Ji Demsala Duyem a Xwendinê Çavdêriyên Destpêkê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sed hezaran xwendekarên Kurd, Ereb û Suryan di demsala xwendina 2018-2019’an de li dibistanên xwe dest bi perwerde ya bi zimanên xwe yên dayîkê kirin. Xwendekarên Kurd bi Kurdî, xwendekarên Ereb bi Erebî û xwendekarên Suryan jî bi Suryanî dest bi xwendina xwe kirin. Bêyî ku netewek ji netewan din kêmtir an jî zêdetir be sîstemeke perwerdê ya pir zimanî li Rojava tê meşandin. Tevî bê derfetiyên mezin jî rûyê xwendekaran dikene û xwendekarên Rojava çi Kurd, çi Ereb, çi jî Suryan hemû zimanên xwe dixwînin. Li dibistanekê xwendekarên Kurd, Ereb û Suryan di nava hewşekê de bi hev re dilîzin û piştre her yek diçin refên xwe dersên bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeya xwe dibînin. Bi sed-hezaran xwendekarên ji bajar-gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navîna meha Çileya 2019’an de demsala yekem a xwendinê qedandin û karnameyên xwe standin û ketin navbera salê. Bê guman di rûyê hin xwendekaran de keyfxweşî, di rûyê hin xwendekaran de jî xemginiya ji ber karnameyên xwe hebûn.
Bi destpêkirina demsala duyemîn a xwendina 2018-2019’an re me jî xwest moral, keyfxweşî û coşa xwendekarên li dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwînin bibînin. Bi keyfxweşiya wan re, keyfxweşnebûyîn û moralnegirtin jî ne gengaz e. Me jî di serê meha Sibatê serdana du dibistanên li herêma Girkê Legê kir. Dibistanek a navîn û yek jî ya seretayî bû.
Destpêkê me serdana Dibistana Navîn a Şehîd Çiya kir. Ev dibistaneke sê qat bû. Di vê dibistanê de li derdora çar sed xwendekarên Kurd û Ereb bi hev re dixwendin. Li 16 polan xwendin dihat kirin. Li vê dibistanê bi giştî 29 mamosteyên Kurd û Ereb perwerde didin. Me ji waneyên Zimanê Kurdî ya Navîn 2 re, û ji waneya Bîrkarî ya Navîn 2 re beşdarî kir. Her wiha me guhdarî waneya Zanyarî ya navîn 2 a ku ji pêkhateya Ereb pêkdihat kir.. Xwendekarên ku ji bêhndana navîna salê vegeriyane bi xwestek û moraleke bilind beşdarî ji xwendina xwe re kirine. Xwendekaran westana nîv salê di betlaneyê de avêt û bi motîvasyon û amadebûneke baş dest bi demsala duyem a xwendinê kirin. Di van dibistanan de xwendekar û mamoste hev temam dikin. Ango weke li dibistanên rejîmên dagirker erkê mamoste ne bişavtina xwendekar e. Erkê mamoste ew e ku xwendekar di her alî de ji jiyanê re amade bike ye. Xwendekarên ku li ser zimanê xwe perwerde bibînin, weke dara ku li ser reh-koka xwe hêşîn dibe ye.
Navnîşa me ya duyem Dibistana Seretayî ya Şehîd Hesen Emîn Ebdulah bû. Li vê dibistanê dîmenê rengîn ê zarokên biçûk xuya dikir. Xwendekarên biçûk ên di hewşa dibistanê de dilîstin, moral û keyfxweşiyeke mezin dida herkesî. Li vê dibistanê jî xwendekarên Kurd û Ereb bi hev re dixwendin. Li derdora şeş sed xwendekarên Kurd û Ereb li vê dibistanê bi şêweyê du danan dixwînin. Me beşdarî ji du polên ku waneya wan Bîrkarî bû re kir. Pola yekem refa çarê ya ku ji pêkhateyên Kurd pêkdihat. Ya duyem jî refa sê ya ji pêkhateyên Ereb pêkdihat bû. Li ser texteyê refa Kurd bi Kurdî, li ser texteyê refa Ereb bi Erebî bû. Xwendekar di refên xwe de bi zimanên xwe dixwînin, li derve jî bi zimanê hevaltiyê, zimanê mirovatiyê bi hev re dilîzin. Bêyî ku xwe ferzkirin hebe çandeke pir zimanî, di hemû nivîsarên giştî yên saziyan de tê bikaranîn. Ango navê dibistanê, navê odeyan hemû, bi Kurdî û Erebî bûn...
Zarokên ku bi çanda pir zimanî bêne perwerdekirin û gihandin, wê ji nefretê, ji nijadperestiyê, ji stûxwariyê dûr be û wê nirxên mirovî û hevaltiyê bingeh bigire. Her pêngaveke rast a ku îro em diavêjin, wê siberojê hîn ewletir bike. Siberoja me îro bi çanda pir zimanî, bi çanda mirovahiyê perwerde dibîne. Ango li ser koka xwe hêşîn dibe...