Li Zanîngeha Bîelefeldê Konferansa Kurdî Hate Li Darxistin

1

2

Bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê, akademîsyenên Kurd li ser rewşa Kurdî ya li Elmanyayê konferansek li dar xistin.

Konferans ji aliyê Kurd-Akad’ê ve hate organîzekirin û doh li Zanîngeha Bîelefeldê pêk hat.

Enstîtuya Kurd li Elmanyayê û Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li Ewrûpayê piştgirî dan konferansê. Ji komîteya amadekar Dêrsim Dagdevîren, Fevzî Ozmen û Abdulqadîr Ûlûmasken li konferansê axivîn.

Dagdevîren diyar kir ku gelek ziman li ber tinebûnê ne û got, "Kurdî jî yek ji wan zimanan e ku li ser sînorê tinebûnê ye."

Ûlûmasken jî got, "Hêvîdar im ku konferansa me wê ji encamgirtin û pêşketinê re alîkar bibe."

Pedagog Hacîre Genç, Prof. Dr. Abdulrahman Gulbeyaz, mamosteyê Kurdî, Xiyaseddîn Zaroj Stêr, Kurdolog Dr. Luqman Guldivê, Mamoste Ronî Stêrk, Parlamentera Partiya Keskan a Eyaleta NRW'ê Berîvan Aymaz axaftvanên konferansê beşdarbûn û nêrîna xwe li ser mijarê anîn ziman.

Çavkanî: ANF