JI BO BÎRANÎNA RÊHEVALÊ XWEŞIK Û JÊHATÎ EGÎD CÎLO

Egid

Em xemgîniyeke kûr a di encama qezaya trafîkê de şehîdketina rêhevalê xwe Egîd Cîlo yê ku salên dirêj di nava refên şoreşê de têkoşîn meşandî, bi taybet jî di xebatên ziman û perwerdê de kedeke mezin derxistî holê, di heman demê de di bin banê komîteya me de jî xebateke binirx û giranbuha meşandî, jiyan dikin. Bê guman ev xemgînî ne xemgîniyeke wisa ji rêzê ye, ev encama wateya kûr a ku li rêhevaltiyê zêdekirî, fedekariya bêsînor a şêwazê kar û bandora kûr a hezkirina wî ya mirovan a ji dil û di giyanên me de hiştî û bûye îfadeya lerzîner a windakirina wî ye.

Rêheval Egîd Cîlo li gundekî girêdayî Kercews-Êlih a Bakurê Kurdistanê ji dayîk dibe. Heval Egîd bi malbata xwe ya ku di temenê biçûk de koçberê metropolên Tirkiyeyê bûyî re pêvajoyên zor û zehmet dijî. Ji milekî ve dixebite, ji milekî ve jî xwendina xwe didomîne. Rêhevalê me Egîd Cîlo di nava zor û zehmetiyan de zanîngehê dixwîne, di vê demê de hîn bêhtir Tevgera Azadiyê nas dike û tevlî nava refên wê dibe. Bi qasî 27 salên ku di nava refên azadiyê de bi fedekariya xwe têkoşîneke serkeftî û bicewherî meşandiye.

Heval Egîd weke navê xwe mînaka herî xweşik a di nava refên azadiyê de nîşanê me da ku bi rêhevaltiya herî bi wate re mirov çawa dikare bi şêwaza xebata hilberîner, afirêner û berpirsiyar xwe temam bike û pêk bîne. Rêheval Egîd di heman wextê de hevalekî gazî bû, lê ti carî astengiyên fîzîkî yên ku çavkaniya xwe ji vê rewşa wî digirin nas nekiriye, şêwazê xebateke herikbar daniye holê.

Rêheval Egîd ê ku di perwerdeya Rêber Apo re jî derbasbûye bi vî awayî behsa Rêbertî û wê pêvajoyê dike, “Dema ku Rêbertî mirovan perwerde dike wan ber bi lêpirsîna kûr a kesayetiyê ve dehf dide û pirsên weke ‘Ez kî me, çi me, çawa me, heya niha min çi bi çi awayî jiyan kiriye, wê demê divê ez çawa jiyan bikim? dide pirskirin. Kî dibe bila bibe Rêbertî hêz dide kesên ku perwerde dike û vê hest û hêza ‘Ez dikarim her tiştê ser bixim’ pê dide qezenckirin. Ango di mirov de jixwebawerkirin, îradebûyîn û hêza ber bi serkeftinê ve çûyînê dide avakirin.”

Rêhevalê me beşeke mezin a jiyana xwe ya şoreşgerî di qada ziman û perwerdeyê de bi xebatên serkeftî tacîdar kiriye, bi taybetî jî di qada Zimanê Kurdî de bi girêdana xwe ya welatparêzî bi salên dirêj-bênavber xebat meşandiye. Di nivîseke ku nivîsandî de behsa, divê helwesta derbarê perwerde û zimanê Kurdî de çawa be kiriye. Di nivîsa xwe de, “Beriya her tiştî divê em jiyana xwe Kurdî bikin. Heya ev neyê kirin jî wê weke şermeke mezin bê dîtin. Di vê mijarê de pêwîste her Kurdeke/î bikare bi zimanê xwe binivîse û bixwîne. Lê ya herî girîng jî pêwîste em li hemberî sîstem û polîtîkaya ziman-perwerdeya qirker û bişavtiner a dagirkeran, sîstema ziman, perwerde û hîndekariya xwe ava bikin û pêş bixin. Mirov li kû derê dibe bila bibe, pêwîste bikare hem xwe, hem jî kesên li derdora xwe perwerde bike.”

Ji destpêka Şoreşa Rojava ve jî Heval Egîd di nava şoreşê de cihê xwe girt, li vir jî bi taybet di sazîbûna xebatên perwerde û zimanê Kurdî de bi kedên mezin têkariyên xwe pêk anî. Ji bo gihandina hezaran mamoste û deh hezaran xwendekaran bê navber xebat meşandiye. Şêwazê wî yê kar ê herikbar, bisebir û afirêner; rêhevaltiya wî ya germ, bi jêhatîbûn û şêwazê xwe yê pêşxîner û perwerdekar tim sekneke mînak raber kiriye.

Bi rastiya keda pir mezin a ku heval Egîd di nava 27 salan de meşandî têkariyên girîng ji deryaya nirxan a Tevgera me ya Azadiyê re daye çêkirin. Ji bo me jî  li ser navê bedewî û berpirsyariya rêhevaltiyê, mîras û daneheveke dersan hiştiye.

Di vê wateyê de tişta ku dikeve ser milê me ango ser milê rêhevalên wî jî ew e ku; heya bigihêjin serkeftinê, keda Heval Egîd û bi hezaran Şehîdên Azadiyê bilind bikin, pêş bixin û mezin bikin. Li pêşberî bi deh hezaran Egîdan sekna vê ya bibiryar danîna holê ye. Li ser vê bingehê di serî de ji malbata wî ya welatparêz û hêja, ji hemû gelên Kurdistanê, heval û rêhevalên wî re sersaxiyê dixwazin û li ber bîranîna wî bejna xwe ditewînin...

 

19-02-2019

KOMÎTEYA PERWERDÊ YA KCK