Perwerde-Hîndekariya Li Efrînê Ya Beriya Dagirkeriyê -III

1

Di du mehên destpêkê yên Efrîniyên hatin Şehbayê de 4 hezar xwendekarên xwe hebûn, lê niha 14 hezar xwendekar li dibistanên seretayî, navîn û amadeyî perwerde dibînin. 991 mamoste ku ji nav wan 777 jin in, bi daxwazeke mezin dixebitin.

Li herêma Efrînê bi pêvajoya destpêkê ya şoreşê re ango ji 2011’an ve perwerdeya Kurdî tê dayîn. Perwerdeya Kurdî ya ku destpêkê ji aliyê çend ciwanan ve li hin gund û malan hatî dayîn bi pêşketineke 7 salan re dibe sîstem û ji dibistana seretayî û heyanî yekem zanîngeha Rojava pêşketineke girîng raber dike. Ji beriya dagirkirina Efrînê bi qasî 50 hezar xwendekar hebûn. Şêniyên Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriyê û hovîtiya dewleta Tirk û komên wê yên çete, 16'ê Adara 2018'an biryara valakirina Efrînê dan. Efrînî neçar man ku koçî herêmên Şehba û Şêrawa bibin. Piştî demeke kin li vê derê jî sîstema xwe ava kirin, ji komîn û meclîsan heta sîstema perwerdeyê xwe birêxistin kirin.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya KPC-Demokratîk Mamoste Gulîstan li ser hatina Şehbayê û jinûve birêxistinkirina sîstema xwe ya perwerdeyê ji ANF'ê re axivî: "16'ê Adarê em ji Efrînê derketin. Ji bo me rojeke gelekî giran û bi êş bû. Êvara Newrozê em mamoste û xwendekar hemû li herêma Şehbayê bicih bûn. Moralê me hemûyan ketibû, wê demê weke ku her tişt ji bo me qediya ye li me hatibû. Roja Newrozê şehîdên me anîn şehîdgeha li navçeya Ehrezê. Em çûn merasîmê. Me dît ku êdî li vir jî şehîdên me çêbûne, şehîdgeha me heye.

'Bi Saya Xwendekaran Me Xwe Jinûve Birêxistin Kir'

Xwendekarên me li wê derê hatin cem me û li dibistanên xwe pirsîn. Me jî moral ji wan girt û xwe jinûve birêxistin kir. Me êdî mamoste û xwendekarên xwe hêdî hêdî li hev civand. Em hatin cem hev û me nîqaş meşand. Piştre her mamoste û xwendekarekê branşa xwe komî ser hev kir. Mamosteyên me yên seretayî materyalên xwe kom kirin.  Em li nava gundan geriyan, li malan me serdana xwendekarên xwe kir. Me dît ku xwendekarên me sîstemeke din a perwerdeyê naxwazin. Sîstema perwerdeyê ya li Efrînê dixwazin. Vê yekê moralê me zêdetir kir û me jî biryar da ku çi dibe bila bibe em ê ji nû ve dest bi perwerdeya xwe bikin.

Em Ji Rêya Xwe Venegeriyan

Li Efrînê di dema betlaneyê de êrîşan dest pê kiribûn, lewma me nekarîbû serdema duyemîn a perwerdeyê biqedînin. Lewma me biryar da ku serdema duyemîn a perwerdeyê ya ku nîvçomayî temam bikin. Wekî din hin xwendekarên me hebûn ku amadeyî qedandibûn û diviyabû dest bi hîndekariya bilind bikin. Diviyabû ji bo wan jî me tiştek bikira. Ji bo em wan bişînin Zanîngeha Rojava ya li Cizîrê me dest bi kar kir. Vê yekê moraleke mezin da me. Ev karê me ji bo gel jî bû moral. Ji xwe armanca dijmin ew bû ku gel bikişîne û ji rêya xwe vegerîne. Lê nekarî vê bike. KPC-Demokratîk û şêniyên Efrînê xwe ji nû ve birêxistin kirin. Me serdana komîn û malbatan kir û xwendekarên xwe kom kir. Rojên destpêkê ji ber ku cih nebû me li binê konan perwerdeya xwe kir. Vê rewşê du mehan dewam kir.

