarên sereke ne. Ew nebin bişaftin digihêje armanca xwe. Mînak; li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûrî netewên cuda, olên cuda û zimanên cuda hene. Her yek ji wan xwediyê rabirdûyekê ne û keda wan li ser vê erdnîgariyê heye. Her yek ji wan çandan xwedî reng in û weke gulek ji gula biharê ne . Bihar jî bi wan pir-rengiyan xweş û xweşiktir dibe. Divê jibîr nebe ku dagirkeriya modernîteya kapîtalîst wê pirengiyê û bihara gelan dixin zivistana sar û seqemê.

Di Netewa Demokratîk de wê zarok û ciwan bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin.  Wê zimanên xwe fêr bibin û bi zimanê dayika xwe beşên zanistê yên weke wêje, mîtolojî, ol, felsefe û hwd. bixwînin, her wiha wê erdnîgarî, dîrok û çanda xwe nas bikin. Ew ji bo zarok û ciwanan dibe kok, êdî dê ew li ser koka xwe hêşîn bibin û berhem bidin. Dema ku zarok li ser çanda xwe mezin bibin, di dema ciwantiya xwe de dibe kesek an jî ciwanek bi rêkûpêk. Ew dibe kesayetek zana, bi vîn û xwedî pîvan. Ew dibe xwedî kesayetek rêzdar ku di nava civaka xwe de tê qebûlkirin û hezkirin. Kesayetên wisa jî di demên zarokatiyê de ava dibin. Kesayetên têgihiştî bi xwezayî dibin pêşengên civaka xwe. Zarok û ciwan bi zêhniyeta Netewa Demokratîk mezin dibin û siberoja gelê xwe bi azadiyê mîsoger dikin.

Mijara perwerdeyê di jiyana mirovatiyê de xwedî risteke stratejîk e. Di nav de rista mamosteyan jî jiyanî ye. Ji ber ku zarok û ciwan mamosteyan ji xwe re mînak dibînin. Di roja îro de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî tevî zehmetî û kêmaniyan pergalek perwerdeyê ya zarok, ciwan û ya tevahiya beşên civakê heye. Ew firsend û kareke pir hêja û girîng e.

Di netew-dewletê de pergala perwerdeyê xetimandinekî jiyan dike. Ew pergal kesayetan ava nake û civakê jî hildiweşîne. Ew pergal di asta cîhanê de xetimandin, xwe dubarekirin û aloziyên cidî jiyan dike.

Hişmendiya Netewa Demokratîk pergala perwerdeyê û tevahiya aliyên wê yên jiyanî eleqedar dike. Ew hişmendî di nava civakê de pêşketin, wekhevî, aramî û azadiyê pêş dixe. Weke cewherî armanca perwerdeya Netewa Demokratîk ew e.

Perwerdeya hemdemî wê di mekanên dilnizm de û bi jiyaneke mutewazî û sade ava bibe. Ji bo wê jî pêşengtî û proje pêkanîn girîng û jiyanî ye. Kurd bi giştî û gelên azadîxwaz di mijara perwerdeyê de li kû derê winda kiribin, li wê derê dîtin û sererastkirin pêwîst dike. Mînak; Kurd ji temenê zaroktiya xwe de birîndar dibin, ew birîndarî bi perwerdeya pergala dagirkeran çêdibe. Hişê zarokên Kurdistanê ji wan temenan de hatiye mehandin, lê dema ku mezin dibe û lêgerîn destpê dike bi xwe dihese. Ew jî dem û enerjî dide windakirin ango derengmayîn çêdibe.

Perwerdeya Netewa Demokratîk li gorî dem û mekan çi li welat û li derveyî welat, çi jî li çiya, deşt, gund û bajaran dikare pergala xwe ava bike û projeyên xwe pêş bixe. Her wiha di nava malbatê de jî li gorî heman ferasetê xwe perwerdekirin pêwîst û pir girîng e. Feraset û modela perwerdeya Netewa Demokratîk divê bi dibistan û akademiyan ve sînordar nemîne û dakeve nava malbatê jî. Malbat li gorî pêwîstiyên xwe perwerde, civîn, nîqaş, hev du guhdar bikin û plansaziyan pêş bixin. Êdî çanda wekhevî û demokratîk dê di malbatê de jî pêşbikeve. Ji niha de di gelek malbatan de mînakên bi wî rengî destpê kirine û ew cihê kêfxweşiyê ye.  Xwe û hev du perwerdekirin weke av, hewa û nan pêwîst e. Rêveberiyên gel û welat û mîsogeriya azadiyê bi perwerdeyan destpê dike. Dema ku mirovên zane û birêxistîkirî pir bin, ew dikarin zanebûn û rêxistinbûna gelê xwe jî pêk bînin. Êdî di navbera ferd û civakê de hevsengî çêdibe. Bi rastî jî rista pêşengên perwerdeyê gelek jiyanî ye. Berpirsyariya wan exlaqî, wijdanî û dîrokî ye. Ew nifşeke nû amade dikin. Pêwîste ku ew tim xwe amade bikin da ku karibin pêşketina xwe û ya civaka xwe jî pêşbixin. Weke pêşiyên me dibêjin; ‘ HEDER HER Û HER’ wate jî ew e; hazirî her û her. Li kêleka wê jî şêwaz û xîtabeta mamosteyan, cil û bergên mamosteyan, rabûn û rûniştina wan, ji pora wan heya xwarin û vexwarina wan li ser zarok, ciwan û civakê bandorê çêdike.

Di nava pergala perwerdeyê de perspektîf, rexne û rexnedayîn di guhertin û veguhertina kesayetan de xwediyê ristên girîng in. Pêşketina kesayetan pêwîst e. Ew nebe di aliyê teorî û pratîkî de xwedî tecrube bin jî, wê bandora erênî çênebe. Ew keda ku didin jî wê negihêje armanca xwe û wê her nîvçe bimîne. Di nava pergala perwerdeya akademiyan de ew mijar dibin rojev û lêhûrbûnek jî çêdibe. Li gorî rehendên Netewa Demokratîk gelek akademî vebûne û ev yek erênî ye û encamên berbiçav jî derdikevin. Li kêleka dersên giştî pêwîst e ku li ser xweseriya beşan lêkolîn û lêhûrbûn pêşbikevin da ku pisporî pêşbikeve û di kar de encam were girtin û ew jî bibe bersiva xwestekên civakê. Lê belê ev jî kêm e û li ser pêşketina hişmendiya Netewa Demokratîk pêwîst dike ku gelek rê û rêbaz werin pêşxistin.

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di mijara perwerdeyê de kedeke mezin û hêja heye. Bi hezaran mamoste û bi hezaran zarok û ciwan perwerdeya pir zimanî dibînin. Pêşxistina zimanê dayîkê bi serê xwe şoreşeke civakî û dîrokî ye. Weke din di akademiyan de jî kedeke mezin tê dayîn. Ew xebat di nava salên şoreşê de çêdibin. Zehmetî û kêmaniyên xwe hebin jî, bes berhemên wê ji bo rojên pêş bibin bingeh û ronahî. Qonaxa îro ya înşayê ye. Di nava înşayê de wê tecrube pêşbikevin û di mijarên pêwîst de sererastbûn jî pêk bên. Ya girîng ew e ku hişmendî û bingeha pergala perwerdeyê li gorî Netewa Demokratîk bê avakirin. Di encam de kesayet û civak bi perwerdeya Netewa Demokratîk wê demokrasiya xwe, wekheviya xwe û ekolojiya civaka xwe ava bike.    

 

Mehsûm BAGOK