Ji Beriya Dersan Piştrgiriya Manewî

Jixwe ev pêvajo hîn bêhtir di şiklê komkirin û motîvekirina xwendekaran de derbas bû. Ji ber ku hema hema di her maleke Efrînê de an şehîd an jî gazî hebû. Bê guman vê rewşê bandoriyên kûr li ser derûniya zarokan hiştibû. Li ber çavê hin zarokan an bav, an dayîk an jî hin endamên malbata wan hatibûn qetilkirin. Hinek zarok jî ketibûn nava derûniya “ti tiştekî me nema, êdî xwendin ne hewce ye” de. Me jî fêm kir ku eger em jî xwe lewaz bikin emê yekcarî van zarokan winda bikin. Me bi mamosteyan re jî nîqaş meşand û biryar da ku ev pêvajoya heyî ji dersdayînê zêdetir weke bi zarokan re eleqedarbûn, moraldayîn û manewiyata wan bilindkirinê re derbaskirin wê hîn baştir be. Di vê pêvajoyê de Heyva Sor a Kurd jî bi me re pir alîkar bû.

Li Dibistanên Bê Derî û Bê Pencere

Piştî du mehan dibistan ketin betlaneyê, me weke KPC-Demokratîk di dema betlaneyê de jî karê xwe dewam kir. Me serdanên xwe yên li nava malbatan dewam kir. Em bi malbatan hemûyan re axivîn û me ji wan re got ku sîstema me ya perwerdeyê wê dewama ya li Efrînê be. Me xwendekarên xwe yên amadeyî qedandin şandin herêma Cizîrê. Hinek ji van çûn Akademiya Mezopotamyayê, hinek jî çûn Zanîngeha Rojava. Me bi giştî 78 xwendekar şand.

Piştî ku careke din dibistan vebûn me dît ku di konan de berdewamkirian xwendin û perwerdeyê pir zehmet e. Me jî hin dibistanên hinekî saxlem bi kar anîn. Lê hemûyan jî derb xwaribûn û ji her derê ve av dihat. Me jî li gorî derfetên xwe hewl dan dibistanan sererast bikin.

Niha 14 Hezar Xwendekar Hene

Di du mehên destpêkê yên perwerdeyê de 4 hezar xwendekarên me hebûn, lê niha bûye 14 hezar. Li vê derê dibistanên seretayî, navîn û amadeyî hene. Sîstema me jî sîstema Efrînê ye. Her kes bi zimanê xwe dixwîne; xwendekarên Ereb bi Erebî, xwendekarên Kurd bi Kurdî dixwînin. Pirtûkên li dibistanan tên xwendin li gorî sîstema netewa demokratîk hatine amadekirin. Tevî ku zor û zehmetî hebin jî bi îrade, daxwaz û hewldaneke mezin em perwerdeya xwe didomînin. Ne tenê em xwendekarên me jî zor û zehmetiyan jiyan dikin. Weke mînak di polên ku banê wan dilop dike de destên xwe ji bo ku lênûskên wan şil nebin dikin mertal. Dîsan li gelek polan de derî û pencere tine ne, me li şûna wan betanî daniye. Ji ber ku pol tarîne gelek caran xwendekar ji bo ku bikarin binivîsin çirayan pêdixin. Hin caran moralê me mamosteyan diket, lê dema ku me ev berxwedana xwendekaran didît moralê me bilind dibû."

Çi Dibe Bila Bibe Em ê Bin Nekevin

Piştî vê kêliyê ez dikarim bibêjim ku; çi dibe bila bibe em ê bin nekevin. Gelê me li beramberê her zor û zehmetiyê alternatîfa xwe ava dike. Rê nade ku zor û zehmetî wan lewaz bike. Tim ber bi pêş ve gavan davêje. Niha bi giştî 991 mamosteyên me hene, ji van 777 mamosteyên jin in.

Em Rêxistinbûyî Ne û Em ê Vegerin

Bi piştgirî û alîkariya Saziya Malbatên Şehîdan, Şaredarî û Heyva Sor a Kurd re ji bo temamkirina kêmasiyên heyî me pere kom kir. Me pênûs, çente û lênûsk kirîn. Vê yekê li gel xwendekaran hestê hinek kesên ku wan difikirin û girîngiyê didin wan, li gel wan da hîskirin.

Di vê pêvajoya betlaneyê de ji bo mamoste jî hişên xwe nûbikin û aliyên xwe yên kêm temambikin komên perwerdeya mamosteyan hatin avakirin û hemû mamoste di perwerdeyê re hatin derbaskirin. Bi şêweyê du komên weke bîrdozî û pîşeyî de perwerde hat dayîn û di her dewreyê de bi qasî 150 mamosteyan perwerde dît.

Di dawiya axaftina xwe de Mamoste Gulîstan got, "Em; gelê Efrînê gelekî rêxistinbûyî ne û em ê li Efrînê vegerin."

11

10

9

8

7

6

5

4

3

2

12

13

14

15

16

17

18

19

20

21

22

23

24

25

27

27

28

29

30

31

32

33

34

36

36

38

39

40

42

42

43

44

45


Dawî

Çavkanî: ANF (Hîvda Hebûn)